Ber bi surên cîhana kevnar va…
ÊZDÎTÎ:
DIVÊ MIROV RASTÎYA WÊ LI KU BIGERE?
Ezîz ê Cewo
“Mezinahîya ramanî ya ola êzdî di lehengîya
bêhempa û durustîya rastînînîya bawermend
da ye. Û ev jî hema rastîya vê bawerîya sade,
lê belê, ne ya bêşêwir û bêwate, lê ya bêhempa,
ne lêp û bê fen e. Ev ew bawerî ye, ya ku gelek
tişt bi lêgerînên wê yên ji dil û girîng va girêdahî
ne, û ya sereke jî – pêşveçûna zanistê û
ronîkirina dîroka olan”.
(Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, ezdazanê ermenî yê
destpêka dewra XX)
AMED - 2017
J&J : 190
Ber bi surên cîhana kevnar va… Ezîzê CEWO
ÊZDÎTÎ:DIVÊ MIROV RASTÎYA WÊ
LI KU BIGERE?
(Lêpirsîna zanistî-rojnamegerî ya bûyerên dîrokî):
Pergalsazî: Azad ZAL
Naveroksazî: Murat BORA
Zimansazî: a. l. zerdeshtee
Rûpelsazî: JJK
Bergsazî: JJK
Wêneberg: Ezîzê Cewo [Arşîva J&Jyê]
Çapa Yekemîn: Reşemî, 2017 [J&J - 2017]
Çapxane: Gün Matbaacılık Reklam Film Basın
Yayın Tan. San. Tic. Ltd. Şti. Beşyol
Mah. Akasya Sk. No: 23
Küçükçekmece / İstanbul
Tel: 0212 580 63 81 Fax: 0212 426 69 28
ISBN: 978-605-9302-53-1
Sertifîka no: 22054
© Copyright: Ajans J&J
WEŞANÊN J&J J&J YAYINLARI
Adres: Medya Mh. 180. Sk. Zafer 2 St. A Blok Altı
No: 5/C KAYAPINAR /DIYARBAKIR
Telefon: +90 412 999 12 55
Mobile: +90 533 436 58 54
Email: ajansjj@gmail.com
Web: www.ajansjj.com
© Mafê wê parastî ye. Ji bilî danasînê bêyî destûr bi tu awayî nayê kopîkirin û nayê belavkirin.
2
Ber bi surên cîhana kevnar va…
ÊZDÎTÎ:
DIVÊ MIROV RASTÎYA WÊ LI KU BIGERE?
Ezîz ê Cewo
LÊKOLÎN
3
4
NAVEROK
PÊŞEK ........................................................................................ 7
LI ŞÛNA PÊŞGOTINÊ ............................................................ 13
…Û NAVÊ TE YÎ PÎROZ E! ............................................... 13
DÎYARBÛNA YEKEM ........................................................... 27
ÊZDÎTÎ: ................................................................................ 27
GAVÊN YEKEM – BER ZANEBÛNÊ VA ........................ 27
DÎYARBÛN A DUYEM ......................................................... 41
“NÊÇÎRA” REWANÎ YA LI DÛ BAWERÎYA
ÊZDÎYAN... ......................................................................... 41
DÎYARBÛNA SÊYEM............................................................ 51
LÊGERÎN ME BER BI CÎHANA KEVNAR VA DIBIN... 51
DÎYARBÛNA ÇAREM ........................................................... 59
LI SER RÊGEHA RASTÎYA DÎROKÎ................................ 59
DÎYARBÛNA PÊNCEM ......................................................... 63
RASTÎ, AN ÇÎROKÊN DÛRÎ HEŞ Û SEWDAYÊ
MIROV? ............................................................................... 63
DÎYARBÛNA ŞEŞEM ............................................................ 95
EV DÎTINÊN LÊPOVAJÎ Û TEWŞ GELO DESTPÊKA
XWE JI KU HILTÎNIN?.. .................................................... 95
DÎYARBÛNA HEVTEM ...................................................... 123
...DENGVEGERÊN “RÊFORM” Û GUHARTINAN ....... 123
DERENCAM.......................................................................... 152
PÊVEKA YEKEM ................................................................. 157
EZDAZANÊ XRÎSTÎYANÎ YÊN ÊZDÎ Û ÊZDÎTÎ ÇAWA
DÎTINE Û NAS KIRINE? .................................................. 157
PÊVEKA DUYEM................................................................. 173
5
ÊKSPANSÎYA BIEREBKIRINA KURDISTANÊ
DIDOME? .......................................................................... 173
FOTOGALÊRÎ ....................................................................... 190
HELWESTA BÊSÎNOR A ASTA ABSÛRDÊ Û NEDÎTINA
RASTÎYAN ........................................................................ 215
…ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ
BÊ TUNEKIRIN Û JI HOLÊ RABE?!.. ............................ 231
KURDÊN ÊZDÎ ZÊDETIRÎ PÊNC HEZAR SALAN OLA
XWE PARASTINE ............................................................ 259
XERÎTEYÊN CÎHANA KEVNAR........................................ 267
WÊJE Û ÇAVKANÎYÊN DINÊ ............................................ 270
ŞÛNNAVÊN ERDNÎGARÎ ................................................... 273
NAVÊN KESAYETÎYÊN DÎROKÎ Û YÊN PÎROZ ........... 275
SUMMARY ........................................................................... 277
EZÎZ Ê CEWO (KORDA MAD) ........................................... 281
6
PÊŞEK
Ev pirtûka Ezîz ê Cewo (Mamoyan) a “Êzdîtî: rastîya wê
divê li ku bigerin” lêpirsînek a zanistî-rojnamegerî ye, ya ku
bûyerên dîrokî, ji demên kevnar heya destpêka sedasala XX hildigire nava xwe. Di vê da dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê
ola kevanar a gelê kurd – êzdîtîyê û wê civaka netewî-bawerî da,
tên nirxanidin û ravekirin, ya ku li ser bingeha vê olê ava bûye.
Û li ser vê bingehê hinek rêyên jinûva dîtin û ji nûva watedarkirina rastîya dîrokî diyar dike. Di dema lêpirsînê da wisa jî
rêzek rûpelên dîroka kevnar a kurdan û cînarên wan hatine
ronîkirin – ên ku xwe digihînin demên padişahtîya Medya kevnar. Ew analîzên zanistî, yên ku di vê berhemê da pêk hatine, di
gelek pirsan da pala xwe spartine encamên lêgerînên zimanzanîêtîmolojî.
... Sedem, bingeh û binaxeyên peydabûna dîtinên lêpovajî
û çewt ên di derbarê ola kevanar a gelê kurd da, ji dema pêşîyên
wî – medên kevnar va û ta îro, hatine lêgerandin...
Ev dane û bûyerên rastîn, û, wisa jî dîtinên lêpovajî û çewt
ên di derbarê pêşîyên kurdan – medên kevnar û ola kevnar a berî
zerdeştîyê ya gelê kurd da, yên ku di vê pirtûkê da hatine lêgrandin, ji hêla zanistî va pr balkêş bûn. Û, lewra jî, ewana bûne qinyatên (matêrîal) bingehîn ji bo nirxandinên vê mijarê.
Li ser bingeha hemberhevkirinê û analîza van agahîyên
dîrokî, dane û bûyeran, û wisa jî dîtinên lêpovajî û çewt ên di
derbarê wan da, di nav çarçoveya rastîyên heyî yên wê dema
dîrokî da û ji hêla pêşketina civaka mirovahîyê va, hewl hatye
dayîn, ku hemû alî û taybetîyên vê olê û bîrûbawerîya wê bên
ravebikin û derên zanebûnê.
Armanca vê lêgerînê ew bûye, ku di kontêksta dîroka gelê
kurd da, wek peyhatîyê rastedêr ê wê şaristanîya kevnar, ji dema
padişahtîya Medyayê va û heya êzdîyên îro ravebikin. Û di vê
lêgerînê da, li ser vê bingehê û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên
dîrokî û ravekirina taybetîyên sereke yên ola êzdî û bîrûbawerîya
wê, sedemên sereke yên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di
derbarê vê olê da tên ronîkirin.
Û li vir wisa jî, sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û
tewş ên di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hatine dîyarkirin,
7
ên ku bûne bingeh ji bo wan nirxandin û şiroveyên di derbarê vê
ola bi sur û sêr da, yên ku ji hêla lêgerînerên bîyanî (û ne tenê ji
hêla wan) û olzanan va hatine pêkanîn.
Û ji bo wê jî, di vê lêpirsîn-lêgrînê da nirxaninên zanistî di
warê wan çavkanî û agahîyên dîrokî yên pir hêja da hatine
pêkanîn, ên ku di pirtûka erkdarê olî yê ermenî yê destpêka dewra
XX Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “Kurmajên yêzîdî” da
hebûne.
Ev pirtûka ji hêla naveroka xwe va dewlemend û pirşêwaz
e. Û helwesta zanistî ya xudanê pirtûkê li hember lêgerînên qinyatan pir balkêş e. Û ji ber wê jî ev purtûka Têr-manvêlyan, bi
matêrîal û mêtodologîya analîza xwe va rasterast bûye beşekî
bingeha matêrîalî ya destpêkî ji bo analîz û nirxandinên vê berhema zamnistî-lêgerînî.
Heya ji bo analîz û şiroveyên cihêreng, hinek parçeyên vê
pirtûkê di vê lêgerîna zanistî da hatine bikaranîn. Û li ser bingeha
wan matêrîalan jî nirxandinên zanistî û analîzên rexneyî yên li
ser dîtinên lêpovajî û tewş hatine pêkanîn.
Û yek ji encamên wan lêgerînan jî ew bûye, ku çavkanîya
dîtinên lêpovajî û tewş hatye dîtin, ew hatye nirxandin, ravekirin
û makkirin.
Di vê berhemê da wisa jî ew sedemên dîrokî yên obyêktîv
û sûbyêktîv bi zanistî hatine ravekirin û derketine ronahîyê, yên
ku di cîhana kevnar da bûne bingeha çîrokên dûrî heş û
sewdayên mirovan û gotegotên nebînayî yên cihêreng...
Peydabûna wan çîrokên dûrî heş û sewdayê mirovan û gotegotên nebînayî û, her weha, hemû dîtinên lêpovajî, tewş û vala,
yên ku ji sazbûna wan ra bûne bingeh, di vê pirtûkê da bi zanistî
hatine nirxandin û ravekirin...
Bi vê ra wisa jî agahîyên çavkanîyên kevnar hatine nirxandin (analîzkirin), yên wek: berhemên bavê dîrokê Hêrodot
(“Dîrok”) û bavê dîroka ermenîyan Movsês Xorênatsî (“Dîroka
Ermenîstanê”). Di dema lêpirsînê da wisa jî agahî, nêrîn û derencamên zanistî yên zanîyar û nivîskarên navdar ên rûs, kurd,
ewropî û yên bîyanî hatine bikaranîn, wek ên: Abovyan X.A.,
Diyakonov B. M., Êndryû Kollîz (Andrew Collins), Ekrem
Cemîl Paşa, Marr N. Ya., Maxmûdov N. X. (Nadoyê Xudo),
Mêntêşaşvîlî A. M. Mînorskîy V. F. Pûşkîn A. S., Rîçard Fray,
Vîlçêvskî O. L. û yên dinê.
8
Helbet, evana her tenê gavên yekem in, ên ku ji bo
lêgerînên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê di çarçeveya pêşketinên dîrokî yên civakê da hatine avîtin. Wisa jî, helbet, pêvajoyên civakî-siyasî û olî, yên wê demê di goveka van lêgerînan
da hatine nirxandin.
Ew gavên hanê, yên ku di warê bi piralî û di nav tomerîyekê da lêgerîna taybetîyên vê olê hatine avîtin, ji bo
lêgerînên nû yên pêşerojê dikarin bingeheke zanistî amade bikin
û, wek ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan dibêje, bi ratsî jî, “...
gelek tişt bi lêgerînên wê yên ji dil û girîng va girêdahî ne, û ya
sereke jî – pêşveçûna zanistê û ronîkirina dîroka olan”.
Li vir lêgerîn di goveka pêşveçûnên dîrokî yên pêvajoyên
civakî hatine pêkanîn. Ew wisa jî ji hêla pêşveçûnên dîrokî yên
çandî û olî yên civaka êzdîyan û bawerîya wan va hatine
pêkanîn.. Di dema pêkanîna lêgerînan da ne tenê analîzên civakî,
dîrokî, lê her weha yên zimznzanî-ravekirinî (linguistic-etymological) hatine bikaranîn, û bi saya wê jî gelek sedemên peydabûna
dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê vê olê da hatine dîyarkirin.
Û anaîlêzên vî rengî yên di nava tomerîya hevbeş da
(komplêks) bê encam neman...
Li ser bingeha analîzên zanistî yên zanîyarîyên wan çavkanîyên dîrokî yên di derbarê ola gelê kurd a kevnar û bingehên
bîrûbawerîya wê da, yên ku di nav wêje û hunera zarkî, di duadirozge û jîyana rojane ya gel da hatine parastin, Ezîz ê Cewo
van encaman derdixe:
– yên êzdî, wek ku hemû gelê kurd, peyhatîyên rastedêr
ên medên kevnar in; ewana ola pêşîyên xwe – êzdîtî, parastine;
– navê ola êzdî ji navekî Xwedê – Êzdî//Ezda tê, yê ku
peyveke têkel e, û ji hêla xwe va ji peyverêza ‘yê ez dayî’ tê;
êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye;
– lê peyva Êzid ji navê xelîfekî cîhana misulmanîyê – Yezid ben-Muewiya ben- Ebu- Sifyan beni–Omeya tê, û yên êzdî jî
jêra sultan Êzîd dibêjin. Û ev jî tu pewendîya xwe bi ola kevnar
a gelê kurd – êzdîtîyê ra nîne;
– di dîroka ola êzdî da du demajoyên ji hev cuda hebûne:
yek, a berî Şêx Adî bûye, ya dinê jî, ya pey wî ra ye. Û ew, a ku
pey rêformên têkilîdarî navê Şêx Adî ra derketye holê, êdî
êzdîtîya di qalivê îslamê da ye, lê ya berî wan rêforman, êzdîtîya
kezî, ya pîroz e;
9
– her çi jî hebe, gelek êzdî, yên ku zêdetirî dused salî berê,
ji ber zulm û zordarîyên li hember xwe, welatê xwe terikandine,
gelek taybetî û hêmanên ola êzdî parastine;
– mînakên pêlîstin û lêpovajîkirinên agahêyên dîrokî û teknilojîyên qirêj tenê di dîroka mirovahîyê ya nû û nûtirîn da rastî
mirov nayên; mînakên wisa di dîroka kevnar da jî hebûne; û lêpovajîkirina dîroka kurdên êzdî û pêşîyên wan – medên kevnar, her
tenê nimûneyek ji wan e...
– hemû dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê êzdîyan û ola
wan da ji demên padşatîya Medya kevnar va destpêdibin;
– hemû agahîyên hinartî û dîtinên lêpovajî û tewş ên di
derbarê pêşîyên kurdên êzdî da roleke pir neyînî di karê çêbûn û
belavbûna wan çîrokên dûrî heş û sewdayê mirov da lîstine, ên
ku hinekan bi zanebûn di derbarê ola wan a kevnar da li hev
anîne. Û ewan derew û gotegotana ne tenê roleke xeder di dîroka
gelê kurd da lîstine, lê, sed heyf û mixabin, wisa jî, hinek caran
bûne bingeh ji bo “lêgerînên” gelek zanîyar û nivîskarên cîhanê
yên bi nav û deng, ên ku di derbarê vê mijarê da nivîsine;
– ev berhema jî gavek e, li ser rêya lêgerînên piralî yên di
warê êzdîtîyê da, ya ku yek ji olên nebînayî û dergerdûnî (êkzotîk) ya cîhana kevnar e; wek ku tê zanîn, di dewra XII da Şêx
Adî di nav bîrûbawerî û dîtina di derbarê sêwira cîhan û gerdûnê
ya ola êzdî da rêform pêk anîne; lê , her çi jî hebe, evê olê gelek
taybetîyên xwe heya rojên me parastine; û ji vir û pêva jî
lêgerînên bingehên vê bîrûbawerîyê û dîtinên wê yên têgihîştina
cîhanê, yên ku ji bo vê olê bûne bingeh, wê gelek derfetan biafirînin, ku mirov wan pêvajoyan û guhartinên dîrokî têbigihîje;
ew derfet wê wisa jî kêrî lêgerînên taybetîyên civaka netewî-olî
ya êzdîyan bên, a ku li ser bingeha bîrûbawerîya ola êzdî ava
bûye;
– ji bo lêgerênên taybetîyên ola êzdî û civaka êzdîyan a
netewî-olî tam û heralî pêk bên, divê ew matêrîal û encamên wan
lêgerînan, ên ku îro berev bûne, ji vir û pêva jî, di nav tomerîyekê
da bên analîzkirin; ji bilî wê, divê nêrîn, vegotin û dîtin, her weha,
lêgerînên cuda yên heyî bi hev ra di nava tomerîyekê da bêne
analîzkirin, ji bo ku bona domandina lêgerînên di vî warî da bingeha zanistî biafirînin; wisa jî, ji bo ku hemû taybetîyên vê olê
derkevin ronahîyê, divê lêgerînên ezdazanîyê (têolojîyê) bên
pêkanîn;
10
– lê ji bo ku lêgerînên piralî di tomerîyekê da bên pêkanîn,
wisa jî ew hemû taybetîyên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê, ya
ku ewê ji olên heyî yên kevneşopî cuda dikin, jinûva bên vejîyandin; ji bo vê jî pêwîst e, ku hêzên ezdazanan û pisporên warê
dîroka olan ên xwedî zanînên berfireh di cîhekî da li hev berev
bibin; wisa jî zanînên oldarên zane û xwendî dê ji bo vê pêwîst
bikin, ji bo ku, hîç nebe, eger ne bi giştî be jî, bingehên vê ola
kevnar, ên ku di qalibê îslamê da hatine parastin, vebijêrin, deremên bîyanî ji wan cuda bikin, û li ser vê rêyê jî, wek gava yekem, mijarnameke planî ji bo govtûgoyên zanistî amade bikin.
Helbet, ev jî dikaribû bibûya gava yekem, ji bo ku bingehekek
zanistî bê amadekirin...
Û li ser vê bingehê jî, lidarxistina sîmpozîûm û konfêrans
ên zanistî yên bi vê mijarê dikaribûn ev karê bi kêr derxistina ser
rêya zanistî-giştî...
J&J
11
12
LI ŞÛNA PÊŞGOTINÊ
Eger navê te ji te standine,
bizanibe, tu ji her tiştî bêpar
hiştine, û tu êdî tu nîn î!
Abdullah Ocalan
…Û NAVÊ TE YÎ PÎROZ E!
Wate û jêderên wan peyvan, ên ku di kurdî da navê
Xwedê didin zanîn ji ku tên? Yên êzdî bi xwe bi çi navî xwe
nas dikin? Ew dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê civaka
êzdîyan da destpêka xwe ji ku hiltînin? Ev nexwendîtîya olî
ya di nav me da ji ku tê?.. – Li vir wê di der barê van û hinek
pirsên dinê yên vê mijarê da bê axavtin.
Mijara êzdîtîyê, ya ku di wêjeya zanistî ya nûjen da (û ne
tenê di ya zanistî da!) bi têrmînên “êzîdîzm/yêzîdîzm” (“êzîdîtî/
yêzîdîtî”) tê vegotin, ewqasî jî ne sade û bi zanistî ne ravebûyî
ye, wek ku hinek lêgerîneran an mirovên bi vê mijarê va mijûl
dibin, an jî, yên ku berê xwe didine wê babetê, dê bixwastana
bibînin...
Lêgerînên di warê êzdîtîyê û ola êzdî da hema di sêrî da li
ser dîtin û têgehên lêpovajî û tewş hatine avakirin, lewra jî, divê
mirov bi bingehîn careke dinê jinûva hemû nêrîn û dîtinên danasîna vê olê û wê civaka êtnîkî-bawerî, ya ku bi bawerîya wê tê
nasîn, li ber çavan ra derbaz bike û binirxîne.
Ji ber kêmasîya zanînên di vî warî da, wisa jî ji ne-destûrmendîya (nekompêtêntî) hinek mirovan carna berê xwe dane
çîrokên nebînayî, serpêhatîyên ku hinekan ji ber xwe derxistine,
dîtinên lêpovajîkirî ên dûrî heş û sewdayê mirovan. Û, dibe ku
hinek caran di bingeha van hemûyan da helwesta hinekan a bi
zanebûn berovajîkirina rastîyan hebûye. Ji hêla dinê va, sedemên
13
dinê jî ji bo vê hebûne, ew jî sergirtîbûna vê ola kevnar û tunebûna agahîyên di derbarê wê da bûne. Û, ji ber vê jî, gelek caran, ji bo ku mirov, hîç nebe, tiştekî di derbarê wê bawerîya bi
sûr û sêr û terefdarên wê da bizanibin an binivîsin, çi li ber destê
wan ketîye (ew çîrokên dûrî heş û sewdayê mirovan bûne, an
tiştên dinê) wek rastî pejirandine û nirxandinên xwe li ser bingeha wan pêk anîne.Lê, her çi jî hebe,ev hemû jîencama dîtinên
lêpovajî û tewşên di derbarê vê olê da ne, û tu pêwendîya wan bi
rastîya wê ra nîn in.
Weha, di nîveka dewra XIX da ronaydarê ermenî yê mezin
Xaçatûr Abovyan di gotara xwe ya “Yên Îêzîd”, da di derbarê vê
rewşê da çi dinivîse: “Ji ber ku di derbarê vî gelî da agahî kêm
hebûne, divya bû, ku netewzanan (êtnogiraf) serî li pêşbînîyan
(rawêj) û encamên wan bidan”1 Lê di gotara xwe ya dine ya
“Yên Kurd” da heman nivîskar dinivîse: “Agahîyên me yên di
derbarê reha vî gelî, têkilîyên wî yên bi gelên dinê ra, di derbarê
belavbûn û rastîya wî ya dîrokî da, pir kêm in, ne rast in. Ewana
ne ku li ser bingeha daneyên dîrokî, lê li ser a çîrokan ava
bûne…”2 – Belê, di warê lêgerînên çand û ola kurdên êzdî da
rewşek a weha desthilatdar bûye. Û helwesta heman şêwazî jî di
nav karê lêgerînên wan hemû mirovan da hebûye, yên ku xwestine bi pirsên êzdîtîyê va mijûl bibin. Evê jî bi demê ra bingehek
ji bo agahîyên lêpovajî û tewş û lîstikên siyasî ava kirine.
Ev mijara ji bo rojên me ji hemû deman girîngtir e, û
pêdivîya wê bi lêgerînên kûr û piralî yên zanistî heye. Û çiqasî ji
wan lêgerînên zanistî, ewqasî jî ji derencamên wan ên objektîv,
dê rê li ber rasttêgihîştina dîroka çanda rewanî ya gelê kurd û
wisa jî ya gelên Herêma Rojhilata Navîn, bi giştî, vebe…
Lê, berî wê, ku mirov dest pê bike, li ser mijara ola êzdî û
êzdîyan bixwe, wisa jî li ser wan, ên ku bi wê olê û bîrûbawerîya
wê va pêwendîdar in, raweste, divê di sêrî da wan têgeh, nav û
têrmînan bi zanistî binirxîne û rave bike, yên ku di nav êzdîyan
da tên bikaranîn.
Îro di weşanên cuda û di çapemanîyê da (di nava wan da
1 Абовян, Хачатур, Иезиды, газета «Кавказъ», №8,Тифлис, 21 февраля 1848 г,
стр. 3//Abovyan, Xaçatûr, “Yên îêzîd”, rojnameya “Kavkaz”, №8, Tîflîs, 21 sibata sala
1848-an, rû. 3, bi zimanê rûsî.
2 Абовян, Курды, газета «Кавказ», №46, 13 октября 1848, стр.3.//Abovyan, “Yên
Kurd”, rojnameya “Kavkaz”, №46, Tîflîs, 13 kewçerasala 1848-an, rû. 3, bi zimanê rûsî.
14
wisa jî di yên kurdî da) navê ola gelê kurd a kevnar bi çewtî wek
êzîdîtî, ola êzîd, û terefdarên wê jî wek yên êzîdî didin xuyan.
Li ber çavan e, ku danasîneke weha, ya ku li ser bingeha
dîtinên lêpovajî û çewt saz bûne, li ser rêya rasttêgihîştin û naskirina rastîya vê olê û bîrûbawerîya wê bûye asteng.
Gava yekem a li ser rêya têgihîştina rastîn a taybetîyên ola
êzdî, dikare bi zanistî ravekirin û dazanîna wan têgeh, nav û
têrmînan be, yên ku di nav vê olê û bîrûbawerîya wê da hatine
sêwirandin û bikaranîn.
Û ji bo wê jî, dive bê zanîn, ku bawermendên vê olê bi xwe
ji vê bawerîyê ra nabêjin êzîdîtî, ji ber ku nave ola wan – êzdîtî
ye. Xwenavkirina bawermendên vê olê ne ku êzîdî, lê êzdî ye.
Nûnerên vê civaka êtnîkî-bawerî (êzdîtî/êzdîyatî) bi xwe ola xwe
wek ola êzdî nav dikin. Gelên cînar, xasma, ermenî, ji êzdîyan ra
yêzdî dibêjin, lê yên dinê – yêzîd, an jî Yezidien. Li bal hinek
lêgerîner û nivîskaran şêwazên îêzîd an yazîd jî heye.
Ji bo ku hemû rastîya pirsê bê têgihîjtin, divê bê zanîn, ku
navê ola êzdî ji navekî Xwedê tê. Di qewlekî ola êzdî da tê gotin:
“Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!” Her
navekî Xwedê tê ravekirin: Peyva Êzdî ji peyverêza “Yê ez dayî”
tê. Paşê, hê dereng (di nava hezarê salan da), ev peyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, hinek
deng jê werîyane, beşên wê gihîştine hev û ew bûye peyveke
têkel – Êzdî. Ango. peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji
hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî<êzdayî<Yêzdayî<yê ez dayî); û ev
navê bawermendên vê olê, “êzdî”, di destpêkê da hatîye wateya
“xwedêperest”, ango, ên ku bawerîya wan bi Xwedê heye, ango
yên ku Xwedê diperêzin. Hê jî di navçeyên Kurdistanê yên cuda
da, di nav kurdan da, û wisa jî di nav êzdîyan bixwe da, ji bawermendên vê olê ra dibêjin êzdayî/ezdayî…
Lê Yêzîd bên-Mûawîya bên-Ebî-Sifyan benî–Ûmeyya ji
eşîra ereban a Qurêşî ya li Mekkayê û pismamê Muhemmed
Pêxember ê dûr bûye, ew yek ji xelîfên (sultan) cîhana îslamê
bûye.
Yezîd (an jî, wek yên êzdî ji wî ra dibêjin, Sultan Êzîd)
kurê Mûawîya bên Ebî – Sifyan e. Berî Êzîd (Yezîd) xelîftî di
dest malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê
dawîyê bûye.Tê gotin, ku kuştina wî bi destê emewîyan çê bûye.
Hesenê kurê Elî tê jehrdayîkirin, ê dinê – Huseyn û hemû malbata
15
wan, bi giştî 22 kes, di Kerbelayê da ji hêla alîgirên Yêzîd va tên
kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember
tê û pismamên wan ên dûr-emewîyan desthilatdarîyê hiltînin
destê xwe. Û Êzîd (Yêzîd) dibe Xelîf (Sultan).
Lê çi pêwendîya van hemûyan bi ola gelê kurd a kevnar –
êzdîtîyê ra heye?
Ev herdu sîstêmên ji hev cuda çawa tevî hev kirine?–
Bersîvên van û pirsên dinê yên bingehîn divê hê ji hêla zanîyaran
va bên dayîn. Lê belê, vê demê mirov vekirî û bi bawer dikare
bibêje, ku di nav bera navê vê ola kevnar a gelê kurd û navê Sultan Êzîd da tu pêwendî jî nîne. Her yek ji wana awirekîcuda ye
ser sêwirandina gerdûnê, olên vana li ser bîrûbawerîyên cuda,û,
bi giştî, têgehên Xwedê yên cuda ava bûne!?
Li vira mirov dikare bibêje, ji bo vê tevlîhevîyê wisa jî ewê
yekê rola xwe lîstîye, ku peyvên Êzdî û Êzîd ji hêla bilêvkirinê û
bihîstinê va bi şêwazî nêzîkî hev in. Lê ev herdu peyv hem ji hêla
peyvsazîyê (morphology) û jêdera sazbûna xwe va, hem jî bi
wateyên xwe va du peyvên ji hev cuda ne.
Lê, dîsa jî, her çi jî hebûye, lêgerînerên bîyanî (û ne tenê
wan!) herdu peyv jî yek dîtine, an jî ew wek cudabêjîyên heman
peyvê hejmartine.
Hê ji dewra XIX û virva di welatên cuda da di derbarê
êzdîyan da hem bîranînû çavdêrîyên nivîskar û rêwîyan, hem jî
dîtin û lêgerînên cihêreng hatine nivîsîn. Di vî warî da navên helbestvanê rûs ê gewre A. S. Pûşkîn, ronaydarê ermenî X. Abovyan, lêgerînerên înglîz Lêyard, Con Gûst (John Guest) û Roûlênson, zanyarê rûs Mînorskîy, lêgerînerê amêrîkî Grant, zanîyarê
aûstrî Hammêr, rêwîgerê rûs Î. N. Bêrêzîn û gelekên dinê dîyar
in.
Û li ser bingeha agahîyên lêpovajî û tewş li bal hemû
nivîskar, zanîyar û lêgerîneran jî di derbarê wê civaka kurd a
êtnîkî-bîrûbawerî û ola wan a kevnar da dîtineke lêpovajî û çewt
saz bûye. Di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hem lêgerînerên
rûs, hem jî yên rojavayî xwedî heman dîtinan bûne. Hinek caran
dîtinên lêpovajî û tewş digihîjin asteke wisa, ku di derbarê
êzdîyan da tiştên dûrî heş û sewdayan, ên nebînayî û fantastîk
dinivîsin. Di derbarê çavdêrîyên helbestvanê rûs ê mezin
Alêksandr Pûşkîn da, helbet, dê bi boneyeke dinê hê di vê pirtûkê
dabê axivtin. Lê naha min dixwast bala xwendevanan bikişanda
16
ser gotara “Yên Îêzîdî” ya ronaydarê ermenî Xaçatûr Abovyan, a
ku bi zimanê rûsî di rojnameya “Kavkaz” da hatye weşandin
(Tîflîs, sal 1848). Ev gotara mînakeke “vegotinê” ya pir baş e, ya
ku li ser bingeha dîtinên lêpovajî û tewş û agahêyên ne rast yên
cihêreng hatîye hûnandin. Wek ku di vê gotarê da tê gotin: “Navê
îêzîdî nefret û xof dikir û îro jî dike dilê hemû gelên asîyayî û
heya dilê erebên dirinde jî, yênku îêzdî di nav van da jî dijîn”.3
Mirov li vir her dikare zendegirtî (matma) bibe. Dîtinên
nebînayî û danasîna ne objektîv! Ma, gelo tiştên weha çawa dikaribûn pêk bihatana? Ma ne, di nav wan da êzdî di rewşa zulm
û zordarîyê da bûne!? Ew di bin êrîşên bênavber da bûne, û bi
zorekê karibûne xwe ji tevkujî û xezayê rizgar bikin!? Di vê
rewşê da, gelo êzdîyan dikaribûn di nav wan der-doran da navekî
wisa derxistana?
Weha, erkdarê olî yê ermenî yê destpêka dewra XX Sîon
Vardapêt Têr-Manvêlyan êzdî di rewşeke çawaye rastînî da
dîtine: “... kurmancên êzdî ji bo ku xwe ji tevkujîyên xwînrêjî
yên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stêmkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan rizgar bikin, bi dijwarî di xeyalên bawerîya pêşîyên xwe ya
xwezayîperest da xwe parastine”.4–Weha, ev e, rewşa rastîn a
bawermendên ola êzdî,piştî kuli ser ger û aqarên dîrokê olên kevneşopî peyda bûne!
Ev tê çi wateyê? Dertê, ku du lêgerînerên ermenî di derbarê heman êzdîyan da gihîştine du nêrînên cuda? Çawa dibe?
An yek ji wan di nêrînên xwe da ne rast e, yan jî li vir tiştekî dinê
li holê ye, ya ku vê demê em tênagihîjin?!
Gelo kesekî ji xwe pirsîye, ka, Abovyan evan gotinan di
derbarê êzdîyan da, an êzîdîyan da dinivîse? Gelo êzdî wê demê
(û, heya îro jî) dikaribûn di nav ereban da (wek êzdî!!!) bijîyana?
3
Li nasîya 1-em binihêre.
4
Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ, Ախալցխա, 1910,
rû. 5 – 6 և 42// Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, rû.
5 – 6 û 42, bi zimanê ermenî.
Û li ser navê xudanê vê pirtûkê: wek ku tê xuyan, nave wî ji sê peyvan pêk tê. Jixwe
nav û paşnavê wî tên zanîn (Sîon Têr-Manvêlyan), lê peyva Vardapêt navê radeya wî ya
ezdazanîyê ya zanistî ye (theology), ya ku anegorî doktorîya zanistê ye. Ew rade di nav
hîêrarşîya dêrên xaçperêzan ên dinê da wek arxîmandrît tê zanîn. Dibe ku mirov bikaribe
wê anegorî navê peywirên ola îslamî yê xoce, an seyda bike… Her çiqas jî, ev navê radeya
Sîon Têr-Manvêlyan a ezdazanîyê ye, lê, ji ber ku ewî di nav nasnavê xwe da ew peyv
wek beşekî wî bikar anîye, û nav jî nayên wergerandin, ji bo wê jî min maf neda xwe, ku
wê peyvê wergerînim, ew wek ku heye, dive wisa jî bê nivîsîn: Sîon Vardapêt TêrManvêlyan.
17
Ma, gelo tiştên weha dikaribûn pêk bihatana? Ma ne, di nav wan
da êzdî di rewşa zulm û zorîyê da bûne–di bin êrîşên bê navber,
êrîşên tevkujîyê û tunekirinê da, û tenê hinek ji wan bi zorekê
karibûne ji tevkujî û xezayê bifilitin! Di vê rewşê da, gelo wana
dikaribûn di nav erebên misulman da bijîyana û heya nav û dengekî wisa derxistana – tirs û nefret bikirana nav wan?
Tiştê wisa nakeve heşê mirov. Jixwe, kurdên êzdî (û ne
tenê ew!) baş dizanin, ka çi çi ye...
Ango, çi dertê holê?
Ma gelo ev nade xuyan, ku Abovyan behsa erebên êzîdî
yên sunnî dike (an jî – behsa misulmanên dinê yên ji tarîqata
sofîyan!?), û gotina wî hîç jî ne di derbarê êzdîyan da ye. Û, wek
ku tê xuyan, ji ber ji hêla bilêvkirinê va navên êzdî (ê-z-d-î) û
êzîdî/yezîdî (ê-z-î-d-î) hinekî nîzîkî hev bûne, herdu nav tevîhev
kirine?!...
Helbet, ji bo vê wisa jî sedemên obyêktîv ên dinê hebûne...
Bi rastî jî, di heşê mirov da cî nabe! Çawa dibe?! Ma ne,
êzdî bi xwe bibûn armanca êrîş û cerdên misulmanan û
stêmkarîyên bêwijdan ên xaçparêzan, û zordarîyeke nebînayî li
wan dihat û îro jî tê kirin. Û ji bo ku xwe ji tunekirinê rizgarbikin,
hebûna xwe ya fîzîkî, ola xwe ya kevnar û reng û rûçikê xwe yê
netewî biparêzin, ewana meskenê xweyê kal û bavan ji dijminan
ra hiştine û revîyane nav rêzeçîyayên bilind û hasê!
Li ber çavan e, çi ku Abovyan dinivîse, li rewşa êzdîyan a
rastîn nayê. Ma, gelo dikaribû tiştekî wisa bibûya, ku, wek ku
Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan dibêje, ewana, yên ku “... ji hêla
hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatibûne pejirandin”, û
“...hemû jî weke hev ji wan zivêr bûne û ew nuxsan kirine”, di
nav gelên cînar da tirs û xofê hişyarbikin? Di derbarê wê da, ku
ev nêrîn nikare rast be, li bal Xaçatûr Abovyan bi xwe jî
govanîyên balkêş hene: “...Ev hemû mirovan dide ramandin,
ku ev gelana her tenê ji ber wê sedemê şeytanperest navkirine,
ji ber ku helwesta gelên cînar, ên ku bi fanatîzma xwe va diyar
in, li hember wan ne qenc bûye, wana ew nefret û bêrûmetkirine...”5
Di derbarê vê rewşê da rêwîgera înglîz Gertrûda Bêl jî di
5 Абовян, Иезиды, газета «Кавказъ», № 9,Тифлис, 28 февраля 1848 г, стр. 4.//
Abovyan, “Yên Îêzîd”, rojnameya “Kavkaz”, № 9, Tîflîs, 28-ê sibata 1848-an, rû. 4, bi
zimanê rûsî.
18
nameyeke xwe ya bîranînî da weha nivîsye: “7-ê Gulana 1909an. Ez îşev mêvana Elî Beg ê oldarê mezin ê şeytanperestan
bûm. Lê, divê bê zanîn, bi rastî ne wisa ye, neyarên wan ew nav
li wan va danîne.6
Agahîyên bi heman naverokê li bal lêgerînerê înglîz ê
dema me Êndryû Kollînz jî hene:“... Misulmanan, bê şik û guman, ên êzdî (ew di lêgerînên xwe da li şûna êzdî yêzîdî dinivîse.
– E. C.) ne tenê hema wisa wek ên bê bîrûbawerî, lê wisa jî
neqenc û bêxwedê dihejmartin, yên ku divê bên tunekirin, eger
ew dest ji bawerîya xwe bernedin û neçin li ser ola îslamê”.7–
Va, ev e dîmenê rastîn ê rewşa êzdîyan ne ku tenê di welêtê wan
da, lê wisa jî di “hemû welatên asîyayî” da.
Û eger Xaçatûr Abovyan jî di derbarê rewşa êzdîyan a di
wan welatan da dinivîse, wê demê çawa wisa çêbûye?!
Siyaseteka wisa li hember êzdîyan di rojên me da jî tê domandin.Weha, ji 16 –17-ê kewçera sala 2012-andi paytexta Kurdistanê Amedê da Konfêransa êzdîyan a navnetewî pêk hatibû.
Tiştê balkêş ew bû, ku amadekar û sazûmankarên wê konfêransê
rêxistinên kurdan ên civakî û siyasî bûne, û endamên wan jî bi
bingehîn kurdên misulman bûne. Û di wê konfêransê da nûnerên
rêxistinên siyasî û oldarên kurdên misulman li hember birayên
xwe yên êzdî dilovanîya xwe dîyar kirine û ji bo wê, ku pêşîyên
wan demên buhurî li hember wan zulm û zordarî pêkanîne, ji wan
lêborîn xwestine.
Ewê konfêransê di nav raya gîştî da dengekî mezin veda û
di derbarê karên wê da di çapemenîya gelek welatên cîhanê da
hatine ragîhandin û şiroveyên cihêreng çê bûn.
Lêbelê. helwesta wî mirovî, yê ku xwe wek serokê cîhana
îslamî dibîne, serekwezîrê Tirkîyayê Recep Teyîp Erdoxan anegorî kevneşopîyên pêşîyên xwe yên “bi nav û deng” dimîne.
Weha di derbarê wê konfêransê da ewî bi gef û gûr çi daye der:
6
Gertrûda Bêl (Gertrude Bell), Nameyên rêwîtîyê (arşîv), Weşanên Zanîngeha
Nyûkaslayê (Newcastle), Brîtanîya Mezin, 2014; http://www.gerty.ncl.ac.uk/letter_
details.php?letter_id=1697
7 Эндрю Коллинз, Падшие ангели, Москва, 2008, стр. 90 (Русский перевод
книги: Andrew Collins, From The Ashes of Angels)//Êndryû Kollînz, “Firêştêyên ji jorda
hatî”, Moskova, 2008, rû. 90 (wergera rûsî ya pirtûka înglîzî ya Andrew Collins a “From
The Ashes of Angels”).
19
“Ola êzîdî û zerdeştî bingeha wan yek e, û ger wisan e, tu
pêwendîya wê bi Xwedê ra nîne!..”8
Lê?!... Hema wisa! Lê bi cûreyekî dinê ew êdî çawa dikare
bibe serokê cîhana îslamê? Û, dibe ku lewra jî ji cîhana îslamî
hîç yekî jî daxuyanîyên dijmirovî yên vî mirovî, yê ku dixwaze
bibe rêberê wan, vala dernexist.
Li vira, wek ku tê xuyanê, şirove pêwîst nakin.
Hemû dane di derbarê wê da dibêjin, ku ew tişt, ên ku di
gotara Abovyan da di derbarê êzdîyan da tê gotin, nikaribûn rastî
bûna. Ku ew hemû ji rastîyê dûr in û ne anegorî rastîya êzdîyan
û ola wan in. Ku ew dîtinên di derbarê wan da hemû jî lêpovajî û
tewş in. Çi ku di serdemên dîrokî yên cuda da pêk hatine, bi bingehîn di derbarê tiştên dijî van gotinan da dibêjin. Û mirov çawa
jî şirove bike, yek e, heşmendîya pêşveçûna pêvajoyan di derbarê
wê da dibêjin, ku li vir bi bingehîn gelek tişt li hev nagirin.
Dibe ku li vir Abovyan (û ne tenê ew!) êzdîyan û êzîdîyên
sunî yên misulman, ên li dû Yezîdê kurê Mûewî bên Ebû-Sifyan
ê pismamê Muhemmed pêxember ê dûr diçin, ji hev cuda nake?!
Yan, berovajî vê, tênagihîjin, ka ji wana kî kî ye?
Eger gotara Abovyan, a ku li jorê di derbarê wê da hate
gotin, tenê nivîsek a vegotinî û danasînî ye, lê nêrîna zanîyar û
rojhilatzanê rûs ê navdar V. F. Mînorskî, hemû bingeh hene, ku
bêhtir nêzîkî danasîna zanistî bibe.
Tiştê balkêş ew e, ku ji hemû lêgerîneran tenê Mînorskî
ye, ku êzdîtîyê ne ku yêzîdîzm, lê yêzîdîytî (езидийство) nav
dike. Û, ev nav jî, bi şêwazê xwe va bi giştî bêhtir mina navekî
olî ye. Her çiqas, ew jî analîzên xwe di nav çarçoveya wan dîtinên
di derbarê êzdîyan da pêk tine, yên ku ji çavkanîyên cuda gihîştine ber destê wî, dîsa jî, ji bo wî “di yêzdîtîyê da şopên hinek
bawerîyên pir kevnar diyar in”. – Û di derbarê navê yêzdîytîyê
da ew nêrîneke balkêş dide pêş. Bi dîtina wî, ew nav “gotineke
sade ya gelêrî ye. Lê bi rastî ew divê ji peyva kevnar a îranî ya
Ezda hatibe, û wateya wê Xwedê ye”.9– Her çiqas jî, ew rave
nake, ka peyva kurdî ya Êzdî//Ezda çawa ji peyva kevnar a îranî
ya Ezda saz bûye, “ya tê wateya Xwedê”, dîsa jî, nêrîna wî bi
xwe balkêş e, xasma, wek ku tê xuyan, şêwazên Êzdî// Ezda, ên
8
http://www.ezdixane.ru/content/ view/2095/2/
Минорский В. Ф., Курды. Заметкиивпечатления, Петроград, 1915 г., стр. 23//
Mînorskîy V. F., “Yênkurd. Têbînî û bîranîn”, Pêtrograd, 1915, rû. 23. Bi zimanê rûsî.
9
20
ku bên guhartin, bi heman şêwazî, di zimanê kurdan bi xwe da
hatine parastin, ji wî ra ne nas in... Wisa, ku, eger mirov gotina
Mînorskîy, ya ku dibêje: “ew nava ji peyva kevnar a îranî ya
Ezda tê, ya ku tê wateya Xwedê”, wek bingeh hilde, û, eger gotina wî di derbarê peyva kurdî da ye, wê demê ew dazanîneke rast
e. Lewra ku di nav hemû zimanên îranî da tenê di zaravê kurmancî yê zimanê kurdî da şêwazê cînava kesî ez (dêmê yekem,
jimara yekane) hebûye û îro jî heye.
Dîtineke Mînorsîy ya dine ye balkêş jî ew e, ku ew dibêje:
“...Hinek zanîyar navê Tawis anegorî Temûz ê babilîya kevnar
dikin, yê ku navê Xwedayê Rojê û Germa Havînê ye. Di
pêwendîyên dinê da jî mirov têkilîyan di navbera êzdîtîyê (li bal
wî yêzîdîytî. – E. C.) û bawerîyên Mezopotamya kevnar da
dibîne. –Û Mînorskîy didomîne. – Wek ku tê zanîn, hê di dewra
XI a P.Î. di bajarê Herranê da (nêzîkî Ruhayê), ji bo Sînê
Xwedayê hîvê dirozge xwendine, û navê wî jî mirov bi hêsane
di navê Şêxisinê êzîdîyan da dibîne û y. d.”.10
Li vira mirov dikaribû bigota, ku bi têorî (her tenê – bi
têorî!) girêvterî di navbera peyvên Temûz û Tawis da heye, ger
mirov bibêje, ku m-ê îranî di kurdî da dibe v, lê ev jî ji hêla xwe
va dibe w. Lê vê demê ev her tenê terefê pirsê yê dengsazî-êtîmologîyê şêwazî ye (formal). Lê ji hêla dîtina ezdazanîyê (theology) û dîrokê va pêdivîya wê bi piştrastkirinên zanistî heye. Lê
di derbarê pêwendîya di navbera navê Sînê Xwedayê hîvê da,
dîsa jî mirov yekawa nikare bi bawer bibêje. Di zimanê kurdî da
peyva Şêxisin wek Şîxisin tê bilêvkirin, û wisa jî mirov nikare
yekawa bibêje, ku ew peyva têkel ji peyvên Şêyx Sîn saz bûye.
Ji bo vê divê mirov bikaribe bide xuyan, ku di kurdîya îroyîn da
peyva têkel a Şîxisin ji peyvebenda Şêx Hesen saz nebûye (Wek
peyva Şîxadî ji Şêx Adî!) ...
Û, her çiqas, Mînorskîy analîzên xwe yên di der barê
bîrûbawerîya Şêx Adî11 û herdû pirtûkên pîroz ên dema wî da pêk
Di heman cîhî da, rû. 25.
Şêx Adî an Şîxadî (nîveka duyem a dewra XI – nîvaeka dewra XII), rêformatorê
ola êzdî ye, yê ku gelek têgeh, nav û têrmînên îslamê anîne nav vê olê. Navê wî di
weşanên cuda da bi şêwazên cuda dinivîsin: hinek dinivîsin Şêx Adî, yên dinê – Şêyx
Adî, lê yên êzdî bixwe ji wî ra Şîxadî an Şêxadî dibêjin. Lê ji ber ku em kîjan şêwazî jî
hildin, wê di kurdî da bê wateya Şêx Adî, lewra jî ew nav dê di vê berhemê da bi şêwazê
Şêx Adî bikaranîn.
10
11
21
tîne, û dibêje, xwedêgiravî, “yên êzdî bi xwe dibêjin”, ku di navbera rewanê neqenc û Melek Tawis da girêfterî heye, lê dîsa jî
ew nêrînên pir balkêş diyar dike....
Analîz dê her bidomin, lê naha her pirs di wê da ye, ka
bawerîya sultan Êzîd çawa anîne li nav ola êzdî? Û ew pirs hê
vekirî ye û benda bersîva xwe ya zanistî ya rast e. Ji vir û pêva jî
ezê hewl bidim, ji bo van û pirsên dinê bersîvan bibînim.
Dibe ku, ev bawerî piştî rêformên Şêx Adî anîbin li nav ola
êzdî, ji bo ku ew êzdîyên ku zêndî mane ji tunekirinê rizgar bikin,
an...? Lê belê, nêrîneke dinê jî heye! Lê, eger Şêx Adî, wek erkdarekî ola îslamê yê wê demê yê xwendî, di wê serdema ji bo
îslamê aloz da (dewra V a hîcrî), bi xwe jî dixwaze di nav misulmanan da civaka yên ku li pey bîrûbawerîya wî diçin, saz bike?!
Ango, tarîqeta xwe! Ma ne, wê demê ji bo îslamê rewşeke aloz a
ne yekawa hebû?! Û wê demê gelek erkdarên olî tarîqatên xwe
sazkiribûn. Û, dikare, hewldanên Şêx Adî bi ser neketine, û ew
bi komeke terefdarên xwe va, yên ku di nav wan da navê Êzîd
xwedî rêzdarîyeke mezin bûye, tên, di nav êzdîyan da bi cîh û
war dibin, ji ber ku ew di dema zarotîya xwe da pir hatibûye wan
deveran, û niştecîhên wê herêmê ew baş naskiribûne?12
Lê, eger ew çalakîyeke, ya ku hinekan baş serê xwe li ser
pilankirin û pêkanîna wê êşandine?
Pirs in, pirs in, pirs!
Û, min jî digot, ka çima hinek “êzdîyên” navçeyên nêzîkî
Şengala pîroz û Mûsilê dibêjin, ku ew ne kurd in, ereb in, û xwe
êzîdî nav dikin. Hemû bingeh hene, ku mirov bibêje, ku bi rastî
jî ew (an jî, hinek ji wan) berê-pêşva ne kurdên êzdî bûne. Dibe
jî, ew ereb bin, ên ku li dû şaxekî îslamê û Yezîd Bên Mûawîya
(sultan Êzîd) diçin. Dibe, ku ew girseya erebên sunnî (an sofî) ne,
yên ku li dû bîrûbawerîya Şêx Adî çûne, bi wî ra cîguhêzî wê
herêmê bûne?! Ma ne, wê demê (lo, hema îro jî!), di nava çarçeveya “întêrnasîonalîzma” îslamî da gelek tişt dikaribûn pêk bihatana? Û, di encamê da, di navbera wan û kurdên êzdî da pêvajoyên li hev bandorkirinê pêk hatine (diffûzion)?! Û, weha, ji encama bişavtina di nav hev da (sentez) ya êzdîtîyê//êzdayîtîyê û
êzîdîtîyê, ew derketîye holê, ya ku îro di nav me da heye?! Eger
na, wê demê, mirovê çawa bikaribe hebûna ewqas têgeh, nav û
12
Feqî Huseyn Saxniç,“Şêxadî”, binihêr’e: kovara “Laliş”, 2004, № 21, r’û. 24 – 26,
Wisa jî: http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=1859
22
têrmînên misulmanîyê di ola êzdî ya vê demê da şirove bike?
Balkêş e, hinek kurdên Sovêtê, yên ku çûbûne herêmên
nêzîkî Şengala pîroz û Mûsilê, û rastî wan êzîdîyan hatibûn, û bi
rastî zendegirtî û dilkovan bibûn, ku ew “êzdîyana” destpêka
xwe ya kurdî napejirînin… Û wê demê min digot, ku ew hemû
encama siyaseta rêjîma Seddam Huseyn û dewleta Îraqê ye…
Helbet, pêkerîya (faktor) siyaseta dewletê heya radeyekê
rola xwe lîstîye. Lê,dikare, ku tiştekî dinê jî hebûye: Seddam Huseyn piştgirîya êzîdîyên ereb kirîye (êzîdîyên hevqewmîyên xwe,
ne êzdîyên kurd!) û kurdên êzdî jî xwe li wî girtine, ji bo ku, hîç
nebe, sûdekê ji wî bibînin, û xwe didin ber parastina wî. Ma ne,
dawîya dawîyê, di nava dewr û zemanan da li bal wan gelek tiştên
hevbeş peyda bibûn: Şêx Adî, bîrûbwerîya wî, sazîya şêxan û
tiştên dinê…
Divê bê gotin, ku pêvajoyek a vî cûreyî van çend dehsalên
dawîyê di nav kurdên misulman da jî derketibû hole. Wê demê,
dema ku Îraq di nav agirê çalakîyên leşkerî yên hêzên hevpeyman
ên navnetewî ên dijî Seddam Huseyn da bû (salên 90-î yên dewra
bihurî û destpêka 2000-an), Tirkîyayê hewl dida, ku alîkarîya darayî bide birayên xwe yên turkmen. Û ya here balkêş jî ew e,
wek ku mirovên li wan herêman bûne mêvan û, wisa jî hinek
kurdên Başûrê Kurdistanê bi xwe dibêjin, gelek kurdên Kerkûkê,
ji bo ku ew jî di wê rewşa teng da alîkarîya wisa bistînin, wê
demê xwe turkmên dane nivîsandin (ma, gelo kes dixwaze ji
birçîya bimire?!).
Helbet, ev ji hêla kurdên misulman va çalakîyek a formal
û taktîkî bûye, û ewê dirêj nedomandîye...
Di rewşeke weha da, kurdên êzdî neçar mane, xwe li
rêjîma Îraqê bigirin. Helbet, ji bo vê, her wisa, sedemeke dinê jî
hebûye: ew helwesta birayên wan ên misulman a li hemberî wan
bûye...
Ewana bi wê helwesta xwe kurdên êzdî berbi hemêza
rêjîma Îraqê va defdane. Û bi demê ra evê rewşa dubendî û ne
dîyar li ser nîgara êzdîyan a îroyîn bandora xwe hiştîye...
Û rastîyeke dinê ya bûyerî jî heye: nîveka salên 70-î yên
dewra bihurî (ya XX) ji Lalişa pîroz mirovekî ji binemala Mîrên
êzdîyan bi seredan hatibû komarên Sovêtî yên Ermenîstan û Gurcistanê. Ewî xwe wek Mîr Muawîya dida nasîn.Weha, ewî mirovî
nasekarta xwe jî di nav gel da belavkiribû. Û, tiştê zendegirtinê
23
(matmayînê) ew bû, ku di wê karta wî da nivîsî bû, 24 bavan berê
êzdî ereb bûne. Û ya here balkêş jî ew bû, ku ewî digot, xwedêgiravî, êzdî (helbet, bi zarê wî – êzîdî!) “erebên sipî” ne (helbet
êzdîyên Ermenîstanê bi gef û gur karta wî çirandibûn û avîtibûn).
Û tiştê ji vê jî balkêştir ew e, wek ku gelek êzdîyên Ermenîstanê
bi bîr tînin, hê salên 60-î yên dewra bihurî ewana heman nêrîn ji
hinek şêxên binecîh jî bhîstine, yên ku oldarên navdar û xwedî
rêzdarîyeke mezin bûne di nava gel da...
Mirov di derbarê karta gênetîk a wî “nûnerê” binemala
mîrên êzdîyan da çi dikare bibêje? Dibe ku bi rastî malbata wan
(û hinek malbatên dinê jî!) ji wan êzîdîyan in, ên ku bi Şêx Adî
ra tevayî cîguhêzî navçeyên derdorên Lalişa Pîroz bûne. Ma ne,
binemalên gelek şah û padişahan, mîr û qiralên gelek welatan bi
netewa xwe ne ji gelên bingehîn ên dewletsazûman in!? Di nav
kevneşopîya wan binemalan da jî hinek deremên (êlemênt) întêrnatsîonalîzmê (an kosmopolîtîzmê?!) hene!
Li ser vê şiroveyê dîtineke dinê jî heye. Di gelek welatên
misulman da erkdarên olî xwe wek nûnerên binemala Muhemmed pêxember didin nasîn, ji bo ku di nav terefdar û civaka
bawermendên xwe da rêzdarîyê li hember xwe mezintir û tavîyên
(mewzî) xwe xurttir bikin. Û, ya balkêş jî ew e, ku ji bawermendan hîç kesekî pirs jî nekirîye û îro jî pirs nake: “Ka çawa dikare
bibe, ku erkdarên olî yên ûzbêk, qazax, qirqiz, teter, tacîk, turkmen, adirbêcan an jî yên kurd dikarin ji binemala Muhemmed
Pêxwemberê ereb bin?”
Lê, her çi jî hebe, hinek tişt hene, mirov li ser wan hinekî
serê xwe biêşîne, wê çêtir be. Weha, 31. 01. 2013-an di agahîyeke
malpera ezdixandi.com da hatibû nivîsar, ku Mîrza (prînts) Mîr
Enwer Moewîya berbirî Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd
Barzanî bûye.13 Li vira du dîtin dikarin hebin: an mîrên êzdîyan
(naha êdî yên êzîdîyan!) ji binemala Muewîyan ên mirovên Muhemmed Pêxember in, an jî, nûnerên binemala mîrên Êzdîyan jî,
anegorî rewşa heyî, bi heman armancê xwe ji wê binemalê dane
xuyan, ji bo ku rêzdarî û tavîyên xwe di nav civakê da xurttir
bikin.
Helbet, di dîrokê da dikarin bûyerên cihêreng pêk bên. Lê
ji bo ku yekawa bersîva pirsên heyî bidin, di vî warî da lêgerînên
13http://www.ezdixandi.com/board/news/novosti_sajta/princ_yezidi_trebuet_
vmeshatelstva_ massoud_barzani_dlja_osvobozhdenija_p/2-1-0-623
24
kûr û piralî pêwîst dikin. Lê li vir jî mirov dikare vekirî û bi bawer
bibêje, ku di navbera ola gelê kurd a kevnar – êzdîtî//êzdîyatîyê û
navê Yezîd (Sultan Êzîd) da tu pêwendîyek jî nîne.
Û, çi pêwendî jî hebin an nîn bin, lê ola êzdî, di rastîya xwe
da, tu pêwendîyên xwe bi wan tarîqat û şaxên pêkan ên misulmanîyê ra nîne. Êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye. Û ew
têrmîn, ên ku li ser bingeha dîtinên lêpovajî û tewş saz bûne, di
bingeha xwe da tu pêwendîya wan bi têgeh û navên vê ola gelê
kurd a kevnar – êzdîtîyê û bîrûbawerîya wê ra nînin.
Eger hinek bixwazin bi gotina êzîdîtî (yêzîdîzm) bîrûbawerîya tarîqetçîyên misulmanan, ên ku dû Sultan Êzîd (Bên
Mûawîya) diçin, têdigihîjin, wê demê heya dawîyê mafê wan
heye, wan têrmînan bikar bînin, yên ku têgehên wê tarîqetê
destnîşan dikin: êzîdîtî (yêzîdîzm), ola êzîdî, yên êzîdî, yê êzîdî,
ya êzîdî. Lê, eger gotina wan di derbarê êzdîtîyê//êzdîyetîyê, ola
gelê kurd a berî zerdeştîyê da be, divê van têrmînan bikar bînin:
êzdîtî/êzdîyatî, ola êzdî, bîrûbawerîya êzdîtîyê/êzdîyatîyê, pîrozgehên êzdîtîyê/êzdîyatîyê, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî û yên dinê.
Û, ka gelo heya lêpovajî û tewşkirina daneyên dîrokî çi
pêvajo hatine û buhurîne û, ka gelo,ji bo wan guhartinên wê demê
çi şert û mercbûne bingeh, xwendevan dikare bizanibe, eger ew
amade ye, ji bo dîtina rastîyên dîrokî, rêya lêgerînên vê berhemê
ji vir û pê va jî bişopîne...
25
26
DÎYARBÛNA YEKEM
...Êzdîtîya rast û ya pîroz a destpêneketî
li ser zarê kal û pîrên me maye, di rewan
û ramana wan da ye, ya ku bi zarê pîroz
ê oldarên me yên rastîn û paqij tê gotin û
dibe bingeha perwerdeya me ya rewanî.
(Ji gotara “Êzdîtî” ya xudanê vê pirtûkê)
ÊZDÎTÎ:
GAVÊN YEKEM – BER ZANEBÛNÊ VA14
“Welat ji çi dest pê dibe?!...”
(Ji straneke rûsî ya sovêtî
ya bi heman navî)
Di derbarê rastîya vê ola kevnar û rewşa wê ya îroyîn
da, di derbarê lîstikên siyasî yên dora wê û nexwendîtîya olî
ya di nav me da...
Demek hebû, ez weke herdem bi karê xweyî hezkirî va
mijûl dibûm – bi pirsên zimanê kurdî û zimanzanîyê va. Û, dema
di destpêka salê 2000-î da hinek dostên me ji Fêdêrasyona
êzdîyên Kurdistanê di Ewropayê da ji min pirsîn, ka, gelo çima
ez hîç tiştekî ji bo kovara “Laliş” li ser mijara êzdîtîyê nanivîsim,
di destpêkê da heya min girîngîyek jî neda wê îdêayê. Û di serê
min da pirsek a hirêtorîk rû da: “Ez – û mijara olî?!” Lê hê
dereng, piştî demekê, ez dem bi dem bi ramanî vedigerîyame wê
mijarê, min zor dida mitala xwe û dest pê dikir di bîra xwe da
14
Wisa jî binihêrin: gotara Ezîz ê Cewo ya „Êzdîtî“, rojnameya «Свободный
Курдистан» (“Kurdistana Azad”), 2006 г., №№ 1 и 2, û li ser rûpelên malpera penkurd.org ( http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html ), bi kurdî; heman
gotar bi rûsî: «Эздианство», rojnameya «Свободный Курдистан», 2013, № 2(116),
стр. 10 – 11; hem jî – www.ezdixane.ru/content/ view/1741/2/
27
hinek parçeyên bîranînên xwe bigerim, ên ku di bîra min da ji
demên zarotîya min û ji agahîyên wan gotar û pirtûkên zanistî
mabûn, ên ku min demekê xwendibûn... Min hewl dida, têbigihîjim, ka di derbarê wê mijarê da ezê çi bikaribim binivîsim, lê
wê demê min nikaribû bersîvek a nêzîkî heş û sewdayê mirov
bibînim.
“Ê, ezê çi binivîsim? – min bi xwe ji xwe ra digot. – Ez ne
amade me û heya naxwazim jî hema wisa, ji bo xatirê nivîsîna
tiştekî, pênûsê hildim destê xwe. Pirs û pirsgirêkên êzdîtîyê giran
in, û mijar bi xwe jî heya dawîyê tevlihev û li hev alyayî ye!...”
Lê, her çiqas rewşek a rewanî ya ne dîyar li holê hebû, û
her çiqas jî min gotibû – na! –lê dîsa dem bi dem nêrîn û ramanên
nû di mejûyê min da digerîyan, min li ser wan serê xwe diêşand,
û dîsa ji xwe razî nedimam...
Heya ku em gihîştin demekê, û min dît, ku hinekan êzdîtî
kirine mijara gotin û nivîsên çewt û vala: her kesek, çi tê ber heşê
wî, dibêje û dinivîse, nêrînan diavêje holê; jixwe di vê rewşê da
nedost û neyarên ola êzdî û netewa kurd jî dest avîtine van nezan
û hêsîrên heş û sewdayê xwe yên di nav me da û ev hemû kirine
mijara kirîn-firotina siyasî...
Û ev pirsgirêkana jî, ji ber karên derdorên nepak werguhêrî
gêjgerîngekê bûn, û ew gêjgerînga li hev zivirî – zivirî û ji xwe
ra nêrîneke mejûyê nexweş û dûrî heş û sewdayê mirov derxist
holê. Gotin: “Êzdî ne kurd in!” Li hemberî vê di nav gel da
helwestekê rû da: “Eger êzdî ne kurd in, êdî kî kurd in?...” –
Gelekan dipirsîn.
Û van hemûyan ez vegerandim zarotîya min. Û min jî
hema ji wir dest bi watedarkirina bingeha xwe ya êzdîtîyê kir:
Em-êzdî kî ne? Ji bo çi ji me ra dibêjin êzdî? Êzdîtî bi xwe çi
ye?– Van û pirsên din tabetî nedidan min...
...Bi rastî, hingî min çavê xwe vekiriye, têgihîştina min a
mirovayê û cîhanê çê bûye, min xwe êzdî nas kirye...Rasttir dibû,
ku mirov bigota, me hemûyan, ên ku di gundê me da mezin
dibûn, me xwe wek lawên êzdî nas dikirin. Êzdî jî, ne wek tiştekî
cûda, wek rengekî kurdan, ên here kurd mayî, yên li ser bingeha
netewî dombûyî, û zimanê xwe jî me kurdî dizanibû...
Û evê destpêka xwe ji ku digirt?
Nivşê me kurdên Sovêtê ji hêlekê va di bin bandora îdêolojîya fermî da, lê ji hêla dinê va, di nav hewa rabûn-rûniştin
28
û kevneşopîyên netewî da hatine hêvotin û terbîyekirin.
Her çiqas bavê min – Cewo yê Emer ê Mamo, mamostayê
zimanên kurdî û ermenî bû, endamê Partîya Komûnîst a Yekîtîya
Sovêtê bû, û îdêolojîya vê partîyê jî atêîzm ferz dikir, lê kalikpîrikên min û dayîka min bawermend bûn, êzdîtî diperestin, şêx,
pîr, xwîşk û birayên axiretê û koçek ji mala me kêm nedibûn. Her
cejneke olî bi têkilîdarîyeke pir mezin dihate pîrozkirin, şev radibûn paşîvê û rojî digirtin, dîwar, stûne û banê xanîyan ên ji
tenîya dûyê tendûrê reşbûyî bi êr dinitirandin, êvara cejna Xidir
Nebî xwe bi hêlikanan dikilan, ji bo ku “guneh û êş-êşûkên xwe
dawşînin”. Dolîdang digerandin: keç û xortên 10-12 salî radibûn
ser xanîyê her malekê, goreyeke rengîn, an tûrikek di kuleka wê
malê da dadiliqandin û bi hev ra wek stranekê deng didan hev:
“Dolîdangê, dolîdangê,
Xortê malê zavangê,
Pîra malê qurbangê...
Tiştekî bixin vê dolîdangê!”
Û dolîdang dadixistin jêr, heya digihîhandin ber destê
kevanîya malê, û ewê ji sedî sed tamtîsk û şîrînahîyên cûre-cûre
dixistin dolîdanga zarokan. Û ewan jî ew şîrînahî û dîyarî berevdikirin û weke xwe ew cejna rengîn pîroz dikirin...
Wê şevê her malekê di sinîyekê da ar dadanî ser stêr, temezîyeke hevtrengî davîtine ser û hîvîya hatina Sîyarê Mirazbexş
– Xidir Nebî bûn. Û eger şopa sima hespê Xidir Nebî li ser êr
bihata dîtin, bizanibe, çerxa wê malê wê rast bizivirya û ewê
bibûya xwedî mal û hebûneke mezin, mala wan dê tuje arok
bibûya, wê keç û xortên wê malê bigîhîştana bext û mirazan...
Û heya ev hemû hebûn, ev rabûn-rûniştin û toreyên kevneşopî yên netewî dihatin parastin, vî gundî bi êzdîtî bîndida. Lê
dîsa jî navê wî Pampa kurdan bû. Û hemû pampîyan bi serbilindî
digotin, ku ew pampî ne – ji Pampa kurdan in. Her paşê navê
gund guhartin û kirin Sîpan, lê dîsa heya îro jî tu kesekî ji gundê
Sîpanê ji xwe ra nabêje sîpanî, dibêjin pampî...
Û ev rewşa me xwezayî bû. Û tu carê li serê me ra derbas
jî nedibû, ku emê vê rewşa xwe ya xwezayî ji hinekan ra şirove
bikin... Dibe ku, eger ev nezanî, ya ku ji nav me derketibû,
nînbûya, me dê di derbarê van tiştan da behs jî nekira.
29
Rast hatîye gotin: “Tu tiştekî xirab tuneye, ku tiştekî qenc
tê da nînbe!”
Belê, em dîsa vegerin ser Pampa kurdan. Ev gund li Ermenîstanê, bakûrê çîyayê Elegezê, di nav sêgoşeya rêzeçîyan da
destpêka sedsala 19-an ji hêla êzdîyên ji tevkujîya Roma reş filitî
va hatibû avakirin... Û van êzdîyan hê 200 sal berê dizanibûne,
ku ew bi ola xwe va êzdî ne, lê bi netewa xwe va kurd in, ango
kurdên êzdî ne. Û ji bo wê jî navê gundê xwe danîbûn Pampa
kurdan.
Mirov diêşe jî, ku di destpêka sedsala XXI û hezarsala
sisîyan neçar dimîne, ku van tiştan şirove bike, lê çawa bikî, kortî
û nezanîyê timê di dîroka gelê me, û ne tenê di ya wî da, roleke
reş û kirêt lîstine!
Û hinek zanîyarên lêp û derew wek seyên birçî, yên ku li
der-dorên malan digerin, ji bo hestûyekî birevînin, dest diavêjin
hinekan, bi mejûyê wan dilîzin û wan li dijî yekîtîya netewî didin
lîstin, lê armanca wan a dawîyê jî ew e, ku wan bidin bişavtin!..
Lîstik bi lîstikan, lê em bên ser êzdîtîyê.
Di Yekîtîya Sovêtê da, bêhtir jî di Ermenîstanê da kurdan
êzdîtîya xwe baş parastîye. Ev jî ji ber ku 24 gundên me yên xurû
kurdî li Ermenîstanê hebûne – bi zîyaret û ocaxên xwe va, bi xanî
û tendûr-kuçikên xwe va, bi şîn û şahîyên xwe va, bi oldar û
bawermendên xwe va. Mirîdan ji oldarên xwe ra rêz digirtin, lê
ew jî ji hêla xwe va bi perwerde û terbe-toreyê mirîdan ê olî va
mijûl dibûn.
Hemû bi reng û naveroka xwe vanetewî bû – reng û
awazên ola kurdan a kevnar – êzdîtîyê li ser.
Bi hemû rabûn-rûniştin û toreya xwe ya kevneşopî va van
kurdan bi êzdîtî bîn didan – rojîyên xwe digirtin, cejnên xwe
pîroz dikirin, şîn û şahîyên xwe pêk danîn, diçûn ser mezelan, li
goristanan mirîyên xwe bîr danîn, nanê mirîyan derdixistin, xêr
didan, wek ku şanê êzdîyan dikeve, li hev dipirsîn: diçûn hewarîgazîyên hev, dibûn vexwendîyên şahîyan, diçûn ber ocax û zîyaretan tîya dibûn, serê xwe dadanîn, ji Xwedê jîyaneke bextewar
ji bo xwe û zarokên xwe hêvî dikirin û bi vî rengî çand, rabûnrûniştin û kevneşopîyên xwe yên netewî diparastin û, bi wî
awahî, jîyana xwe ya netewî didomandin.
Lê kuloça sersalê?! Lê dema ku kuloç ker dikirin?! Her we
bidîta, em-zarok, çawa dicivîyan, me li dorê çît digirt, û bê sebir
30
hêvîyê bûn, ka wê morîya di kuloçê da para kê bikeve. Mezinê
malê jî, – demekê kalkê min, lê paşê jî bavê min, – kuloç ker dikir
û ji bîna petinî û temtîskan hewayê li ber bêvila me fûrdida û
dengê mezinê malê guhê me dihingavt: “Ev para Mêrê Rojê, ev
para Xudanê Malê, ev para Zîyayê zer, ev para Mamereşan, ev
para Mamê Şivan, ev para Gavanê Zerzan, ev para Xeta Cot, ev
para malxwê malê, ev para... rêwîyê me, ev para ...xwendkarê
me, ev para..!”
Û ev jî hema-hema diket wê demê, dema ku şev û roj weke
hev dibûn – dema sersala kurdî ya netewî – Newrozê. Anegorî
hinek çavkanîyan, salnameya kurdî ji 21-ê adara sala 612-an a
berî bûyîna Îsa destpê dibe, lê anegorî hineke dinê – 3000 salan
berî bûyîna Îsa. Wan rojan li fêza gundê me – li Davanê berfînek
derdiket –ew ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind
bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivirîbin – vajî bibûn, wek pelên serbixwe. Rengê wan sût bû. Û di
navenda her pelekî tûdirêjkî ra kêleke zerê vekirî (qîçik) derbaz
dibû – teyê bigota yekî ta û derzî hildaye û ew kêl daye... Û hûn
dizanin navê vê berfînê çi bû? – Newroz! Berfîna sersalê,
mizgînîya biharê – Newroz – Newroza delal!
A, êzdîtî ev bû!.. Û îro jî ev e, eger em bi rastî êzdî bin –
bi biçûk û mezinên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va –
bê qîle û lêpî... Êzdî bin, ji ber ku em êzdî bûne û îro jî êzdî ne, ji
ber ku rewşa kurd a xwezayî êzdîtî ye... Û di vê cîhanê da êzdîtî
û êzdîbûn û parastina êzdîtîyê jî ne wisa hêsan e!
Û li vir fêlbazî, lêpokî pêwîst nakin. Êzdîtîyeke nû, ya ji
ber xwe derxistî û hinartî-bê bingeh nikare hebe, dûmka wê kin
e, ji ber ku êzdîtîya rast û ya pîroz a destpêneketî li ser zarê kal û
pîrên me maye, di rewan û ramana wan da ye, ya ku bi zarê pîroz
ê oldarên me yên rast û paqij tê gotin û dibe bingeha perwerdeya
me ya rewanî15...
Ev jî di jîyana me ya rojane da hema wisa hêsa çê nabe.
Zaroka ku bi çanda bîyanî ya xerîb mezin bû, ya ku heya bi
xurekê xerîb hate mezinkirin, di mala xwe da bi êzdîtî nejîya û
bîn neda, nikare bibe êzdî. Bi gotinekê, dema dibêjin: “Ez êzdî
15 ‘Rewan’ peyveke kurdî ye, bi wateya –‘ruh’. Peyva ‘pakrewan’ (pak+ rewan) di
zimanê kurdî da tê wateya rewanê pak//pîroz, ango, lehengê şehîdbûyî, ango, şehîd. Ev
peyv bi heman wateyê, bi şêwazê ‘ravan’ di zimanê Avêstayê da jî heye (di derbarê
peyvên ‘ruh’ û ‘rewan’ wisajî li jêrê, di nasîya 16-em da binihêre!).
31
me!” – mirov nabe êzdî. Êzdîtî di destpêkê da bi perwerdeya
dayîkê ra tê – dayîka êzdî, ya ku êzdîtîyê bi şîrê xwe ra, bi lorîkên
xwe dide zarokên xwe... Eger em dixwezin zarokên êzdî mezin
bikin, divê her dayîkeke êzdî bikin mamostaya ola êzdîtîyê ya
dstpêkî.
Ol bawerî ye, bawerî jî bi rêya têgîhîştina ramanî digîhîje,
û ji bo vê jî kar û xebateke bêhempa pêwîst dike...
Û bingeheka weha, ya ku bi vî awahî çêbûbe, wisa hêsa
nayê hilweşandin, nayê tunekirin. Ev êdî hezar û sêsed sal in, ola
Îslamê di Kurdistanê da cîyê xwe girtîye, piranîya gelê me (ji
100-î 80-90%) vê olê diperêze, lê hê jî, piştî ewqas sal, gelek
kevneşopîyên êzdîtîyê di nav gelê me da mane û dijîn...
Tê bîra min, havîna 1993-an em, kurdên Yekîtîya Sovêtê
di gundê Bêloyê yê Komara Adîgêyê ya Fêdêrasîyona Rûssîyayê
da berev bibûn, ji bo Konfêransa Yekîtîya Kurdên Sovêtê ya giştî
lidarbixin. Wê demê ez der-dorê 15 rojan li wir mam û
malmêvanîyên min jî du malbatên kurdên misilman bûn... Û li
wir her rojê min tiştekî nû û balkêş ji bo xwe vedikir: pîredêyên
van malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê Rojê!”, “Ez
bi nanê germ û texte-sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... – Ma ev ji ku
tê? – Min ji xwe dipirsî.
Ji bilî vê, di nav kurdên misulman da, wek ku di nav
kurdên êzdî da, agir pîroz e, û herimandina wî guneh tê dîtin, ji
bilî wê, hinek ji wan rojên çarşemê kincan naşon û avê li xwe
nakin, dibêjin, guneh e!...
“Û ev hemû destpêka xwe ji ku hiltîne?” – Wê demê evê
pirsê di serê min da rûda.
Lê, eger em sondên nav me – êzdîyan binihêrin?– “Ez bi
vî Şemsî!” (ango, “Ez bi Mêrê Rojê!”), “Similayî!” (ango, “Bismillahî!” – “Bi navê Ellah!”), “Ez bi milyaketan!” (ango, “Ez
bi firêştêyan!”), “Ez bi Şêxûbekir!” (Şêx ûl Bekir?!), “Ez bi Cin
Teyar!”, “Ez bi Şêşims!” (Şêx Şems?) – Û evan jî bala min dikişandin: “Ma ev ji ku tên, gelo?!” – Min wê demê bi xwe pirs
dida xwe û dixwast tê bigihîjim.
Wek ku ji van herdu komên mînakan tê xuyan, di nav hinek kurdên misilman da hinek tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir
hatine parastin, ne ku di nav kurdên êzdî da...
Carekê erkdarekî ola êzdî ji Ewropayê hatibû Moskovayê,
bû mêvanê me – mirovekî hêja, oldarekî dilovan û dilsoz, di nav
32
êzdîyan da hêjayî rêzgirtineke mezin bibû! Demekê, , dema ew
diçû nav gel, ez jî bi wî ra diçûn û min hem jî xizmeta wî dikir.
Û her carê, dema ez bi wî ra têkildar dibûm, zarotîya min dihate
ber çavê min, dema kalikê min Emerê Mamo ez dişandim pey
şêx, an pîrê xwe, digot: “Here, lawo, bêje pîr Kerîmê Biro an
Kekê Nevo, bila bên, bêhna min teng bûye, min bêrîya wan
kirîye... Ya Xwedê hêvîyê ji min kêm nekî, ez gunehkarek im, li
rû erdê dijîm... Ya Xwedê!” – Ewî digot û ez dilezandim: “De
bilive, ha, kurê min, de bilive, ha!”
Û her carê, dema ez bi mêvanê me – oldarê bi rêz û hurmet
ra diaxivîm, min hîs dikir, ku, wek ku di dema zarotîya min da
bêhna kalikê min bi Kerîmê Bro an Kekê Nevo fireh dibû, bêhna
min jî – bi vî kekê pîr...
Lê piştî vanbîranînan ez neçar bûm bipejirînim, ku ev zarokên êzdîyan ên îroji rastîya hebûna xwe ya netewî û bawerîya
xwe bê zanebûn mezin dibin, û ez bînteng dibûm...
...Tê bîra min, hema di demeka weha da, carekê pîrê me yê
pîroz ê rûheden gote min: “Ez ji te ra gorî bim, xwezî êzdîyên
mîna te pir hebûna!”- Min ber xwe neda, ez “teqîyam”:
–Ez çi êzdî me!?- Min gotê.
–Ma, çawa dibe, ne bi dilê te ye, ku tu êzdî yî?– Kekê pîr
bi dilsarî li min vegerand.
–Na! Ne ku li min xweş nayê!.. Ma êzdîtî jî weha dibe?
Em û gelekên derdorê me, heya gelek zarokên we oldaran jî, nizanin êzdîtî çî ye, çi taybetîyên wê hene, ji bo hebûna wê olê çi
merc pêwîst dikin, mirov çawa bi êzdîtî dijî, merc û ferzên
êzdîbûn û êzdîtîyê çi ne? Eger van heşkorên di nav me da zanibûna, gelo wê bigotana, ku êzdî ne kurd in?.. – Min bi dengekî
bilind gotina xwe bi dawî kir.
–Ma, tu çawa dikarî tiştên wisa bibêjî, – pîr ber dilê min
da hat, – her êzdîyek ji dayîka xwe êzdî dibe, ew di zikmakî da
êzdî ye! Ma dê-bavê te ne êzdî bûn? Belê, êzdî bûn! Û tu jî êzdî
yî!..
Min dîsa ber xwe neda, vê carê min pir hişk bersîva wî da
(bila keko min biborîne!), û min bi xeyd lê vegerand:
–Keko, ez gorî, ez ji dê û bavê xwe wek mirov hatime
cîhanê. Paşê ez bi çanda kurdî wek kurd mezin bûme! Êzdîtîya
min jî, dema ez bi dayîka xwe ra çûme ber zîyaret û ocaxên me,
33
şêwaz-girtîye; dema oldar hatine mala me, wan û kalikê min sohbet kirine, wan drozge xwendine, qewl û beyt gotine, dema rojên
çûyîna ser mezelan bi mirîdan ra tevahî çûne ser mezelên
mirîyan,... Û hew!
Hema kesekî ez êzdîtî fêr nekirime, dayîka min ji min ra
lorîk, an merc û ferzên êzdîtîyê û êzdîbûnê negotine. Ewê bi xwe
jî ew nizanibûne. Kesekî ew jî fêr nekirîye.
Hê ya me dîsa baş e, me gund dîtin, me êzdîtî dît û jîyan
kir (piran hindik!). Lê van zarokana, yên ku di mêtropolên bîyanî
da mezin dibin – bi çanda bîyanî, di nav hewa û dor û berên olên
bîyanî da, emê çawa rewana wan rizgar bikin, wan biparêzin?”
– Çawa?!–Kekê pîr bê hemdî xwe pirsa min dubare kir.
– Yê ku xwe êzdî dibîne, – min got, – divê ji bo êzdîtîyê
tiştekî bike!
Kekê pîr bi pirs li min nihêrî:
– Çi? – Ez pirsa wî ya bêdeng têgihîştim û min bi zar
bersîva wî da:
–Evê jî hûnê bibêjin! Û barê herî giran li ser milê we –
oldaran e! Hûnê ji bo ruh û rewanê her zarokekê têkoşînê bikin,
têkoşîna olî-netewî ya qazenckirinê. Bes nîne, ku hûn herin ser
mirîyan, dirozga bixwînin, divê hûn herine her malekê, li bal
zêndîyan, her yekê/î ra têkilîdar bin, rewan û mejîyê wan bi
êzdîtîyê perwerde bikin. Hûn in hostayên rewana wan! Nizanim,
ez ne oldar im, lê ez dibînim erkdarên olên din çawa kar dikin.
Roj-nava-rojê kerîyê we ji destê we diçe. Eger wisa bidome,
demê bê, hûnê bibin wek şivanê kerê pêzên xwe winda kiribe...”
Kekê pîr bi çavên melûl li min nihêrî, min hîs kir, ku di
ruhê wî da hêwarzeyek rabûye...
Ew hêwarze îro jî di nav min da kel dide. Pêşeroja van zarokan wê çawa be? Emê vê ola gelê kurd a kevnar çawa biparêzin
– wek parçeyekî xezîna çanda mirovahîyê? Ev nezanî û
nexwendîtîya olî ya di nav me da, emê çawa ji holê rakin û bingeha xwe ya ruhî û rewanî nas bikin? Ev pirsana îro dikin
hêwarze û bersiva xwe dixwazin.
Ji hêla dinê va goftûgoyên cûda, yên ku îro li ser rastîya
ola êzdî derketine holê, netawetîyê didin her kurdekî têgîhîştî (ew
êzdî be, an – na!) û mirov dixweze têbîgîhîje û bersivên wan pirsan bibîne...
34
Dema em dibêjin êzdîtî ola gelê kurd a kevnar e, yên
dijberî me van pirsan didin pêş me:
– Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyvên weha,
yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin: Şems, Şêşims,
Sultan Êzîd, cunnet, cehneme, ruh, cin, milyaket, melek, Tawisî
Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferfxeddîn, Şêxûbekir,
Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismillayî), Rebê
alemê/Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq?..
Û ewana dibêjin, ku ev nav û têgehên bingehîn, ên ku îro
di ola êzdî da hene, didin xuyan, ku ewana ne tenê ji erebî derbazî nava kurdî bûne, lê, her weha, piranîya wan bi erk û têgehên
ola îslamê ra têkilîdar in...
Heya radeyekê ev anegorî rastîyê ye. Lê her tenê heya radeyekê! Heya destpêka dema Şêx Adî rewşa ola êzdî cûda bûye,
bi hatina Şêx Adî û hemû rêformên girêfterî navê wî ra, serdemek
nû di dîroka ola êzdîyan da destpê dibe, ya ku emê bi mercî serdema Şêx Adî nav bikin. Lê serdema berî Şêx Adî jî emê wek
serdema êzdîtîya kezî ya bihurtî-pîroz nav bikin.
Bi hatina Şêx Adî ra vê ola gelê kurd a kevnar û pîroz –
êzdîtîyê nîgarek a nû wergirt. Wek ku ji çavkanîyên dîrokî tê
zanîn, Şêx Adî di dema xwe da (sedsala pêncan a koçî) di
Bexdayê da xwendina olî destanîye (binihêre gotara Feqî Huseyîn Saxniç a “Şêxadî”, kovara “Laliş”, 2004, hejmar: 21, rûpel:
24-26.). Û wê demê jî di Bexdayê da xêncî perwerdeya ola
Îslamê tu perwerdeyeke dinê nikaribûye hebe, û ji bo perwerdeyê
jî, ji bilî îslamê, oleke dinê nikaribûye bê pejirandin, ji ber ku ew
perwerdeya rewanî ya ola îslamê bûye…
Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdena Şêx Adî bi rengê xwe va
pir nêzîkî îslamê bûye, heya gihîştîye radeyekê, ku ew wek
tarîqateke wê bûye… Û ji ber wê jî êzdîtîya wê demê bi gelek
nav û têgehên îslamî va hatîye-gihîştîye me. Heya hemû navên
Xwedê û Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango
«eba’» – عباةîslamî lê kirine. Û ev jî xwezayî ye, ji ber ku Şêx Adî
perwerdeya ola îslamê destanîye, ne ya ola êzdî. Heya radeyekê
ev bîrûbawerîya Şêx Adî, ya ku oldarê serdema wî tenê bi zarkî
fêr bûne (oldarên êzdî dibêjim: “Ew oleke sînem-devterî ye û li
ser balgî digîhîje hinek oldarên şaraza û pispor, ên ku hezkirina
Xwedê bi wan ra heye”). Ji ber wê jî ew tenê di nava çarçoveya
teng a oldaran da maye. Lê êzdîtîya berî Şêx Adî, ya ku bêhtir
35
gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da bi
şêwazê qewl û beytan, lorîkan, merasîm û torenan, dirozge û
dilovanîyan da hatîye parastin…
Em tenê li hinek nav û têgehan binihêrin, ên ku hê jî di
nava êzdîyan da zêndî ne: Mêrê Rojê16, Yekê jorîn, Xudanê malê,
Zîyayê zer, Memê Şivan, Gavanê Zerzan, Mamereşan, buhuşt,
dojeh, firêşte, rewan. Wisa jî nav û têgehên dinê yên pîroz binihêrin. Ma, ev ne navên xwedewandan û têgehên bawerîya ola
êzdî ne? Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tişt di wan
da hatibin guhartin, evana vekirî bingehên kevnar ên vê olê didin
xuyan!
Û bi vî awayî, piştî rêform û guhartinên Şêx Adî hêdî-hêdî,
bi berekê va peyvên xurû kurdî bi hemwateyên (sînonîm) wan ên
erebî-îslamî tên guhartin. Em li van herdu komên payvan binihêrin:
yên kurdî:
yên erebî:
bi hêvîya Xwedê
înşallah!
16 Di zimanê kurdî da du peyvên hemşêwaz yên‘mêr’ hene. Yek ji wana mirovê bi
zayendî dijberî jinê dide zanîn, lê peyva dinê ya ‘mêr’ erkdarê bilind di hîyerarşîya rewanî
ya pantêona xwedavend û firêşteyên pîroz da dide nasîn: ‘mêr-milyaket’(firêşte), ‘Mêrê
Rojê’ (Xwedavendê Rojê), ‘mêrê Dîwanê’ (firêşteyê Dîwana pîroz). Eger mirov van
peyvan di nav çarçeveya zimanên hindewropî da binirxîne, wê bibîne, ku yekşêwazîyê vê
peyvê di zimanên dinê yên hindewropî da jî hene. Mînak, di zimanê înglîzî da peyva
‘mayor’ wateya ‘mêr’ (ê bajêr, şaredar) dide zanîn, lê peyva ‘merit’ ('mrit) wateya
‘rêzdar’, ‘hêja’ dide nasîn; hemşêwazîya peyva ‘mer//mayor’ di zimanê rûsî dajî heye ‘mer’, ango, şaredar (serokê bajêr). Dema mirov van mînakan hemberî hev dike, dîyar
dibe, ku peyva ‘mêr’ di kurdîya kevnar da erka bilind di hîyerarşîya rewanî ya pantêona
xwedavend û firêşteyên pîroz da daye zanîn (‘Mêrê Rojê’, ‘Mêrê dîwanê’, ‘Mêr milyaket’ û h.w.d.).
Û ji hêla dinê va ev mînaka dide xuyan, ku di zimanê kurdî da du peyvên ‘mêr’ hene,
yên ku, rast e, bi şêwazên xwe va mînanî hev in, lê bi wateyên xwe va peyvên ji hev cuda
ne. Yek ji van herdu peyvan mirovê bi zayendî dijberî jinê dide nasîn (mêr û jin), lê ya
dinê jî – firêşteyê pîroz, serekfirêşte, Xwedê//Xwedavend. Li vir mirov dikare, herweha,
peyva kurdî ya ‘mîr’ jî bîrbîne, a ku wateyên ‘padişah’, ‘qiral’, ‘torin’ dide nasîn.
Lê ew, ku di nav kurdên êzdî da peyvên ‘mêr’ û ‘milyaket’ bi hev ra wek
peyvebendekê tên bikaranîn, ew hê dereng pêk hatîye. Ew peyvebend di serdema Şêx
Adî da saz bûye, lewra ku, dema kurdan peyveke bîyanî di zimanê xwe da kar anîye, di
destpêkê da ew hertim bi peyva hemwateya wê ya kurdî ra bi kar anîne, heya ku ew peyva
hatîye têgihîştin û di zimanê kurdî da bi hêsane întêgre bûye.
Wek mînak em van peyvên hanê binihêrin: horî-melek, mêr-milyaket, ruh û rewan,
roj û şemal, şems û tav, şert û merc, dua-dirozge, heş û aqil, derî-bacî û yên dinê. Û jiber
ku peyva ‘mêr’ hemwateya peyva erebî ya ‘melyaket’ bûye, pêşîyên me, anegorî qanûnê
hindurîn ên zimanê kurdî, ev herdu peyv bi hev ra bi zo (cot) bi kar anîne, heya peyva
erebî hatîye têgihîştin. Û bi vî awahî, piştî ku bi peyvên kurdî ra bi zo hatine bikaranîn,
peyvên bîyanî êdî di zimanê kurdî da li şûna peyvên kurdî û wek yên xweser hatine
bikaranîn.
36
Bihuşt
Dojeh
Firêşte
Ol
Raman
Roj
Xweda/ê17
cunnet
cehnime
melek/milyaket
dîn
fikir
Şems
Ellah, Rebb, Xuliqellah, Rebbilalem/ Rebê alemê
…Êdî em di derbarê nexwendîtîya hinek oldarên me da
nabêjim, ên ku li ser şîn û xêran li şûna drozgeyên ola êzdî
bibêjin, heya ayetên Quranê jî li pey hev dixulxulînin û hay ji pê
jî nînin...
Dibe ku dehsal, heya dibe ku sedsal jî pêwîst bikin, ji bo
ku zanîyarên ku lêgerînan di warê ola êzdî da pêk tînin, bingehên
rastîn ên wê ola kevnar bibînin û wê ji nû va vejînînin. Û wê
demê evê olê dê bikaribûya jinûva nav û dengê xwe yê bilind ê
demekê destbanîya, wek mîrasa rewanî û çandî ya gelê kurd û
şaristanîya mirovahîyê…
Îro êdî lêgerînên êzdîtîyê, wek bîrûbawerîyekê, ji çarçeveya teng a monopolîya erkdar û oldaran derketîye. Di dema xwe
da gelek berevkarên zargotina kurdî wisa jî qewl û beyt û drozgeyên ola êzdî berevkirine û weşandine, û ew bûne destkevtîyên
gel. Weşan û çapemanîya girêfterî rêxistin û sazîyên êzdîtîyê îro
bi lêgerînên xwe goftûgoheke berfireh li ser vê ola gelê kurd a
kevnar vekirine. Û ew goftûgo, yên ku di hundurê civakê bi xwe
da pêk tên (li hinek cîyan – bi tirs û xof, li hinek cîyan – bi şermokeyî û bi dizî) îro êdî cîyê xwe didin goftûgoyên zanistî, yên
ku li ser bingeha encamên wan lêgerînan pêk tên. Ew goftûgo li
ser rûpelên çapemenîyê û di radîyo-têlêvîzîyonê da jî pêk tên...
Wek li jorê jî hate gotin, hê jî di nav me da hinek ji ber
17
Wek ku li jorê jî hate dîyarkirin (li nasîya 14. binihêrin), di zimanê kurdî da her
navekî Xwedê wateya xwe ya cuda heye. Û peyva ‘Xwedê’ bixwe jî tê wateya ‘yê bi xwe
xwe dayî’, ‘yê bi xwe xwe sêwirandî’. Weha, di beyteke ola êzdî da çi tê gotin:
“Xwedê cîhan sêwirand,
Kesekî Xwedê nesêwirand —
Xwedê xweda ye!”
Û îro jî di gelek herêmên Kurdistanê da li şûna şêwazên ‘Xwedê’ û ‘Xudê’ yên
‘Xwedê’ û ‘Xweda’ û ‘Xuda’ tên bikaranîn.
Di zimanê kurdî da wisa jî navên Xwedê yên dinê hene, û her yek ji wan jî wateyên
xwe yên cuda hene: ‘Padşahê padişahan’, ‘Yekê jorîn’, ‘Yê bêheval’ û yên dinê…
37
nezanîya xwe, êzdîyan ji netewa kurd cûda dikin. Helbet, ji bo vê
yekê jî sedemên cûda hene: ya yekem, nexwendîtîya olî ya di
nav me da ye, ya duyem, cûdaxwezîya olî ye, ya ku bingeha xwe
ya objêktîvî heye û di nava gelek gelên cîhanê da jî rû daye û îro
jî xwe dide xuyan18, a dinê, faktora siyasî ye, dema hinek hêz ji
derva van tiştan destek û tevger dikin, ji bo ku derbê bigîhîne
yekîtîya netewî ya gelê kurd, êzdîyan ji bingeha wan qut bikin û
di encama dawîyê da wan bibişêvin. Carna jî ev hemû faktor cîcîna bi hev ra di nava tomerîyêkê da dertên holê û xwe didine
xuyan.
Lewra jî, wek ku beşê mezin ê rewşanbîrên kurd, ên ku ola
êzdî bawer dikin, wisa jî zanîyar û ezdazan, gihîştine wê asta
bawerîyê, ku divê hemû bi hev ra pirsgirêkên heyî vekirî binirxînin, hemû terefên tarî yên pirsê ronî bikin, çavê cîhanê li ser
rastîya vê ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê, û, wisa jî, li ser nezanî û nexwendîtîya olî ya di nav me da û lîstikên siyasî vekin…
Divê mirov ne li vê pirsê, ne jî li xetera lîstikên siyasî yên
ser me – êzdîyan, bi çavekî biçûk nenihêre...
*
* *
... Sala 2002-an ji Lalişa pîroz erkdarekî ola êzdî hatibû
Rûssîyayê. Ew bi temenê xwe ciwan, lê pirî zane bû. Bi zanistî
nêzîkî hemû pirs û pirsgirêkên olî dibû, ji bo wê jî ji hêla gel va
hatibû hezkirin.
Dema hevdîtineke bi civakê ra yekî ji nava mirovên amade
(helbet, kurdê êzdî) jê pirsî: “Koçekê birêz, li vir hinek êzdî derketine û dibêjin, êzdî ne kurd in. Ev çi tişt e, ji ku hat? Hûn li vê
pirsê çawa dinihêrin?”
Koçek hizingek rahişt û, bêyî ku lez bikeve, peyv bi peyv,
yeko-yeko gotinên xwe rêz kirin: “Ewên ku wisa dibêjin, dibe ku
bi xwe ne kurd bin. Û, ger wisan e, ew ne êzdî ne jî. Wê demê
ew divê ji pîrik û dayîkên xwe bipirsin, ka ew ji ku tên... Eger
ewên ku wisa dibêjin, ne kurd bin jî, ew nayê wê wateyê, ku êzdî
ne kurd in.
Eger êzdî ne kurd in, wê demê êdî kî dikarin kurd bin? –
Koçek gotina xwe domand. – Kî kurd e, ne kurd e, ez nizanim, lê
18
Di vê derbarê da bi hûrbînî di Dîyarbûna duyem a vê berhemê da bixwînin.
38
ku êzdî kurd in, ew jî kurdên li ser bingeha kal û bavên xwe mayî
ne, ez vê dizanim. Û cîhan jî vê dizane... Û ew, ên ku tiştên weha
dibêjin, tu pêwendîya wan bi êzdîtîyê ra jî nîne...”
Her çi jî hebe, evî dîmenî bersîva wan hemû pirsan nedida,
yên ku di serê min da digerîyan. Bi demê ra bûyerên nû pêk hatin,
pirsên nû derketin pêş, û ez careke dinê niqoyî nava wê mijara
balkêş bûm. Û, li rex karê xwe yê bingehîn ra, ez dem bi dem
vegerîyame ser wê, min gelek tişt ji nû va watedarkirin. Lê ev jî
ji hêla xwe va bû sedem, ku ez ji bo wan pirsan bersîvan bigerim
û bibînim. Û ez çavkanîyên nû gerîyam, min lêgerîna çavkanîyên
kevnar ên dîrokê pêk anîn, pêwendî bi mirovên cuda ra danîn, bi
wan ra govtûgo kir. Min gelek tiştên êdî jimêjva cêribandî jinûva
watedar kirin, yên ku berê nehatibûn, an jî bi wateyeke dinê hatibûne têgihîştin…
Û xwendevanê di derbarê van û gelek tiştên dinê yên
balkêş da bizanibe, eger ew ji vir û pêva jî bi me ra vê rêwîtîya
di cîhana zanistê da bidomîne...
39
40
DÎYARBÛN A DUYEM
...Di karê lêpkirina (sextekirin) agahîyan da,
dibe ku, kesek nikaribe bi dîrokzanên faşîst ên
tirk û faris ra bikeve pêşbirkê. Ew dixwazin,
gelê kurd ji hêla siyasî û şan û şerefê va di
rewşa bindest da bihêlin û di nav wî da
xwetêgihîştina netewî bikujin.
(Nado Maxmûdov, nivîskar û lêgerînerê
kurd ê sovêtî yê dewra XX)
“NÊÇÎRA” REWANÎ YA LI DÛ BAWERÎYA ÊZDÎYAN...
(Û... BERXWEDAN)
Ji bo domandina lêgerînên di warê mijara êzdîtîyê da ew
bûyer bûn sedem, ên ku tavetî nedidan gel bixwe. Û, her çiqas,
piştî weşandina gotara min a “Êzdîtî”, min dizanibû, ku çi ji destê
min hatîye min pêk anîye, û ez ê bikaribim ji vir û pê va jî weke
berê bi karê xwe – pirsên zimanê kurdî û zimanzanîyê va mijûl
bibim, lê, derket holê, ku hê zû ye, mirov hêsa bibe. Û, ji ber ku
ew hêz, ên ku li pişt têorîya lêp a êzdîtîyê va sekinîbûn û lîstikên
xwe yên siyasî li hember bawermendên vê ola kevnar meşandine
û îro jî dimeşînin, berê civakê ji rêya wê diguhêzin û dilsarî û
dutîretîyê dikin nav nûnerên bîrûbawerîyên cuda. Di vê pirsê da
rola xwe ya neyînî wisa jî nexwendîtîya olî dilîze. Û ev hemû jî
di emcamê da ji bo yekîtîya netewî ya gelê kurdan dibe xeter.
Eger ne ev rewşa bûya, wê tu carê nehata heşê min jî, ku
ezê carekê ji caran hewl bidim, ji hinekan ra wê rewşê bidim
zanîn, çi ku di rastîya xwe da hîç pêdivîya xwe bi piştrastkirinekê
jî nîne. Û îro jî ez di wê da bi bawer im. Lê carna rewşên heyî ji
mirov hêztir dertên, ewana mercên xwe li mirov ferz dikin, û ew
nikare bi cûreyekî dinê jî tevbigere...
41
Lêbelê, her çi jî hebe, eger, heya, ew bûyerana tunebûna jî,
yek e, bi karê xwe yê bingehîn ra, ezê wisa jî bi wê mijarê va
mijûl bibûma, lewra ku, sedema nexwendêtêya olî di nav gel da
bi giranî ji nezanîya bingeh û ferzên ola êzdî tê. Lê, eger ew zanîn
li ser bingeha dîtinên lêpovajî û tewşû têrmînên bîyanî yên dûrî
rastîya êzdîtîyê bi xwe avabûne, wê demê, gelo mirovê di derbarê
kîjan zanînên olî da bikaribe biaxive? Û ev jî ji hêla xwe va heya
radeyekê digihîje warê etîmolojîyê, ango, zimanzanîyê...
...Û, weha, lewra jî min careke dinê pênûs hilda destê xwe,
û axavtina xwe ya di derbarê kurdên êzdî, an jî, êzdîyên kurd da
didomînim.
Ew kampanîya dijî kurdan, ya ku berî hilweşandina
Yekîtîya Sovêtê di salên nodî yên dewra bihurî da di Ermenîstana
Sovêtî da dest pê kir, kesekî zêde girîngî nedidayê. Hem jî, wî
çaxî dihat heşê kê, ku dikare demek bê, û ew dewleta gewre ya
bi hêz û bandor – Yekîtîya Sovêtê, dikare rojekê hilweşe..! Wê
demê digotin, ku ew her tenê pêla delk û dolabên hinekên netewperest e, ya ku wê bi demê ra derbaz bibe û bê jibîrkirin. Lê
ew kampanîya, her çiqas çû, bihêz û tevger bû: di sêrî da di çapemanîyê da gotar dan weşandin, xwedêgiravî êzdî gelekî ji kurdan
cuda ne, peyra bi biryara Hukumeta Komara Ermenîstanê Beşê
weşanên kurdî yê Radîoya Yêrêvanê, yê ku mîrasa Yekîtîya
Sovêtê bû û di nav kurdên tevahîya cîhanê da wek “Radîoya
Yêrêvanê” dihate zanîn, parveyî ser du beşan kirin: Beşê
weşanên kurdî û Beşê weşanên êzdîyan. Lê weşanên wan herdu
beşan jî bi zimanê kurdî pêk tên, wisa jî ji bo herdu beşan jî, bi
xwezayî, îro jî heman stran û awazên kurdî, zargotina kurdî ji bo
weşandinê ji arşîvên beşê kurdî hiltînin...
Ma, xwe nikarin zimanekî û çandeke rewanî dabeş bikin!?
Hê dereng di Parlamêntoya Komara Ermenîstanê da bi
fermî kurdên êzdî wek gelekî ji kurdan cuda naskirin.
Û... ew wisa domya!
Lêbelê piranîya kurdên êzdî pêşdanîna pirsê ya vî rengî
hema di destpêkê da nepejirandin û îro jî napejirînin, her çiqas jî
ew li ser asta dewletê pêk dihat. Û, ka evê rewşê çi bandor li ser
rewşa van êzdîyan hişt, mirov dikaribû her tenê bi hîs û sewda
têbigihîşta...
Helbet, terefê kurdan di çapemanîyê da nêrînên xwe anîn
zimên, têkoşîn meşand, şirove kir... Lê bê encam ma: wek ku
42
“teng û berên” erebeya xilxopeyî ya“têorîya êzdîtîyê” ya ji hev
ketî şidandibûn, û ew hê jî li ser wan rê û kir û keviran dilolipe...
Û sazîyên Komara Ermenîstanê yên fermî jî dest li pişta
xudanên van delk û dolaban dixin û helanan didin wan. Û, her
çiqas, tewşî, dijzanistî, û apolîtîkîya van hemûyan li ber çavan e,
û, ji vê jî bêhtir, heya ji hêla berjewendîyên netewî yên gelê ermenî va jî hîç sûdeke wê nîne, dîsa jî di Ermenîstanê da bi biryar
vê lîstikê didomînin û didin xuyan, ku, qey bibêjî, her tişt divê
hema wisa jî bibûya...
Û, weha, mirov nizane, kirên van mirovan, ên ku li pişt
van lîstikên sîyasî va sekinîne, çawa navbike: “heşkorî”,
“nedûrdîtinî ya siyasî”, “korbînî”, yan...?
Lê, her çi jî hebe, çi sedem û pêşbingehên wê lîstikê hebin
jî, ewê çawa bi neyînî bandora xwe li ser civaka kurd a Ermenîstanê hiştîye û îro jî dihêle, wisa jî li ser rêya parastina wan
pêwendîyên kevneşopî dibe xeter, yên ku bi dîrokî di navbera
herdu gelan – ên kurd û ermenî da, hatine danîn...
Weha, va ye, helwesta min a helbestkî ya wê demê – li
hember bûyerên wan rojan. Û, her çiqas ev helbest wan rojan hatibû nivîsîn, lê ew bi derengî, sala 1998-an di berevoka min a
helbestana “Karwanên bêxewîyê” da hate weşandin:
DROZGA ROJÊ19
Ca l‘me binhêrin –
me û vê rewşa lêp,
dema li jorê
l‘rû me dikenin,
dema li jêrê
l‘rû me dikenin…
Û j‘me ra dibên:
“Hûne pir baş in,…
Lê hûn hûn nînin,
hûn û birayên xwe
ne yek in, zanî?!” –
Û em jî (kancik!)
dibêjin: “Rast e,
19
Korda Mad, “Karwanên bêxewîyê”, Moskova, 1998, rû.: 74 – 75.
43
eme cuda ne,
başî û qencî
em in – em cuda,
em û birayên xwe
ne yek in, bira!...”
Û li vir kenê
mirîşka petî
l‘me û vê rewşê tê...
Û tu nizanî,
bikini, yanê
rûnêyî, j‘xwe û
derdan ra bêjî…
Ev rewşa me lêp,
ev dor-berên lêp
û ev dostîya lêp,
biratîya tune…
…Kortî-heşkorîya
hinekên nav me!..
Ya Xwedê,
dîsa yeke xêr bikî,
me j‘xax û bendên
giran xweybikî!..
Lê gunehê evên
ev yek hinartî
bi mêzîna lêp
tucar nepîvî,
lewra ku lêpî
û mêzîna lêp
tu hevdu naki!..
Di jîyanê da
lêpî û rastî
cotgayên nîr in,
ew tim cot diçin…
…Ya Xwedê,
qet na,
di jîyanê da
tu ji kirên lêp
hinekî dûr bî!...
Kewçer, 1988, Yêrêvan – Sîpan
44
Lîstikên siyasî, ji bo ku dutîretîyê bikin nava gelê me, mina
dîroka gelê kurd bi xwe, pir kevn in. Ev sîyaset di dema xwe da
dagerkerên ereb, fars û tirk dane lîstin. Weha, di derbarê wê da
nivîskar û lêgerînerê kurd ê sovêtî yê dewra XX Nado
Maxmûdov (Nadoyê Xudo) di pirtûka xwe ya “Gelê kurd” da çi
nivîsîye: “...Di karê lêpkirina (sextekirin) agahîyan da, dibe ku,
kesek nikaribe bi dîrokzanên faşîst ên tirk û faris ra bikeve
pêşbirkê. Ew dixwazin, gelê kurd ji hêla siyasî û şan û şerefê va
di rewşa bindest da bihêlin û di nav wî da xwetêgihîştina netewî
bikujin”.20
Lê îro dem hatine guhartin. Gelek dewlet êdî jizûva dest ji
lîstikên weha yên kirêt berdane. Lê hinek zanîyarên netiştok û
“siyasetmederan” nûhilatî yên bêkêr ew sênaryoya xilmetbûyî ya
vê lîstikê ji ser kulîkên dîrokê berev kirine, pînekirine û li ser axa
Ermenîstanê didine lîstin.
Mirov dixwaze armanca wê lîstikê û kara ku dikare ji wê
bê têbigihîje. Lê, bê feyde…!
Îro baş tê zanîn, ku di nava gelek gelên cîhanê da hinek kes
an komên mirovan hene, yên ku li dû bîrûbawerîyên olî yên cuda
diçin. Wisa jî baş tê zanîn, ku beşên netewekê yên cuda her yek
dikare olên xwe yên cuda hebin. Lê nayê heşê kesekî jî, ku wana
wek gelên cuda bihejmêre. Em bibêjin, wê tiştekî dûrî heş û
aqilan bê xuyan, eger, jinişkêva, di serê hinekan ra derbaz bibe,
“îzbat” bikin, ku erebê xrîstîyan û erebên misulman du gelên
cuda ne, ku osên (osêtîn/alan) xrîstîyan û yên misulman ne heman gel in, ku rûsên starovêr (kevnbawerî), yên molokan û yên
pyatîdêsyatnîk ne heman rûs in. Em hema ermenîyên katolîk bi
xwe jî hildin, yên ku xwe “frang” navdikin.
Ji 90 salî zêdetir e, ku dewleta ermenîyan heye, siyasetek
a netewî ya giştî tê meşandin, dibistan û sazî û dezgehên xwendina bilind ên netewî hene, perwerde bi zimanê ermenî tê
pêkanîn, wisa jî – radio, televizîon û çapemenî! Lê heya naha jî
yên firang (ermenîyên katolîk) zêde ne bi dil bi ermenîyên terefdarên dêra hewarî (apostolî) ya ermenîyan ra hal-zewacê pêk
tînin. Ewana xwe firang nav dikin, lê yên dinê – ermenî. Lê wî
zaravê zimanê ermenî, yê ku ew û beşekî ermenîyên dinê bi hev
20 Մախմուդով Ն. Խ., Քուրդ ժողովուրդը, Երեվան, 1959, էջ 24 – 25.//
Maxmûdov N. X., “Gelê kurd”, Yêrêvan, 1959, rû. 24 – 25, bi zimanê ermenî.
45
ra pê diaxivin, frangî nav dikin (bi ermenî: frangêrên). Êdî em di
derbarê ermenîyên hemşî da nabêjin, yên ku misulman in…
Lêbelê ev ne sedem e, ku mirov wan ermenî nehejmêre.
Û, ji bilî wê, ew kêrî kê tê!?
Weha, her tişt li ber çavan e: hinek hêzan ew hemû hinartine. Dibe ku xudanên vê “têorîyê” bi xwe jî dizanin, ku ew hemû
tiştne tewş, vala û bêheşî ne. Lê ewana terefdarên wê siyasetê ne,
ya ku “têorîya” Yozêf Gêbbêls ji xwe ra kiriye çek, û anegorî wê
“têorîyê” jî : “ew derew, a ku sed carî bê dubare kirin, wê şûna
rastîyekê bê pejirandin!” Û li ber jêder û çavkanîya wê “têorîyê”
jî yekî bi nave Garnîk Asatryan, xwedîyên wî û hevkarên wan
ên “dikanoka bazirganîya siyasî” ya antî-kurd sekinîne. Û di
navbera wê “dikanokê”, dikandar û erka wê da têkilîyeke
dîyalêktîkî heye: ewana ew armanc danîne pêşîya wê, û ew jî ji
hêla xwe va wan li dû xwe dixişkîne-dikişîne, kêşa xwe zûtir
dike, derew û tiştên lêp û tewş li dû xwe belav dike, û vana jî
çavên xwe girtine, bêyî ku der-dorên xwe binihêrin, berbi pêşva
dipekin... Berbi ku va? Tu kes nikare serva here!
Û tiştê balkêş jî ew e, ku di nav wan kesan da hîç ermenîyekî binecî nîne. Ew hemû di welatên Rojhilata Navîn da ji
dêya xwe bûne, gihîştine, paşê cîguhêzî Ermenîstanê bûne... Ev
zanîyarîya hanê pir balkêş e, û hêja ye, ku mirov li ser wê baş
bide heşê xwe!..
Di gotara xwe ya “Aş bi xiyalekê, aşvan bi xiyalekê... ”,21
da, ya ku di bin sernivîsa giştî ya “Dîroka îro di paşila dîrokê da”
di rojnameya “Axîna welat” da hatibû weşandin, min li ser
têorîya wê “dikanokê” rexneyên xwe anîbûn zimên. Hê dereng
ew bi boneyeke dinê ji kurdî hatibû wergerandin û bi zimanê rûsî,
bi hinek pêvek û şiroveyen va di bin sernivîsa “Belê, hêja ye, ku
mirov ji bo Qerebaxê binivêje, lê...” di heman rojnameyê da hate
weşandin.22
Lêbelê, sed heyf, ew kampanîya heya naha jî didome û
bandoreke neyînî ne tenê li ser kurdên êzdî dihêle, yên ku di Ermenîstanê da dijîn, lê wisa jî – li ser nûnerên gelên dinê, di nav
wan da, wisa jî, li ser ermenîyan...
...Carekê di Moskovayê da xwendevanekî kurd parçeyek ji
Rojnameya «Свободный Курдистан» (“Kurdistana azad”), 2004, №№ 7 û 9.
Rojnameya «Свободный Курдистан» (“Kurdistana azad”), 2006, №№ 1 û 2,
wisa jî li ser rûpelên malpera ezdixane.ru – hwww.ezdixane.ru/content/ view/1741/2/ .
21
22
46
axavtina wezîrê perwerdeyê yê Komara Tirkîyayê Omer Dînçer
bi tirkî ji bo min xwend û wergerand kurdî. Di wê gotarê da
wezîrê tirk dibêje, ku ew amadekarîyên xwe dikin, ku “zaravê
zazakî wek zimanekî ji kurdî cuda û serbixwe bipejirînin... – ku
“pisporên zanîngeha Mêrdînê heya naha ew dane xalifandin, ku
zazakî wek zaravekî zimanê kurdî hejmartine” û, dê “di pirtûkên
nû yên dersan da zazakî wek zimanekî serbixwe bê nivîsîn...”(Ew
axavtin 12.12.2012, di zanîngeha Çewlikê da pêk hatibûye).
– Ê, çawan e?! – Ew camêra bi awayekî pirwate vebeşirî û
pirsek a hrêtorîk da min: “Dibe ku, evî jî ev nexweşî ji Asatryanê
we hildaye (mabesta wî ew bû, ku ez ji Ermenîstanê me),... an
berovajî vê?!”
– Ev ji bo me ne tiştekî nû ye, – min bersîva wî da, – di
Ermenîstanê da li ser asta dewletê jizûva yên êzdî wek gelekî serbixwe, ji kurdan cuda naskirine. Lê zaravê kurmancî yê zimanê
kurdî jî, yê ku zimanê beşê herî mezin ê gelê kurd e (kurdên êzdî
jî di nav da), ewana wek zimanê êzdikî didin xuyan (bi zimanê
ermenî: yêzdiêrên). Di wan demên şêlû û tevlihev da gelek tişt
pêk hatine! – Min axavtina xwe bidawî kir û ew bang-helwesta
min a helbestkî hate bîra min, a ku min wê demê weke qêrîneke
ji dil li dijî wan bûyeran nivîsîbû, yên ku di Ermenîstanê da rû
dabûn. Ew helbest jî di wê berevoka min a navborî dahatibû
weşandin.
Weha, ew:
EZ EV IM!23
Khmêr bim –
reş bim,
sor bim –
çî j'kê ra ne?
Afxan bim –
Dûşman bim,
yan mucehêd –
çî j'kê ra ne?
Ez kurd bim –
êzdî,
23
Korda Mad, “Karwanên bêxewîyê”, Moskova, 1998, rû.: 72 – 73.
47
yan misulman –
çî j'kê ra ne?
...Bihêle, qurba –
Bila ez ez bim –
Sor bim,
reş bim,
dûşman bim,
mûcehêd,
êzdî bim,
misulman–
çi j'kê?! ...
Kurd bim –
berêm l'Lalişê,
Quran an Êncîl
di destê min da –
yek e –
her kurd bim!...
Bihêle, qurba,
bila ez bijîm –
wek heme,
dijîm!
Bixwazî–
ev im,
nexwazî–
evim:
ez im –
ez kurd im,
kurd im,
kurd im,
kurd!
29. 07. 1990, Yêrêvan
Belê-ê-ê!.. Demne romantîk bûn! Lê bi demê ra her tiştî
bêhtir rengekî rojane û prozaîk wergirt, çiqas çû, jîyan bêhtir
dijwar bû, û liv û tevgera wê zêde giran û hêdî bû...
Ew kampanîya îro jî didome. Û xwendevan dem bi dem
dipirsin, dixwazin, di derbarê wê pirsgirêka bi êş û azar da bêhtir
bi hûrbînî bizanibin, ji bo ku li ser wan tiştên dûrî heş û sewdayan
48
bersîvên tam bibînin û bibihên.
Di destpêkê da min digot, ku hîç pêwîst jî nake, ku mirov
xwe bi wê pirsê va mijûl bike, ku divê mirov her tiştî, wek ku
heye, wisa jî bihêle. Ez bi bawer bûm, ku di dema xwe da di gotarên xwe yên “Êzdîtî”24 û “Belê, hêja ye, ku mirov ji bo Qerebaxê binivêje, lê...” 25 da min êdî bersîva zelal û diyar ji bo wan
hemû pirsan êdî vegotîye. “Bila bixwînin, – min bi xwe ji xwera
digot, – û bila ew bi xwe jî bibînin, ka rastî li ku ye!”
Lê dîsa jî, sîya têrênekirina bersîvan li holê bû û, ewê di
derbarê xwe da dem bi dem dida zanîn, û ez timê di kuraya heş û
sewdayê xwe da bersîva wan pirsên bi êş ên digerîyam, ên ku
berev bibûn, ketibûn ser hev, min dixwast ji wan ra bersîvekê
bibînim.
Van hemûyan hertim di derbarê xwe da didan zanîn û tavetî nedidan min. Ji ber wê jî ez di bîra xwe da bi dilgermî ji bo
wan pirsan bersîvan digerîyam. Lê min didît, ku ew matêrîal, ên
ku li ber destê min hebûn, têrê nakin. Û ji ber wê jî min hîç eger
û derfet ji destê xwe bernedidan, ku li çavkanîyên nû bigerim, bi
wê hêvîyê, ku ezê demekê zanîyarî û daneyên nû bibînim.
Lê hema di wê navberê da nameyên nû ji xwendevanan
gihîştin ber destê min, di dema hevdîtinan da ewana pirsên nû
didan...
Û ji wan tavetî nînbû...
24
Ezîz ê Cewo, „Êzdîtî“, malpera PENa Kurd – http://www.pen-kurd.org/kurdi/
ezize-cawo/ezditi.html û hejmara havînî ya sala 2005-an a kovara „ZEND“, rû.: 88 – 93,
wisa jî, heman gotar bi rûsî: «Эздианство» („Êzdîtî“), rojnameya «Свободный
Курдистан» (“Kurdistana azad”), 2013, № 2(116), rû.: 10 – 11.
25
Li nasîya 22-em binihêrin.
49
50
DÎYARBÛNA SÊYEM
“...Her çiqas dem bi dem di derbarê wan da
agahîyên serra-berra hatine dayîn, lê, sed
heyf û mixabin, ew agahî li ser bingeha
dîtinên lêpovajî û tewş û têgîhiştinên şaş
hatibûne avakirin...”
(Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, ezdazanê
ermenî yê destpêka dewra XX)
LÊGERÎN ME BER BI CÎHANA KEVNAR VA DIBIN...
(…BER BI ÇAVKANÎYA ÊZDÎTÎYÊ VA)
Û, bi wî awahî, ji hêlekê va hatina nameyên xwendevanan
didomîya, lê ji hêla dinê va – hevdîtinên min bi mirovên cudacuda ra pêk dihatin. Ev pêvajo bi şêwazên cuda didomîya (ew îro
jî didome!), lê her carê, dema min mitaleyên xwe berevî ser hev
dikirin û dixwast, bi tiştekî destpê bikim, timê jî min hîs dikir, ku
ne hemû hêlên pirsê safî û zelal in. Û, lewra jî, min her carê didît,
ku ez ji bo wê hê ne amade me. Lêbelê, piştî demekê, min hîs kir,
ku pêwîst nake, ji vir û pêva dîyarkirina helwesta xwe li hember
pirsên kombûyî derengî bêxim, ku divê wê pirsgirêkê bi xwe, bi
hemû taybetîyên wê va, di nav tomerîyekê da û bi rêbazên cuda
va ronî bikim.
Ez li dû peydakirina çavkanîyên nû bûm, her çiqas ewên
heyî jî, yên ku min di dema xwe da di gotarên xwe da wek dane
û îzbatî anîbûn, têrê dikirin. Û carekê jî di nav pirtûkên min ên
arşîvî da pirtûkek a biçûk a pir kevn li ber çavê min ket. Ew berhema ezdazanê ermenî yê destpêka dewra XX Sîon Vardapêt
Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî”26 bû, ya ku di dema xwe
da bala min zêde neçûbû ser, ji ber ku, di nava karên min ên
26
Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ, Ախալցխա,1910//
Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910; ji ber ku di vê
berhemê da ji bo analîzan û hemberhevkirinan wê gelek caran nêrîn û parçeyên cuda ji vê
pirtûka Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan bên bikaranîn, ji ber wê jî, ji bo ku xwendevan
her carê li nasîyên di pêvekê da negere, di dawîya her parçeyekî vê pirtûkê da di nava
cotkevanan da dê tenê hejmarên rûpelên wê pirtûkê bên danîn.
51
lêgerînên zanistî da ji bilî zimanzanîyê tiştekî dinê zêde bala min
nedikişand...
Ev pirtûkek a zêde ne mezin bi giştî ji çil û du rûpelan pêk
tê. Lê ji hêla dewlemendbûna naveroka xwe va û bi cihêrengîya
wan matêrîalan va, ên ku di wê da tên lêgerandin, ew pir dewlemend e. Ew wisa jî ji hêla helwesta zanistî ya xudanê vê pirtûkê
bi xwe û analîzên wî yên zanistî va pir balkêş e. Hêja ye, ku ev
pirtûka balkêş û giranbuha di pirtûkxaneya wejeya dîrok û çanda
gelê kurd da cîyê xwe yê hêja û bi rûmet bigire. Berî wê, ku ez
dest bi nirxandinên vê berhema giranbiha bikim, min dixwest, li
ber xwendevanan dîmenê wan nav û têgehên civaka netewîbawerî ya êzdîyan vekim: endamên vê civakê bi xwe xwe êzdî/ezdayî nav dikin, lê nûnerên gelên dinê, her yek bi cûreyê xwe wan
nav dike: yêzîd, îêzîd, yazîd, Yezidien.
Ji ber ku vebijartin û nirxandina (analîza) zanistî-êtîmolojî
ya van peyvan wê paşê bê pêkanîn, min dixwest li vir her tenê
bala xwendevanan ji hêlekê va bikişanda ser konsêpta nivîsîna
vê pirtûkê bi xwe, lê ji hêla dinê va – li ser bikaranîna têrmînan
ji hêla xudanê wê pirtûka navborî va – ka ew çawa û çend caran
wan bi kar tîne.
Ez ji wê dest pê bikim, ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan
bi xwe pirtûka xwe “Kurmanjên yêzîdî” nav kirîye. Ango, ji bo
xudanê pirtûkê nûnerên vê civaka êtnîkî-bawerî kurmanc in. Lê
kurmanc jî, wek ku tê zanîn, beşê gelê kurd ê herî mezin e (zêdetirî 70%), yên ku bi zaravê kurmancî yê zimanê kurdî diaxivin.
Di vê pirtûka xwe da S. V. Têr-Manvêlyan navê vê civaka êtnîkîbawerî bi 9 şêwazên cuda dinivîse û bi giştî 150 caran bi kar tîne:
yêzdî– 44 caran (ev têrmîna bêhtirnêzîkî xwenavkirina êzdîyan
bi xwe ye – êzdî), kurd– 24 caran, kurmanc – 17 caran, yêzîd– 8
caran, kurmancên yêzdî – 5 caran, yêzîdên kurmanc– 4 caran,
yêzîdên medyayî – 1 carê, kurdên yêzdî – 1 carê û kurmancên
yêzîdî – 1 carê. Ji bilî vê, ew van hemû navan dem bi dem bi peyv
û peyvebendên dinê, yên weke “peyhatîyên medên kevnar”,
“peyhatîyên Êkbatanê”, “pey-hatîyên medîyaîyan”, “peyhatîyên vîşapazûnên medyayî”, “şaxê Aşdahakê leheng ê
medyaî” û yên dinê ra bikartîne (ravekirina watezanî û êtîmologî
ya van û têrmînên dinê wê di beşên di rêzê da bê pêkanîn).
Li vira xwendevanê bi xwe bibîne, ku ji hêla bikaranînê va
cîyê yekem peyva yêzdî digire (44 caran), cîhê duyem – peyva
52
kûrd ( 24 caran), cîhê sêyem – peyva kûrmanc (17 caran), cîhê
çarem – peyva yêzîd (8 caran), cîhê pêncem – peyva kûrmancên
yêzdî (5 caran), cîhê şeşem – peyva yêzîdên kurmanc (4 cara)
ûcîhê hevtem sê peyv digirin: yêzîdên medyayî, kurdên yêzdî û
kurmancên yêzîdî (her yek carekê). Û ev hemû jî – ji bo danasîna
heman êzdîyan. Lê ya here girîng ew e, ku ji bo S. V. TêrManvêlyan hîç ferq nake, ka ew ji bo navkirina êzdîyan ji van
navan kîjanî bikar tîne: yêzdî, kûrd, kûrmanc, yêzîd, kûrmancên
yêzdî, yêzîdên kurmanc, yêzîdên medyayî, kurdên yêzdî yanê
kurmancên yêzîdî? Ew hemû, bêyî rayê wî pêk tê, ne ku ew bi
armanc wisa bibêje. Ji bo wî hemû jî yek wate ne – êzdî! Di nav
van da ew her hinek şêwazan bi zanebûn bikar tîne, ew jî ev in:
“êzdîyên medyayî, ...peyhatîyên medên kevnar” an jî “peyhatîyên Êkbatanê”. Û ev jî ji bo wê, ji bo ku bi teybetî bide
xuyan, ku bingeha êzdîyan (helbet, wek kurd!) ji medan tê. Ango,
mirov ku vê pirtûkê bixwîne, dikare tê bigihîje, ku Sîon Vardapêt
Têr-Manvêlyan bi wan peyvan hemû taybetîyên van mirovan
dide xuyan: ku ew êzdî (yêzdî) ne, ku êzdî med in (di pirtûka wî
da: ...êzdîyên medyayî ...peyhatîyê medê ejdaha...), ku ev êzdîyana kurd in, ku ew kurdên kurmancîaxêv in...
Lê, her çiqas jî helwesta Têr-Manvêlyan ev e, ew dîyar
dike, ku: “Êzdî bi xwe xwe bi peyvên bîyanîbêj ên kurd û êzdî
nav nakin. Netewnavên weha hîç bi dilê wan nînin. Lê bi giştî
û herdem ew netewnavê “kurmanc” bi dilekî pir baristan tînin
zimên, her çiqas heya naha wateya peyva “kurmanc” nehatîye
ravekirin. Lê bi dîtina min, ev peyva tê wateya “yê li ser
bawerîya rast”, û ne tu tiştekî dinê” (rû.: 11; li vir û peyra jî
cudakirin a mine. – E. C.).
Ev dîtineke balkêş e û, her çiqas, ev pirseke ne wisa sade
ye, lê şiroveya wê heye, ka, gelo, çima êzdîyan “bi dilekî pir baristan” xwe kurmanc nav dikirine, û ne ku – êzdî yan kurd. Ji bo
vê sedemên rewşî û derûnî li holê bûne. Ew jî ew e, ku: peyva
êzdî hem di nav misulmanan, hem jî di nav xaçperestan da
helwesteka neyînî hişyar dikir, lê peyva kurd jî – di nav hinek
xaçperestan da, bi taybetîjî, di nav ermenîyan da.
Di derbarê helwesta neyînî ya misulmanan a li hemberî
êzdîyan ji hêla hemûyan va jî baş tê zanîn, lêbelê, di derbarê
helwesta li hember êzdîyan da, ya ku xaçperestan dane xuyan (bi
53
taybetî jî ermenîyan), ji hêla gelekan va nayê zanîn. Lêbelê, daneyên dîrokî yên pêbawer ên di derbarê pêwendî û helwestên
wehada hene. Weha, bi xwe erkdarê ola xrîstîyanîyê yê destpêka
dewra XX, ezdazan SîonVardapêt Têr-Manvêlyan di vê derbarê
da çi dinivîse: “...yên êzdî ji tevkujîyên îslamîyên fanatîk, wisa
jî ji çewsandinên xirîstîyanan ên stemkarî xwe parastine, ...”
(rû.: 5 – 6). Û ev jî ne hemû ye, ya ku Têr-Manvêlyan hema wisa
tenê bi gotinekê anîye zimên.
Di derbarê helwesta hemberî êzdîyan da dîtineke çewt saz
bûye, ku, xwedêgiravî, tenê misulmanan êrîşî wan kirine, ew
nûxsan û tunekirine û bi zordarî ola xwe li wan ferzkirine. Wek
ku rastîyên dîrokî didin xuyan, rewş hema wisa ne yekawa bûye:
di dema xwe da di wî karî da yên xrîstîyan (hema, yên ermenî bi
xwe) di wî karî da hîç piçekî jî ji misulmanan paş nemane. Weha,
di derbarê wê da ronaydarê ermenî yê nîveka sedsala XIX Xaçatûr Abovyan çi dinivîse: “Zulm û zordarîya giran, a ku ji hêla
ermenîyan va li îêzdîyan hatîye, sala 1050 pêk hatîye, di serdema nivîskarê navdar ê ermenî Grîgorê Gewre (bi navê
Magîstros) da. Wê demê Haykanê torîn (mîrza) ê jêhatî û
bawermend ê nûnerê padişê (walî) li Mêzopotamîyayê bi
artêşeke mezinva êrîşî wî welatî kirîye, li ku yên pûtperest diman. Ewî hinek ji wan bi barbarî tunekirin, beşek bi zorê anî
ser bîrûbawerîya ermenîyan, lê beşê dinê, berê wan da cîhekî
dûr, ew koçberî rojava – kurahîya Mêzpotamyayê û Sûrîyayê
kirin”.27
Û, wek ku tê xuyanê, ji bo wê, ku xwe ji tunekirina barbarî
biparêzin, an jî bîrûbawerî û olên hinekên dinê di bin gefan, tirsfirandin û tirsa mirinê da nepejirînin, ewana xwe ji wan navan (êzdî
û kurd) dûr digirtin, yên ku ji bo wan “bi xeter” bûne. Lê, ay,
peyva kurmanc, ew peyveke bêteref (neutral) bûye. Ji ber wê jî
êzdîyan hewl dane, di nav nûnerên gelên cînar da di derbarê
herdu navên yekem (êzdî û kurd) da tiştekî nebêjin, û xwe kurmanc navkirine, ji bo ku xwe nekin armanca helwestên neyînî û
êrîşan. Ew heya radeyekê rêaksîoneke piştsewdayî bûye –
rêaksîona xweparastinê! Bi wî awayî yên êzdî xwe anegorî rewşê
amade kirine, ji bo ku di nava cîh û derûdorên nû da kêm-zêde
helwesteke xweşbînî li hember xwe sazbikin. Ev heya cîhekî li
27 АбовянХ. А., Иезиды, газета «Кавказ», № 9, Тифлис, 28. 02.1848 г., стр. 4//
Abovyan X. A., Yên îêzîdî, rojnameya “Kavkz”, № 9, Tîflîs, 28. 02. s. 1848, rû. 4;
54
ser asta hîskirina xwezayî pêk hatîye. Faktora xweparastinê
ketîye dewrê...
Demek dibihure, û jinûva qîmetkirina nirxan pêk tê. Û îro,
ji bo ku êzdîtîyê dijberî hemû gelê kurd û kurdayetîyê rakin, siyaseta ji kurdan cudakirina wana tê meşandin. Û, helbet, piştî
ewqas zêrandin, hovîtî û tevkujîyan, tenê dimîne, ku êzdî mercên
çêbûyî bipejirînin û fêrî rewşa nû bibin. Hema, di rewşa çêbûyî
da, bi hewldan û helandanên desthilatdarîya Ermenîstanê (hem
ya berî Sovêtê, hem ya dema Sovêtê, hem jî ya îro!), hinek
êzdîyên Ermenîsatnê xwe tenê êzdî nav dikin, bi taybetî jî ew,
ên ku di gundên ermenîyan da dijîn...
Û, dîtinek jî: bi boneya wan têrmînan, yên ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, anegorî kevneşopîya dîroknûsîya ermenîyan, di pirtûka xwe ya “Kurmanjên yêzîdî” da bikar tîne. Ji
demên kevnar û virva ermenîyan welatê medan – Medîya, wek
Marastan navkirine, û ji medan ra jî gotine yên mar.28 Carna di
çavkanîyên ermenîyan da, wek ku di vê pirtûka S. V. TêrManvêlyan da, navê welatê medan wek Mêdîya jî rastî mirov tê
– ji peyva kurdî ya Medya. Û mînakên wisa gelek hene. Mînak,
di têksta pirtûka bavê dîroka ermenîyan Movsês Xorênatsî ya
“Dîroka Ermenîstanê” da: “Varbakêsê ji Mêdîyayê”,29 di
pirtûka S. V. Têr-Manvêlyan a navborî da: “êzdîyên mêdîyayî”,
“Varbakêsê mêdîyayî” (rû.: 3); “marên mêdîyayî” û “marên ji
Mêdîyayê...” (rû.: 4); “kurmancên êzdî yên peyhatîyên
Mêdîyayê” ( rû.: 5)... û yên dinê.
Û, ji ber wê jî, di evê berhemê da tenê navê pirtûka S. V.
Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî”, yê ku li ser rûbelgê wê
anegorî qanûnên rastnivîsîna zimanên ermenî û rûsî yên destpêka
dewra XX hatîye nivîsîn, dê wek ku heye, bê parastin. Lê, wekî
dinê, hemû nav û têrmîn dê anegorî rastîya wan û rastnivîsîna
zimanê kurdî bên bikaranîn, ji bo ku dema analîzan ji ber cudaxwendina têrmînan, tevlihevî û têgihîştina şaş çê nebin. Û,
wisa jî, li vira hewl tê dayîn, ku dema wergera şêwazên cuda yên
wan peyvan, ên ku di pirtûka S. V. Têr-Manvêlyan û çavkanîyên
28
Ku ermenîyan ji Medya kevnar ra Marastan, lê ji medan ra jî mar gotine, di derbarê
wê da ezê hê di beşên vê berhemê yên di rêzê da bi hûrbînî biaxivim;
29
Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան, 1981, էջ 78 –
79.//Movsês Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Yêrêvan, 1981, rû. 78 – 79, bi zimanê
ermenî;
55
ermenîyan ên dinê da ewqas pir hatine bikaranîn, anegorî
wateyên wan ên rastîn û qanûnên rastnivîsînê, di nava sîstêmekê
da bên rêkûpêkkirin: êzdîtî/êzdîyatî, ola êzdî, ya/yê/yên êzdî,
ya/yê/yên kurmanc, Medya, ya/yê/yê med, Vîştasp, Astîag. Ev
şêwazên peyvan, ên ku pêwendîya wan bi ola êzdî û têrmînên
girêfterî (girêdayî) bîrûbawerîya wê olêra heye, ew wisa jî, anegorî navên kevnar ên dema Padişahtîya Medyayê ne, lewra jî ew
divê wisa bên nivîsîn, wek ku qanûnên rastnivîsîna zimanê kurdî
ferz dikin...30
Divê li vir, di navbera van gotinan da, bê dîyarkirin, ku di
nava wan weşanan da, yên ku li ser vê mijarê bi zimanê ermenî
hatine nivîsîn, dibe ku, pirtûka Nado Maxmûdov (Nadoyê Xudo)
a “Gelê kurd” bi serê xwe yeke tenê ye, ku di wê da li şûna peyvên mar, û Marastan peyvên medîyayî (med) û Medîya hatine
bikaranîn. Û ev jî anegorî wî şêwazê navê wê dewleta kevnar û
gelê wê ye, ya ku ji hêla hemûyan va hatîye pejirandin. Hema li
wir jî Nado Maxmûdov bi bîr dixe, ku “...di dîroknûsî û çavkanîyên ermenîyan ên dinê da kurdan wek mar bi bîr tînin”,31 û
hew.
Lê dîsa jî em vegerin ser îdêaya bingehîn a nivîsîna pirtûka
navborî ji hêla ezdazanê ermenî va. Ji bo ku bê têgihîştin, ka,
gelo, çima ew erkdarê olî yê xrîstîyan pênûs hildaye û di derbarê
êzdîyên medîyayî da nivîsîye, ez bala xwendevanan bikişînim ser
sedemên xudanê wê pirtûkê bi xwe: “Her çiqas dem bi dem di
derbarê wan (êzdîyan. – E. C.) da agahîyên serra-berra hatine
dayîn, –Têr-Manvêlyan dinivîse, – lê, sed heyf û mixabin, ew
agahî li ser bingeha dîtinên lêpovajî û tewş û têgîhiştinên şaş
hatibûne avakirin, û min got, ku wê balkêş be, eger ez anegorî
derfetên xwe, dîroka peyhatîyên Astîyagê medî yê leheng bi kurtahî raberî ermenîyên me bikim...” (rû.: 5)
30
Li vir divê bê gotin, ku ev hemû têrmîn wisa hatine nivîsandin, eger xwendevanekî
nenas wergera rûsî ya pirtûka Movsês Xorênatsî ya “Dîroka Ermenîstanê” bixwîne, wê
nikaribe tê bigihîje, ku mar heman med in, ku Marastan jî heman Medya ye, ji ber ku
wisa tê xuyan, ku ew gel û welatên cuda ne. Bi vê yekê rewşeke wisa hatîye hinartin, ku
ew xwendevan, ên ku bi dîroka Medyayê û Ermenîstanê ra ne nas bin, wê tênegihîjin, ka
mabesta Movsîs Xorênatsî kîjan welat û kîjan gel e. Heya ne hemû ermenî jî dê evê tê
bigihîjin.
31
Մախմուդով Ն. Խ., Քուրդ ժողովուրդը, Երեվան, 1959, էջ 20.//Maxmûdov
N. X., “Gelê kurd”, Yêrêvan, s.1959, rû. 20, bi zimanê ermenî;
56
Lê, dîsa jî, wek ku tê xuyan, ji bo çavdêrîyên wisa û, di
encamê da jî, pêkanîna lêgerînên ewqas kedxwaz û giran ew ne
sedema bingehîn e.
Di destpêka beşê yekem ê pirtûka xwe da S. V. TêrManvêlyan, her çiqas bi xwe jî nade xuyan, ku ew ya sereke ye,
sedema rastîn a nivîsîna wê berhema xwe weha şirove dike: “Ji
bo vê lêgerîna dîrokî wek sergotin (epîgraf) min ev rêzên hanê
ji pirtûka Movsês Xorênatsî ya “Dîroka Ermenîstanê” hil-bijartine: “Û, weha, ez dilşad û şanaz im...” – hindik e, lê bêhempa ye, – S. V. Têr-Manvêlyan dinivîse, – ji van gotinan wek
tîrinca ronahîyê, dilşadîya bilindtirîn û şanazîya Xorênatsî
dîyar dibe, ji bo mirovê xwe yê nêzîk û delalî Parûyrê ji binemala Hayk (Hayk – pêşîyê efsanewî yê gelê ermenî. E. C.), ê ku
ji hêla Varbakêsê medî yê ji binemala Vîştaspê Medyayî va wek
padişahê yekem hatye tacîdarkirin” (rû.: 3).
...Li vir mirov dikare balê bikişîne ser vê yekê: di nav padişahên Medîyayê da mirovê bi navê Varbakêsnînbûye. Dema
tacîdarkirina Parûyr desthilatdarîya Medyayê di destê padşahê
padişahan Kîyaksar da bûye, yê ku wisa jî di dîrok ê da wek Kavî
Vîştaspa tê zanîn. Û di dema xwe da min digot, dibe ku Xorênatsî
navê Varbakês ji hinek çavkanîyên dîrokî wergirtibe, yên ku
nayên zanîn, û di gotara xwe ya “Lê ka, êdî rastî li ku ma?..”32 da
min ev nêrîna xwe hema wisa, wek rastîyekê, dabû zanîn. Lê
paşê, hê dereng, min di “Dîrok”-a Hêrodotos da agahîyeke
balkêş dît, ya ku min berê zêde giringî nedabûyê. Lê paşê evê
agahîyê dîtinên min li ser bûyerên dîrokî bi binva dan guhartin.
Weha, ji dîrokê tê zanîn, ku piştî Kîyaksar (Kavî Vîştaspa)
di Medyayê da lawê wî Astîyag (Îştûvêgû) hatîye ser text. Û, bi
boneyeke dinê, di wî beşê “Dîrok”-ê da, li ku Hêrodotos di derbarê Astîag (Îştûvêgû) da dinivîse, ew wisa jî mirovekî dinê yê
bi navê Harpagês (bi yewnanî – Harpagos) bi bîr tîne, yê ku pismamê binemala padişê bûye, di nava medan da mirovê herî
pêbawer û di Padişahtîya Medyayê33 da rêvebirek bûye. Û ji
pewendîyên Astîyag ên bi Harpagês ra dîyar dibe, ku ew ne tenê
bawerîya xwe bi rêvebir tîne, lê her weha gotina Harpagês li bal
wî xwedî giringîyekê bûye. Wek ku tê xuyanê, ew ji ber wê yekê
32http://kurdistan.ru/2013/06/10/articles-19054_Gde_zhe_istoricheska.html
http://www. mezopotamya.gen.tr/-lÊ-ka-ÊdÎ-rastÎ-li-ku-ma--makale,839.html
33 Hêrodotos, “Dîrok”, I, 108.
57
bûye, ku Harpagês bi temenê xwe va ji Astîyag mezintir bûye, hê
di dema Kîyaksarê bavê wî da peywira rêvebirê padişahtîyê di
destê wî da bûye û xwedî cêribandineke mezin û bi bandor bûye.
Û, wek ku tê xuyan, tacîdarkirina Parûyrê torinê ermenî li ser
textê padişahtîyê ne ku Kîaksar bi xwe, lê rêvebir û nûnerê wî yê
bi fermî û xwedî erk Harpagês pêk anîye. Lê ew, ku navê Harpagês li bal Movsês Xorênatsîyê bavê dîroka ermenîyan werguhêrî Varbakês bûye, yan ermenîyan ew nava wê demê wek
Varbakês bilêvkirine (wek ku navê Astîyag bi xwe jî wek Ajdahak/Aşdahak, lê navê Vîştasp jî, wek Vîşap bilêvdikin û şêwazên
wan navan ermenî heya naha wisa jî dinivîsin), an jî ew şaşîya
wan mirovan bûye, yên ku pirtûka Movsês Xorênatsî ya
destnivîskî ji ber girtine û li hev zêdekirine?!...
“Û, weha, bi pêkanîna tacîdarkirina Parûyr, - S. V. TêrManvêlyan didomîne, –Ermenîstan ne tenê ji maldarîya bindest
(vasal) werguhêrî desthilatdarîya padişahtîya xweser dibe, lê,
her weha, pêwendîyên wê yên siyasî-çandî bi dewletên cînar ra
saz dibin, wek yên di navbera me–ermenîyan û medên ji binemala Vîştasp da, yên ku yek ji dewletên hêztirîn ên wê demê
bûye. Û şaxê wanî herî nêzîk jî kurmancên êzdî yên îroyîn in.
...Û piştî vê, di navbera herdu netewên me yên cînar û
hevpeyman da demeke dirêj hem pêwendîyên siyasî-hev-peymanî, hem jî pêwendîyên dostanî yên here nêzîk têne domandin...” (rû.: 3 – 4).
Ango, Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, her tenê ji bo armancekê dest bi lêgerînên vê mijarê yên ji bo dema xwe ne standart kirîye: ji bo spasdarîya xwe ya li hember“kurmancên êzdî
yên peyhatîyê medan”, ji ber ku pêşîyên wan di dema xwe da ne
tenê pêşengîya sazkirina dewleta ermenîyan kirine, lê, wisa jî,
sazûmankar û damezirînêrên wê bûne...
Û, eger ewî bizanibûya, kû paşê, sed salî pey weşana vê
pirtûka wî ra, hemnetewîyên wî dê di nav sînorên komara xwe
ya netewî da çi lîstikekên siyasî yên nepak li dijî peyhatîyên heman êzdîyan bilîzin, ên ku 2500 salan berê penaberên ermenî li
ser axa xwe bi cîh û war kirine, bingeha dewleta yekem a wan li
ser wê axê danîne, dibe ku dilê wî pir bêşîya û, dibe ku, heya, ewî
şermeke giran jî jîyan bikira...
58
DÎYARBÛNA ÇAREM
“....ewana bi taybetîyên xwe yên bi
nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li
bal peyhatîyên netewên gewre hene”.
(Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan,
ezdazanê ermenî yê destpêka dewra XX)
LI SER RÊGEHA RASTÎYA DÎROKÎ
(…RÊ CUDA BIN JÎ, LÊ RASTÎ –YEK!)
…Di pirtûka xwe ya “Kurmanjên yêzîdî” da S. A. TêrManvêlyan raman û nêrînên balkêş pêş dixe û carna ji jîyana
êzdîyan agahîyên wisa tîne, yên ku asta têgîhîştin û hîsa wî ya
zanistî didin xuyan. Û, lewra jî, ezê li vir jî pêşvaçûnên raman û
mitaleyên wî biûopînim, û carna jî li ser wan helwest û nêrînên
wî, yên ku wê bibin sedema pirs û gumanan, dê di navbera me da
gengeşî derên – bi hêvîya dîtina bersîvên wan ên rastîn. Û ji bilî
wê, ji bo bihêztirkirina dîtin û nêrînên wî, an jî ji bo zelalkirina
hinek nakokîyên heyî, ezê wisa jî berbirî nêrîn û gotinên zanîyar,
lêgerîner û nivîskarên dinê yê bi nav û deng ên rêzdar bibim...
Piştî ku S. V. Têr-Manvîlyan li sersedema nivîsandina vê
pirtûkê dîyar dike,gotina xwe weha didomîne:
“...Dîsa jî em vegerin ser danasîna kurmancên êzdî –
peyhatîyên îroyîn ên medên ji binemala Vîştasp.34
Peyhatîyên Astîyagê pirhesp (li bal Têr-Manvêlyan da –
բյուրասպ/byûrasp. – E. C.), êzdîyên îroyîn... bi rayê çarenûsa
34
Di dîroknûsîya ermenîyan û destnivîsên wan ên kevnar da hinek nav, ên ku bi
Medya kevnar va têkilîdar in, ji ber sedemên cuda, hatine guhartin û çewtkirin. Navê
Medyayê wek Marastan nivîsîne, navê medan jî – wek mar, navê yek ji padişahên Medya
kevnar Astîyag/Îştûvêgû – wek Ajdahak/Aşdahak, lê “yên ji binemala Vîştaspê xwedîyê
bi hezaran hespan” – wek “byûraspî vîşapazûn”... (ravekirina dîrokî-êtîmolojî ya van
têrmînan bi hûrbînî di Dîyarbûnê vê berhemê yên pêş me da dê bê pêkanîn)
59
neqenc û nepak ji hêla bîyanîyan va wek komike biçûk a koçerên kûvî, ên ku di bin çadiran da dijîn, hatine hejmartin...
Ewana dijîn, û hêvîya xwe dane ser rêncberî, nêçîrvanîya xwe
û, ya sereke, wana hêvîya xwe dane ser hunera xwe ya bi dest
sêwirandinê. Lê, dîsa jî, ew rewşa stemkarî ya dojehî, û wisa jî
ew talî-tengî û zêrandin, ên ku wana dîtine, nikaribûne
jîndarîya wan, wisa jî mêrxasîya wan a geş û wêrekîya cengewarîyê ya bêhempa di nav wan da bê şop tune bikin.
Helbet, wan mercên girantirîn ên jîyanê divê bandora
xwe li ser jîyana gelê kurmanc ê bedbext bihiştana, û hiştine jî,
bi rastî.
Lê, her çiqas jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî
ne, û bi xwe kêm jî mane, lê dîsa jî ewana bi taybetîyên xwe yên
bi nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên netewên gewre hene”. (rû.:5).
Û danasîna êzdîyan, a wek peyhatî û şaxekî netewek a
gewre, wek tayekî sor di vê pirtûka S. V. Têr-Manvêlyan ra derbaz dibe – ji destpêkê heya dawîyê.
Wê balkêş be, ka, gelo çima ew di pirtûka xwe da li ser
her gavekê bi baldarî diyar dike, ku êzdî peyhatîyên medan in.
Ew wisa dide nasîn, ji ber ku bi xwe, wek yek ji mirovên xwendî
yên wê demê, ewî di derbarê wê da agahîyên pêbawer ji çavkanîyên kevnar ên ermenîyan û yên ji wan kevntir jî çirpandibûne. Û ew rewşek a wane wê demê ya xwezayî bûye. Hinek
kesayetîyên ronakbîr di nav ermenîyan da hem di destpêka dewra
XX û gelek-gelek ên ji wan berî wê jî bi bawer bûne, ku kurd (di
nav wan da, helbet, wisa jî, kurdên êzdî) peyhatîyên medên kevnar in. Û agahîyên weha îro jî hene, hinek ji wan hatine weşandin,
lê hinek jî di çavkanîyên kevnar ên destnivîskî yên ermenîyan da
tên parastinû benda dema xwe ne. Em li vir tenê li çendekan ji
wan binihêrin:
“...Berbangê zû ên med hatin, ên ku ji wan ra kurd
dibêjin”.35 – Ev buyer, a ku li vir di derbarê wê da tê gotin, ango,
hatina kurd-medana ber dêra ermenîyan a Tspnê, 19-ê gulana sala
1426-an pêk hatye. Û yek jî:
Արիստակես Տևկանց, Հայերգ, Թիֆլիս, 1882, էջ 175- 180//Arîstakês Têvkants,
“Hayêrg”, Tîflîs, s. 1882, rû. 175 – 180, bi zimanê ermenî.
35
60
“... Binecîhên wî welatî, yên ku kurd in, ji wan ra med
dibêjin” (ev jî – di destnivîsa dewra XVI da).36
Agahîyên mîna van li bal ronaydarê ermenî yê navdar Xaçatûr Abovyan jî hene. Weha, di nasîyên gotara xweye “Yên
kurd” da ew dinivîse: “Çamçyan di pirtûka xwe ya “Dîroka Ermenîstanê” da (berga I, beşê 10-an, rûpel 100), hemû nûnerên
padişahê (walî) medan ên herêman bi rêzê nav dike, ji Arbûkês
heya Dîovkês, anegorî dîroknûsên yewnanî, yên wek Hêrodotos, Dîodoros, Alîkar û yên dinê, dibêje, ku yên med (ango,
kurdên kevnar) beş bi beş her komek li dora torinên xwe berev
bûne û tam ji hev cuda jîyane...”37
Ji van çavkanîyên li jorê diyar dibe, ku berî dewra XVI
ermenîyan, dema gotine med, kurd têgihîştine û dema gotine
kurd, med têgihîştine. Dibe ku pey vê ra hîç hewce jî nake, ne
mirov ji ser wê pirsê gengeşîyan bike, ne jî îzbatîyên zêde di ser
da bîne. Hemû dane li ber çavan in, ew jî di derbarê wê da dibêjin,
ku med-kurd-êzdî heman netew e. Û ev daneyana ne tenê li bal
kurdan bi xwe hatine parastin, lê her weha, di destnivîsên kevnar
ên ermenîyan da jî. Û ermenî jî yek ji wan gelan in, ên ku gelê
kurd ne ku bi gotinên hinekan naskirine, lê ewana cînarên gelê
kurd bûne, heya di hinek deveran da kurd û ermenî di nav hev da
jî mane. Û hejimara wan gelan, ên ku ji nêzîk va kurd nas kirine,
ewqasî jî ne pir e. Lê ew, ku ji bo kurdan bi xwe Medya welat û
dewleta kurdan e, di vê derbarê da li bal lêgerînerê kurd ê dewra
XX Ekrem Cemîl Paşa jî zanîyarî hene.38 Û ew jî xwezayî ye, ji
ber ku kurd bi xwe ne tenê xwe med dizanin, lê wisa jî ewana
xwe med hîs hîs kirine û îro jî hîs dikin. Û ji bo rojhilatzanê navdar ê rûs Mînorskî39 jî ew rastîyeke xwezayî bûye, ji ber ku, wek
ku tê xuyanê, agahîyên wî yên pêbawer hebûne. Agahîyên di vê
derbarê da li bal zanyarê navdar ê serdema sovêtî N.Ya. Marr40
36
Հայաստանի Մատենադարան, XVI դարի ձեռագիր, №1495, էջ.էջ. 142ա և
142բ. //Matênadarana Ermenîstanê, destnivîsa dewra XVI, №1495, rû. 142a û 142b.
37
Խ. Աբովյան, Երկերի լիակատար ժողովածու, ութ հատորով, ութերորդ
հատոր, Երեվան – 1958, էջ 284// X. Abovyan, Berevoka berheman a tam, bi heyşt
bergan, berga heyştan, Yêrêvan – 1958, rû. 284, bi zimanê ermenî.
38
Ekrem Cemîl Paşa, “Dîroka Kurdistan - bi kurtebirî”, Bruksel, 1995, rû: 231 – 234.
39
Минорский В. Ф., Курды. Заметки и впечетления, Петроградь, 1915 г., стр. 7
– 8 и далее//Mînorskîy V. F., “Yên kurd. Têbînî û bîranîn”, Pêtrograd, 1915, rû. 7 – 8 û
ji wir pêva.
40
Марр Н. Я, Избранные работы, Москва– Ленинград, 1935, том V, стр. 487//
Marr N. Ya., Berhemên bijarte, Moskova – Lênîngrad. 1935, bergê V, rû. 487, birûsî.
61
jî hene. Û li ser wê rastîyê li bal zanîyar-lêgerînerên dinê jî hîç
guman nînbûye...
Em bên ser wan bûyerên dîrokî, yên ku di jîyana êzdîyan
da pêk hatine û di pirtûka S. V. Têr-Manvêlyan a navborî da jî di
derbarê wan da agahîyên berfireh û balkêş hene.
Dîsa jî xudanê pirtûkê wê rewşê, ya ku êzdî têda bûne,
hemû hêlên wê yên rastîn têgihîştîye û, lewra jî, nikare wana bi
rêalîstî venebêje: “Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên
Êkbatanê41 – dewleta demekêye gewre (ango, Medya. – E. C.),
kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xwe ya xwezaperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên xwînrêj ên fanatîkên îslamî,
wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan, parastine. Lê, ji
ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê
ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî
ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine
pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî,
yên ku ketine hemêza muhemmedîyê. Û hemû jî weke hev ji wan
zivêr in û wan nuxsan dikin.
Kurdên ku muhemedî pejirandine, tenê cilên êzdîyan û zimanê wan parastine...” (rû. 5 – 6).
Weha, ev e dîtina Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a di derbarê êzdîyan da!
Û ya here balkêş jî ew e, bala xwe bidinê, erkdarê ola
xrîstîanîyê di derbarê êzdîyan û ola wan da xwedî dîtina xwe ya
taybet e. Ew jî ev e: “... [yên êzdî] di xewn û xiyalên ola xwezaperest a pêşîyên xwe da xwe bi zorekê parastine. ...Ewana bi
bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji van
olan in, ên ku îro desthilatdar in...”. – Û ji hêla erkdarê ola
xrîstîanîyê va nivîsîna dazanîneke weha, ew jî, di derbarê wan
da, “...ên ku ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine
pejirandin, ...hemû jî weke hev ji wan zivêr bûne û ew bêhurmet
kirine”, di destpêka dewra XX da, dema li ser bingeha ji hev
zivêrî û hevnepejirandina olî, serê mirovan dihatin firandin, mirov dikaribû helwesteke weha wêrekî, heya lehengî nav bikira.
Lê ev jî ne hemû ye. Tiştên here balkêş li pêşîya me ne...
41
Êkbatan – paytexta Medya kevnar.
62
DÎYARBÛNA PÊNCEM
“Anegorî bawerîya wan, ocax jî li ser asta
perestgehê û weke wê pîroz e, wisa jî agirê wê,
yê ku hebûna pîrozgeha wan a sereke û pîroz e.
Wek nûner û sembola ocaxê û êgir, li ser asta
here bilind a xwedayî ewana rêz û bawerîya
xwe ji bo Rojê pêşkêş dikin, û heya li ber hilatina
wê ya nebînayî tiya dibin – pesnê wê didin”.
(Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, ezdazanê
ermenî yê destpêka dewra XX)
RASTÎ, AN ÇÎROKÊN DÛRÎ HEŞ Û SEWDAYÊ MIROV?
(Cîhan – di pişt eyneya xar da)
Mîrasa berovajîkirî û lêp
Berî wê, ku dest bi analîzên dîtinên cuda yên di derbarê
taybetîyên netewî-bawerî, yên êzdîyan, çand, ol û deba wan bikim, ên ku di pirtûka S. V. Têr-Manvêlyan da hene, em di sêrî da
li wan têrmînan binihêrin, ên ku di vê berhemê da li ser her gavekê rastî xwendevanan tên.
Li jorê dîmenê giştî yê bikaranîna wan têrmîn, nav û têgehan hate dayîn, yên ku têkilîdarî ola êzdî û bîrûbawerîya wê ne.
Lê naha jî, ka em dest bi pêkanîna vebijartin-analîza dîrokîêtîmolojîya wan peyv-têrmînan bikim, ji bo ku bikaranîna
şêwazên wan ên cuda di nava tomerîyekê da bên xuyan û bên
zanîn û bi vê ra, wisa jî, rewşa lêgerînên zanistî yên di warê taybetîyên êtnîkî û bawerî yên civaka kurdên êzdî da derkeve ber
çavan. Weha, bi bingehîn, ew peyvana: mar, Marastan, Medya,
med, medyayî, Astîag û vîşapazûn.
Çima?
Ji ber ku kilîta rasttêgihîştin û ravekirina hemû dîtinên
lêpovajî û tewş ên di derbarê êzdîtîyê da di wan da veşartîye.
63
Divê bê zanîn, ku, eger mirov peyva medyayî (bi ermenî:
մեդացի//medaci) dikare bi wê şirove bike, ku kurd bi xwe ji
welatê xwe yê kevnar ra Medya gotine û îro jî dibêjin (ji vir jî medyayî), lê peyva byûraspî ji îranî (=kurdî) tê û tê wateya yê
pirhesp, ango, yê xwedîyê pir (gelek) hespan,42 Lê wateyên peyvên dinê, pêdivîya xwe bi ravekirina zanistî hene.
Çima? Ji ber ku ewana ji dîtinên lêpovajî û tewş tên, ên ku
di derbarê pêşîyên kurdên êzdî yên îroyîn – medên kevnar da di
nav gelên cînar da hatine belavkirin.
Û ji bo rewşeke weha jî sedemên obyêktîv û sûbyêktîv
hebûne...
…Têgehên bîyanî û dîtinên lêpovajî!
Divê bê gotin, ku dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê
dîroka kevnar a kurd-medan da di pirtûka S. V. Têr-Manvêlyan
da, wek ku di eyneyê da, tên xuyan.
Li vir bûyerên rêal ên dîrokî û dîtinênlêpovajî yên di derbarê wan da li hev tên hûnandin. Mirov dikare di derbarê dîroka
hevpar a kevnar a gelên vê herêmê da bersîvên rastedêr û ne yekser bibîne. Ev pirtûka biçûk, ji sernivîsa xwe heya gotina dawîyê
dikare ji bo ravekirin û ronîkirina gelek rûpelên tarî û lihevpiçikî
yên dîroka cîhana kevnar xizmetê bike.
Em bên ser wê, ku S.V. Têr-Manvêlyan beşê yekem ê
pirtûka xwe wek “Bi kurtebirî di derbarê kurmancên êzdî yên
vîşapazûn da” nav kirîye. Li vir wateya peyvebenda “kurmancên êzdî” jixwe tê zanîn, lê, gelo, peyva “vîşapazûn” tê çi
wateyê? Eger mirov wê ji zimanê ermenî wergerîne, ewê di kurdî
da bibe “yên ji tûra(nivşa) zîyê” (?! – E. C.).
Lê li vir çi karê zîyê heye? Çima kurmancên êzdî wek “yên
ji tûra zîyê” bi navkirine? Ev dîtina di derbarê kurmancên êzdî
yên medî da destpêka xwe ji ku hiltînin? Dibe ku bersîva vê pirsê
mirov divê li cîyekî, di nav êzdîyan, di bîrûbawerîya ola wan da
bigere – di zargotina gelêrî da?
Ma ne, êzdî bi xwe ji xwe ra “zarokên êgir û Rojê”dibêjin.
Byûraspî/բյուրասպի – hemberî peyvên kurdî yên pir (gelek, hejmareke mezin)
+ hesp bikin; wisa jî binihêrin: Հր. Աճառյան, Հայերեն արմատական բառարան, Ա
հատոր, Երեվան– 1971, էջ 453// Hr. Açaryan, Ferhenga êtîmolêgî ya binaxeyên
zimanê ermenî, berga A, Yêrêvan – 1971, rû. 453.
42
64
Ji bo êzdîyan ji Rojê bilindtir û ji wê pîroztir di tevahîya gerdûnê
da tiştek nîne. Tiştekî wisa bi giştî di kûrahîya heş û mejûyê hemû
kurdan da hatîye parastin. Îro piranîya kurdan dibêjin: “Em zarokên êgir û Rojê ne!”
Û ev jî di cîhana îslamî da!
Dibe ku ji ber wê jî yên misulman dibêjin: “Eger di cîhanê
de hîç misulmanek jî nemîne, her tenê wê demê kurd jî dikarin
misulman bên hejmartin!” Û ji bilî wê, ma ne, di derbarê ola
êzdîyan da gotinên S.V. Têr-Manvêlyan bi xwe di pirtûka wî ya
“Kurmanjên yêzîdî” da hene. Weha, ew çi dinivîse: “Anegorî
bawerîya wan, ocax jî li ser asta perestgehê û weke wê pîroz e,
wisa jî agirê wê, yê ku hebûna pîrozgeha wan a sereke û pîroz e.
Wek nûner û sembola ocaxê û êgir, li ser asta here bilind a
xwedayî ewana rêz û bawerîya xwe ji bo Rojê pêşkêş dikin, û
heya li ber hilatina wê ya nebînayî tiya dibin – pesnê wê didin”
(rû. 11).
Û, her çiqas S. V. Têr-Manvêlyan rastîya ola êzdî ewqasî
jî tam nayne zimên û mak nake, lê, wek prênsîp, bi giştî ew nêzîkî
rastîyê ye... Belê, wek prêsîp! Û di wê pirtûka wî ya navborî da
jî pirs hene, yên ku divê bêne nirxandin û anegorî rastîya dîrokî
bên ravekirin.
Divê bê gotin, ji bo êzdîyan ne ku Agir e ya sereke, lê, berovajî vê, Roj e. Ji bo êzdîyan Roj çavkanîya jîyanê ya bêdawî ye,
rastîya pîroz a rewana here jorîn e, lê agir her tenê pirîskeke wê
ye li ser erdê, û, ji ber wê, ew jî ji bo êzdîyan pîroz e.
Ango, di êzdîtîyê da Roj pîrozî ye, ew sembola hebûna
Xwedê bi xwe ya dîyar û li ber çavan e, lewra ku bêyî wê jiyan
nikare hebe.
Ew, ku êzdîtîyê wisa jî rojperestî nav dikin, sedema wê jî
hema di vê da ye!
Lê, dîsa jî, wek ku tê xuyanê, S. V. Têr-Manvêlyan bi hîsî
têdigihîje, ka rastîya bawerîya êzdîtîyê di çi da ye!
Û li vir, jinişkêva, zîya! Çawa dibe? Çi karê zîyê li vir heye
(bi ermenî վիշապ//višap – zîya)?
Nivîskar û lêgerînerên kurd li her cîyan û herdem gotine û
îro jî dibêjin, ku di nav çavkanîyên dîrokî da, yên ku agahî di
derbarê dîroka gelê kurd da di nav wan da hene, yên here pêbawer
yên ermenîyan e, ji ber ku, ermenî ji demên kevnar va cînarên me
bûne. Weha, di derbarê wê da nivîskar û lêgerînerê kurd ê sovêtî
65
yê dewra XX Nado Maxmûdov (Nadoyê Xudo) çi dinivîse:
“...Divê mirov di rastîya agahîyên çavkanîyên ermenîyan da bi
guman nînbe, ji ber ku ermenî û kurd ji demên kevnar va, wek
gelên cînar, bi hev ra di nav pêwendîyên here nêzîk da bûne”.43
Belê, eva nêzîkî rastîyê ye. Lê ew dane, yên ku li vir tên
lênihêrandin, li mirov ferz dikin, ku ew hinekî bi çavekî dinê li
agahî û danasînên dîrokî binihêre û dîtinên xwe yên di derbarê
bûyerên dîrokî da jinûva watedar bike.
Û, eger ev sura bê ravekirin, wê demê mirovê bikaribe
jinûva derxe zanebûnê, ka bi nêzîke (bi texmîn/kêm-zêde) di
kîjan serdema dîrokî da, li ku û çawa pêwendî û hevnaskirina ermenî û kurdan destpêbûne. Ji ber ku dîtineka vî rengî tenê dikaribû di derbarê gelekî nenas da bihata gotin, yê ku ne zêde berê
va bi wî ra pêwendî hatine danîn...
Divê bê zanîn, ku heya roja îroyîn di lêgerînên zanistî da
her tenê agahîyên bi nêzîke yên di derbarê wê da hene, ka, gelo,
ermenî kengê li wê herêmê peyda bûne. Weha, di derbarê wê da
zanîyar û rojilatzanê rûs ê navdar V. F. Mînorskîy di pirtûka
xweya “Yên kurd. Têbînî û bîranîn” da çi dinivîse: “...Her çi jî
hebe, çend dewran berî Îsa gelê ku bala me dikişîne (mabesta wî
gelê kurd e. – E. C.) di çîyayên Kurdistanê da niştecî bûye. Em
dizanin, ku herî kêm, kurd bi zimanê xwe va ne tenê arî ne, lê
wisa jî ji koma gelan a îranî ne. Ji ber wê jî, welatê wan (an zimanê wan) – bi bawerîyeke mezin li Rojhilatê ye.
Bilindbûna arîyan a yekem, mirov dikare bibêje, digihîje
destpêka dewra VII a berî Îsa, û mirov dikare bi nêzîke bibêje, ku
hema di wê serdemê da, dema medan bi hevpeymanîyên xwe ra
tevayî Asûristan ji hev belav kirin (sala 607. a berî Îsa), beşekî
mezin ê kurdan berbi rojava va livîya. Ji bo hemberhevkirinê divê
mirov bi bîr bîne, ku cînarên kurdan ên here nêzîk ên dewr û zemanan – ermenî, derdorê heman deman ji Frîgîyayê peyda bûn
û padişahtîya Ûrartû hildan (gelê bi bingehîn ji rehên cuda), li
derdorên derya Wanê bi cîh bûn. Bi wî awahî, eger rehên ermenîyan li bakûr-rojava ne, lêbelê rehên kurdan li rojhilatê ne.
Ew, wek ku bibêjî, du pêlên dijberî hev in, ên ku hatine li çîyayên
Zagrosê yên weke kelaya mitîn ketine û hatine xarê”. – Û, her
çiqas daneyên dîrokî yên weha hene, Mînorskîy peyra hinek
Մախմուդով Ն. Խ., Քուրդ ժողովուրդը, Երեվան, 1959, էջ 21//Maxmûdov N.
X., “Gelê kurd”, Yêrêvan, 1959, rû. 21.
43
66
nêrînan tîne zimên, ên ku dijî heşmendîyê û qanûnên pêşveçûnên
pêvajoyên dîrokî ne. Weha, ew dinivîse, ku, xwedêgiravî,
“...dema ermenî ji Frîgîyayê hatine padişahtîya Ûrartûyê hildane”. – Û, ya dinê jî, dîsa xwedêgiravî, “...kurdan bi berekêva
herêmên padişahtîya ermenîyan zevtkirine, ya ku dewra XI da bi
dawî bûye, ku di gelek deveran ewana ne li ser axên xwe yên resen rûniştine”.44
Pêşdîtinên Mînorskîy, ku, xwedêgiravî, ermenîyan padişahtîya Ûrartûyê zevtkirine, bi rastîyê ra di nava nakokîyê da ye:
anegorî kronologîya bûyerên dîrokî, wê demê, dema ermenî hatine Kavkasîyayê, padişahtîya Ûrartûyê êdî ji hêla Împêratorîya
Medyayê va hatibûye dagerkirin, û bibûye beşekî wê dewleta
gewre. Ji ber wê jî ermenîyan nikaribûne wê dager bikin. Û, ji
bilî wê, hîç nakeve heşê mirov, ku girseyeke penaberan bikaribûya dewletekê dager bike. Ew jî, dewleteke wisa, ya ku ji gelek dewletên herêmê yên bihêz ra serî danenîbûye... Ay, lê
bersîva pirsa duyem zelal e, kurdan bi xwe di nav hinek sînoran
da erdek dane penaberên ermenî, ji bo ku ew têda bi cîh û sitar
bibin. Ji ber wê jî ew pirs ne pêkan e...
Lê naha em binihêrin, ka lêgerînerê kurd Ekrem Cemîl
Paşa di pirtûka xwe ya “Dîroka Kurdistan bi kurtebirî” da di
derbarê wan bûyeran da çi dinivîse: “...Ermenîyan di sala 600 B.
Z. da (pirsa demê pirseke gengeşîyê ye. – E. C.) ji Trakîya45 hatin
44
Минорский В. Ф., Курды. Заметки и впечетления, Петроградь, 1915 г., стр. 6
– 7 и далее//Mînorskî V. F., “Yên kurd. Têbînî û bîranîn”, Pêtrograd, 1915, rû. 6 – 7 û jê
wê pêva, bi zimanê rûsî. Çavkanîya agahîyên Mînoriskîy yên di derbarê wê da, ku,
xwedêgiravî, kurdan bi berekêva herêmên padişahtîya ermenîyan dagerkirine…, wek ku
tê xuyanê, berhemên dîrokzanên ermenî bûne, bi taybetî jî, yên Çamçyan. Di derbarê wê
da binihêre: Խ. Աբովյան, Երկերի լիակատար ժողովածու, ութ հատորով,
ութերորդ հատոր, Երեվան – 1958, էջ 284//X. Abovyan, Berevoka hemû berheman, bi
8 bergan, bergê 8., Yêrêvan – 1958, rû. 284.
45
Dibe ku pirsên xwendevanan çê bibin, ka gelo çima Mînorskî dinivîse, ku ermenî
ji Frîgîyayê hatine, lê Ekrem Cemîl Paşa, berovajî vê – ji Trakîyayê. Pirs di wê da ye, ku
di agahîyên çavkanîyên destpêkî yên kevnar bi xwe da duwateyî heye. Weha, mînak, em
di weşana “Dîroka” Hêrodotos da çi dixwînin: “... Bi gotina makêdonîyan, heya ku
frîgîyan bi wan ra di Ewropayê da jîyane, ji wan ra brîg hatîye gotin. Lê pey hatina wan
a Asîyayê ra ewana bi guhartina cîyê jîyana xwe ra navê xwe jî guhartine, kirina frîg.64)
Ermenîyan65) jî, yên ku di dema xwe da ji xaka Frîgîyayê hatibûn, çekên wan ên frîgî
bûn…” (64) Hêrodotos li vira di derbarê wê da radigihîne, ku frîgîyan ji Trakîyayê
cuguhastî bûne. Ev cîguhêzî dema çûyîna berekên dorî ya berbi başûr û penaberîya
ermenîyan ya berbi Asîya Biçûk va pêk hatîye û bûye sedema hilweşîna padişahtîya
xêtan. Lê li vira 65) Hêrodotos dinivîse, ku yên ermenî jî, wek frîgêyan, ji Trakîayê hatine.
– Hêrodotos, Dîrok, pirtûka VII, 73).
67
Asyaya Biçûk. Di vê navê da Key Aksar Nînwa vekirand, sît
(îskît) ji Asyaya Biçûk qewirandin, Armênya, Pont ûKapadokîya
bi welatê xwe va girê dan. Ta windabûna Şahinşahîya Kurdistanê
bi destê Îskenderê Mezin, ermenî 300 sal bûn berbendên Xwehermenda Keyanîyan, ango, berbendên Şahinşahîyan Kurdan”.46
Li vir, berî ku analîza xwe bidomînim, divê têbînîyekê
bînim: wê demê Ermenîstan (Armênya) wek welat tunebûye, û,
dibe ku, li vir mabesta Ekrem Cemîl Paşa Ûrartû bûye, an jî mabesta wî herêmêke erdnîgarî (gêografî) – Armênya ye.
Wek ku êdî dîyar e, ka nasîya yekem a ermenîyan a bi kurdan ra, zû-dereng, kengê pêk hatîye, ezê vegerim ser wê mijarê,
ka ew dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê kurdan da di nav ermenîyan da çawa çêbûne.
Û bersîva pirsa “Bingeha ji bo van dîtinên lêpovajî û
tewşçi bûye?”herçiqas, mirovê nikaribe wisa hêsa bibîne,lê ji
sedî sed dê bikaribe bê dîtin, eger...
Di destpêkê da, ji bo ku wan rewş û mercên dîrokî ravebikin, ên ku ji bo dîtinên wî rengî bûne berbingeh, divê mirov, hîç
nebe, şopa wan bingehan bibîne, yên ku bûne sedema peydabûna
wan dîtinên lêpovajîkirî yên dûrî heş û sewdayê mirov ên di derbarê ola êzdîyan da. Û şopên bingehên wî şêwazî, piştî hezarê
salan, pey ewqas derbuhêrî û guhartinan ra, mirovê nikaribe wisa
hêsa bibîne.
Belê, her tişt tevlihev û li hev alyayî ye, lê, ma ne, di dîroka
mirovahîyê da hîç tiştek jî wisa hêsa derbaz nabe û hîç tiştek jî
wisa bê şop winda nabe!? Ma ne, hinek berbingehên dîrokî divê
bihatana parastin? Ma ne,di hinek cîhan da, di hinek çavkanîyên
kevnar da hinek tişt divê bihatana bimana?
Û mirovê bikaribe wan bibîne, eger bizanibe, ka divê li çi
bigere û li ku bigere! Ger wisan e, em rêya xwe bidomînin!
Di cîhana kevnar da jî teknolojîyên qirêj bi kar anîne?!
...Belê, bi rastî, dîrokê gelek tişt hiştine, yên ku gelek caran
nayên têgihîştin, û ji mirov ra sergêjî û serêşandinan tînin. Dibe
ku di derbarê rewşa agahîyan a weha da di Rûsîya Kevnar da baş
haydar bûne, ji bo wê jî li wira, ji bo ku bidin xuyanê, ku tiştekî
46
Ekrem Cemîl Paşa, Dîroka Kurdistan bi Kurtebirî, Bruksel, 1995, rû. 231 – 234.
68
çiqasî tevlihev e û nayê têgîhîştin, gotine: “Wisa tevlîhev e, wisa
di nav nehênîyan da veşartî ye, wek dîroka medên kevnar”.47
Lê carna di jîyanê da her tişt wisa ne zor û dijwar e, çiqasî
ew ji mirov va tê xuyanê. Ewqasî! Taybetîyên mirov wisan in:
carna ew hînî şaşîyan dibe, hînî rastîyên berovajî û tiştên lêp dibe
û wisa ji xwe ra dijî, heya tê jî nagihîje û guman jî nake, ku ew
jîyana wî nîne, ya ku ew pê dijî. Lê, ma ne, hinek caran, rastî vava nêzîk e, va, li rex mirov e, lê çavên mirov wê nabînin...
Lê, her çi jî hebe, dema rastîyan bi xwe pêra digihîje: bi
demê ra merc û berbingehên pêwîst saz dibin, yên ku anegorî
rewşa heyî ne, û ew rastîyên veşartî dertên ronahîyê...
Lê heya wê demê divê mirov çi bike? Jîyana xwe bi wan
dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê dîrokê da bidomîne? Jiyana
xwe bi wan lêpîyan dagire, yên ku wek berekî (zinar) gewre li ser
rewanê wî giran bûne?
Ma ne, di çavkanîyên dîrokî yên kevnar û dîroknûsîyên
cuda da gelek agahîyên giranbuha hatine parastin, û piranîya
wana jî heya naha nehatiye ravekirin? Ma ne, di wan da gelek
agahî veşartî ne, û mirov nikare kilîta ravekirina wan bibîne?
Carna mirov çerx dide, li dorê dizivire, lê digere, lê di heman
demê da, rastî, va-va ye, li cîyekî pir nêzîk e, û her tenê dimîne,
ku ew çavê xwe li ser wan rastîyan veke û bibîne!... Lê!
Ji bo destpêkê em binihêrin, ka di dîroka kevnar da çi heye,
û, ka bi alîkarîya wan agahîyan, mirov êdî çi dikaribû bidîta...
Belê, ji dîrokê gelek tişt li me ne dîyar in, lê ew, çi ku
hatîye parastin, ew jî têrê dike, ku mirov lêgerînan berfireh bike.
...Û, ji ber ku kurdên êzdî peyhatîyên netewa medî ne, çarenûsa pêşîyên wan, bi xwezayî, ji wan ra wek mîrasekê maye.
Mîrasa wan medan, ên ku bi xayîntî ji her tiştê xwe bêpar mane:
dewlet, desthilatdarî, hebûn, nav... Û ji ber wê jî di jîyana wana
da şer û şiltax û derew li wan hatine hev, yên ku heya îro ji wan
qut nabin û tavetîyê nadine wan û nahêlin, ku ew cîyê xwe yê
hêja di vê cîhanê da bigirin.
Eger em li hinek alîyên taybet ên dîroka medên kevnar binihêrin û emê tevahîya wê bêdadîyê têbigihîjin, ya ku li hemberî
47 МамоянА. Д., Грамматические категории существительного и основы индоевропейского праязыка в курдском, Санкт-Петербург, 2007, стр. 13. //Mamoyan A.
D., Taybetmendîyên rêzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê
hindewropî di kurdî da, Sankt-Pêtêrbûrg, 2007, rû. 13.
69
êzdîyan pêk hatîye û îro jî pêk tê... Di çavkanîyên dîrokî da agahî
gihîştine me, ku navê padişahekî Medya Kevnar Vîştasp(a) bûye.
Û ji hêla dinê va em dibînin, ku ermenîyan kurd (di nav wan da,
helbet, wisa jî, kurdên êzdî) wek payhatîyên medên vîşasapazûn
dizanin, ango, peyhatîyên medên ji reha zîyê. Ma gelo ev ne lêpovajîkirina nasnavê Vîştasp e, navê padişahê Medya Kevnar?! Û,
li ber çavan e, ku dîtinên lêpovajî û tewş, an jî têgihîştina ne rast
a wê peyvê bi xwe jî hema ji vir tên!
Dema mirov wan agahîyan, yên di bin destê wî da hene, û
wisa jî encamên analîzan hemberî hev dike, dertê holê, ku ew
peyv, di rastîya xwe da, tu pêwendîyeke xwe bi peyva ermenî ya
վիշապ//višap– zîya ra nîne.
Li vira karê me bi navê padişahê Medya kevnar – Vîştasp
(Kîaksar) ra heye. Mabesta ermenîyan kurd bûne – wek nivş an
peyhatîyên Vîştasp. Ma ne,eger mirov bi heşmendî ravebike,
rastî bi xwe jî ev e: ermenîyan kurd wek peyhatîyên (nivşên)
medan ên ji binemala Vîştasp zanibûne!..
Berî wê, ku evê nêrînê bi heşmendî bigihînin dawîya wê,
em serî li çavkanîyên kevnar bixin. Di sêrî da em li vir daneyên
dîrokî bînin, ên ku li ber destê me hene: Vîştasp – di zimanê
Avêstayê da Kavî Vîştasp; di farsîya navîn da Key-Vîştasp; di
farsî da Gûştasp an Goştasp) – Padişahê Medya kevnar. Nîgara
wî di wêjeya îranî da heye, li vir ew wek mirovekî nîvesfanewî
dane xuyanê, wek hevdemîyê Zerdeşt Pêxember. Ewî Zerdeşt
Pêxember hildabûye bin sîwan û parastina xwe.48 Wek ku
lêgerîner govanîyê didin, navê wî wisa jî car-caran di “Gatan” da
tê bîranîn...
Di destnivîsên kevn da Vîştasp wek padişahekî îdêalî didin
xuyan, wek têkoşerê ji bo bawerîya rastîn û dadwerîyê, bi taybet
jî di derbarê lehengîya wî ya leşkerî da tê gotin; ... lê di hinek
destnivîsan da wî wek mirovekî çavnebar û bêsewda didin
xuyan...
Eger em van agahîyên di derbarê Vîştasp da hemberî wan
agahîyên di derbarê padişahê dawîyê yê Medyayê – Îştûvêgû/
Astîyag bikin, yên ku di dema xwe da bavê dîroknûsîya ermenîyan Movsês Xorênatsî “di pirtûkeka keldanîyan da xwendibûye” (di vê derbarê da wê li jêrê bi hûrbînî bê gotin!), û wê
48 Ричард Фрай, Наследие Ирана, Москва, 1972 г., стр. 62 – 63.//Rîçard Fray,
Mîrasa Îranê, Moskova, 1972, rû. 62 – 63.
70
diyar bibe, ka dîtinên lêpovajî û tewşên di derbarê wan da çiqasî
mînanî hev in.
Di çavkanîyên kevnar da agahîyên balkêş ên pêbawer
hene, ku Kavî Vîştasp di “Avêstayê” da wek dostê Zerdeşt
Pêxember hatîye navkirin, yê ku rabûye ser rêya rastîyê û li dû
bawerîya Yê Rizgarîdar çûye.
Weha, di “Gatên Zerdeşt” da çi tê gotin:
“Divê mirov berê pêşin dostê wisa baş nas bike?– Zerdeşt
Pêxember bi xwe pirsa hrêtorîk dide û bi xwe jî bersîva wê dide:
– Helbet, ew piştovanê padişahî ye, ew serok (kavî) Vîştasp e.
Ez bi pesnbêjîyên Ahûra-Mazda û bi Ramana Qenc ji bo
wî dibêjim”.49
***
“Wisa Kavî-Vîştaspa
Bi Desthilata vê yekîtîyê gihîşt,
Li ser rêya rastîya Bîrûbawerîyê
Bi Zanînên Qenc derdikete pêş:
Bila Mazda Ahûrayê pîroz
Ya me bi rayê xwe bîne sêrî!”
…
Kavî-Vîştaspa padişahê yekem bûye, yê ku li Zerdeşt
Pêxember xwedî derketîye û Bîrûbawerîya wî di nav gel da belavkirîye”.50
***
“Weha bila ewana,
Ên ku ji bo pesnan amade ne,
bi gotin û karên xwe va,
Xizmeta dirozga Mazda bikin:
49
Гаты Заратуштры. Перевод с авестийского, вступительные статьи,
коментарии и приложения И. М. Стеблин-Каменского, Санкт-Петербург, 2009,
с.123.//Gatên Zaratûştra. Wergera ji zimanê avêstî, gotarên pêşekî, şirove û pêvek ên Î.
M. Stêblîn-Kamênskîy, Sankt-Pêtêrbûrg, 2009, rû. 123.
50
Di heman cîyî da, rû. 153; Di derbarê pêwendîyên Zerdeşt pêxember û Kavî
Vîştasp da bi hûrbînî: Ezîz ê Cewo, “Zerdeşt pêxember: gelo em her tiştî di derarê wî da
dizanin?” – http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/zerdeşt_p_êxember_gelo_em_her_
tiştî_di_ derbarê_wî_da_dizanin ; http:// www.amidakurd.net/qunciknivis/zerdeşt_p_
êxember û wisa jî rojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên 55 - 57 – http://www.penusanu.com
71
Vîştaspa – Kavî bi lawê
Spîtama Zerdeşt ra
û Fraşaoştra jî bi wî ra –
bi rêyên rast ên bawerîya
Rizgardar va herin, bila,
WekAhûra diyar kirye”.51
Wek ku tê xuyanê, hem di “Avêstayê”, hem di çavkanîyên
farsîya navîn da navê padişahekî Medya kevnarwek Vîştasp(a)
hatibûye nivîsîn. Lê êdî di farsîya nûda ew nav wek Gûştasp an
Goştasp rastî mirov tê. Ev nav di pêvajoyên çawa ra derbaz bûye,
ku ji şêwazê Vîştasp, ê ku ji zimanê Avêstayê derbazî farsîya
navîn bûye, bi şêwazê Gûştasp (Goştasp) gihîştyefarsîya nû, zanistê hê bersîva wê nedîtîye, lê sedî sed dîyar e, ku wê demê,
dema ermenîyan ew nav ji çavkanîyên bi farsîya navîn nivîsîne,
yan jî ji axavtina rojane hildane, şêwazê wî navî Vîştasp bûye.
Wê demê ev tevlihevî ji ku tê?
Divê bê zanîn, ku ji hêla derbirinê (gotinê) û bihîstinê va
navê padişahê Medya Kevnar – Vîştasp û peyva ermenî ya
վիշապ// višap, ango, zîya, hinekî nêzîkî hev in. Peyva ermenî
ya վիշապ//višap ji zimanê pehlewî (farsîya navîn) hatîye hildan
û di zimanê ermenî da zîyê dide zanîn.52 Ango, wek ku tê xuyan,
bi wateya zîya di zimanê ermenî da tenê peyva վիշապ//višap
heye, ya ku tenê dema bihîstinê mîna an nêzîkî navê padişahê
Medyayê – Vîştasp dibe (di zimanê Avêstayê da Kavî Vîştaspa,
di farsîya navîn da Kêy-Vîştasp...).
Ew nêzîkahîya wan a bi sazîya deng tiştekî bûyerî ye (tesedûf), ew bi bingeha xwe va du peyvên ji hev cuda ne. Û ew, ku
peyva վիշապ//višap û navê padişahê Medya Kevnar – Vîştasp
tevî hev kirine, wisa jî bandora çîrok û gotinên cihêreng ên dûrî
heş û sewdayê mirov û bêwate yên farsan hebûye. Û ewana rola
xwe ya pir ne baş lîstine. Di derbarê van da gelek daneyên bi wate
di “Dîroka Ermenîstanê” ya Movsês Xorênatsî da hene (bi
hûrbînî di vê derbarê da – paşê!). Li vir, dibe ku zanînên taybet
ênêtîmolojî pêwîst nekin, ji bo ku mirov bikaribe,
Di heman cîyî da, rû. 157.
Աճառեան Հր., Հայերէն Արմատական Բառարան, 1926, թ., հ. 4, էջ 341.//
Açaryan Hr. Ferhenga êtîmologîya binaxeyên zimanê ermenî, 1926, berga 4, rû. 341.
51
52
72
cudahîya di navbera wan herdu peyvan da têbigihîje.
Hemû li ber çavan e: mînahevkirina peyva ermenî ya
վիշապ//višap û navê Vîştaspê padişahê Medyayê, encama ji hêla
bihîstinê va mîna hevbûna herdu peyvan bûye, û, ji bilî wê, wek
ku êdî li jorê jî hate gotin, di wê da, wisa jî çîrok û gotinên dûrî
heş û sewdayê mirov û bêwate yên farsan rola xwe ya neyînî
lîstine.
Ji van gotinên jorê, çi dertê holê? Ma, ev nade xuyan, ku
navê Vîştaspê padişahê Medya Kevnar tu pêwendîyên xwe bi
peyva ermenî ya vîşap//վիշապ//višap ra nîne, ya ku ji zimanê
pehlewî derbazî nava ermenî bûye, rasttir dibû, ku mirov bigota,
ermenîyan ew peyv ji pehlewî hildaye û di zimanê xwe da bikaranîye. Û ji ber wê jî, ya rast ew e, ku ew peyv, a ku li jorê di
derbarê wê da hate gotin, ne ku vîşapazûn (վիշասպազուն//
višaspazun), lê vîştaspazûn (վիշտասպազուն//vištaspazun)
bûye, ango, yên ji tûra (nivşa) Vîştasp ê padişahê medan, ango,
peyhatîyên medan. Û, wek ku tê xuyan, her paşê, hê dereng, ji
ber ku ew herdu peyv ji hêla bihîstinê va mînanî an nêzîkî hev
in, evê yekê rola xwe di zûkirina pêvajoya dengguhartinê da
lîstîye: ji peyva Vîştasp dengê ‘t’ werîyaye-ketîye, û ev peyv wek
Vîşap hatîye pejirandin.
Bi vî awayî, piştî vê dengguhartinê peyva ermenî ya
vîşap//վիշապ//višap û peyva Vîştasp// Վիշտասպ//Vištasp di
heşê ermenîyan da bi hev ra bûne yek.
Jixwe, wek ku min êdî li jorê hatye gotin, dikare ji bo vê
guhartinê bandora çîrokên farsan ên di derbarê padişahê Medyayê da jî hebe.
Eger mirov li vir dikare bibêje, ku bi demê ra ev herdu
peyv di zimanê ermenî da bi wateyekê hatine mînahevkirin û wek
peyvekê hatine têgihîştin, lê di pirsa peyvên Astîyag//Îştûvêgû
(navê padişahê dawîn ê Medya kevnar) û peyva eremenî ya ajdaha//աժդահա//aždaha rewş cuda ye. Ji ber ku di nav ermenîyan da bi kevneşopîyane bandora wateya peyva vîşapazûn
êdî rehên xwe avîtibûne, lewra jî, di nava wana da Astîyag// Ajdahak bi xwezayî wek vîşapazûn hatîye dîtin...
Li ber çavan e, ku li vir jî şopa bandora çîrokên nebînayî û
dûrî heş û sewdayê mirov li ser ermenîyan li ber çavan e. Lê ev
êdî bi navbeyndarî pêk hatye, bi rêya dîtinên lêpovajî û tewş ên
73
di derbarê medan da, yên ku berî wê çêbûne û êdî di nav gel da
cîyê xwe girtibûne.
Balkêş e, ew dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê medan
da destpêka xwe ji ku hiltînin, gelo?
Ji bo wê, ku mirov daneyên pêbawer bibîne, yên ku vê
nêrînê piştrast bikirana, hêja ye, mirov wisa jî serî li çavkanîya
kevnartirîn a dîroka ermenîyan bide, ya ku di sedsala V a serdewrana me da hatîye nivîsîn. Ew jî “Dîroka Ermenîstanê” ya
Movsês Xorênatsî ye.
Di vê serkanîya dîroka ermenîyan da çîrokeke farsan
(mîf//efsane) heye, ya ku Xorênatsî bi xwe wê wek gotinên
bêwate û bêkêr dihejmêre...
Di vê çîrokê da tê gotin, ku yên med (=kurd) – ji tûra zîyê
ne (ji zîyan çêbûne)... Û, her çiqas jî, ku bi xwe Movsês
Xorênatsîyê bavê dîroka ermenîyan di wê berhema xwe da di derbarê bêwateyî û bêkêrîya van çîrokan da dinivîse, lê, dîsa jî, di
dîroknûsî û dîrokzanîya ermenîyan da heya îro jî van agahîyan ji
xwe ra wek bingeh dibînin (?!)...
Lê, gelo, mirovê nikaribe rastî û nerastîyê ji hev vebijêre?
Em bala xwe bidinê, ka çi çavkanîyên dîrokî hene û di wan
da çi dane û agahî hatine parastin û gihîştine rojên me!
Weha, di dawîya pirtûka yekem a “Dîroka Ermenîstanê”
da (ew ji sê pirtûkan pêk tê) Movsês Xorênatsî mîfeke (çîrok//
efsane) farsan, bi sernivîsa “Di derbarê Ajdahakê Byûraspî da”,
di pêvekê da danîye.
Her çiqas, “Dîroka” Movsês Xorênatsî bi xwe, wek ku bi
giştî dîrokên kevnar ên gelên cîhanê yên dinê jî, li ser bingeha
mîf û lêgendan hatine nivîsandin, lê dîsa jî helwesta wî bi xwe li
hember vê mîfa farsan a “Di derbarê Ajdahakê Byûraspî da”
balkêş e.
Weha, em binihêrin, ka bavê dîroka ermenîyan bi xwe çi
dinivîse:
“Ev çi xwestek e, gelo, ku tu li hember wan mîfên bêkêr û
bêcûre yên di derbarê Ajdahakê Byûraspî da didî pêş?
An jî, tu ji bo xatirê çi me bi van çîrokên farsan ên bêwate
û bêtem va mijûl dikî, an çêtir e, mirov bibêje – bi wan çîrokên
di derbarê qencîyên wî yên ne qenc da, di derbarê wê da, ku
dêwan xizmeta wî kirine, ku ewî nikaribûye rastîyê û derewan ji
hev cuda bike, ku dêwan sergirkên milên wî maçkirine, û ji
74
wanzîya derketine... 53
....
Çi pêdivîya te bi van çîrokên bêwate heye54, an jî tuyê çi ji
van gotinên bêwate û bêkêr bikî? Ma, gelo, ev mîfên yewnanîyan
in, ên ku bêhempa ne, çê û bi wate ne, û di wan da rastî veşartî
ye? Lê tu dibêjî, ku em bêwatehîya wan watedar bikin û şêwazekî
bidin bêşêwazîyên wan. Ez heman tiştî dubare dibêjim te, çi
pêdivîya te bi wan heye? Û ev çi daxwezî ye –tiştê ku kesek
naxwaze, tu dixwazî û karê me giran dikî? Lê em dibêjin, ku ev
xwestekên te ji temenê te yê ciwan û ji wê tê, ku tu hê tam negihîştî. Ji bo wê jî, bila li vir jî em xwesteka te pêk bînin û armanca
te bînin sêrî.
...Ji bilî tiştê dinê yên ne pêkan, yên ku me ji bo te anîn
sêrî, emê vê jî bikin. ...îro ez peyv û gotinên wan bi destê xwe
dinivîsim, ên ku em ji wan nefret dikin, heya mirov ji dengê wan
jî zivêr dibe: – ez wateyê didim tiştên wan ên bêwate û bûyerên
wan ên pir kevn, ên ku ew bi xwe jî tê nagihîjin, weha, ez şirove
dikim, her tenê bila dilê te şad bikim an karekê bigihînim te. Lê
tu divê nefreta meye li hember wan gotegotan bizanibî, lewra jî
me di pirtûka xwe yekem da cîh neda wan, ne jî di beşê dawîyê
da, lê em ewê di cîhekî dinê yê cuda da datînin. Û ezê weha
destpêbikim.
…Min ev di pirtûka keldanîyan da dîtîye... Ewî (Astîyag//
Ajdahak//Աժդահակ. – E. C.) gotîye, ku divê hemû fêrî jîyana bi
şêwazekî hevbeş bibin, ku divê hebûna kesekî ya cuda nînbe, lê
53 Ew xwendevan, ên ku bi “Dîroka” Movsês Xorênatsî ra nas in, dibe ku gotinên ku
ew pirtûka xwe pê destpêdike, tên bîra wan. Weha, ew çi dinivîse: “Min di daxweza te ya
bêhempa da ew diyarîya qencî û dilovanîya xwedayî ya bêdawî, a li ser te da hatîye, û
bandora rewanî ya bê rawestan li ser ramanên te dîtin, dema min ji dîdara te zêdetir
rewanê te nas kir, ev daxwaza te (ya nivîsîna “Dîroka Ermenîstanê”. – E. C.) nêzîkî
xwesteka dilê min e jî û ji wê zêdetir – ew mijûlîyeke rojane ye ji bo min. Ji bo wê jî dive
ne ku tenê pesnê te bê dayîn, lê wisa jî dua li te bê kirin, ku tu her wisa hebî”. – Movsês
Xorênatsî ev gotin ji bo Sahak Bagratûnîyê serfermandar û serdarê Ermenîstanê yê dewra
V (piştî bûyîna Îsa), nivîsîne. Sahak spartibûye wî, ku ew “Dîroka Ermenîstanê” binivîse.
Ji bo wê Xorênatsî di têksta “Dîrokê” da dem bi dem bi şirove û daxwîyanîyên cihêreng
berbirî wî dibe...
54
Di wergera rûsî ya pirtûka Movsês Xorênatsî ya “Dîroka Ermenîstanê” da peyva
ermenî ya առասպել//araspel, a ku tê wateya mîf (efsane), wek lêgend hatîye wergerandin. Lê, ji ber ku, wergera wê peyvê ya vî rengî di vê kontêkstê da ne anegorî wateya
peyva ermenî ya առասպել//araspel e, ji vir û pêva di wergera kurdî da li şûna peyva
lêgênd wê ya mîf//efsane ya orîjînalê bê bikaranîn.
75
divê her tişt ji bo hemûyan giştî-tomerî be. Her gotineke wî, her
karekî wî vekirî, li ber çavan bûye. Tu ramanên wî yên bi dizî û
veşartî nînbûne, û her tiştê ku di dilê wî da hebûye, ewî li ber
hemûyan vekirî anîye zimên: û ewî biryar girtibûye, ku mafê dostan heye, şev û roj bikevin bal wî û derên. Û ev jî, wek ku tê gotin,
qencîya wî ya neqenc bûye”.55
Balkêş e, ne?!
Ma ev di dîroka cîhanê ya kevnar da çi ne mînaka yekem
a ramana komûnîzmê bûye?
Û di pêveka pirtûka xwe ya “Dîroka Ermenîstanê” da
Xorênatsî bi awayekî cudabêjî berbirî piştovan û sparîşdayê xwe
– Sahak Bagratûnî dibe. Û, wek ku ji têkstê tê xuyan, ji bo
nivîsîna çîroka farsan a di derbarê Ajdahakê Byûraspî da, Sahak
Bagratûnî li wî ferz kirîye, lê Movsês Xorênatsî bi xwe bêyî dilê
xwe ew pêk anîye. Wek ku ew bi xwe dibêje, ewî li berxwe daye,
nexwestîye binivîse: “…Çi pêdivîya te bi van çîrokên bêwate
heye, an jî tuyê çi ji van gotinên bêwate û bêkêr bikî?...Ez tiştên
wan ên bêwate û bûyerên wan ên pir kevn, ên ku ew bi xwe jî tê
nagihîjin bi wate dikim”, – ew naveroka vê çîrokê bi giştî vedibêje, lê paşê, dîsa jî şêwazekî wê çîrokê yê dinê di pirtûka xwe
da datîne, yê ku ewî “... di pirtûka keldanîyan da dîtibûye...”
Belê, li vir, tuyê bibêjî, her tişt hatîye gotin, tenê dimîne,
ku mirov van hemûyan rast têbigihîje û rast jî ravebike. Her
çiqasî jî, Movsês Xorênatsî bi xwe vekirî dibêje, ku ew neçar
bûye, ewan “peyv û gotinan binivîse, ên ku ewî bi xwe ji wan
nefret kirine, heya ji dengê wan jî zivêr bûye”. ... Ku ew ji bo wê
“tiştên wan ên bêwate û bûyerên wan ên pir kevn, ên ku ew (fars)
bi xwe jî tê nagihîjin, bi wate dike”, her tenê ew bi dilê Sahak
Bagratûnî be, an kêrî wî bê. A, ev e, lêytmotîva nivîsandina wê
mîf-çîrokê! Û paşê, ew axavtina xwe bi wateyî, bi awayekî dinê
didomîne, bi Sahak Bagratûnî ra dikeve nava gengeşîyê û nêrîna
xwe di derbarê wan hemûyan da dibêje: “... Çi pêdivîya te bi van
çîrokên bêwate heye, an jî tuyê çi ji van gotinên bêwate û bêkêr
bikî? Ma, gelo, ev mîfên yewnanîyan in, ên ku bêhempa, çê û bi
wate ne, û di wan da rastî veşartî ye? Lê tu dibêjî, ku em ewên
55 Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան – 1981, էջ 107 – 113//
Movsês Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Yêrêvan – 1981, rû. 107 – 113, bi zimanê
ermenî.
76
bêwate bi wate bikin û şêwazekî bidin bêşêwazîyên wan. Ez heman tiştî dubare dibêjim te, çi pêdivîya te bi wan heye? Û ev çi
daxwezî ye –tiştê ku kesek naxwaze, tu dixwazî û karê me giran
dikî? Lê em dibêjin, ku ev xwestekên te ji temenê te yê ciwan û ji
wê tê, ku tu hê tam negihîştî. Ji bo wê jî, bila li vir jî em xwesteka
te pêk bînin û armanca te bînin sêrî”.
Dibe ku Movsês Xorênatsî wê demê serva jî neçûbe, ka
Sahak Bagratûnî ji bo çi wisa bi biryar ferz dike, ku ew wê çîrokê
binivîsin. Dibe ku xwesteka Sahak ne ji wê tê, ku“temenê wî yê
ciwan bûye, û hê tam negihîştî bûye”? Ma ne ew serbaz û rêvebirek bûye. Û, ger wisan e, divê ew siyasetmederekî pispor û
dûrdîtî bûya jî! Lê, eger Sahak, wek siyasetmedar, têdigihîje, ku
ev çîrok, ên ku dûrî heş û sewdayê mirov in, di rastîya xwe da,
Qurûş ê II bi terefdarên xwe va dema amadekirina derbeya dijî
kalikê xwe – padişahê dawîyê yê Medyayê Astîyag//Îştûvêgû
//Ajdahak ji ber xwe derxistine û di nav gel da belav kirine?! Lê,
eger, pêwîstîya Sahak bi xwe jî bi wan hebûye – di hinek armancên xwe yên siyasî ên dûredirêj da?
Pirs in, pirs in, pirs in, pirs!
Dibe ku bersîva van û pirsên dinê lêgerînerên pêşerojê wê
hê paşê bikaribin bibînin?
Lê, dîsa jî, gelo mirov li vir çi dikare bibêje? Bibêje, ku di
nivîsa Movsês Xorênatsî da her tişt zelal e û mirov têdigihîje!?
Ez dibêjim, na, ev jî ne bersîveke tam e! Xorênatsî di navbera
rêzên nivîsa xwe ra bi lîstika peyvan (peyvlîstik – wordplay)
helwesta xwe li hember wan çîrokan diyardike. Ew wê rastîyê
derdixe holê, ya ku, wek ku ew bi xwe dibêje, ewî “di pirtûka
keldanîyan da dîtibûye” û, wek ku di beyt-serhatîyên mêrxasîyê
(lêgênd) da dibe, bi cudabêjîyan (alegory), biawayekî sergirtî
rastîyê radigihîne.
Weha, va ye ew rastî, ya ku ewî ji me ra hiştye:
“... Ewî (Astîyag// Ajdahak//Աժդահակ. – E. C.) gotîye,
ku divê hemû fêrî jîyana bi şêwazekî hevbeş bibin, ku divê
hebûna kesekî ya cuda nînbe, lê divê her tişt ji bo hemûyan giştîtomerî be. Her gotineke wî, her karekî wî vekirî, li ber çavan
bûye. Tu ramanên wî yên bi dizî û veşartî nînbûne, û her tiştê ku
di dilê wî da hebûye, ewî li ber hemûyan vekirî anîye zimên: û
ewî biryar girtibûye, ku mafê dostan heye, bi şev û roj bikevin
bal wî û derên.
77
Û ev jî, wek ku tê gotin, qencîya wî ya neqenc bûye”.56
Ma ev yek ji mirov ra çi dibêje? Ev hemû tê çi wateyê?
Ma, gelo, ev nabêje, ku Movsês Xorênatsî her tişt dizanibûye,
lêbelê, hewl daye, anegorî derfetên heyî, hem yê sparîşdayî (Sahak Bagratûnî) nexeydîne, hem jî bi cudabêjîyekê (alegory)
rastîya tiştan ragihîne, bi wê hêvîyê, ku xwendevanê bi xwe wê
bibîne û têbigihîje. Û, eger mirov vê gotina Movsês Xorênatsî ya
“Û ev jî, ... qencîya wî ya neqenc bûye”, ya ku li jorê behsa wê
hate kirin, rast têbigihîje, qey bibêjî, ew berê xwendevan dide
rasttêgihîştina gotinên xwe. Lê, heyf, piştî 1500 salî, ewên ku
weşana rûsî ya vê peykera dîrokî amade kirine, ev hemû her tenê
wek “peyvlîstik” nav kirine. Wiha, di nasîya 179-an a vê çîrokê
da ew çi dinivîsin: “Bûyerên...nebûyî” –“ragîhandineke bi
lîstika peyvan a mîna orîjînalê ye”.– wergêr wan hemûyan wiha
ravedike û peyra jî di heman beşê wergerê da tiştên weke van
gotinan dinivîse:“qencîya neqenc”, “ji rê derxistina yên jirêderketî”, “tiştên bê şêwaz bi şêwazkirin” û wana wek lîstika peyvan
dide zanîn... Lê di rastîya xwe da ev hemû hema wisa “lîstika
peyvan” nînin, di bin her gotineke weha da ji bo xwendevanê
dûhatûyê peyamek veşartî heye...
Belê, ev wisa ye! Lê, dîsa jî, mirov dixweze têbigihîje, ka
gelo tevlihevkirina têgehên Ejdaha (bi ermenî: աժդահա//
aždaha) û zîya di ermenî da destpêka xwe ji ku hiltîne? Dikare ji
peyvebendên աժդահա օձ//aždaha oj (marê gewre) û աժդահա
վիշապ//aždaha višap (zîyayê gewre) be? An, dibe ku, dîsa jî, ne
tenê ev be, lê wisa jî, ew di bin bandora çîrokên farsan da pêk
hatibe?!
Dibe ku, paşê wateyên wan peyvan hatibin berovajîkirin,
û ew bi wî awayî derbazî farsîya nû jî bûne? Ji ber ku, peyva
ejdaha//ājdaha// اژدهاdi farsîya nû da zîya dide nasîn?57 Helbet,
hê divê êtîmolojîya peyva ejdaha//ājdaha// اژدهاdi vî zimanî da
bê azurûkirin, zelalkirin. Ma ne, eger farsîya nû dumahîya farsîya
navîn e (pehlewî), û di farsîya navîn da jî ji bo danasîna wateya
“zîya” peyva vîşap//višap hebûye, wê demê, bi heşmendî, divê
wisa jî di farsîya nû da vîşap//višap bûya? Û li vir pirs dertê hole:
“Bi çi awayî peyva farsîya navîn a vîşap//višap di farsîya nû da
Li nasîya 55an binihêrin.
словарь, под редакции Ю. А. Рубинчика, Москва, 1970 г.,
стр. 70// Ferhenga farsî-rûsî, bi rêdaksîona Yû. A. Rûbînçîk, s. 1970, rû. 70.
56
57Персидско-русский
78
bi peyva ejdaha//ājdaha// اژدهاhatîye guhartin? Dibe ku ev hema
ew buyer e, dema makdêr (atribute) li şûna makber (determined)
tê bikaranîn?”
... Lê, her çi jî bûbe, peyva ajdaha//աժդահա//aždaha di
zimanê ermenî da hîç demekê jî bi wateya zîya nehatîye bikaranîn. Ew timê bi wateya mezin, pir mezin, gewre, tîtan, dêw
hatîye bikaranîn. Û îro jî mirovê bikaribe vê peyvê bi van wateyan va di ferhengên ermenî yên kevn û nû da bibîne.58
Û, eger wê demê gotinên Movsês Xorênatsîyê bavê dîroka
ermenîyan rast hatibûna têgihîştin û ravekirin, îro rewş dê ji
binva cûrekî dinê bûya.
... Û, agahîyek a dinê ya balkêş jî: binihêrin, her çiqasî jî
wergêrên “Dîrokê” û xudanê wê – Movsês Xorênatsî nûnerên
sazîyên civakî yên cuda bûne, 1500 sal di navbera wan da heye,
ew mirovên serdema sosyalîzma sovêtî bûne, lê dîsa jî şopên
terbe-toreya rewanî ya dîrokî li ser wan tê xuyanê... An, li vir
sedemek a dinê veşartîye?...
Lê, heyf, wek ku daneyên dîrokî govanîyê didin, di dîroka
mirovahîyê da gelek tişt berovajî rastîya heyî tên pêkanîn. Wisa
jî vê carê, di nava tevahîya pêvajoya dîrokê da li ser bingeha wan
çîrok û gotegotan dîtinên lêpovajî û tewş di derbarê netewekê da
ragîhandine. Mirov dikaribû bigota, ku li ser bingeha dîtinên wî
cûreyî şer û şiltax û buxdan li wê netewê gilî kirine kirine. ...Û
ev buxdan û derewana wisa jî bi çewtdîtinek a dinê va hatine
xurtkirin.
Û bi demê ra hem derdor, hem jî peyhatîyên medan
(kurdên êzdî) bi xwe hînî wan dîtinên lêp û berovajîkirî bûne.
Wiha, anegorî kevneşopîyên wî cûreyî û li ser bingeha wê
mîrasê, wisa jî lêgerînêrekî ewqasî keddar, kesayeteke bi piralî
pêşkevtî yê dema xwe, Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan jî hinek
nirxandinên xwe li ser bingeha wan dîtinên lêpovajî û tewş ava
58
Մալխասեանց Ս., Հայերեն բացատրական բառարան, Երևան, 1944 թ. հ.
I, էջ 15// Malxasyants S. “Ferhenga ermenî ya ravekirinî”, Yêrêvan, 1944, berg I, rû.15;
Սուքիասյան Ա., Հայոց լեզվի հոմանիշների բառարան, Եր., 1967, էջ 17//
Sûkîasyan A., “Ferhenga sînonîmên zimanê ermenî”, Yêr., 1967, rû. 17; Հայ-ռուսեսրեն
բառարան, Ե. Գալստյանի խմբագրությամբ, Եր., 1987, էջ 5.//Ferhenga ermenî-rûsî,
bi rêdaktsîona Yê. Galstyan, Yêrêvan, s. 1987, rû. 5.; Ժամանակակից հայոց լեզվի
բացատրական բառարան, Ա. Ղարիբյանի խմբագրությամբ, Երեվան, 1969, էջ
12. //Ferhenga ravekirinî ya ermenîya hemdemî, bi rêdaksîona A. Xarîbyan, Yêrêvan,
1969, rû. 12.
79
dike, her çiqas jî, ew bi xwe dinivîse, ku “... dem bi dem di derbarê wan da agahîyên serra-berra hatine dayîn, lê, sed heyf û
mixabin, ew agahî li ser bingeha dîtinên lêpovajî û tewş û têgîhiştinên şaş hatibûne avakirin...” – Ango, nêrîna wî bi xwe ji binva
cuda bûye, lê, dîsa jî ew tiştên wisa dinivîse.
Çima, gelo? Dibe, ji ber wê, ku:
a -ji bo analîz û nirxandinan tenê ew çavkanî li ber destê
wî hebûne, yên ku di nav ermenîyan da xwedî giranîyekê bûne û
b - dîsa jî ew lawê serdema xwe bûye, û çîrokên dûrî heş
û sewdayên mirov û yên nebûyî û nebînayî yên bi wî rengî di nav
sazîya terbe-toreya wî ya rewanî û perwerdeya wê demê da rola
xwe ya berbiçav lîstine.
Weha, yek ji wan şaşîyan: di beşê “Ravekirina êtnonavê
marên vîşapazûn” ê pirtûka xwe da (rû. 38) ew dinivîse: “Mar
– di gelek zimanan da, wek ku di kurdî da, wisa jî di farsî û ermenî da, tê wateya odz//օձ//oj (ev peyva ermenî hemwateya
peyva kurdî ya mar e– E. C)....”. Û Têr- Manvêlyan mînakan
tîne, ku çawa ermenîyan di jîyana rojane da peyvên “şah-mar” an
“çêjika şah-maran” bi kar anîne: “...bi van gotinan ermenî an nifirîyan li bûkên xwe yên zimandirêj dikin, an jî zarokên nehs (nesitirî/ netevitî) ditirsandin”.59
“Diyar e, ku jimêjva, ji demên here kevnar va, gelên
hawirdorê yên kevnar kurdên vîşapazûn bi netewnavê ‘mar’
dane nasîn, ji ber ku ew bi xwezayî kîndar in û tola xwe ji kesekî
va bernadin.
Divê bê gotin, ku hema ji ber wê jî, ji wan ra gotine vîşapazûn, ango, yên ji tûra zîyan. Heya, eger daneyên dinê jî tunebûna, êdî nav-nûçikên rojane yên wek vîşapazûn-vîşapazûnk
jî, wek îzbatîyeke berbiçav, dê ji bo wê bes bûya...
Ajdahak (Աժդահակ//Aždahak.– E.C.) an Aşdahak
(Աշդահակ //Ašdahak. – E. C.) jî ji bilî ‘mar’ tiştekî dinê nade
zanîn”, – Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan dibêje û gotina xwe bi
vî awahî didomîne, – ew jî, ne ku marekî sade, lê yekî mezin,
gewre, ejdahayekî pir mezin, zîya-mar, zîyakî wek dêwan, wek ku
gelek dewr û zemanan berê heman tişt bavê dîroka me Xorênatsî
59 Li vir divê bê zanîn, ku peyva mar bi wateya peyva kurdî ya mar di nav xezîna
peyvan a zimanê ermenî da nînbûye û ew îro jî nîne. Ew, ku ermenî ew peyv bikaranîne,
ew di derbarê wê da dibîje, ku zimanê kurdî di nav ermenîyan da hatîye bikaranîn, û gelek
peyvên kurdî di nav danûstandina jîyana wan a rojane da hebûne.
80
vekirî govanî daye. Va ye: “Ajdahak di zimanê me da tê wateya
zîya” 60 (rû. 38).
... Binihêrin, ma ne, anegorî pîvanên normên dadwerî, dibe
ku ji bo gotinên li jorê yên di derbarê kurdan da bikaribûna ew di
rasîzmê û ksênofobîyayê da tewanbar bikirana!? Lê wî çaxî
demne cuda bûne, û kesekî zêde bala xwe nedaye pirsên mafên
mirov: wê demê her kesekî li ser bingeha kevneşopîyên heyî
nêrîna xwe anîye zimên! Û ev tiştana hîç nebûne asteng jî, ku S.
V. Têr-Manvêlyan di derbarê kurdên êzdî da xwedî nêrîneke
ewqas erênî û qenc be...
Lê ev pirsana mijara nirxandineke dinê ne, û, ji ber wê jî
em wana li hêlekê bihêlin û dest bi ravekirina wateyên wan peyvan bi xwe bikin. Li vir divê bê gotin, wek ku liii jorrrê jî hateee
gggoootin, bi wateya zîya di zimanê ermenî da peyva vîşap
(վիշապ/višap) heye, lê peyva ajdaha (աժդահա/aždaha), tê
wateya mezin, gewre, ejdahayekî pir mezin, zîya-mar, zîyakî
wek dêwan, arîstokrat (ev wateya dawîyê – ya arîstokrat, TêrManvêlyan bi xwe di pirtûka xwe da anîye). Û, zêde dijwar jî
nîne, mirov têbigihîje, ku ev peyv ji nasnavê medî – navê padişahê dawîyê yê Medya kevnar Îştûvêgû/Astîyag saz bûye– ji
şêwazê wî navî yê bi zimanê ermenî:Աժդահակ/Aždahak. Ji ber
ku Îştûvêgû/Astîyag/Ajdahak bi xwe xwedîyê gelek ji van taybetîyên bi nirx û hêja bûye, yên ku li jorê behsa wan hate kirin.
Divê li vir bê gotin, ku di dîroka gelê ermenî da kevneşopîyên vî rengî paşê, hê dereng jî hebûne û hatine parastin. Wek
mînak, ermenî di derbarê partewîyan (yên partî, bi farsî – پارتها,
bi ermenî –Պարթև//partew) da jî xwedî dîtineke weha bûne. Partew di dîtina ermenîyan da bi nîgara xwe va mirovên bejnbilind,
talyanî û bi hedem bûne – weke lehengan.
Û ji ber wê jî ew mirov, ên ku hema yek ji van taybetîyan
jî bi wan ra hebûye (bi bingehîn jî, eger ew bejnbilind bûne), ermenîyan ew partêv/պարթև/partew, an jî partêvahasak/
պարթևահասակ/partewahasak navkirine, ango, yên bi bejn û
bala xwe va weke partewan: bejnbilind, talyanî, bi hedam – weke
lehengan. Û îro jî ev peyvana di zimanê ermenî da, bi hemû
wateyên li jorê hatine gotin, wek rengdêr tên karanîn, û xwende60
Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան – 1981, 99//Movsês
Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Yêrêvan – 1981, rû. 99;
81
van dê bikaribe wan peyvan bi wan wateyên wan va di hemû ferhengên kevn û nû yên zimanê ermenî da bibîne. 61
Lê ji hêla dinê va, ev tê çi wateyê?
Ma, gelo ev nayê wê wateyê, ku partew jî wek medan, di
kesê Îştûvêgû//Astîyag–Ajdahak da, ji bo ermenîyan bi xwe
mînaka mirovên bejnbilind, bi dest û pê, talyanî, bi hedam – weke
lehengan bûne?! Lê ew, ku peyvên partêvahasak/partewahasak
û yên dinê, bi hemû wan wateyên xwe yên li jorê va, di zimanê
ermenî da bûne rengdêr, lê peyva ejdaha/աժդահա/aždaha paşê,
hê dereng wateyeke neyînî wergirtîye, ew, wek ku tê xuyanê,
wek ku li jorê jî hate gotin, ji ber bandora çîrokên farsan ên
bêwate û tewş tê, yên ku hinekan bi zanebûn ji ber xwe derxistibûne.... Di bin bandora heman çîrokan da di zimanê ermenî da
peyva vîştaspazûn/վիշտասպազուն/vištaspazun, a ku tê wateya
‘yê ji tûra Vîştasp’, hatye lêpovajî û çewtkirin û bûye vîşapazûn/վիշապազուն/višapazun, ango, ‘yên ji tûra zîyê’. Li vir,
helbet, di vê pirsê da wisa jî wê hewa sîyasî rola xwe lîstîye, ya
ku piştî ji ser text avîtina Îştûvêgû//Astîagê padişahê dawîyê yê
Medyayê, di nav gel da desthilatdar bûye. Piştî vê êdî dibe mode,
ku her kes bixwaze li vasalê duh, Qurûşê xayîn û delkbaz xweş
bê, yê ku bi rêya derbeya xayînane desthilatdarî hildabû destê
xwe û di destpêkê da bibû padişahê med û farsan, paşê padişahê
yekem ê farsan.62
Belê, ev bûyera dîrokî mirov dikare weha, bi kurtahî, bi
çend hevokan bîne zimên,lê Qurûş û xulamokên wî dema di nav
gel da karê xwe yê reş ê amadekarîya derbeyê pêk anîne, çi tiştê
bûyî û nebûyî, çi şer û şiltax, ên ku karibûne li hev bînin, di derbarê Îştûvêgû da belavkirine... Heya gelek giregirên malmezinên
derdorên padşê jî ji wan gotinên dûrî heş û sewdayên mirov
bawer kirine,ji ber ku ew ji neferekî mala padşê,nevîyê wî
(Quruş) bi xwe û derdorên wî derketibûne... Helbet, yên çavnebar
û xêrnexwaz jî,jixwe, têra xwe hebûne.
Belê, wek ku ji çavkanîyên dîrokî yên kevnar gihîştîye
rojên me, derdorê sala 550-ê ya berî bûyîna Îsa, mîrikê farsan ê
61
Di nasîya 58-an da binihêre!
Qurûş ê II nevîyê Îştûvêgû//Astîagê padişahê dawîyê yê Medya kevnar bûye.
Mîrdota medî Mandan bi vasalê fars ê bi navê Kambîs ra zewicî bûye. Paşê kurek ji wan
ra bûye, ewan navê wî Qurûş danîne. Ev bi xwe jî paşê dibe Qurûşê Gewre, damezirênerê
dewleta farsan. Binihêre: Hêrodotos, “Dîrok”, I, beşên 107 – 108;
62
82
bi navê Qurûş di Medyayê da bi rêya derbeyê desthilatdarîyê
hiltîne destê xwe. Û, tiştê balkêş jî ew e, ku di wî karî da malmezinên Medyayê, yên ku ji Îştûvêgû/Astîag dilmayî bûne, alîkarîya
çalak didin wî...
Û, wek ku mirov ji agahîyên wê demê yên di derbarê
bûyeran da têdigihîje, wan malmezinên serhildêr di sêrî da dizanibûne, ku ew tiştê ku Qurûş (torinê Îştûvêgûyê padşahê Medyayê) pêk tîne derbeya hindurîn e, ku desthilat di nava malbetekê
da ji kalikê derbazî torinê wî dibe.
Lêbelê encam weke hêvîyên wan dernayê: di nav demajoyeke kin da (di temenê nivşekê da) med ji hemû ray û peywirên girîng tên dûrxistin û di dewleta cîhanî ya akêmênîyan
(haxemenîyan) da tenê peywirên radeya duyemîn didine wan, lê
Medya bi xwe werguhêrî satrapîyeke di rêzê da dibe û weke
gelên dinê yên dagerkirî û bindest dayînîyan (xerac û bac) dide
dewleta farsan...63
Weha, rastî ev e. Danayên dîrokî jî di derbarê wan bûyeran
da vê dibêjin.
Lêbelê,wek ku li jorê jî hate gotin,balkêş e, ka ew dîtinên
berovajî û tewş di nav dîroknûsî û dîrokzanîya ermenîyan da
çawa bûne bingehekê ji bo ku dîtineke wisa ya “zanistî” di derbarê gelê kurd û dîroka wî ya kevnar da saz bibe? Û evê dîtinê
heya li ser mirovekî mîna S. V. Têr-Manvêlyan jî bandora xwe
hiştîye û di wê pirtûka wî da daye der...
Lê naha em bên ser wê, ka Movsês Xorênatsîyê bavê
dîroknûsîya ermenîyan bi rastî di derbarê çi da û çi nivîsîye:
“...Evan tiştana, wisa jî di destaneyên strankî da tên gotin.
Ev jî, wek ku min bihîstîye, di nav niştecîyên herêma Goxtin a bi
şeravê dewlemend da bi dilgermî hatine parastin. Di nav wan da
stran hene, yên ku di derbarê Artaşês û lawên wî da dibêjin û
wisa jî di derbarê peyhatîyên Ajdahak da (Astîag/Îştûvêgû. – E.
C.) bi bîr tînin û ji wan ra bi awayekî lomeyî dibêjin yên ji tûra
zîyê, ji ber ku peyva Ajdahak di zimanê me da tê wateya zîya”. 64
63
Геродот, «История», I, 127 – 130//Hêrodotos, “Dîrok”, pirtûka I, 127 – 130;
Марк Юниан Юстин, Эпитома сочинения ПомпеяТрога «История Филиппа».
Санкт-Петербург, 2005, Книга I, 6.//Markûs Yunîanûs Yûstînûs, Êpîtoma berhema
Pompêy Trogûs a “Dîroka Fîlîpp”, Sankt-Pêtêrbûrg, 2005, pirtûka I, 6.
Di derbarê delkbazî û xiyaneta Qurûş da bi hûrbînî di gotara Ezîz ê Cewo ya
“Zerdeşt pêxember: gelo em her tiştî di derarê wî da dizanin?” da – jêder di nasîya 50. da.
64
Li nasîya 60. binihêrin.
83
Ango, ji wan ra dibêjin yên ji tûra zîyê, lê bi awayekî lomeyî, ji ber ku peyva Ajdahak/Աժդահակ/Aždahak di zimanê ermenî da tê wateya zîya (?!). Hew! Lê dîsa, piştî “govandarîya”
weha jî, S. V. Têr Manvêlyan bi xwe dinivîse:
“Çiqas balkêş e û cîyê matmayînê ye, ku îro jî di nav binecîyên bingehîn ên herêma Araratê da peyva Ajdahak, a ku
Movsês Xorênatsî bi bîr tîne, dema bi heman dengî tên derbirin,
heman wateya wê heye: mezin, gewre, bi dest û pê, talyanî, bi
hedam – weke lehengan, arîstokrat. Û ev tê, ku bîranîna çend
dewran vejinîne”. (rû. 38).
Ma, gelo ev nayê wê wateyê, ne ku nasnavê Ajdahak, lê
peyva ajdaha, ya ku ji hêla derbirinê va mîna wê ye, di ermenî
da tê wê wateyê, ya ku li jorê di derbarê wê da hate gotin? Helbet,
wek ku tê xuyan, li vir pêdivî bi pirseke weha nîne jî, ji ber ku
her tişt li ber çavan e!
Balkêş e, ne? Bi gotina Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan,
peyva Ajdahak/Աժդահակ/Aždahak “di nav binecîyên bingehîn
ên herêma Araratê da” bi van wateyan tê bikaranîn: mezin,
gewre, bi dest û pê, talyanî, bi hedem – weke lehengan, tîtan,
arîstokrat. Lê dîsa jî ew peyhatîyên Îştûvêgû//Astîag//Aždahak
bi ferzdarî wek “yên ji tûra zîyê” dihejmêre, lê ne ku wek peyhatîyên (yên ji tûra) lehengên talyanî, tîtanan, arîstokratan.
Û, ger rastîyê dipirsin, divê wisa bûya, ji ber ku li vir ne
ku peyva Ajdahak/Աժդահակ/Aždahak berê wan dide têgeha
zîya, lê ew, ku ermenîyan hemû med bi şaşî vîşapazûn/
վիշապազուն navkirine, şûna ku bibêjin vîştaspazûn, ango, wek
peyhatîyên Vîştaspê padişahê Medîya kevnar. Ji ber vê jî, wek
ku ermenîyan hemû med, di nav wan da, helbet, wisa jî – Ajdahakê (Îştûvêgû) padişahê dawîyê yê Medya kevnar վիշապազուն /vîşapazûn hejmartine.
Helbet, li vir, di vê bûyerê da wisa jî dîtinên lêpovajî û
çewt rola xwe ya neyînî lîstine, yên ku di çîrokên dûrî heş û
sewdayê mirov ên farsan da derketibûne pêş! Û li ser bingeha
wan dîtinên hinekan nêrînên berovajî yên di derbarê tevahîya netewekê da di bîra mirovan da çandine. Û, wek ku tê xuyanê, ew
hemû jî helwesteke li hember padişahê dewleta gelê cînar (a
Medyayê) û gel bi xwe hatîye, ya ku bi awayekî cudabêjî-lomeyî
anîne zimên. Çima?– Ji ber ku padişahê wê dewletêji ser text
avîtine? Ji ber ku ewê dilê padişahê nû xweş bê? Lê, eger ew
84
hemû ji bo wê kirine, ji bo ku bi psîkolojî li ser medan û peyhatîyên wan bandoreke neyînî bihêlin? Û kurdên êzdî jî (yên duh
û îro!) mînaka wê ya here berbiçav in: bi wî awahî ewana di nav
wan da komplêksa xwekêmdîtinê û gunehkarbûnê çandine û bi
wî awahî, ji bo ku wana welgerînin ser olên kevneşopî yên
nûpeydabûyî, bingeh afirandine...
Û ew, ku îro hinek êzdî berê xwe ji ol û bawerîya xwe
diguhêzin, divê mirov çavkanîya sedemên wê li vir bigere! Lê
divê bê gotin, ku, dema S. V. Têr-Manvêlyan bi xwe dinivîse, ku
“...her çiqas jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî ne, û bi
xwe hindik jî mane, lê dîsa jî ewana ji yên dinê bi taybetîyên xwe
yên bi nirx û hêja vacuda dibin, taybetî, yên ku, bi giştî, li bal
peyhatîyên netewên gewre dîyar in”, ew bi xwe jî, bêyî ku wê
têbigihîje, wan hemû şer û şiltaxan vala derdixe...
Dibe ku hema ji ber wê jî ev berhema wî ya hêja û giranbuha wisa “bê baldarî” li ser dexilên pirtûkxaneyan mabû?.. Ew
jî dema di serdema Sovêtê da di nav sazîya Înstîtûta Rojhilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê da Beşê kurdzanîyê jî
hebûye, û karmendên wê jî kêm nînbûne?! Demeke di Fakûlteta
Rojhilatzanîyê ya Zanîngeha Dewletê ya Yêrêvanê da beşê
Kurdzanîyê karê xwe meşandiye?! Têzên zanistî hatine parastin,
gelek gotar û berhemên zanistî hatine weşandin! Lê kesekî hîç
behsa vê pirtûkê û xudanê wê nekirine. Çima?
Lê dîsa jî! Ji bo ku mirov têbigihîje, ka ew çîrokên dûrî heş
û sewdayên mirov destpêka xwe ji ku digirin, em careke dinê
berê xwe bidin wan agahîyan, ên ku di derbarê Vîştaspê padişahê
nîv-efsanewî yê Medyayê da hatibûne belavkirin.
Wek ku li jorê jî hate gotin, di çavkanîyên wêjeyî û dîrokî
yên kevnar da navê Vîştasp wek padişahekî îdêalî, têkoşerê
bawerîya rastîn û durustîyê derbaz dibe, bi taybetî di derbarê lehengîya wî ya leşkerî da tê gotin... Lê, dîsa jî, di dîroknûsîya ermenîyan da hê jî, wek berê, medan û peyhatîyên wana (kurdên
êzdî) li şûna vîştaspazûn wek vîşapazûn nav dikin.
Pirs dertê holê: – Çima, ji bo çi?
Û, eger mirov van agahîyan bi yên di derbarê padişahê
dawîyê yê Medyayê Astîyag (Îştûvêgû)65 da bîne bal hev, wê
65 Astîag/Îştûvêgû/Aşdahak, di çavkanîyên kevnar da: Ἀστυάγης (yewnanîya
kevnar.), Ištumegu (akkadî),//ایشتوویگو//Îştûvêgû (farsî). Ew lawê padişah Ûvaxaştra
bûye. – Hêrodotos, “Dîrok”,I, 107– 30; Энциклопедический словарь Брокгауза и
85
bibîne, ku navê wî di çavkanîyên ermenîyan da wek Ajdahak an
Aşdahak hatîye û îrojî tê nivîsîn. Û ev jî ji hêla xwe va diyar dike,
ku sedema çîrokên dûrî heş û sewdayê mirovan û tiştên “bûyînebûyî” yên di derbarê Astîyag/Ajdahak da, hatine gotin, şer û
şiltax bûne, yên ku di dema xwe da Qurûşê II û terefdarên wî di
dema amadekarîyên derbeyê di derbarê wî da di nav gel da belav
kiribûne.
Ji dîrokê diyar e, ku Qurûşê II (di farsîya kevnar da –
کوروش//Kûrûş) – padişahê farsan ê yekem (559 – 530 b.z.) nevîyê
Îştûvêgûyê (Astîyag/Ajdahak) padişahê dawîyêyê Medyayê
bûye. Kambîsê bavê wî serwêrê herêma farsan a di nava sînorên
Medyayê da bûye. Paşê Kambîs dibe zavayê Îştûvêgû. Qurûş di
qesra padişahê Medyayê da tê cîhanê, digihîje û perwerde dibe,
dibe serbaz, paşê bi xayîntî li dijî kalikê xwe raperînêpêk pêk tîne
û tê ser text. Û, wek ku li jorê jî hate gotin, berî ku Îştûvêgûyê
kalikê xwe – padişahê Medyayê ji ser text biavêje, ew li dijî wî
çalakîyên propagandayî yên aktîv pêk tîne, ji bo ku di nav gel û
malmezinan da tavîyên (pozîsîon) wî lewaz bike. Ew bi rêya mirovên xwe çi çîrokên dijî heş û sewdayê mirov û tiştên bûyînebûyî hebûne, di derbarê kalikê xwe da di nav gel da belav dike.
Û, dibe ku, ew tiştên tewş û bêwate di nav gel da wek rastî hatine
pejirandin, ji ber ku ewana ji nav derdorên nevîyê padişah bi xwe
(Qurûş) derdiketibûne, yê ku yek ji endamên malbeta padişê
bûye. Û dibe ku ev antîpropaganda di biencambûna derbeyê da
rolek a girîng lîstye. Û piştî ji ser textavîtina Îştûvêgû, ev şer û
şiltaxana wisa jî di nav gelên cînar da jî belav dibin, bi taybet jî,
di nav ên bindest (vasal) da, ji ber ku, wek ku tê zanîn, afrandinên
zarkî yên gelêrî sînoran nas nakin û welatekî wan nîne. Dibe ku
ev gotegot û çîrokana ji bo hinek berhemên kevnar ên dîrokî bûne
çavkanî jî, di nav wan da, wisa jî, ji bo “Dîroka” Hêrodotos.66
A, kilîta ravekirina wê çîroka farsan divê mirov li vir bigere, ya ku, wek ku tê zanîn, Movsês Xorênatsî bi biryara Sahak
Bagratûnî û bi ferzdarîya wî di dawîya pirtûka yekem a “Dîroka
Ermenîstanê” da danîye.
Ефрона: в 86 томах (82 т. и 4 доп.) –СПб., 1890—1907, том II, стр. 344, том XXIIА,
стр. 881//Ferhenga êntsîklopêdîk a Brokhaûz û Yêfron, bi 86 bergan (82 berg û 4-ên
pêvekî) – Sank-Pêtêrbûrg, 1890 – 1907, berga II, rû. 344, berga XXIIА, rû. 881, bi zimanê
rûsî; Մախմուդով Ն. Խ., Քուրդ ժողովուրդը, Երեվան, 1959, էջ 20.//Maxmûdov N.
X., “Gelê kurd”, Yêrêvan, 1959, rû. 20, bi zimanê ermenî;
66 25. Hêrodotos, “Dîrok”, pirtûka I, 107 – 108;
86
Lê ev her tenê sedemek e – ji bo çewt û lêpovajîkirina
dîtinên di derbarê kurmancên êzdî yên medyayî da.
Sedemeke dinê jî heye. Evê sedemê jî divê mirov hê bikaribe binirxîne û ravebike. Wek ku tê zanîn, ermenîyan ji medan
ra, wek ku li jorê jî hate diyarkirin, mar (erm. մար) gotine û îro
jî dibêjin. Ew wisa jî ji Medyayê ra dibêjin Marastan (erm.
Մարաստան). Di derbarê wateya peyva mar da, êdî li jorê hatîye
gotin, ew şirove, ya ku S. V. Têr-Manvêlyan anye, heya roja
îroyîn di nava ermenîyan da ji hêla hemûyan va wek rastîyeke
zanistî tê pejirandin. Lêbelê, ev peyva tu têkilîya xwe bi peyva
kurdî ya mar ra nîne. Ev herdu peyv tenê yekşêwazên hev in
(homonyme), lê bi wate û jêderên xwe va ji hev cuda ne...
Wisa jî tê zanîn, ku xwenavkirina gelan gelek caran ne
weke wî navî ye, yê ku gelên cînar ji bo danasîna wan bikar tînin.
Mînak, alman bi xwe ji xwe ra dibêjin doyçê (Deutsche), ji
welatê xwe ra – Doyçland (Deutschland), lê rûs ji wan ra nêmêts
(немец) dibêjin û ji welatê wan ra jî – Gêrmanîya (Германия),
hinek gel ji wan ra gêrman dibêjin, hineke dinê dibêjin alman, û
ji welatê wan ra jî – Almanîya. Kurd heya îro jî ne bi fermî, bi
zimanê gelêrî ji Tirkîyayê ra dibêjin “Rom” (“Roma reş”). Û ev
jî anegorî wê rastîyê ye, ku tirk hatine, xaka Vîzansê dagerkirine,
ya ku di nav kurdan da wek Rom dihate zanîn (ji navê Împêratorîya Romayê ya Rojhilatê), û li ser navê wê da rengdêra “reş”
zêde kirine, ji ber ku zulm û zora wê împêratorîyê, ne ku ji hinekan guhbihîstî bûne, lê li ser xwe hîskirine. Ermenî bi xwe ji xwe
ra hay (հայ) dibêjin, gurcên cînarên wan ên hezarê salan ji wan
ra somêxêbî dibêjin, ji welatê wan ra jî – Somxêtî, rûs ji wan ra
armyanê (армяне) dibêjin, lê ji welatê wan ra – Armênîya
(Армения), lê gelên dinê ji wan ra an ermeni an Armeniens
dibêjin. Gurc bi xwe ji xwe ra dibêjin kartvêlêbî (ქართველები),
ermenîyên cînarên wan ji wan ra dibêjin vratsî (վրացի), rûs ji
wan ra grûzînî (грузины) dibêjin, lê gelên dinê – Georgians, an
gurji…
Li vir pirs dertê holê: “Çima, gelo, gelên cuda heman gelî
û welatê wî bi peyvên cuda bi navdikin?”
Pirs di wê da ye, ku her gelek bi heman welatî ra ji terefên
cuda va cînartî kirine û bi berek û eşîrên wî welatî yên cuda ra
têkilîdar bûne. Û, di encamê da, her yekî ji wan hemû gelê wî
welatî bi rêya berekek a konkrêt ya wî welatî naskirîye, û hemû
87
gelê wî welatî bi navê wê berekê bi navkirîye. Û li ser vê bingehê
jî, wana wisa jî, anegorî navê wê berekê, ya ku ewana naskirîye,
hemû welatê wan bi navkirine.
Û ji vir jî bersîva wê pirsê, ka gelo çima ermenîyan med
wek mar (մար) navkirine (û îro jî nav dikin), û anegorî wê jî ji
Medîyayê ra Marastan dibêjin?
Çima?
Di dema xwe da, dema ermenî ji Frîgîyayê tên û di wan
herêmên li ser sînorên Medyayê da dihêwirin, wek ku çavkanîyên
dîrokî yên kevnar govanîyê didin, ewana bi medan û welatê wan
ra ji wî milî va pêwendîyan datînin û wan nas dibin, li ku mard
mabûne (li xerîteyên Ûrartûyê binihêre, rû. 268 – 269). Û, ji ber
ku ermenîyan, cînartî bi mardan ra kirine û bi wan ra pêwendî
danîne, ji ber wê jî hemû gelê Medyayê wek mard pejirandine, lê
tevahîya welatê wan, Medya jî – wek Mardastan. Her paşê, bi
rêya pêvajoyên peyvguhêrîyê dengê -d, ji peyva mard weryaye,
û ew peyv werguhêrî mar bûye, lê peyva Mardastan bûye Marastan.
Li vir mafê xwendevan heye, bipirse:“Çima ermenîyan ji
nişkê va terka Frîgîyayê dan û hatin, li rex Medyayê bi cîh û war
bûn?”
Bersîva vê pirsê di destnivîs û çavkanîyên dîrokî yên kevnar da hene, tenê dimîne, ku mirov bikaribe wan bibîne û
bixwîne. Weha: “Padişahên Ûrartûyê ji bo ku li dijî malmezinên
serhildêr rawestin, hêzên komên çekdar ên bi kirê yên skyût
(îskît/sît) û kîmmêrîyan bi kar tînin. Û paşê, sala 676-an a berî
bûyîna Îsa ewana bi alîkarîya wan wisa jî dewleta Frîgîyayê ji
hev belav dikin”.67
Û, bi vî awahî, padişahên Ûrartûyê dewleta Frîgîyayê hildiweşînin, û ev jî, wek ku tê xuyan, dibe sedem, ku ermenî neçar
dimînin, cî û warên xwe biterikînin. Lê heya ew li Frîgîyayê
bûne, an jî ji bo peydakirina cî û warekî nû li ser rêyan bûne,
dewleta Ûrartûyê êdî ji hêla artêşa Medyayê va tê rûxandin, hemû
ax, û aqarên wê digihînin Împêratorîya Medyayê, û Ûrartû dibe
parçeyekî vê dewleta gewre. Û her tenê paşê, piştî wê, ku penaberên ermenî digihîjin wan deveran, padişahê Medyayê beşekî
67 Большая советская энциклопедия, третье издание, 27 том, Москва, 1977, стр.
72//Êntsîklopêdîya mezin a sovêtî, weşana sêyem, berga 27, Moskova, 1977, rû. 27.
88
erdên Ûrartûyê, yê ku wî dagerkiribûne, dide wan, ku ew di wan
deveran da bi cîh û war bibin! Û, wek ku tê xuyanê, beşê Ûrartû
yê kafkasî didine penaberên ermenî – Ji ber van sedeman: berê
pêşin, li wir kêm mirov mane û, ya duyem jî, ji hêla dewlemendîyên xwe yên xwezayî va ne ewqas kêrhatî bûye, û ji bilî
van, rêvebirina wê ne ewqasî hêsan bûye, ji ber ku hingê erd û
aqarên Medîyayê pir berfireh hebûne, û wan pêra negîhandîye,
ku bi wan erdên ne ewqas kêrhatî va mijûl bibin...
Bi vî awahî, ermenî ji hêla bakûr va dibin cînarên medan.
Û – tiştekî dinê jî! Wek ku tê zanîn, ermenî wisa jî di Wanê
da (Tûşpa) peyda bûne. Ev jî encama wê bûye, ku ermenî ji bo
kar û bazirganîyê çûne wê herêmê... Pêvajoyên heman şêwazî di
demên dinê û cîhên dinê da jî pêk hatine. Weha, ji dewra X – XI
va di Kîlîkîyayê da komeka ermenîyan a biçûk berev dibe. Peyra,
di dawîya dewra XI heya destpêka dewra XII, dema ermenîyên
Asîya biçûk ji ber sêlçûkîyan direvin û di herêmên Kîlîkîyayê
yên çîyayî da xwe diparêzin, hejmara niştecîhên ermenî di
Kîlîkîyayê da zû digihîje – mezin dibe. Paşê, hê dereng, ji ber
êrîşên monxolo-teteran ji Ermenîstanê bi xwe jî hejmarek a mezin a ermenîyan direve vir. Û di encamê da, dawîya dewra XI
ermenî li wir dibin dewlet, a ku wek Ermenîstana Kîlîkîyayê tê
zanîn.... Lê di sedsalên navîn da ermenî li dû peydakirina kar û
bazarên nû ji bo bazirganîyê bi girseyî cîgûhêzî bajarên Bakû û
Tîflîsê dibin. Û êdî di sala 1920-î da piranîya niştecîyên wan bajaran ermenî bûne... Û, eger ew hejandinên dîrokî nînbûna, yên
ku di destpêka dewra XX di Başûrê Kafkasîyayê da pêk hatin, wê
demê ev herdu bajar dikaribûn bi berekê va bibûna bajarên ermenîyan...
Naha em binihêrin, ka di wêjeya rojhilatzanîyê da peyva
mar//մար çawa tê ravekirin. Li vira du nêrînên dijberî hev hene.
Eger mirov van nêrînan rast binirxîne, wê bikaribe ravebike û rast
têbigihîje, ka kîjan ji wan çiqasî xwedî bingehên zanistî ne.
Di sêrî da em nêrîna zanîyar-rojhilatzanê sovêtî yê navdar
Î. M. Dyakonov binihêrin.
Weha, ew çi dibêje: “Divê bêgotin,– ew dinivîse, – ku
marên (mar-k) dîroknûsên ermenîyan divê mirov tenê wek navê
medan bizanibe, lê tucar ne wek navê bereka (eşîr) mardan, her
çiqas jî ew navana mina hev bin: di zimanê ermenîya kevnar da
peyva mar bi xwezayî ji va partewan a maδ hatîye, ya ku ji hêla
89
xwe va bi xwezayî ji māda kevnar tê; ji hêla dinê va med-aci
têrmîna yewnanî ya mēdoi ye di zimanê ermenî da, ya ku şêwazê
*mādoi yê xwezayî ye di zaravê wêjeyî yê îonî da. Ev jî heman
têrmîna māda dide zanîn. Di zimanê rûsî da peyva “midyane” ji
bilêvkirina yewnanî ya derengîn a mēdoi ye, wek midi”.68
Lê naha jî em binihêrin, ka yek ji zanîyarên navdar ê serdema sovêtî yê dinê N. Ya. Marr çi dinivîse: “... navê medan ê
māda yê bi ā-ê dirêj digihîje peyva mard, wek kevneşêwazekê, lê
ji hêla xwe va peyva ermenî ya navê medan jî, hema bi xwe
mare…”.69
Li ber çavan e, ku nêrîna N. Ya. Marr bêhtir nêzîkî ravekirina zanistî ye, her çiqas armanca wî ya dawîyê hinekî cuda bûye.
Lê bi xwe mêtoda wî ya ravekirina sazbûna vê peyvê bi zanistî
rast e. Em binihêrin, ka – çima?! Ma ne, ziman bi xwe bi sazîya
xwe va matêrîalî ye û, ji ber wê jî, guhartinên di wî da jî matêrîalî
ne. Ango, ziman ji sazîya sîstêmî ya awaz û peyvan pêk tê, û di
hundirê vê sîstêmê da pêvajoyên peyvguhêrîyê tenê anegorî
qanûnên wê yên hundirîn pêk tên. Û, ji ber wê jî, dema hemberhevkirina here sade jî diyar dibe, ku peyvên mard û mar bi
sazîyên xwe yên awazî (fonêtîkî) va nêzîkî hev in. Ay, lê, em
bibêjin, her varîantên peyvan, ên mîna mēdoi, maδ, māda, midi
di “zaravê wêjeyî yê îonî” da, yên ku Î. Dyakonov di derbarê wan
da dinivîse, hîç bi tu awahî nikarin şêwazê bi dengdêrê –r
bisêwirînin, her çiqas jî em wê bixwazin. Û ji bo vê jî her tenê
sedemeke sade heye: di nava sazîya wan peyvan da hîç dengdêrekî ku dengê –r bîne bîra mirov, nine. Ji ber wê jî şêwazê mar
dikaribû tenê piştî pêvajoyên peyvguhêrandinê ji peyva mard
çêbibûya.
Û ev jî tiştekî heşmendî ye: çima divê ermenîyan cînarên
xwe bi peyvên nenas ên yewnanî bi navbikirana, dema ku ew bi
xwe bi wan ra di nava pêwendîyan da bûne, û ewana bi xwe, bêyî
navbeynkarîyekê hev naskirine. Ji bilî wê, hê nayê zanîn, ka,
gelo, ermenîyan çiqasî zimanê yewnanî dizanibûne, yan hîç nizanibûne. Û, ji bilî vê, ermenî ji wê hêlê va cînarên rastedêr ên
Medyayê bûne, li ku mard mane – ji hêla Mardastanê va!
68
Дьяконов И. М., История Мидии, Москва – Ленинград, 1956, стр. 44.//
Dyakonov. Î. M. “Dîroka Medyayê”, Moskova – Lênîngrad, s. 1956, rû. 44.
69 Марр Н. Я, Избранные работы, М – Л, 1935, том V, стр. 487//Marr, N. Ya.
Berhemên bijarte, M – L, s. 1935, berga V, rû. 487.
90
Û, ya dinê jî, wek ku rojhilatzanê navdar A. Mêntêşaşvîlî
dinivîse, “bi bawerîya Hammêrê awûstrî, êzdî peyhatîyên
mardên kevnar in, yên ku padişahê farsan Arşakê V ji Farsistanê
cîguhêzî Mêzopotamyayê kirye. Bi dîtina wî êzdîyan ola xwe ji
zerdeştîyan hildane”.70 … Ma ne, ji bilî van dîtin û bawerbûnan
bi xwe xerîteyên dewleta Ûrartûyê hene: ya salên 715–713-an ên
berî bûyîna Îsa, ya dema desthilatdarîya Rûssayê I û ya dema
desthilatdarîya Rûssayê II û Sardûrê III (salên 680 – 610-an ên
berî b. Î.). Fermo, ka, li van xerîteyan binihêrin (rûpelê 263 –
264). Li vir dîmenekî balkêş dertê holê: hema rast li rex Tûşpayê
(Wan) bi tîpên mezin Mardastan hatîye nivîsandin. Û pey dagerkirina xakên Ûrartûyê ra ya ji hêla medan va Mardastan jî ketîye
nava sînorên Împêratorîya Medyayê (li xerîteya Medyayê binihêrin, rûpelê 267). Û bi rastî jî, ev bi xwezayî ye: dema ermenî
ji Frîgîyayê hatine vê herêmê, ew li wan axan bi cîh û war bûn,
yên ku ji wî alîyî va li ser sînorên Medyayê bûne, li ku mard
mane. Ango ewana li ser axên bi cînartîya Mardastanê, welatê
mardan, dihêwirin (di nav sînorên Împêratorîya Medyayê da!).
Ji ber wê jî ermenîyan ew welat (Medya kevnar) di sêrî da wek
Mardastan naskirine, û med jî – wek mard. Paşê, hê dereng, di
zimanê ermenî da ji peyva mārd/մարդ dengê dawîyê yê –d
diwere-dikeve, û ew peyva wek mar/մար tê bilêvkirin.
Helbet, li vira dikare ji bo vê derencamê sersedemên
derûnî (psîkolojîk) jî hebûne, ji ber ku, peyva մարդ/mard di zimanê ermenî da hatîye (û îro jî tê) wateya mirov!? Û, ji bilî vê
dikare wê yekê jî rola xwe lîstibe, ku zimanê ermenî bi sazîya
xwe ya rêzimanî ya hindurîn va ji zimanên dinê yên hindewropî
cuda dibe, û, di nav wan da, wisa jî, ji zimanê kurdî!...
Divê bê zanîn, ku li vir rêya pêvajoyên peyvguhêrîyê di
zimanên dinê yên hindewropî da jî li ser vê bingehê pêk hatine.
Ji ber wê jî navên dinê yên medan û Medyayê (hem di zimanê
kurdî, hem jî di yên bîyanî da) ew şêwaz in, ên ku ji peyva mard
sazbûne. Bi rêya bişavtina dengê –r di peyva mard da peyva
kurdî ya med û şêwazên dinê yên wek mēdoi, maδ, māda, midi
û ji eva dawîyê jî – peyvên rûsî yên Mîdîya (Мидия) û mîdyanê
(мидяне) saz bûne, yên ku Mînorskîy behsa wan dike.
70Ментешашвили А. М., Курды. Очерки общественно-экономических отношений, культуры и быта. Москва, 1984, стр. 196.//Mêntêşaşvîlî A. M., “Yên kurd.
Lêgerîna pêwendîyên civakî-darayî, çand û debê”, Moskova, s. 1984, rû. 196.
91
Û ya dinê jî: li vir bi xwezayî wisa jî di derbarê wê da dîtineke (hîpotêz) heşmendî dertê holê, ku di nav berekên (eşîr)
medîyayî yên dinê da mard hem jî di hundirê Medyayê bi xwe
da, wek hêmaneke sazûmandar a dewletê, bereka here bi bandor
bûye. Ango, di hundirê Medyayê da mard yekîneyek a êtnîkî ya
mezintirîn bûye. Lê ew, ku ewana (mard) hem jî di nav sînorên
Ûrartûyê da herêma wan a bi navê Mardastan hebûye, ew jî ji
ber wê bûye, ku di dema xwe da ji hêla Ûrartûyê va beşekî xaka
Medya kevnar hatibûye dagerkirin, û, wek ku tê xuyanê, ewê
herêma Medyayê ya dagerkirî, navê xwe (Mardastan) parastîye,
ji ber ku ew di nav sînorên Ûrartûyê da nîvserbixwe bûye. Û li
vir jî agahîya Mêntêşaşvîlî a di derbarê wê da, ku “bi bawerîya
Hammêrê awûstrî, êzdî peyhatîyên mardên kevnar in, yên ku padişahê farsan Arşakê V ji Farsistanê cîguhêzî Mêzopotamyayê
kirîye...”, tê wateya ku mard heya wê demê jî, dema ew êdî di
nav sînorên împêratorîya farsan da bûne jî, di nav gelê Medyayê
da civaka here bi bandor bûne. Û ev yek careka dinê vê dîtinê
piştrast dike.
Û, weha, diyar e, ku hem jî di nav pêvajoya pêkhatina
êtnogênêza kurdên (=med) hemdemî da mardan roleke berbiçav
lîstine, ji ber wê jî, mirov bi bawer dikare bibêje, ermenîyan mard
(wek mar/med) û kurd yek dîtine. Ermenîyan gotine med, kurd
têgihîştine, gotine kurd, med têgihîştine.
Lê ew, ku bi nêrîna Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, gelên
cînar kurdên ji tûraVîştasp ji mar (մար) navkirine, ji ber “ku ew
bi xwezayî kîndar in û tola xwe ji kesekî va bernadin”, wek ku tê
xuyanê, ji hêla heşmendîyê va tu bingeheka xwe nîne. Û nêrîna
Têr-Manvêlyan bi xwe jî, ya ku ewî di destpêkê da di derbarê
êzdîyan da anîye zimên, mînaka vê yekê ya li ber çavan e (û ewî
jî, wek ku tê xuyanê, êzdî ne bi gotina hinekan naskirine). Li vir
li ber çavan e, ka cudahîyeke çiqas mezin di navbera wan nêrînên
wî camêrî bi xwe û wan dîtinên lêpovajî û tewş da hene, yên ku
di çîrokên dûrî heş û sewdayê mirov da di derbarê kurmancên
êzdî yên medî da hatine gotin.
Wek ku di pirtûka Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan bi xwe
da jî tê xuyanê, ewî êzdî bi nêzîkva naskirine (heya, dibe ku, ew
di nav wan da jî gihîştibe-mezin bube!), ewî çand, rabûn-rûniştin,
ol, kevneşopî û deba wan a netewî zanibûne. Xwendevan pêra jî
nagîne zendegirtî (matma) bimîne – li ser her gavekê ew tiştekî
92
nû û nenas ji xwe û xwendevanên xwe yên ermenî ra vedike.
Weha, çendek ji wan:
“Kurmancên êzdî, cînarên me yên xêrxwaz ên îro, yên ku
di destpêka vê berhema xwe ya sade da me di derbarê wan da bi
bîr anîn, şaxekî medên cînarên me yên demekê yên here bi hêz,
peyhatîyên Astîyagê ji binemala Vîştasp in” (rû. 41).
...
“Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê–
dewleta demekê ya gewre, kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola
pêşîyên xwe ya xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên
xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên
xrîstîanan, parastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya
serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek
gelê bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî, yên ku ketine hemêza muhemmedîyan.
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin”
(rû. 5 – 6).
...
“... Xwezayî ye, ku van mercên jîyanê yên pir giran divê
bandor û şopa xwe di jîyana gelê kurmanc ê belengaz da bihiştana û, bi rastî, hiştine jî.
Lê, her çiqas jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî
ne, û bi xwe kêm jî mane, lê dîsa jî ewana bi taybetîyên xwe yên
bi nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên netewên
gewre hene” (rû. 5).
...
“… Yên êzdî bi tevahîya dil û rewanê xwe va Xwedê wek
sêwirdarê hemûyan ê li asîmanan dipejirînin û ji wî bawer dikin;
ew ji desthilatdarîya wî ya asîmanî, mezinahî û zanahîya wî
bawer dikin, ew wisa jî bawer dikin, ku Xwedê ji jorva her tiştî
dibîne.
Mezinahîya ramanî ya ola êzdî di lehengîya bêhempa û
durustîya rastînî ya bawermend da ye. Û ev jî hema rastîya vê
bawerîya sade, lêbelê, ne ya bêşêwir û bêwate, lê ya bêhempa,
ne lêp û bê fen e. Ev ew bawerî ye, ya ku gelek tişt bi lêgerînên
wê yên ji dil û girîng va girêdahî ne, û ya sereke jî – pêşveçûna
zanistê û ronîkirina dîroka olan” (rû. 7).
...
93
“... O, dilmezinîyeke çawa..., rêzdarîyeke çawa li hember
nirxên pîroz ên pêşîyên mirovahîyê! Û ev yek îro li bal netewên
gewre û olên wan hîç nîne, yên ku wek mirovên xwedî ramana
ronî û pêşverû tên dîtin, û îro ji dîmenê derva yê olên xwe û
siyasetê kor bûne” (rû. 8).
...
“Divê em li xwe mukur bên, ku êzdîyan bi hinek nirx û
hêjayîyên xwe va ruhê nandarî û mêvanperwerîyê, wek nirxekî,
parastine. Û ew yek pir baş li ser rûyê wan ê jxwerazî tê xuyan,
dema ewan bi hezkirineke mezin pêşbazîya mêvanan dikin...
Bila hezar pesin li navê Xorênatsî bin, ku ew îro rewşa
jibîrkirî ya bîranîna ronî ya paşeroja meye nemir hişyar dike.
Weha, ji bo çi min bi dilxweşî xwest gereke biçûk di paşeroja
peyhatîyên bedbext ên binemala Vîştasp da pêk bînim, ên ku ji
hêla cîhana bêwijdan va hatine jibîrkirin û heya naha jî bi hêvîya
rizgarîya xwe di labîrêntên bilindahîyên çîyan da dijîn” (rû. 42).
Û ev jî hê hemû nîne. Sîon Vardapêt Têr Manvêlyan di
pirtûka xwe ya “Kurmanjên yêzîdî” da gotina xwe ya di derbarê
nirx û hêjayîyên jîyana êzdîyan da didomîne, û bi heyr û hijmekarî wana li ber ermenîyên xwe vedike, yan jî, wek mînaka
jêhînbûnê nîşanî wan dide (ma ne, ev pirtûka wî bi xwe ji bo
xwendevanên ermenî hatibûye nivîsîn), û ew bi tu awahî nikare
hest û hijmekarîyên xwe veşêre...
Dixwînî û naxwazî bawer bikî, ku ew mirov, ê ku ewqas
hêjayîyên bi nirxên bilind di nav vî gelî da dîtîye, heya li hinek
cîhan dilavijîya xwe li hemberî wan hêjayîyan dîyar kirîye, lê di
hinek analîzên xwe da dikeve bin bandora hinek çîrokên dûrî heş
û sewdayên mirov, şer û şiltax û tiştên jiberxwederxistî?! Mirov
hîç naxwaze jî bawer bike! Mirov çawa dikare her gotineke berovajîkirî, ne rast û bêwate bawer bike, yên ku li ser bingeha
dîtinên lêpovajî û tewş hatine lihevanîn?!.. Çi ye, ji ber ku li
cîyekî, di hinek çîrokên dûrî heş û sewdayê mirovan da, di hinek
gotinên bûyî-nebûyî da hinek tişt hatine nivîsandin?!
Di derbarê van û gelek tiştên dinê da jî – di Dîyarbûna di
rêzê da...
94
DÎYARBÛNA ŞEŞEM
“...ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe
ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan
olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê
jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek
gelê bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla
birayên xwe yên ji heman netewê va jî, yên
ku ketine hemêza muhemmedîyan.
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan
nuxsan dikin”.
(Sîon Vardapêt Têr – Manvêlyan, ezdazanê
ermenî yê destpêka dewra XX)
EV DÎTINÊN LÊPOVAJÎ Û TEWŞ
GELO DESTPÊKA XWE JI KU HILTÎNIN?..
… Li jorê min nêrînên xudanên berhemên cuda û agahîyên
ji çavkanîyên kevnar anîn dîtinên ku di wan da derketine pêş,
nirxandin, ên ku didin xuyan, ku di nav gelên cînar da di derbarê
medan da dîtinên lêpovajî û tewş hebûne. Ev dîtinên weha yên
di derbarê pêşîyên kurdan da, ewên ku di serdemên dîrokî yên
cuda da hatibûne sêwirandin, di hemû dîroka wan da (bi taybetî
jî ya kurdên êzdî da) wek kuleke kewnegirtî hertim bi wan ra
bûne, û, gelek caran, bandora xeter li ser çarenûsa wan hiştine. Ji
bo ku mirov wan sersedemên dîrokî bibîne, yên ku ji bo peydabûna wan şaşbînî û dîtinên berovajî heş û sewdayê durust û
tendurust ê mirov bûne bingeh, em careke dinê serî li berhemên
hinek nivîskar û lêgerîneran bibin û dîtinên wan binirxînin.
Weha, Têr –Manvêlyan di derbarê êzdîyan û bawerîya wan
da çi nivîsîne:
“Her çiqas dem bi dem di derbarê wan (êzdîyan. – E. C.)
da agahîyên serra-berra hatine dayîn, – Têr-Manvêlyan dinivîse, – lê, sed heyf û mixabin, ew agahî li ser bingeha dîtinên
lêpovajî û tewş û têgîhiştinên şaş hatibûne avakirin, û min got,
95
ku wê balkêş be, eger ez anegorî derfetên xwe, dîroka peyhatîyên
Astîyagê medî yê leheng bi kurtahî raberî ermenîyên me bikim...
(rû. 5).
Û, wisa jî:
“Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê–
dewleta demekêye gewre, kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola
pêşîyên xwe ya xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên
xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên
xrîstîanan parastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya
serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek
gelê bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî, yên ku ketine hemêza muhemmedîyan.
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin.
Kurdên ku muhemedî pejirandine, tenê cilên êzdîyan û zimanê wan parastine...” (rû. 5 – 6).
Û, yeke dinê jî:
“Mezinahîya ramanî ya ola êzdî di lehengîya bêhempa û
durustîya rastînî ya bawermend da ye. Û ev jî hema rastîya vê
bawerîya sade, lêbelê, ne ya bêşêwir û bêwate, lê ya bêhempa,
ne lêp û bê fen e. Ev ew bawerî ye, ya ku gelek tişt bi lêgerînên
wê yên ji dil û girîng va girêdayî ne, û ya sereke jî – pêşveçûna
zanistê û ronîkirina dîroka olan” (rû.7).
Helbet, vekirina eyîtîya (xweza/taybetî) rastîn a
bîrûbawerîya êzdîtîyê pirsa demê ye. Û ewê jî wê demê bê sêrî,
dema ku bi dil û can, lêgerînên kûr û piralî di wî warî da bi fedekarî bên pêkanîn. Û ewê jî, wek ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan dinivîse, “... gelek tişt bi lêgerînên wê yên ji dil û girîng va
girêdayî ne, û ya sereke jî – pêşveçûna zanistê û ronîkirina
dîroka olan”.
Li vir mirov dikaribû çi bigota? Bigota, ku her tişt hatîye
gotin? Helbet, na!
Dîsa jî, Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, wek kesayetîyeke
serdema xwe, nikaribû ji bandora bîrûbawerî û dogmatên olî yên
dema xwe der bima. Bi taybetî jî, eger mirov wê li ber çav bigire,
ku ew erkdarekî ola xrîstîyan bûye. Lê, eger ew di demeke weha
da di derbarê êzdîyan da dinivîse, ku “ewana bi bîrûbawerîya
xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku
îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi
96
çavkorî wek gelê bê ol hatine pejirandin...”, ev di derbarê wê da
dibêje, ku ew bi xwe di çi mercan da jî mezin bûbe, çi dogma,
qedexe û ferz jî hebûne, lê dîsa jî, ev heşmendîya wî ne tenê ya
mirovê serdema xwe bûye, lê wisajî, ya mirovê pêşerojê...
Xazma, eger mirov hesab hilde, ku berî wî jî agahîyên di
wê derbarê da hebûne, ku zulm û zordarîya li êzdîyan hatîye kirin, ne tenê ji hêla misulmanan va bûye, ku ji hêla xrîstîyanan va
jî kêm zulm li wan nehatîye kirin. Zêdetirî nîv dewrê berî wî ronaydarê ermenî yê mezin Xaçatûr Abovyan agahîyên balkêş di
derbarê wê zulm û zordarîyê da nivîsîye, ya ku li hember êzdîyan
hatîye kirin. Û agahîyên wî jî ne tenê di derbarê wê zulm û zordarîyê da bûne, yên ku ji hêla misulman va pêk hatine. Ew wisa
jî zanîyarîyên balkêş di derbarê kirên xrîstîyanan ê dijî êzdîyan
da nivîsîne. Û nikare wisa bibûya, ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan hay ji wan agahîyan nînbûya, ku ewî ew nexwendibûna û di
kurahîya dil û rewanê xwe da neêşyabûya.
Weha, parçeyek ji gotara Abovyan a di derbarê êzdîyan da:
“Zulm û zordarîya giran a ku ji hêla ermenîyan va li îêzîdîyan
hatîye kirin, di sala 1050-an da pêk hatîye, di serdema nivîskarê
ermenî yê navdar Grîgorê Gewre (bi navê Magîstros) da. Wê
demê Haykanê torin ê jêhatî û bawermend ê nûnerê padişêh
(walî) di Mêzopotamîyayê da bi artêşeke mezin va êrîşî wî welatî
kirîye, li ku yên pûtperest diman. Ewî hinek ji wan bi barbarî tunekirin, beşek bi zorê anî ser bîrûbawerîya ermenîyan, lê beşê
dinê, berê wan da cîhekî dûr, ew koçberî rojava–kurahîya
Mêzpotamyayê û Sûrîyayê kirin. Di dema me da Reşîd-paşa tiştekî lap berovajî vê pêk anî: ewî ew bêhtir berbi bakur va dan
koçberkirin –berbi Rûsîyayê va. Grîgor ê torinê ermenî, yê ku bi
karên xwe bi nav û deng bibû, pirzane û jêhatî bû, gelek nivîsên
dijî êzdîyan li dû xwe hiştine. Êzdîyên ku ji zulm û zordarîyê filitîbûn, ji xwe ra cîyekî bi ewle, ku lê star bibin, li bal patrîkê
Sûrîyayê digerin, û di kesê wî da li dijî oldarîya ermenîyan ji xwe
ra piştgirî û parastineke hêztirîn dibînin. Heya di dema me da bi
gotina Încîcyaan, şêxê sereke yê êzdîyan divê salê carekê here
seredana patrîkê Sûrîyayê û bi dîyarîyên xwe dilnizmî û spasdarîya xwe li hember wî diyar bike...”71
Û, dengê hemû giranîya wan bûyerên reş û heş (trajîk), ên
71 Хачатур Абовян, Иезиды, газета «Кавказ», № 9, Тифлис, 28. 02. 1848 г., стр.
4.//Abovyan, “Yên Îêzîdî”, rojnameya “Kavkz”, № 9, Tîflîs, 28. 02. s.1848, rû. 4;
97
ku di vî parçeyê jorê yê gotara Abovyan da diyar dibin, tuyê
bibêjî, di danasîna sade ya Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan da tê
bihîstin: “... kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xwe
yên xwezayperest da bi zorekê xwe ... wisa jî ji stemkarîyên
bêwijdan ên xrîstîanan parastine”. Û bi rastî jî, ji wan gotinan
ew êşa rewanî û zêrandinê tên xuyan, yên ku Sîon Vardapêt TêrManvêlyan hîs kirine, dema di derbarê wan bûyeran da xwendîye
an bihîstîye.
Lê dîsa jî, ji ber ku, ew lawê serdemekê bûye, ya ku ji bo
olên kevneşopî yên desthilatdar ên wê demê taybetmendîyên xwe
hebûne, ji ber wê jî ewî nikaribûye, qet na, bi şêwazî be jî, ji nav
çarçoveyên ramana bîrûbawerîyê, dîtina wê demê ya di derbarê
cîhanê da serdest û dogmayên olî derê. Li ber çavan e, li pişt
kûrahîya têgihîştina xwe ya heş û sewdayî da ew hîs dike, ku ew,
çi ku di derbarê êzdîyan da tê gotin, dereweke pir bi pisporî hinartî ye. Lê, mirovê çawa bikaribe wê di nav çarçoveya wê
bîrûbawerîyê û wan dogmayan da şîrovebike, yên ku di sîstêma
wan da ew wek kesayetî gihîştîye û wek erkdarekî olî, wek ezdazanekî pêk hatîye?! Bi taybetî jî divê mirov bizanibe, ku di
dema wî da gelek mercên dinê jî hebûne, bi taybetî jî – yên
derûnî (psîkolojî) û civakî.
Ev tê çi wateyê?
Em carekê jî bi bîr bînin, ku di dema wî da, û heya di rojên
me da jî, di nav wan mirovan da, yên ku bawerîya xwe bi olên
kevneşopî yên desthilatdar anîne (û îro jî tînin), ew nêrîn hebûye,
ku êzdî gelekî bê ol e, şeytanperest e. Weha di derbarê wê da Sîon
Vardapêt Têr-Manvêlyan bi xwe çi dinivîse: “... Ji ber ku, ewana
bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan
olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla
hemûyan va bi çavkorî wek gelekî bê ol hatine pejirandin...”
(rû.6).
Lê, li cîhekî dinê, bi boneyeke dinê, ji bo ku wan helwestên
ne mafdar ên li hember êzdîyan, hîç nebe, hinekî nerm bike, ew
dinivîse: “Mirov zendegirtî (matmayî) dibe, cîhan wana mirovên bê ol û bawerî hesab dikir û îro jî hesab dike, lê ew –
tevahîya mirovayê” (rû. 12). Lê, ji bo ku mabesta xwe bibe sêrî,
bide xuyan, ku tiştê ku di derbarê êzdîyan da tên gotin, ne rast
in, ew serî li gotineke helbestvanê gewre yê rûs A. S. Pûşkîn
dide, yên ku di bîranînên wî yên “Rêwîtîya berbi Erzoromê va”
98
da hene: “...Di konê gênêral Rayêvskî da begên alayên misulmanan berev bibûn, û govtûgo bi rêya wergêr pêk dihat. Di nav
artêşa me da wisa jî gelên herêmên me yên Kafkasîyayê û yên ji
binecîyên wan xakan hebûn, ên ku van demên dawîyê hatibûn
dagerkirin. Di nav wan da min bi baldarî li yazîdîyan dinihêrî,
yên ku di Rojilata Navîn da wek şeytanperest tên naskirin. Derdorê 300 malbat li binpêya çîyayê Araratê dijîn. Ewana desthilatdarîya dewleta rûsî naskirine. Serkarê wan, mirovekî bilind û
ebulu, berbaraneke sor lê û kumekî reş li sêrî bû, carna ji bo silav
û rêzên xwe bide gênêral Rayêvskîyê serkarê hemû leşkerên
sîyarî, dihate bal wî. Min hewl da, ji yê yazîdî rastîya
bîrûbawerîya wan bizanibim. Ewî bersîva pirsa min da û got, ku,
ew gotegotên di wê derbarê da, ku, xwedêgiravî, yên êzdî şeytên
bawerdikin, çîrokeke vala ye, ku Xwedê yek e, û ew jî wî bawer
dikin, ku, rast e, anegorî qanûnên wan, nifirî li şeytên kirin, tiştekî ne hêja û ne qenc hesab dibe, ji ber ku ew naha bedbext e,
lê, dibe dem bê, û ew bê efûkirin, ji ber ku nabe, ku mirov ji
dilovanîya Ellah ra sînoran dayne. – Ez ji bo êzdîyan pir dilşad
bûm, ku ewana şeytên naparêzin, û bi min diyar bû, ku mirov
dikare dîtinên wan ên nerast bibaxşîne wan”.72
Li vir li ber çavan e, ku dîtineke weha di sêrî da bê bingeh
e. Û heya îro jî ne li ser asta zanistî, û ne jî li ser asta ezdazanîyê
(têologî) ew nehatine nirxandin û qîmetek nedane dîtinên weha û
ew nehatine valaderxistin. Ka, binihêrin, rast e, Pûşkîn “ji bo
êzdîyan pir dilşad bûye, ku ewana şeytên naperêzin”, lê, dîsa jî,
wek ku ew bi xwe dibêje, bi wî “...diyar bûye, ku mirov dikare
dîtinên wan ên ne rast bibaxşîne wan”...
Ger wisan e, dîsa jî hinek guman û dîtinên Pûşkîn di derbarê “dîtinên wan ên ne rast” da mane?
Lê li vira divê mirov tiştekî ji tevahîya vê gotinê cuda bike:
çi ku Pûşkîn dinivîse, ewî bi rêya navbeynkar-wergêr bihîstîye, ji
ber ku êzdîyên wê serdemê bi zimanê rûsî neaxivîne. Zimanê rûsî
ji bo wan bîyanî û nebînayî bûye, û Pûşkîn bi xwe jî, nikaribû
zimanê kurdî bizanibûya. Û ev jî xwezayî bûye. Wê demê, dertê
holê, ku ewî bi yê êzdî ra bi rêya wergêr pêwendî danîne. Û evê
dawîyê jî ji hêla xwe va dikare, wergera axavtina yê êzdî bi
72 Пушкин А. С. Путешествие в Арзрум, Избранные сочинения в 17 томах, т. 8,
книга 1. Москва, 1995, стр. 468//Pûşkîn A. S., “Rêwîtîya berbi Erzrûmê va”, Berhemên
bijarte ji 17 bergan, bergê 8., pirtûka 1. Moskova, 1995, rû. 468.
99
alîkarîya wergêrekî dinê pêk anîbe, yê ku axavtina yê êzdî ya bi
zimanê kurdî ji bo wî wergerandîye tirkî? Ma ne, yên êzdî, heya
eger bi tirkî axivîbin jî, axavtina wan a tirkî pir lewaz bûye. Û,
wek ku tê xuyanê, ew “wergêrê” duyem misulman bûye, ji ber ku
êzdî (û bi giştî piranîya kurdan) ji Xwedê ra negotine û îro jî
nabêjin Ellah. Ew her dibêjin Xwedê yan Xweda.
Û têbînîyeke dinê jî: eger Pûşkîn bi navbeynkarîya yekî
misulman pêwendî bi yê êzdî ra danîne, wê demê, ne hemû
agahîyên di derbarê êzdîyan da gîhandine helbestvanê mezin! An
jî ew hatine berovajî û tewşkirin, û ev jî xwezayî ye!
Li ber çavan e, ku ev hemû ji binva nerastîyek e, yan, dîsa
jî, hinek kes, bêyî ku wê têbigihîjin, hinek tiştan tevlîhev dikin?
Ev hemû ji ku tê? Ma ne, bi sîstêmî du têgehên cuda, du
bîrûbawerîyên cuda, du dîtinên cuda yên di derbarê sêwirandina
gerdûnê da hene! Ji hêlekê va bawerîya êzîdî û êzîdîtîyê heye –
wek tarîqet, ji hêla dinê va – ola êzdî û êzdîtî?! (di vê derbarê da
– bi hûrbînî, di Dîyarbûna yekem da).
Û jinûva pirs dertê holê: “Bi rastî, mirov dikaribû di derbarê nerastîya dîtinên kê da bibêje? Di derbarê nerastîya dîtinên
êzdîyan da, yan di derbarê nerastîya dîtinên di derbarê
bîrûbawerîya wan da?!”
Divê mirov evê pirsê di çarçeveya demajoya dîrokî da binirxîne, û lêgerînên wê bi hemû merc û rewşên objêktîv û
sûbjêktîv va pêkbîne.
Hemû nêrînên di derbarê ola êzdî û şiroveyên di derbarê
bîrûbawerîya wê da di bin bandora bawerîyên olî yên kevneşopî
(bi gotina Têr-Manvêlyan – “olên desthilatdar”!) û pirîzmaya
bîrûbawerîya wan da pêk hatine. Û ji ber wê jî ev hemû nêrîn hîç
nikarin objêktîv û sazûmandar bin û, ji ber wê jî, ne pêkan in...
Em ji wê destpê bikin, ku di bawerîya ola êzdî da kesayîkirina (personification) ruh û rewanê ne qenc (şeytan), wek ku ew
di olên kevneşopî da heye, nîne. Û ev jî bingeha hemû bingehên
dîtinên lêpovajîkirî û şiroveyên dûrî heş û sewdayê tendurust e,
yên ku di derbarê ola êzdî da hatine hinartin. Û ya balkêş jî ew e,
ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan jî helwesteke weha di pirtûka
xwe da li hember vê pirsê dide xuyan. Ew jî hewl dide, “perestina şeytên” a ji hêla êzdîyan va “efû bike”. Û heya “mafdardîtina” wî digihîje wê radeyê, ku dilê mirov bi wî diêşe. Lê
ew “mafdardîtinana”, hemû jî, wek ku êdî berê hatîye gotin, di
100
nav çarçeveya bawerîya wê olê da pêk tên, ya ku ew bi xwe di
nav wê da ye û xizmeta wê dike. Li vir dufelqbûna helwesta Têr
Manvêlyan a li hember êzdîyan li ber çavan e. Ji hêlekê va ewî
di pêvajoya pêwendîyên xwe yên bi êzdîyan ra, wek ku ew bi
xwe dibêje, derxistîye zanebûnê, ku“...mezinahîya ramanî ya ola
êzdî di lehengîya bêhempa û durustîya rastînînîya bawermend
da ye. Û ev jî hema rastîya vê bawerîya sade, lêbelê, ne ya
bêşêwir û bêwate, lê ya bêhempa, ne lêp û bê fen e. Ev ew bawerî
ye, ya ku gelek tişt bi lêgerînên wê yên ji dil û girîng va girêdahî
ne, û ya sereke jî – pêşveçûna zanistê û ronîkirina dîroka olan”.
Û ji hêleke dinê va, di nav wê civakê da, li ku ew bi xwe jîyaye,
di derbarê êzdîyan û ola wan da dîtinên lêpovajîkirî yên çi rengî
bibêjî, hatine belavkirin. Û ji ber wê jî, ew her tiştî dike, ji bo ku,
“gunehê” êzdîyan qe na hinekî sivik bike, helbet, dîsa jî, di çarçeveya bawerîyên olên kevneşopî yên desthilatdar da. Weha, parçeyek ji nirxandinên wî (helbet, divê bê zanîn, ku ev şiroveyana,
wek ku hemû pirtûka wî, ji bo xwendevanên wî yên ermenî hatine
nivîsîn): “...Wek ku hatîye gotin, û ew jî li ber çavan e, ku wê
demê, dema evên dawîyê (ruh û rewanên neqenc. – E. C.) ji hêla
tevahîya mirovahîyê va bi navên nepak ên weke: antîxrîst, şeytan,
rewanê neqenc, dojeh, satana ... bi tundî tên nefretkirin, tenê yê
êzdî bi hezkirineke heşmendî û bi bawerî li ser asta perestinê ji
wanra rêz digire. ...Lê ew wê tu carê di bin bandora tirs û xofê
da nake. Na! Lê, mirov zendegirtî dibe (matma dibe), ew wê ji
boy navê dilovanîya mirovî dike – ji boy navê hestên pîroz – dilovanî û dilêşîya li hember wî, yê ku ji her tiştî bêpar maye û
zêryayî ye.
Yê êzdî evê helwesta xwe ya dilpakî û dilovanîyê her bi
gotinên felsefî şirove dike” (rû. 7 – 8).
Li ber çavan e, ku herçiqasî jî Têr-Manvêlyan bi dilovanî
û xweşbînî ewê “gunehkarîyê”, ya ku nîne, ya ku berî wî ji hêla
hinekên dinê va hatîye hinartin, şirove dike, yek e, ew mohra ne
mafdar û bêdadîyê heya îro jî dimîne.
Û, heya em nikaribin rehên vê bêdadî û nepakîya dîrokî ya
li hember êzdîyan bibînin, li ser bingeha daneyên pêbawer wan
derew û şer û şltaxan bi bingehîn red nekin û rastîya dîrokî dernexin holê û jîndar nekin, emê nikaribin bi cîhana mayîn ra, wek
terefdarên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê ya bêhempa,
biaxivin. Emê nikaribin bibin xwedîyên mîrasa wê çanda kevnar,
101
ya ku hebûna gelê kurd ê pirmîllîonê ye...
Naha em vegerin ser wan mercên rewşî-derûnî (psîkolojî),
yên ku êzdî tevahîya wê demajoya dîrokî têda bûne. Ma ne, ew
daneyên berovajîkirî, yên ku pisporên bîyanî (heya, carna, hinekên kurd jî!) di lêgerînên xwe da bikartînin, divê ku ewana ji
êzdîyan bi xwe, bi taybetî jî, ji erkdarên ola êzdî bihîstibin? Lê,
wek ku tê zanîn, bîrûbawerîya êzdîtîyê pir girtî ye, û li ser her
agahîyeke di derbarê wê da qedexeyên cuda hene. Û carna, dema
êzdîyan bersîva pirsên bê rawestan û bi baldar ên lêgerîneran, an
jî yên nûnerên olên dinê dane, wana di derbarê ola xwe da ji wan
ra negotine: wana her tenê ew pirs nirxandine, yên ku bala axavtvanê wan kişandîye, û, ew jî, tenê di nav çarçoveya wan zanînên
xwe yên di derbarê bîrûbawerîya ola axavtvanê xwe da, yên ku
wana zanibûne. Û ji bilî wê, yên ku bi êzdîyan ra axivîne, wana
pirsên xwe li ser bingeha bîrûbawerî û dîtinên li ser sêwira cîhanê
anegorî bîrûbawerîyên olên kevneşopî ava kirine û bi agahîyên
berovajîkirî yên di derbarê êzdîyan ên ji hinekan bihîstî da li hev
hûnane, ji ber ku agahîyên wan ên dinê nînbûne...
Weha, di derbarê wan rûh û rewanên neqenc da, yên ku di
derbarê wan da di olên kevneşopî yên xrîstîyanî û misulmanî da
tê gotin, ji êzdîyan pirsîne. Ma ne, di ola êzdî da heya agahîyeke
here sivik jî di wê derbarê da nîne. Û, heya, eger yên êzdî hinek
zanîyarîyên xwe di derbarê rewanên wî rengî da hene jî, ew bi
“saya” pêwendîyên bi nûnerên olên kevneşopî ra ye. Ma ne, êzdî
ji gelên derdorên xwe yên cînar dorgirtî nejîyane û îro jî najîn?!
Ma ne, pêwendîyên wan bi cîhana mayîn ra hebûne û îro jî hene?!
Yan jî di nav wan da erkdarên olên dinê çûne-hatine, bi mabesta
mîsîonêrîyê, ji bo ku bawerîya xwe bi wan bidin pejirandin?! Û
ji bilî van hemûyan û ji van jî zêdetir, ma ne, Şêx Adî gelek têgeh
û têrmînên îslamî bi xwe ra anîne nav êzdîtîyê?! Û ji ber wê jî,
heya, eger êzdîyan bi axavtvanên xwe ra hinek pirs goftûgo jî
kiribin, wana ew di nav çarçoveya bîrûbawerîyên olên kevneşopî
da pêk anîne, û hinek caran jî – weke xwesteka axavtvanan.
Û hew!
Divê bê zanîn, ku yên êzdî, di nav çarçoveya bîrûbawerîya
ola xwe da, heya ku nikaribû jî bihata heşê wan, ku di derdorên
Xwedê da dikaribûn ruh û rewanên neqenc jî hebin. Û ji wê zêdetir jî, ku dikaribû Xwedê bi xwe ew sêwirandibûna. Ji ber wê jî
ewan wisa berxwe dane û nexwestine nefretê li rewanekî pîroz
102
bikin û gotinên bêrê ji wan ra bibêjin, yê ku di bawerîyên kevneşopî da wek rewanên neqenc, şeytan, satana, lûsîfêr tên binavkirin.
– Tiştekî wisa çawa dikare bibe?–Yên êzdî zendegirtî dibin. Ma ne, bi têgihîştina wana, di pantêona xwedavend û
pîrozîyên êzdîyan da kesayîbûna ruh û rewanên neqenc nîne.
Eger neqencî û nepakî hene, ew tenê di nav mirov da hene. Û ji
ber wê jî hinek erkdarên ola êzdî wisa tevlîhev dibin, û bi tirs û
xofekê dipirsin: “Tiştekî wisa çawa dikare bibe, ku Xwedê
rewanê neqenc bisêwirîne?” (Helbet, eger gotin di derbarê
Xwedê da ye – bi têgihîştina êzdîyan!)
Hem jî, ma ne, wek ku li jorê hate gotin, di pantêona
xwedavend û rewanên bihurtî û pîroz a bawerîya êzdîtîyê da
têgeha rewanê neqenc û kesayîkirina wî nîne... Helwesteke wisa
li dijî rûmet û hestên êzdîyan ên olî bû. Lê ewana li dijî nûnerên
wan olên kevneşopî çi dikaribûne bikirina, ên ku Têr-Manvêlyan
wana wek “olên desthilatdar”nav dike?... Ji ber wê jî ew ji her
nirxandineke wisa ya di derbarê pirsên wisa da zendegirtî dibin.
Û ewana ew hemû pirs jî, her bi nûnerên bawerîyên xrîstîyanî û
misulmanîyê ra, ew jî bi neçarî, govtûgo kirane! Lê di nav
êzdîyan da axavtinên wisa wek êrîşên bêhurmetîyê û bêrêtîyê li
hember hemû rewanên bihurtî û pîroz dihatin dîtin. U ew jî,
jixwe, guneh bû!..
Di pantêona pîrozîyên ola êzdî da hemû xwedavend û
rewanên bihurtî û pîroz tenê nûnerîya destpêka qenc dikin. Û, ya
here pîroz jî, ya ku êzdîyên îro ji ola xwe ya kevnar parastine û
gîhandine rojên me, dibe ku, hema ev e!
Jê hêla xwe va her rewanekî pîroz Xudanê malbatekê, binemalekê, berekekê an tiştekî dinê ye. Ji ber wê jî yên êzdî wan
rewanan wek “Yên ji me çêtir” nav dikin, û ji vir jî – peyva
“Meçêtir”! Û ji bo ku van hemûyan tê bigihîjin, mirov divê di
malbata êzdîyan da çavê xwe li cîhanê vekiribe û di hewa
bîrûbawerîya ola êzdî da gihîştibe û perwerde bûbe, terbe-toreya
xwe, wek ku Têr-Manvêlayan dibêje, di “xewn û xiyalên” wê ola
kevnar a bi sur û sêr da dîtibe.
Dema êzdîyan gotine, ku mirov ji dêya xwe êzdî dibe, û ne
ku dibe êzdî, dibe ku mabesta wan hema ev bûye!
Di derbarê êzdîtîyê da li ser asta danasînê gelek gotar, her
weha, lêgerînên zanistî, bîranîn, vegotinên zanyaran ên cuda ha-
103
tine weşandin, lê di wana da ev bîrûbawerî wek olekê hatye
nirxandin (helbet, wek êzîdîtî//êzîdîyatî!), a ku li ser bingeha
bîrûbawerîya Şêx Adî sazbûye û di rastîya xwe da nêzîkî îslamê
ye. Ji bo vê berhema xwe ya lêgerînî min bi bingehîn ev çavkanîyên jêrê hilbijartine: pirtûka Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan
a navborî, berhema zanîyarê rûs ê navdar V. F. Mînorskîy ya
“Yên kurd. Têbînî û bîranîn”73 û pirtûka lêgerînerê înglîz ê navdar Êndryû Kollînz a “Frêşteyên jorda hatî”74 (Andrew Collinz,
“From The Ashes of Angels”).
Ji bo çi?
Di sêrî da, ji ber ku ev berhemana ji hêla nêrînên nû û
mêtoda analîza lêgerînî va ji yên dinê cuda dibin. Di lêgerînên
van pisporan da şopên bîranîna di derbarê bingehên kevnar ên di
vê olê da dîyar in. (Helbet, goveka lêgerînên vê berhemê tenê bi
nivîsên van pisporan bi sînor nabe – evana her tenê yên bingehîn
in!).
Li jorê êdî di derbarê S. V. Têr-Manvêlyan û pirtûka wî da
bi hûrbînî hatîye gotin. Ji ber wê jî, li vir wê li ser hinek aspêktên
lêgerînên Êndryû Kollînz, wisa jî têbînî û dîtinên zanistî yên V.
F. Mînorskî bê axavtin.
Dema Êndryû Kollinz hewl dide, ku wateya peyva yêzîd
ravebike û, her çiqas, bi bingehîn nêrîn û agahîyên cuda tîne, yên
ku heya dijberî hev in jî, û, qey bibêjî, ew bi xwe jî terefdarê hîç
nêrînekê jî nîne, lê, dîsa jî, mirov dikare di wê pirtûka wî da raman û agahîyan bibîne, yên ku berê mirov didin dîtinên orîjînal.
Heya mirov dikaribû bigota, ku di nav lêgerînerên ola êzdî
da ew yek ji wan mirovên pir kêm e, yên ku nêzîkî ravekirina
navê vê ola gelê kurd a kevnar bûne. Ew bi hîsa xwe ya zanistî
serva diçe, ka rastîya vê olê di çi da ye, lê,li ser rêya ravekirina
wê rastîyê ji wî ra berbest çê dibin, ji ber ku ew lêgerînên xwe di
warê ola êzdî da ne ku ji hundirva pêk tine, lê li ser bingeha
agahîyên ji berhemên pisporên dinê. Lêgerînên wî wisa jî li ser
bingeha guhartin û “rêformên” têkilîdarî navê Şêx Adî û di bin
prîzmaya ol û bawerîyên dinê da pêk tên.
Weha, ew bawerîyên olî yên êzdîtîyê çawa şirovedike:
73 Минорский В. Ф., Курды. Заметки и впечатления, Петроград, 1915, стр. 23//
Mînorskîy V. F., “Yên kurd. Têbînî û bîranîn”, Pêtrograd, 1915, rû. 23.
74 Эндрю Коллинз, «Падшие ангелы», Москва, 2008, стр. 187//Wergera rûsî ya
pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî: AndrewCollins, “From The Ashes of Angels”,
Moskova, 2008, rû. 187.
104
“...Berekên êzdîyan, ên ku ji hev cuda û girtî dijîn li dû sê
bawerîyên yazata, yazd an yêzad yên cuda diçin, lê ew di nava
yekîtîyekê da ne û, eger ji farsî wergerînin, tê wateya: “frêşte”.
Ev bawerîyana di hinek navçeyên Kurdistanê da hene”.75
Di pirsa ravekirina navê Êzdî (wek nave Xwedê) da, derdorê 90 salî berî Êndryû Kollînz zanyarê rûs ê navdar V. F.
Mînorskîy, bêyî ku bi zanistî wê şirove bike, têbînîyên balkêş pêş
dixe. Ew dinivîse, ku ew nav (di nivîsa wî da - езидийство//
yêzîdîyetî) “navekî gelêrî ye. Lê di rastîya xwe da tê dîtin, ku ew
nav ji peyva îranî ya kevnar a Ezda tê, ango, Xwedê ”.76
Rast e!
Lê ne ku tê dîtin, ne ku ew “peyva îranî ya kevnar” e, lê
bi zanistî hatîye piştrastkirin (bi hûrbînî li jorê, di Dîyarbûna yekem da binihêrin!), ku ew peyveke kurdî ya konkrêt e û îro jî kurd
wê peyvê tê digihîjin û dikarin ravebikin, ka ew ji ku tê:
Êzdî<Yêzdî<Yê ezdayî.
Divê bê gotin, ku bi prênsîpî şaşîya hemû lêgerîneran, ên
ku bi zimanê kurdî, dîrok û çanda kurdî va mijûl bûne û îro jî
mijûl dibin, di nav wan da, wisa jî, yên ku bi olê va mijûl in, ew
e, ku ewana li hemû tiştên kurdî di bin prîzmaya farsî da nihêrîne
û îro jî dinihêrin. Dema analîzkirina bingehên destpêkî yên zimanê kurdî, wek qanûn, di bin destê wan da hertim jî mînakên
farsî hebûne, ewana bi wan jî hemû tiştên kurdî şirove kirine. Lê,
ma ne, hemû hêjayî û nirx û heya zimanê wêjeyî yê dewletê yê
fermî wek mîras ji farsan ra ji medan maye, û wana ew hemû di
nav derdorên bîyanî (ên farsî) da bikaranîne...
Û di derdor û mercên nû da, di nava pêşveçûna dîrokî da
gelek nirxên destpêkî yên medî-kurdî hatine guhartin, reng û
rûçikê wan hatîye xeyîrandin û bi şêwazekî nû ji nûva hatine
watedarkirin. Hemû peyvên zimanê medî û ziman bi xwe jî, di
nav tevahîya xwe da, li ser zarê farsan hatine werguhartin û
xeyîrandin.
Û, li şûna wê, ku zanîyar analîza peyv û têrmînên kurdî li
ser bingeh û qanûnên hundirîn ên zimanê kurdî pêkbînin, ewana
hiltînin û wan analîzan li ser bingeha şêwazên berovajîkirî yên
zimên pêk tînin. Helbet, ewana heya radeyekê ne di zanebûna wê
da jî bûne, ku ew bi xwe şêwazên berovajî û tewşkirî ne, yên ku
75
76
Li nasîya 74. binihêrin.
Li nasîya 73. binihêrin.
105
di zimanê farsî da hatine parastin.77
Çima?
Dibe ku, ji ber wê, ku berî wana hemû analîz, ên ku di warê
zimanê kurdî da hatine kirin, ew li ser bingeha matêrîalên farsî û
di bin prîzmaya sazîya wî zimanî da hatine pêkanîn. Ji ber ku di
bin destê wan da mînakên dinê nînbûne?! Wisa hêsan bûye?! Ma
ne, yên êzdî peyhatîyên medan ên rastedêr in! Erê, dikare, di navbera bi dehan dewran da ewan gelek tişt winda kiribin, gelek
tiştên wan hatibin guhartin jî!? Lê, dîsa jî, gelek şêwaz û sazîyên
zimanî (konstruktion) di zimanê kurdan da hatine parastin, lewra
ku kurd peyhatîyên rastedêr ên medên kevnar û xwedîyên çanda
wan in!...
Naha jî em bên li ser pirsa belavkirina dîtinên lêpovajî û
çewt ên di derbarê êzdîyan da.
Ya Êndryû Kollînz, ew di derbarê vê da nêrîna xwî ya cuda
heye: “...Navê şeytanperestîyê ji rêwîgerên ewropî gihîştye
yêzîdîyan, her çiqas, bawerîya wan hîç jî bi wan gotinên dûrî heş
û sewdayê mirov nayê makkirin (nirxandin)”.78 – Helbet, wek
prênsîp, heya radeyekê, ev rast e. Rast e, ku Êndryû Kollînz bi
bawer e, hemû nêrîn û dîtinên di derbarê êzdîyan da ji nezanî û
kêmheşîyê tên. Lê, xwedîyên wan nêrîn û dîtinan ne ewropî ne.
Ewropî her tenê belavkirên wan dîtin û nêrînan bûne (ew berovajîkirî bûne, yan ne ewqasî). Ewana ew ji nûnerên wan olan
bihîstine, yên ku ji hêla Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan va wek
“olên desthilatdar” tên binavkirin. Helbet li vira jî wan dîtinên
lêpovajî û tewş rola xwe lîstine, yên ku piştî “rêformên” bi navê
Şêx Adî va têkilîdar, derketine holê.
Di derbarê wê da, ka xudanên van nêrîn û dîtinên lêpovajî
û tewş kî ne, agahîyeke balkêş a anegorî rastîyê li bal Xaçatûr
Abovyan heye – di gotara wî ya “Yên îêzîdî” da: “...ji vî gelî ra
(gotina wî di derbarê êzdîyan da ye. – E. C.) şeytanperest gotine,
her tenê ji ber wê, ku gelên cînar, ên ku bi fanatîzma xwe va dîyar
77 Мамоян А. Д., Грамматические категории существительного и основы индоевропейского праязыка в курдском, С.-Петербург, 2007, стр. 15 – 19.// Mamoyan A.
D., “Taybetmendîyên rêzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê
hindewropî di kurdî da”, S.-Pêtêrbûrg, 2007, rû. 15 – 19.
78 Эндрю Коллинз, Падшие ангелы, Москва, 2008, стр. 188//Wergera rûsî ya
pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî: Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”,
Moskova, 2008, rû. 188.
106
in, ji wan nefret kirine û ew bendî tiştekî danenîne. Wana nikaribûne wateya ferzên wan rast tê bigihîjin û felsefeya wan a
exlaqî hemêz bikin. Û ya ku wan civakên weha yên çors, lê yên
xwedî hest û ramanên kur, ji gelek cînarên wan cuda dikin jî, ji
xwe ew ferzên wan û felsefa wan a exlaqî ne”.79
Her çiqas demajoyeke ji sed û pêncî salî zêdetir di navbera
Êndryû Kollînz û Xaçatûr Abovyan da heye, lê ev parçeyê ji gotara Abovyan wan bingehan bêhtir bi objetîvî dide xuyan, ên ku
bûne sedema belavkirina wan dîtinên lêpovajî û tewş di derbarê
êzdîyan da.
Lê, her çiqas, Êndryû Kollînz gelek dîtinên lêpovajî û tewş
ên di derbarê kurdên êzdî da tîne, û gelekên ji wan di bin
pirîzmaya bîrûbawerîya Şêx Adî û îslamê bi giştî da şirove dike,
lê dîsa jî ew derencamên balkêş derdixe holê.
Weha, dîtinên wî:
“Navê êzdîyan xwezaya bawerîyên wan diyar dike, yên ku
bi bingehîn li dora şêwazên cuda yên rewanên firêşteyî yên deverî kom bûne. Ji gelek hêlan va ev nava dikare wek “yên
frêşteyî” bê wergerandin, û di destpêkê da bi vî navî, wek ku tê
xuyanê, hemû bawerîyên kurdan ên firêşteyan hatine binavkirin”.80
Di wê derbarê da, ka navê ola êzdî û bîrûbawerîya wê ji
ku tê û çawa sazbûye, min êdî li jorê gotîye, lê li vir nêzîkbûna
Êndryû Kollînz bi xwe balkêş tê xuyan. Li vir nayê zanîn, ka ewî
şêwazê “bawerîya firêşteyan” ê bi rûsî di orîgînala têksta xwe da
(ya bi zimanê înglîzî) çawa navkirîye. Lê eger mirov bibêje, ku
wergera wê pirtirîn (maksîmûm) nêzîkî nimûneya wê ya bingehîn
(orîgînal) e, wê demê bi xwe têrmîna Êndryû Kollînz a
“frêşteyî” rê dide, ku mirov bibêje, her çiqas, ewî zimanê kurdî
nizanibûye, dîsa jî, li ser bingeha wan matêrîalan, ên ku li ber
destê wî hebûne, li ser rêya ravekirina wateya wê peyvê ya rastîn
ewî geveke balkêş avîtîye. Lê vir, wek ku li jorê jî hatibû gotin,
ya ku ji wî ra dibe asteng ew e, ku berî wî êdî têgîna (kontsêpt)
lêgerînên êzdîtîyê hebûne, û ew wê di bin pirîzma bingehên
destpêkî (sûbstrat) yên farsî da şirove dike. Helbet, wek ku êdî li
jorê bi êtîmolojî hatibû şirovekirin, têrmînên Êzîd û êzîdî tu
pêwendîya xwe bi ola êzdî ra nînin. Ji ber ku peyva xurû kurdî
79
80
Li nasîya 71. binihêrin.
Li nasîya 78. binihêrin.
107
ya Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Weha, wek u li jorê êdî hatye
gotin, qewlên ola êzdî dibêjin: “Hezar û yek navên Xwedê hene,
Êzdî jî navekî Xwedê ye!”, bi rêya analîzkirina dîrokî-hemberhevkirinî û bi xwe sazîya navê Êzdî (wek navekî Xwedê) ya
peyvsazîyê di zaravê kurmancî yê zimanê kurdî da hatîye dîtin.
Û li ser wê bingehê yên êzdî xwe êzdî//ezdayî nav dikin, û wateya
wê jî mirov dikaribû wiha şîrovebikira: xwedêperest, yên ku li dû
rastîya Xwedê diçin, an jî mirovên Xwedê. Û ev bêhtir nêzîkî wan
wateyan e, yên ku mirov, dema wê peyvê dixwîne, an jî bi zarkî
dibêje, têdigihîje. Ango, eger mirov wateya peyva Êzdî //Ezda
rasttir bîne şêwazekî, ew tê wateya Xwedê, lê yên êzdî// ezdayî –
xwedêperest, yên ku li dû rastîya Xwedê diçin, an jî mirovên
Xwedê, yan jî, eger mirov bi şêwazê têrmîna Êndryû Kollînz a
“frêşteyî” vesêwirîne, dikare bibêje – “yên xwedayî”.
Divê bê gotin, ku, her çiqas Êndryû Kollînz di nivîsên xwe
da dîtinên balkêş tîne zimên, lê dîsa jî, ola êzdî û bîrûbawerîya
êzdîtîyê di çarçeveya bîrûbawerîya Şêx Adî û dîroka ola îslamê
ya di derbarê frêşteyan da dinirxîne. Weha, ew çi dinivîse: “...
yêzîdîyan hewl dane, dîtinên xwe yên di derbarê Melekî Tawis
da, yên ku orîjînal û di gelek waran da bi nakokî ne jî, di nav
dîroka îslamê da biparêzin...”81 – Wek ku tê xuyan, mîna
lêgerînerên dinê, Êndryû Kollîz jî di bin pirîzmaya bîrûbawerîya
îslamê da li tevahîya sazîya bîrûbawerîyên êzdîyan dinihêre. Û
nêzîkbûneke dinê jî nikaribû hebûya, lewra ku piştî hatina Şêx
Adî û rêformên bi navê wî ra têkilîdar, kirasê îslamî di stûyê wê
ola gelê kurd a kevnar da danîne.
Lê ev jî ji hêla xwe va di wê derbarê da dibêje, ku dîsa jî
Êndryû Kollînz, ê ku wek kesayetîyekê di nav hewa û di bin bandora bîrûbawerîya oleke kevneşopî û ferzên wê da gihîştîye, nikareibûye ola êzdî bi cûrekî dinê nas bike û bide nasîn, bi taybet
jî, dema ewî lêgerînên xwe ne ku di warê matêrîalên ola êzdî da,
lê li ser bingeha matêrîalên êzîdîtîyê pêk anîne. Lê, dîsa jî, her
çiqas di bin destê wî da tenê agahîyên lêpovajî û tewş hebûne, ew
jî ne yên di derbarê êzdîtîyê da, ew carna nêrîn û dîtinên balkêş
tîne zimên.
Û, her çiqas pêwîst e, ku mirov ji keda lêgerînerên warê
zanista olan ra rêz bigire, lê, bi dîtina min, divê mirov li êzdîtîyê,
81
Di nasîya 78. da – rû. 189.
108
wek yek ji bîrûbawerîyên cîhana kevnar, ji hêleke dinê va û bi
çavekî dinê binihêre. Ji bo ku mirov êzdîtîyê, ewê ola gelê kurd
a kevnar a berî zerdeştîyê têbigihîje, divê ku ew demeke dirêj di
nava êzdîyan da bijî. Ew divê bîrûbawerîya wê olê ji hundirva tê
bigihîje, û, hem jî, divê ramana xwe ji bandora wan ferzên
bîrûbawerîya olên kevneşopî azad bike (qe na, ji bo demekê!),
yên ku ewî zarotîya xwe di merc û hewaya wan da derbazkirîye,
an jî paşê di sîstêma wan da perwerde bûye. Heya piranîya erkdarên ola êzdî yên îro xwezaya rastîn a êzdîtîyê tê nagihîjin, ji
ber ku ewana li ser bingeha bîrûbawerîya olî ya bîyanî û dûrî ola
êzdî perwerde bûne, ya ku Şîxadî di dewra XII da ji derva anîye
nav vê ola kevnar.
Dema mirov bi zanistî bingehên êzdîtîya berî Şêx Adî û ya
pey wî ra dinirxîne, dibîne, ku ew du bîrûbawerîyên ji hev cuda
ne. Û ji ber wê jî dê rasttir bibe, eger mirov navê wê ola kevnar
wisa bihêle, wek ku bi xwe kurdên êzdî xwe û ola xwe nav dikin
– (yê/ya/yên) êzdî, êzdîtî//êzdîyatî û ola êzdî. Lê ew çi ku piştî
rêformên têkilîdarî navê Şêx Adî saz bûye – êzîdîtî//ola êzîdî, an
jî, wek ku hinek lêgerîner bi zimanên bîyanî dinivîsin – yêzîdîzm
//ola yêzîdî, divê cuda bê nirxandin. Lewra ku ew tu pêwendîya
xwe bi vê ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê ra nîne, ewana du
bîrûbawerîyên ji hev cuda ne, ji ber ku êzîdîtîya îro ne êzdîtîya
resen e, mirov her bi mercî dikare wê êzdîtî nav bike, ew jî –
êzdîtîya di kirasê îslamê da. Ji ber ku Şêx Adî ne ku êzdî, lê misulman bûye. Heya ewî di dema xwe da, wek ku xudanên nivîsên
cuda agahîyan didin, perwerdeya ola îslamê dîtîye, ewî bi rêya
rêforman êzdîtî derbazî ser rêlsên (rexên rêya hesinî) îslamê
kirye. Û, ji ber wê jî ewî, nikaribû di bin prîzmaya îslamê da li
ola êzdî û, bi giştî, li êzdîtîyê nenihêrîya. Berî ku Şêx Adî bê nava
êzdîyan, ewî nikaribûye di derbarê wan dîtinên lêpovajî û tewş û
şer û şiltaxan da nizanibûya, yên ku di derbarê wê olê û terefdarên
wê da hatibûne belavkirin. Dibe ku, ewî bi xwe jî têra xwe ew
bihîstibûne, ji ber ku, ewana di hawîrdorên îslamî da li ser her
gavekê rastî mirov hatibûne, û, dibe ku, ewî bi xwe jî ji wan gelekan bawer kiribe. Û, dibe ku ew pirtûk, ên ku wek pirtûkên
pîroz ên ola êzdî tên navkirin (“Meshefa reş” û “Kitêb ElCilwe”), berevokên têkstên wan gotegotan bin, ên ku di nava wê
pêvajoyê da hatine hinartin. Û, eger mirov bawer bike, ku,
109
xwedêgiravî, Şêx Adî hatîye, ji bo ku êzdîyan û êzdîtîyê rizgar
bike, ev çîrokek e, û yên ku ew hinartine, dibe ku wan bi xwe jî
heya dawîyê ji wê bawer nekirine...
Û, eger mirov ji vê çîrokê bawer bike, bi xwe wê tenê xwe
bixapîne!..
Dem pêra gihîştîye, ku mirov her tiştekî bi navê wî bide
nasîn. Mirov nikare wê ji ber çavan biavêje, ku Şêx Adî ne tenê
misulman bûye, lê wisa jî erkdarekî ola îslamê bûye, û di nav gel
da belavkirina bîrûbawerîya ola îslamê erka wî bûye, ji ber wê jî
ewî nikaribî ji bo vê olê serê xwe biêşanda, ya ku di nav misulmanan da wek şeytanperestî dihat (û îro jîtê) dîtin...
Û li vir, bi xwezayî, pirs dertê holê: “Wê demê çi berbingeh û sedem ji bo hatina Şêx Adî ya Lalişê, li nav êzdîyan
hebûne?” Yan jî: “Şêx Adîbi bi xwe li dû çi helwestê bûye?”
Wî çaxî, dema Şêx Adî perwerdeya olî ya îslamî dest tîne,
di wê serdemê da di cîhana îslamî da demên ne yekawa yên bi
alozî û tevlihev hebûne: wê demê li deverên cuda şax û tarîqetên
îslamê yên nû peyda bûne. Û, dibe ku, ji ber wê jî pey dawîkirina
xwendina xwe ya medreseya olî ra, ewî, wek oldarekî, di cîhana
îslamî da nikaribûye warekî bibîne, li ku bikaribe hêz û zanînên
xwe bikar bîne, û xwe bi êzdîyan ra gîhandibe?! Û kar jî ji bo wî
balkêş bûye, û, dibe ku, ewî dê bikaribûya, qe na, bi awayekî
rewşa êzdîyan, a bi çarenûsî giran, hinekî sivik bikira – bi rêya
nêzîkî hev kirina êzdîtîyê û îslamê?! An, bê deng û hes, bêyî ku
helwesta wan li dijî xwe rake, wana bike nava kirasê îslamê?
Lê, eger ew hemû di sêrî da baş hatibûye ramankirin, plankirin, û hemû derfet hatine bikaranîn, ji bo ku ewê di jîyanê da
pêk bînin?!..
Û, dîtinek a dinê jî! Li vir bi xwezayî pirs dertên holê: “Ma
ne, wek ku êdî li jorê hatîye gotin, eger bîrûbawerîya ola êzdî ji
bo mirovên bîyanî û yên ne ji vê olê girtî ye, û qedexe li ser her
agahîyeke wê hene, wê demê gelo helwesta êzdîyan li hember Şêx
Adî çawa bûye? Ma ne, dema êzdîyan bersîva pirsên nûnerên
olên dinê dane, ne ku di derbarê ola xwe da gotine, lê tenê di
nav çarçeveya zanînên xwe yên di derbarê ola axavtvanê xwe da
û anegorî wan pirsan şirovekirine, yên ku bala wî kişandine?!”
Û, ger wisan e, wê demê, dîsa jî, ewana divê gelek tişt li ber Şêx
Adî venekiribin?! Û, dibe ku ji ber wê ye, ku ew bingehên
bîrûbawerîya ola êzdî, yên ku li ser zarê kal û pîrên me, kalên
110
kalên me hatine parastin, bi bingehîn ne weke wan in, ên ku hinek
erkdarên ola êzdî yên hemdemî ji gel ra dibêjin?
Çima?
Li vira dikarin du dîtin hebin: an pêşîyên me li ber Şêx Adî
hemû rastîya bîrûbawerîya ola êzdî venekirine, an jî Şêx Adî dilsozê wê ola pêşîyên xwebûye, ya ku ewana demeke ne ewqasî
zêde berê pejirandibûne, û ewî li ber bîrûbawerîya ola êzdî guh
û rewanê xwe girtibûne, û, ji xwe bawer, pêvajoya îslamîkirina
êzdîyan domandîye?!
Dikare, hinek pirsbikin: “Lê êzdîyan...?”
– Hîç..!
Ma, ewan kurdan çi kirine, ên ku di dema xwe da bi destê
zorê îslam li wan hate ferzkirin, dema li ber çavê wan, ên ku
nexwestine wê olê bipejirînin, yan çarmixê xistine, yan jî dardakirine û wisa li ber çavê her kesî hiştine, ji bo ku gel çavtirsyayî
bibe?!...
Û van demên dawîyê êdî di nav kurdan da mirov hene, û
di nav wan da, wisa jî erkdarên ola îslamê, yên ku van hemûyan
têdigihîjin û watedar dikin û qîmetekî dîrokî didin wan bûyerên
trajîk.
Ji bîra min neçûye....Sala 2004-an di Ameda paytexta Kurdistanê da ez beşdarî Konfêransa zanistî ya navnetewî bûm. Pirsgirêkên zimanê kurdî di rojeva konfêransê da bûn: rêziman,
rastnivîs, alfabê, mafê perwerdeyî, pirsgirêkên perwerdeyê û yên
pisporan... Ez li wir rastî komek erkdarên ola îslamê yên kurd
hatim. Hevdîtina me li ser daxwaza wan pêk hat. Ewana bi dilgermî ji bo wê dilşadîya xwe dîyarkirin, ku ewqas kurdên êzdî
beşdarî konfêransê bûne (zanyarên navdar ên weke Ordîxanê
Celîl, Celîlê Celîl, Zera Elî Yûsûpova û xudanê van rêzan)...
Piştî demekê axavtin hat ser pirsa bîra dîrokî ya kurdan, li
ser pirsa pêwendîyên di navbera nûnerên ol û bawerîyên cuda...
Dema sohbeta me berbi dawîyê va çû, me biryar da, ku êvarê li
cîyekî berev bibin, xatirê xwe ji hev xwest û em çûn cîyê xwe...
Yekî ji wan, ê ku cîhên min û wî nêzîkî hev bûn, nêzîkî min bû,
em bi hev ra berbi salonê va çûn, û ewî di rê da got:
“...Û, dizanî, birayê min, tiştê ku herî zêde dilê mirov pê
diêşe, çiye? Îro piranîya peyhatîyên gorîyên êkspansîya îslamîkirina Kurdistanê di derbarê wan pêşîyên xwe da jibîrkirine, û
heya, hîç nebe, tê jî nagihîjin, an jî ji bo ruhê ewên pakrewanbûyî
111
bi bîr jî nayînin, an ji bo ruhê wan dirozgeyeke rehmexwastinê
pêk nayînin... Bi dîtina min, em – kurd, bi hemû pakrewanên xwe
ra (ew leheng bûne, yan – gorî!), berê pêşin divê van pêşêyên
xwe yên zêryayî bi bîr bînin û dirozgeyekê ji bo ruhê wan
bixwînin... Em divê wana bi hemû pakrewanan ra bi bîr bînin, ên
ku bi lehengî jîyana xwe ji bo mafê gelê xwe û rizgarîya welatê
xwe feda kirine... Ev deynê me yê mirovî û netewî ye, helbet, eger
em dixwazin vegerin ser rehên xwe yên netewî”. – Ewî gotina
xwe bidawî kir, û ji me her kesek berbi cîyê xwe va çû...
Danişîna konfêransê ya di rêzê da destpê bû...
Û her carê, dema ez vedigerim ser vê pirsê, gotinên bi wate
û kûr ên wî erkdarê olî yê rêzdar tên bîra min.
...Her çi jî hebe, dibe ku wê balkêş be, eger mirov bizanibe,
ka êzdîyan çawa bîrûbawerîya Şêx Adî pejirandine? – Çawa?!
Rewş wê demê bi nakokî û aloz bûye. Ji ber ku êzdîyan li hember
bandora êrîş û çewisandinên îslamîyan li berxwe dane û xwe ne
spartine wan, erkdarên ola îslamê ew rewş bikar anîne, ku peyva
Êzdî//Ezda, ya ku di zimanê kurdî da yek ji navên Xwedê ye, ji
hêla dengkirinê (derbirînê) va nêzîkî an mîna navê Yêzîd ben
Mûawya Ebû Sifyanê xelîfê erebên misulman bûye, û di bin vê
“sîwanê” da terefdarên wan bê deng û hes ketine nava êzdîyan û
ola wan ji hundirva werguhartine û berê wê dane alîyekî dinê!?
Û, bi wî awahî, êzdî bi berekêva hînî bîrûbawerîya Şêx Adî bûne,
û ewî jî gav bi gav di nav êzdîyan da sazûmanîya xwe danîye,
têgeh û sazîyên xwe avakirine (şêx, qewal, feqîr, terêq û yên
dinê). Û li ser van hemûyan ra jî ewî bi wateyî Mala Adîyan avakirîye. Hemû erkdarên olî (terêq) jî ji wir dihatin, û wek nûnerên
wê Malê dihatin zanîn – ...Terêq ji Mala Adîyan. Û, dibe ku, ewî
bi xwe jî hêvî nedikir, ku yên êzdî wê wisa bi hêsane gelek
hêmanên (derem/êlêmênt) îslamê bipejirînin?! Û, her çiqas,
êzdîyan gav bi gav gelek tiştên ji bîrûbawerîya wî pejirandine,
ew wek serkêşê olî naskirine, lê dîsa jî, nikaribûne gelek peyvan
bînin zimên, ên ku wî (Şêx Adî) anîne nava êzdîtîyê. Û heya hinek êzdî, yên ku ji mêjva welatê xwe terikandine, û bîrûbawerîya
Şêx Adî pêra negîhandibûye di nav wan da bi kûrahî belav bibe
û li ser ruh û rewanê wan bibe desthilatdar, bi çavekî dinê li wan
pêvajoyan dinihêrin... Û hema wisa, di cîhekî vala da nîne, ku
Xanna Omerxalî bi dilnizmî dinivîse, ku: “Ji bo ku yêzîdîtî bikaribe hînî mercên dîrokî yên nû bibe, kesayetîya Şêx Adî pêkera
112
(faktora) sereke bûye. Û, her çiqas, bîr û bawerîya wî di karê
rêformkirina êzdîtîyê da roleke girîngtirîn jî lîstîye, carna heya
helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê wî ne cûreyekî (yekawa) ye...”82
Dema mirov van gotinan dixwîne, bêyî rayê wî, ev pirsana
dertên holê:
– DemaXanna Omerxalî dinivîse “hînî mercên nû bûn”,
mabesta wê çi ye?
– Ew bi gotina: “rêformkirina êzdîtîyê” û “rola giringtirîn a bîrûbawerîya Şêx Adî” di wan rêforman da, çi tê digihîje?
– Mirov gotinên “... helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember
kesê Şêx Adî ne cûreyekî ye” çawa têbigihîje?
Helbet, ji bo van û pirsên dinê êdî li jorê bersîvên rastedêr
û ne yekser hebûne.
Lêbelê, divê bê gotin, ev berhema bi xwe, heya radeyekê,
tomerîya hemû bersîvên van pirsan û yên dinê ye – hem yên rastedêr, hem jî yên ne yekser.
...Lêbelê, em bên ser pirsa helwest û çalakîyên êzdîyan ên
pey wê ra, dema Şêx Adî di nava wan da peyda bibûye. Berî hatina wî, helbet, êzdî di rewşeke giran û bêçare da bûne. Û di
rewşeke weha da, di vê cîhana bêwijdan û di nav wan mercên nû
da çi ji destê êzdîyan dihat, ku nekirine, dema tenê li dû wan diketin, ew biçûk dixistin, nûxsan dikirin û li hemberî wan tevkujî
pêk danîn?
Lê bi hatina Şêx Adî ra, her çi jî hebe, ji bo wan şansek
peyda bûye: hîç nebe, bi fîzîkî tune nebin û, anegorî merc û derfetan, hinek parçeyên biçûk ên rewan û bawerîya xwe biparêzin.
Ji ber ku wê demê derfetên wan ên hilbijartinê nînbûne. Tenê
rêyek a wan hebûye: an tune bibin, an tune bibin!
Weha, di berhemên lêgerînerên bîyanî da di derbarê rewşa
êzdîyan a wê demê da çi agahî hene:
Êndryû Kollînz:
“... Hîç şik û gumanek nîne, misulmanan yên êzdî ne tenê
mirovên bê ol û bawerî dîtine, lê kafirên neqenc hejmartine, yên
ku divê bê merhemet bên tunekirin, eger dest ji bawerîya xwe
82 Ханна Омархали, Йезидизм. Из глубины тысячелетий, С.-Петербург, 2005,
стр. 45//Xanna Omarxalî, “Yêzîdîtî. Ji kurahîya hezarsalan”, S.-Pêtêrbûrg, 2005, rû. 45.
113
bernedin û neyên ser ola îslamê”.83
Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan:
“... kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xwe ya
xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên xwînrêj ên fanatîkên
îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan, parastine.
Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala
Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber
wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine
pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî,
yên ku ketine hemêza muhemmedîyan.
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin...”
(rû. 5 – 6).
Xaçatûr Abovyan:
“Zulm û zordarîya giran a ku ji hêla ermenîyan va li
îêzîdîyan hatîye kirin, di sala 1050-an da pêk hatîye, di serdema
nivîskarê ermenî yê navdar Grîgorê Gewre (ê bi navê Magîstros)
da. Wê demê Haykanê torin ê jêhatî û bawermend ê nûnerê padişê (walî) di Mêzopotamîyayê da bi artêşeke mezin va êrîşî wî
welatî kirye, li ku yên pûtperest diman. Ewî hinek ji wan bi barbarî tunekirin, beşek bi zorê anî ser bîrûbawerîya ermenîyan, lê
beşê dinê, berê wan da cîhekî dûr, ew koçberî rojava –kurahîya
Mêzpotamyayê û Sûrîyayê kirin.
Di dema me da Reşîd-paşa tiştekî lap berovajî vê pêk anî:
ewî ew bêhtir berbi bakur va dan koçberkirin –berbi Rûsîyayê
va.
Grîgor ê torinê ermenî, yê ku bi karên xwe bi nav û deng
bibû, pirzane û jêhatîû bû, gelek nivîsên dijî êzdîyan li dû xwe
hiştine. Êzdîyên ku ji zulm û zordarîyê filitî bûn, ji xwe ra cîyekî
bi ewle, ku lê star bibin, li bal patrîkê Sûrîyayê digerin, û di kesê
wî da li dijî oldarîya ermenîyan ji xwe ra piştgirî û parastineke
hêztirîn dibînin. Heya di dema me da bi gotina Încîcyaan, şêxê
sereke yê êzdîyan divê salê carekê here seredana patrîkê
83 Эндрю Коллинз, Падшие ангелы, Москва, 2008, стр. 190//Wergera rûsî ya
pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî (Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”),
Moskova, 2008, rû. 190.
114
Sûrîyayê û bi dîyarîyên xwe dilnizmî û spasdarîya xwe li hember
wî diyar bike... ”84
Li vir divê bê gotin, ku di navbera pêkanînên Haykan û
Reşîd-paşa da, yên ku wan li hember êzdîyan pêk anîne, cudahî
tenê ji hêla erdnîgarîya bi zordarî koçberkirinê va heye, wekî dinê
ewan herdu jî weke hev bi pêkanînên stemkarî û zulm û zordarîyê
û tevkujîy tevgerîyane...
Û weha, piranîya êzdîyan, bêyî ku bi xwe jî wê hîs bikin,
ketine nav du sîstêmên nirxên rewanî yên cuda, û hema bi wê jî,
ketine navbera du agiran. Lêbelê ewana di hundurê qalibên
bîyanî da çiqasî karibûne, ewqasî jî destpêka xwe ya rewanî parastine. Lê beşekî êzdîyan, ên ku hê ji dused salî zêdetir berê ji
ber zulm û zordarî, stemkarî û tevkujîya ji hêla dagerker û mijovdaran Kurdistan terikandine, welatê xwe winda kirine, lê nirx
û hêjahîyên xwe yên rewanî, bila ew ne hemû bin jî, parastine...
Li vira nakokî li ber çavan e: Abovyan dinivîse, ku ermenîyan bi destê zorê berê êzdîyan dane cîyekî dûr, ew koçberî
rojava – kûrahîya Mêzopotamyayê û Sûrîyayê kirin, lê Reşîdpaşa tiştekî tam berovajî vê pêk anî, ewî yên êzdî koçberî bakûr
kirin, berbi Rûsîyayê va. Li ber çavan e, ku hîn nayê zanîn, ka ji
van herduyan ji hêla tunekirina êzdîyan a barbarî û yên zêndî
mayî bi zordarî anîna ser bawerîya xwe va, kê di barbarîya xwe
da bêhtir çalak bûye... Lê tiştek ji Reşîd-paşa ra bêhtir li hev
hatîye: ewî beşekî êzdîyan berbi bakûr va koçberkirine û nêzîkî
Rûsîyayê kirîine, wan jî desthilatdarîya Rûsîyayê pejirandine û
bi wê yekê jî gelek tevkujîyan rizgar bûne,...
Lê, yek e, paşê erkdarên olî, sîstêma Şêx Adî û qewalan
xwe bi wan ra jî gîhandine...
Va ye, divê mirov şiroveya wê pirsê, ka gelo çima carna
heya helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê Şêx Adî ne yekawa ye, li vir bigere?!
Û, her çi jî hebe, di bin sîya rêformkirina êzdîtîyê da û bi
nêzîkirina wê bi îslamê ra, kurdên êzdî demekê di welêt da karibûne gelek nirx û hêjahîyên netewî biparêzin û heya di gelek
warên jîyanê da tavî (mewzî) û asûnên xwe xurt kirine. Lê, her
çiqas êzdîyan zêde bala xwe nedanê, ku bîrûbawerîya wan hatîye
84 Хачатур Абовян, Иезиды, газета «Кавказ», №9, Тифлис, 28. 02. 1848 г., стр.
4. // Abovyan, “Yên Îêzîdî”, rojnameya “Kavkz”, №9, Tîflîs, 28. 02. s. 1848, rû. 4;
115
rêformkirin û zêde nêzîkî îslamê bûye, dîsa jî wan nikaribûne demeke dirêj xwe ragirin.
Weha, di derbarê wê da Êndryû Kollînz çi dinivîse:
“Demên bihurî yên yêzîdî gelekî bi bandor bûne û di beşên
Kurdistanê yên cuda da herêmên berfireh di bin destê wan da
bûne. Lê bi berekêva, di encama zulm û zordarîya li ser wan,
hejmara wan kêm bûye, û naha ji wan berekan (êl û eşîr) tenê
komên cuda di Îraqê da, di çîyayên Kurdistana Tirkîyayê da,
wisa jî ji wir ber bi başûr va, li derdorên Cebel Sîncarê, wan
çîyayên tek-tenê di xîzgehên Îraqê da mane (eger mirov wî navî
wergerîne, tê wateya Çîyayê Çivîkan). Komên êzdîyan ên biçûk
di navenda Kurdistanê da hatine parastin, hem jî li Kafkasîya
Rûsîyayê, li bakûrê Sûrîyayê, li Libnanê, Anatolîyayê û li Îranê
ew hene. Naha hejmara wan weke ji sedî pêncê binecîyên Kurdistanê ye, û, her çiqas diçe, ew hejmar kêmtir dibe”.85
Û dîsa:
“Balkêş e, ku pirtûka pîroz ya yêzîdîyan (li vir, bi rastî jî,
ya yêzîdîyan û ne ya êzdîyan e. – E. C.) a Meshev-reş (di pirtûka
wî da weha hatîye nivîsar. – E. C.) bi zimanê kurdî yê kevnar
kermancî hatîye nivîsîn (dibe ku, li vir mabesta wî zaravê kurmancî ye? – E. C.). Serdema nivîsîna vê pirtûkê binecîyên
herêmên Hekkarîyê yên çîyayî bi vî zimanî axivîne. Ev devera ji
derîya Wanê berbi başûr va, nêzîkî wan cîyan e, yên ku, wek ku
tê gotin, Çikilê Bihuştê li wirbûye. Ev herêm bi kevneşopî di nav
gel da wek birca navendî ya Şêx Adî tê zanîn. Û, her çiqas jî
êzdîyên vê demê dibêjin, ku ew li deşta Bekaayî ya Libnanê ji
dêya xwe bûye, yek e, ew wek Adî el-Hekkarî dihat naskirin,
ango, Adîyê ji Hekkarîyê”.86
...Tevlihevîyeke wisa di nêrînên di derbarê êzdîyan da
heye, ku mirov zendegirtî dimîne! Her tiştekî, ku têkilîdarî mijara
êzdîtîyê ye, lêgerîner (hem ên bîyanî, hem jî yên kurd!) wan
hemûyan berovajî didin xuyan. Ewana hemû tiştan, ên ku têkilîya
wan bi wê olê ra hene, bi bîrûbawerîya Şêx Adî şirovedikin.
Lêbelê, lêgerîn lap tiştekî dinê îzbat dikin. Divê bê gotin, êzdîtî
berî Şêx Adî hebûye, lê ji hatina wî û virva û bi wan rêforman,
85 Эндрю Коллинз, Падшиеангелы, Москва, 2008, стр. 190//Wergera rûsî ya
pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî: Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”,
Moskova, 2008, rû. 190.
86 Di heman cîyî da, rû.192.
116
ên ku bi navê wî va têkilîdar in, ew ol êdî tiştekî dinê ye, û, heya,
eger hinek nîşanên êzdîtîya rastîn pêra mabin jî, ew jî, di kirasê
îslamê da ne. Û ev jî hîç ne êzdîtî ye... Lê ew, çi ku pirtûkên pîroz
ên êzîdîyan“bi kurdîya kevnar” hatine nivîsîn, helbet, dewra XII
a piştî bûyîna Îsa ji bo ewropîyên îro, heya radeyekê, demeke pir
kevn e. Îro jî di deverên Kurdistanê yên cuda da mirov dikare ne
tenê rastî “zimanekî” (bixwîne – zarav!) kurdî yê wisayî “kevnar” bê.
Û, bi giştî, ew, çi ku Êndryû Kollînz di beşê “Rehdara
êzdîyan” ê pirtûka xwe da dinivîse, tiştekî berovajî rastîyê ye.
Weha, em çi dixwînin: “Wek ku tê xuyanê, Şêx Adî bawerîyên
ku êdî di nav berekên kurdan da hebûne, vejîyandine, lêbelê em
nizanin, ka di nav wan mirovan da bawerîyên olî yên ewqas
nebînayî çawa sazbûne. Kosmogonî (zanista bîrûbawerîya olî ya
di derbarê Gerdûnê da. – E. C.) û mîfologîya êzdîyan bi tu awahî
têkilîyên xwe ne bi xrîstîyanîyê û ne jî bi misulmanîyê ra nînin, lê
mirov bi mînahevbûna di navbera wan û bîrûbawerîyên farsan
da zendegirtî dimîne, bi taybetî jî bi bawerîyên wan û mogan
(rahîb). Yên êzdî ji rengekî cuda yê dûalîzmê bawer dikin, ew
weke hev cî didin hem qencîyê, hem jî nepakîyê. Ev jî mîna
bawerîyên mogan a têkoşîna bêrawestan a di navbera ahûran û
rewanên neqenc (şeytan) da ye – ev bawerîyana ji bo
bîrûbawerîyên dûalîstî yên Rojhilata Navîn bûne bingeh. Ev tê
wê wateyê, ku mirov dikare êzdîyan peyhatîyên mogan bihejmêre? Wek ku tê xuyanê, erê, ji ber ku ew bawer dikin, ku bi
înkarnatsîya (ji nûva vejîyanbûn) Melek Tawis, a ku dê pêk bê,
wê mirovekî bi navê şêx Medî, an jî Mahdî bê cîhanê – bi bedeneke dinê (avatar), û di reh û tamarên wî da wê xwîna serok û
rêberên Medya Kevnar biherike. Ew, ku êzdî yek ji terefdarên ola
mogan ên dawîyê ne, tu şik û guman nîne. Zanîyar bi bawer in,
ku hema bandora mogan, û ne ya zerdûştîyan, li ser pêşveçûna
ola êzdîyan hebûye”.87
Û ev hemû jî, yek bi yek, berovajî rastîyê ye! Nabe, ku
mirov êzdîtîyê, êdî em di derbarê êzîdîtîyê da nabêjin, bi
bîrûbawerî, ferz û qanûnên ola mogan û zerdeştîyê şirove bike.
Heya, eger mirov bikaribe hinek hêmanên bawerîya êzdîtîyê û
ola mogan an jî yên zerdeştîyê bi hinek destpêkên giştî şirove
87
Di nasîya 85an da binihêrin.
117
bike jî, ew hê nayê wê wateyê, ku êzdîtîyê ew ji wan hildane.
Li vir mirov çi dikaribû bigota? Helbet, ev hemû dûrî
rastîyê ye! Ma ne, lêgerîner îro ewê dibînin, çi ku heye, çi ku bi
wan va tê xuyanê, ango taraqên (qat) berovajîkirî. Lê ewê, ya ku
di bin wê da veşartîye, nikarin bibînin. Ewan wê bingehê nabînin,
a ku karibûye di kirasê îslamê da bê parastin û bigihîje rojên me.
Û, berovajî wê, parastina wan bingehan bi navê Şêx Adî va
girêdidin. Û li vir jî her tişt berovajî rastîya dîrokî tê gotin. Ew, a
ku pêşîyên kurdan karibûne bi zorekê di wan pêvajoyên heyî yên
îslamkirinê da biparêzin, ew keda wan e. Û rêformên têkilîdarî
navê Şêx Adî jî bûne sedema windakirina hemû dewlemendîyên
ola êzdî. Ji bo ku mirov van hemûyan hîs bike û tê bigihîje, divê
ew di malbata êzdîyan da hatibe cîhanê, gihîştibe û terbe-tore
bûbe. Divê ewê/î herroj ew hemû dîtibe û hîskiribe, bi çi kal û
pîrên me pê jîyane û îro jî dijîn. Û ewê li vir, li ber çavên xwe
bibînin, ku ew, çi ku kal û pîrên me dibêjin, ji gotinên şêxan cuda
ye. Ku ewana heya gelek dua-dirozgeyên ku şêx dibêjin, tênagihîjin. Ku ya wan, dirozgeyên xwe hene, têgihîştina xwe ya ramanî, cîhana xwe ya rewanî heye, ya ku bi giştî ji ya şêxan cuda
ye... Lê, ay, kurdên misulman, gelek tiştan ji wan têdigihîjin, bi
taybetî jî kurdên Rojava û yên Başûrê Kurdistanê, yên ku di dema
xwe da perwerde bi zimanê erebî dîtine.
Bi vê boneyê, wê pir di cîh da bûya, eger mirov hinek nêrîn
û dîtinên ezdazanê xrîstîyanîyê Têr-Manvêlyan li vir banîyana,
ên ku wî di derbarê erkdarên ola êzdî da gotine. Wek ku êdî
hatîye gotin, Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan di dema xwe da di
nav êzdîyan da maye, cînartîya wan kirîye (heya, dikare, di nav
wana da mezin jî bûbe!), di warê ol, çand û deba wan da lêgerîn
pêk anîne, û pirtûka “Kurmanjên yêzîdî” jî bûye berhema
çavdêrîyên wî yên zanistî-lêgerînî. Û ev gotinan, ên ku ewî sed û
pênc sal berê nivîsîne, bi piranî rastîya sazîya hîyêrarşîk a ruhanîya (rewanîya) ola êzdî derdixe holê.
Weha, ew çi dinivîse: “Divê mirov şêx tenê bi wateya teng
a olî, ji hêla rewanîyê va tê negihîje, lê wisa jî divê mirov ewî
wek pişkiner (kontrolkar), wek yê ku serperiştîyê dike, têbigihîje...
...Her çiqas radeya şêxan û şêxtîyê bilind e, lê pîr, wek
mînaka rastîn a bawerîya olî, pîroztir e, ew tê hezkirin û nêzîkî
dil û îdêalên gel e. Mînak, dema dixwazin pîrozbûna ocaxa yekî,
118
an jî dixwazin qencî û başîya wî bidin xuyan, ji bo makkirina wî
peyva pîr bikar tînin. Mînak, ocaxa mirovê han wek ocaxa pîran
e ...bila pîrê te hebe, bê pîr nemîne!...Pîr di tomerîya xwe da tê
wateya pîroz, paqij, dilovan. Pîr bi giştî ji hêla hemûyan va tê
perestin (hebandin), ji ber bi exlaq û bi şan û şerefbûna xwe,
weke hev ji hêla hemûyan va bi heşmendî hêjayî rûmetdayînê û
şanazîyê dibe” (rû. 14 – 15).
Lê naha jî em vegerin ser pirsa mînahevbûna kosmogonî û
mîfologîya êzdîyan û bîrûbawerîyên farsan, ên ku Êndryû
Kollînz qala wan dike. Divê bê gotin, ku nêzîkbûneke weha yekalî ye û ne anegorî heşmendîya pêşveçûna çandên cuda ya di
nava çarçoveya dewleta giştî (ya Medyaê) da ye. Eger mirov bi
wî awayî nêzîkî pirsê bibe, wê demê, ne ku bawerîya êzdîyan
mînanî yên farsan in, lê, berovajî vê, yên farsan mîna yên êzdîyan
in. Ji ber ku yên êzdî peyhatîyên medên kevnar ên rastedêr in...
... Lê çanda farsan a rewanî di nav çarçoveya çanda medyayî ya giştî da pêşva çûye, û gelek taybetmendîyên wan ên hevbeş, dikarin, berî her tiştî, encama pêşveçûna li ser bingeha
destpêkî ya medyayî-giştî be. Ma ne, ew tiştekî bê bingeh
nînbûye, ku ermenîyên cînar kurd wek med naskirine, û, berovajî
wê, med jî – wek kurd. Lê, her çiqas, farsan bi rêya derbeya
navxweyî dewleta medan ji hundirva dagerkirine, û bi şêwazî
“mîratxurên” Medîyaê bûne, dewleta xwe li ser bingeha wê avakirine, lêbelê ermenîyên cînar bi tu awahî ew wek med nas nekirine û îro jî nas nakin û ji wan ra negotine û îro jî nabêjin med.
Di derbarê qencî û nepakîyê da: di nava bîrûbawerîya
êzdîtîyê da di Mala Xwedê (pantêona pîrozî û xwedavendan) da
têgeha nepakîyê nîne. Pêşîyên wan tiştekî wisa ji ber xwe dernexistine, û tiştekî wisa nayê ber heşê wan jî, ji ber wê jî, ya ku
di olên kevneşopî da heye, ewana wê napejirînin û nas jî nakin.
Mala Xwedê û çi ku li wir û derdorên wê hene, tenê destpêka
qenc e, lê destpêka nepak tenê di mirov da heye. Û ji ber di jîyana
xwe ya di vê cîhanê da pêkanîna tiştên nepak, mirov di jîyana
xwe ya axiretê ra (a pey mirinê, cîhana wîalî ra) li ber Yekê Jorîn
ji bo wan sûcan, ên ku wî pêk anîne, bersîvê dide...
Lê ew, ku Êndryû Kollînz dibêje, xwedêgiravî, mogan
(rahîb) hinek bandor li ser ola êzdîyan hiştine, wek ku tê xuyanê,
encama wê bûye, ku ew li êzdîtîyê wek oleke berî rêformên
têkilîdarî navê Şêx Adî nanihêre. Ew di bin prîzma bîrûbawerîya
119
Şêx Adî û olên kevneşopî da li wê dinihêre. Êzdîtî bi xwe ola gelê
kurd a kevnar a berî Zerdeştîyê ye. Terefdarên vê olê ne ku tenê
ji hêla nûnerên olên kevneşopî va zulm û zordarî dîtine, lê her
weha ji hêla mogan (rahîban) û nûnerên ola zerdeştîyê va jî...
Lêbelê, Êndryû Kollînz di dîtinên xwe da bi bawer e, û bi
heman bawerîyê jî didomîne:
“Bawerîya yêzîdîyan bi xwe jî hebûna van têkilîyan piştrast dike, ku Şêx Adî mog (rahîb) bûye. Wek ku di pirtûka Vîgraman a “Colanga mirovahîyê” da tê gotin: “Daneyên dîrokî hene,
ku ew (Şêx Adî) di dewra X da jîyaye (dîrokeke bi gengeşî ye) û
mog bûye, yê ku ji Helebê (ji Sûrîyayê) revîyaye, li ku bawerîya
mogan bi zulm û zordarîyê ra rûbirû bûye”. Hema ewî ola
êzdîyan û pirtûkên pîroz sêwirandine, û hema rewanê wî divê
roja dada dawîyê (qiyamet – roja heşrê. – E. C.) vegere – ji vir jî
gotina pêxemberîya di derbarê wê da, ku Melek Tawisê bikeve
nîgara Şêx Medî an Mahdî”.88
Helbet di nav kurdan da çîrokên weha dîsa hebûne. Di
yekê ji wan da jî weha tê gotin: “Rojekê wê rabe Madî, dinyayê
bê ser dînê sultan Şîxadî!” Li vira mirov dikare bibêje, ku
ewana, yên ku çîrokên vî rengî belavkirine, an bi dîroka kurdan
a kevnar a dema Medyayê ra baş nas bûne, an jî, dibe ku, ewana
xwestine, li ser bingeha ji hêla bihîstinê va mînahevbûna peyvên
Adî û Madî//Medî (Medya), bi awayekî dengdaneke hemnetewî
(netewî-giştî) bidin navê Şêx Adî û bîrûbawerîya wî. Û çiqasî jî
ev wek êtîmolojîya gelêrî bê xuyan, divê mirov li wê di goveka
tomerîya hemû dîtinên ku analîza zanistî da derketine binihêre: ji
hêla dîrokî va (bi wateya dîroka olan), olzanîyê (têologî), û, helbet, ji hêla zimanzanî-êtîmolojî va...
Û ev jî yek ji wan berhemên afirandarîya gel a di derbarê
vê ola kevnar da ye, ya ku di nav mij û dûmana dîrokê da hatye
pêçan.
Di derbarê kurdên êzdî û ola wan da nêrînên cihêreng hatine gotin û gelek tiştên cuda hatine nivîsîn, lê tu kesî, heya Şêx
Adî bi xwe jî, bîrûbawerî û terefdarên vê olê û civaka wan a
êtnîkî-bîrûbawerî heya dawîyê nas nekirine...
Emê jî heya dawîyê nas nekin, lewra ku zanist bê dawî û
88
Di nasîya 85an da – rû. 193.
120
derîya bê binî ye, û mirov di dîroka xwe da her û her berbi zanebûnê va meşîya ye – ji bo zêde bizanibe...
Û li ser vê rêya zanebûnê rûpelekî surên dîrokê yê balkêş
jî benda me ye...
121
122
DÎYARBÛNA HEVTEM
Rastî yek e, lê her kesek
wê rastîyê weke xwe dibîne.
(Gotina pêşîyan)
...DENGVEGERÊN “RÊFORM” Û GUHARTINAN
Û GOTINA RASTÎYÊ
Piştî çavdêrî, lêgerîn û watedarkirina hinek pirsên
êzdîtîyê–ola gelê kurd a kevnar û weşandina gotara xwe yekem –
“Êzdîtîyê”, ez bendê bûm, ku hinekê nirxandinan pêk bînin (teref, an dij, hîç ferq nake!). Lê ji wan, herçên ku ew gotar xwendibûn, tenê hinekan name ji min ra şandin, hinek nêrîn û
helwestên xwe yên rojane anîn zimên, lêbelê, kesekî necêriband
di çapemenîyê da ewê pirsgirêkê binirxîne… Û herçên ku, divîya
bû, bi vekirî li ser wan pirsgirêkan govtûgo bikin û nêrînên xwe
di derbarê vê mijarê da bînin zimên, dengek ji wan derneket…
Her çi jî hebe, ez bi bawer bûm, ku ew bêdengî dê dirêj
nekişîne, her çiqas mercên psîkolojîk li ser vê rêyê dibin asteng
jî, wê rojekê bê, û emê li ser wê mijarê gotinên xwe ji hev ra
bibêjin…
Lê gelek pirs, ên ku bi mijara êzdîtîyê va pêwendîdar bûn,
li ser her gavekê, di nav her govekekê da daxwaza bersîvên zanistî dikirin...
Û di vê navberê da min çavdêrî û lêgerînên xwe domandin,
û encam jî – çi ku di vê pirtûkê da heye, derketîye holê. Yek ji
wan jî pirsa wan gotinên lêp û tewş bû, ên ku di derbarê êzdîyan
û ola êzdî da hatibûn gotin û nivîsîn…
Gelo ewan nerastî û şer û şiltaxana destpêka xwe ji ku digirin?
Bêdadî û nerastî jî weha dibe? – Min bi xwe ji xwe dipirsî,
hewl dida, ku bersîvekê bibînim. Piştî demekê min di çavkanîyên
kevnar da agahîyên balkêş dîtin û bersîvên hinek pirsan ji wan
anîn der (Di vê derbarê da bi hûrbînî di Dîyarbûna VI da!)…
Lê dîsa jî pirsekê tavetî nedida min. Min dixwast têbigihîjim, ka gelo di çavkanîyên cuda da ewqas agahî hene, çima
123
heya naha kesekî bala xwe nedaye wan, û ev rewşa têgihîştin û
watedarkirina êzdîtîyê ya kevneşopî (tradîsîon) dîsa weke xwe
didome…
Belê, bersîv di çavkanîyên kevnar da hene, lê mirov çawa
dikare wana di pratîkê da, di goveka jîyana êzdîyan a îroyîn û
êzdîtîyê da ravebike? Min hîs dikir, ku pêdivî bi govtûgoyekê
heye. Lê çawa? Mirov dikare ji çi û ji ku destpêbike? Ez rê û
rêbazên bi zanistî ravekirina pirsê digerîyam û…di întêrnêtê da
du gotar liber çavê min ketin, …min ew bi baldarî xwendin û dît,
ku ji bo dîtina bersîva hinek pirsan mirov dikare bi nirxandina
van gotaran bibîne.
…Ma ne, ev nêrînana li cîhekî vala derneketine holê (û ya
sereke jî, evê yekê nûnerên êzdîyan bi xwe dibêjin, ne ku yên
bîyanî), ji bo ku xudanên wan gotaran dîtin û ramanan bînin
zimên, bingehek hebûye?! Çavkanî û jêderên pirsên vê mijarê li
ku veşartîne, û sedemên peydabûna wana bi vî rengî çi ne?
… Dîyarbûna van gotaran careke dine jî da xuyan, ku ji bo
rastîya ola gelê kurd a kevnar – êzdîtî/êzdayetîyê bê têgihîştin,
dive ravekirin û ronîkirina wan pirsgirêkan, ên ku di nava sedê
salan da ketine ser hev, derengî nekin.
Û rehên wan pirsgirêkan jî diçin-digihîjin kurahîya dîroka
kevnar…
Û, eger heya van demên dawîyê ew pirsgirêkana di nav gel
da dihatin govtûgokirin, lê îro êdî ew di berhemên lêgerînî yên
cuda, gotar û weşanan da tên nirxandin. Û ji van nirxandinan
dertê holê, ku ew pirsgirêkana, yên ku heya îro hatine û tên
destnîşankirin, bersîva wan heya dawîyê nayê dayîn?
Binaxeyên van pirsgirêkana li kî derê ne? Mirov divê
bersîvên van pirsgirêkan, ên ku îro rû dane, li ku bigere?
Ew ji ber çi ye, ku mirov bersîvên wan pirsgirêkan li wir
digerin, li ku ew nikarin hebin?
Ev bi şaşîtî pêk tê, yan…?
Ji bo çi em rastîyê ji hev ra nabêjin?
Em ji çi ditirsin?
…Û min hewl da, li ser bingeha encamên çavdêrî û
lêgerînên xwe, yên ku êdî li ber destê min hebûn, bersîvên van û
pirsên dinê, bigerim…
124
EM ROJEKÊ DIVÊ JI HEV RA RASTÎYÊ
BIBÊJIN?89
-IDemekê berê li ser rûpelên malpera mezopotamya.gen.tr
gotara Newaf Mîro ya “Êzdî çima wê peyvê bikar nayînin?”90
hatibû weşandin. Min ew gotar bi baldarî xwend û bêyî rayê xwe
vegerîyame rojên bihurî yên havîna 1994-an.
...Em, grûpeke kurdên Yekîtîya Sovêtê, çûbûn Şamê –
mêvanîya rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan. Piştî du rojan
ji bo me pilanek hate danîn: em divê biçûna nava gel. Berî derketina ser rê, birêz Ocalan gote me: “Hûn hatine vir, baş e, lê
nabe, ku neçin Kurdistanê – nav gel. Herin, hem bila gel we
nas bike, hem jî hûn gelê xwe bibînin. Ma ne, hûn di nav vî gelî
da mezin nebûne?!” – Ewî got û komek dost û heval bi me ra
danîn, û me berê xwe da Başûrê Biçûk (Rojava).
Di nava koma ku bi me ra hatibû, welatparezekî bi navê
Elî hebû. Ew kurdekî êzdî bû. Di rê da, dema em ketin gundekî,
Elî got, ku li wir malbeteke dostên wî heye, û pêşniyar kir, ku em
herin mêvanîya wan, li wir bêhnekê vedin, paşê rêya xwe bidomînin...
Em ketin hewşê, camêrekî rûspî em pêşwazî kirin. Ew derdorê 65 – 70 salî hebû. Elî em dan nasîn, got, ku em ji Sovêtê
hatine, ku em mêvanên Serok in. Û di dawîyê da jî lê zêde kir, ku
sê ji me kurdên êzdî ne...
Divê we her bidîta, ka çawa di çavên wî da pirîskên ronahîyê dîyar bûn...
Piştî demekê ji me ra çay û şîrinayî anîn, û di nav axavtinê
da yekî ji wan, ên ku bi me ra hatibûn, çay li ser xwe da rêt û
qêrîya: “Hey, Şeytan...!” – Ez ji kesekî lêborînê naxwazim, ku vî
navî dinivîsim, ji ber ku ez bi bawerim, û pêşîyên min jî bi bawer
bûne, ku tu pêwendîya wî navî bi me – êzdîyan ra nîne. Ku ew
di nav olên kevneşopî da heye, lê di nava ola êzdî da – na, ku
89 Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmar – 24– http://www.penusanu. com ; http://www.
mezopotamya. gen.tr/ gotar-makale/gotareka-giring-balks-ji-pensa-mamoste-ezz-cewoh2173.html
90 http://www. mezopotamya.gen.tr/ cand-kultur/zd-cima-w-peyv-bikar-naynin-h20
79.html
125
nûnerên olên dinê rojane wî navî bi kartînin!... Û, eger em
helwesteke wisa li hember vî navî bidin xuyan, em bi otomatîkî
wan şer û şiltaxan, ên ku avîtine êzdîyan, piştrast dikin û li ser
xwe dipejirînin... Ji xwe daxwaza neyarên vê ola gelê kurd a kevnar jî ev bûye, ewan bi vê rêyê bi mîlîonan kurd neçar kirine, ku
ew berê xwe ji ola xwe biguhêzin...
Naha em bên ser wê, ka piştî wê çi qewimî... Piştî vê gotinê, teyê bigota ava sar li ser xwedîyê malê da kirin, reng jê çû,
dest lê lerizîn... Elî jî sar bû û bêdeng ma, yên dinê li çavên hev
nihêrîn... Me jî, emên ku ji Sovêtê hatibûn, matmayî li wan dinihêrî... “Ma, çi bi van hat?” – Min bi xwe bêdeng ji xwe ra got.
Yekî ji koma me bi xeyd li ser wî da çû:“Mal ava, – ewî got –
ma tû tênegihîştî, ku ev mala ya êzdîyan e, û di nav mêvanên
me da jî hevalên êzdî hene?” Ewî hevalî lêborîna xwe xwest,
mîna mirovekî, yê ku sûcekî giran kiribe. Lê, dîsa jî, em heya
dawîyê tê negihîjtin, ka çima... Min berê jî ji hinekan bi sivikayî
bihîstibû, ku di nav êzdîyên Kurdistanê da rewşeke wisa heye, û
ez tenê matma bibûm... Min ber xwe neda: “Çi bûye, camêrno,
çi ji me?” – Û ez vegerîyam ser xwedîyê malê: “Çima, keko,
ma, ew nav di nav ola wan da heye, û ew jî wî navî tînîn zimên,
çi ji me, hûn ji bo çi dixeyîdin?!...” – Û, ji bo ku mijara axavtinê
bidim guhartin, min got, ku dixwazim derêm û destê xwe
bişom... Ez rabûm, xwedîyê malê bi min ra derket hewşê. Hema
ku em pişt dêrî ketin, ewî milê min girt, bi çavên tuje hêsir, bi
kelogirî pirsî: “Kurê min, bi rastî tu êzdî yî?” – Min bersîva wî
bi erênî da. Ewî gotina xwe domand: “Îja wê halê me çawa be,
gelo?...” – Min gotê, ku kurdên resen, ên ku li ser ola pêşîyên
xwe mane, em bi xwe ne, ku ji vir û pêva rewş dê baştir bibe... Û
ji ber ku ji bo wê axavtinê, ya ku hinekî berê di malê da pêk
hatibû, ez zêde ne amade bûm, hem jî rewş ne ew bû, min mijar
guhart ser rewşa kurdên êzdî yên Yekîtîya Sovêtê, min got, ku di
nav me da tiştekî wisa nîne... û em vegerîyane malê...
Piştî ku em ji Sûrîyayê vegerîyan Moskovayê, me dest bi
amadekarîyên weşana rojnameyeke kurdî kir. Û di destpêka
1995-an hejmara yekem a wê rojnameyê ya bi navê “Axîna
welat” derket... Wê demê karê me ewqas pir bû (rojnamegerî,
karên tevgerî û civakî, pêwendîyên bi sazî û rêxistinan ra û yên
dinê), ku, ji bo gelek pirsên dinê zêde dem nedima. Lê dîsa jî, ez
dem bi dem di ramana xwe da vedigerîyam ser wê mijarê, û her
126
carê jî ji bo pirsa “Çima, gelo, li bal êzdîyên welêt li hember wî
navî helwesteke wisa heye?”– Min bersîvek nikaribû bidîta. Û
min bi ramanî analîz dikir (helbet, dîsa dem bi dem!), rewşa
kurdên êzdî yên Yekîtîya Sovêtê û yên welêt hemberî hev dikir...
Min didît, ku di vê pirsê da ya me û êzdîyên welêt li hev nagire.
Çima? Çima êzdîyên bal me ji wî navî sil nabin, lê yên welêt
helwesteke wisa didin xuyan? Çima? Min di destpêkê da nikaribû
şiroveya wê bidîta... Piştî demekê min xwest bersîva wê di civaka
me da, di gundê me, di malbata me da bigerim.
Wek ku min di gotara xwe ya “Êzdîtî”91 da nivîsî bû,
gundîyên me berî dûsed salî zêdetir ji ber zulm û zordarîyê
welatê kal û bavan terikandibûn û hatibûn, li ser axa Ermenîstana
îro bi cîh û war bibûn. Û, wek ku tê xuyanê, wê demê ew
“rêform” û guhartinên Şêx Adî (Şîxadî) xwe tam bi wan ra
negîhandibûne... û, dibe ku, ji ber wê jî di gundê me da tenê
ocaxên pîran hebûne...
Helbet, ev pirsa jî bi serê xwe mijareke lêgerînê ya cuda û
taybet e...
Tê bîra min, heya dawîya salên şêstî – nîveka salên hevtêyî
yên dewra XX ji gundên adirbêcanan (gundîyên me ji wan ra
ecem digotin) hinekan kerên xwe bi qenzîl (hêşinahîk e, bîna wê
nêzîkî ya sîran e, gundîyan bi wê tirşîn digirtin), hurmîyên kûvî,
selik û zembîl, şivên germaşivê bar dikirin, ji bo zarokan jî fîtik
û fîq û tiştên dinê hildidan, li ser du rêzeçîyan ra derbaz dibûn,
dihatin, digihîştin gundê me û herçê tiştên ku anîbûn, bi ceh,
genim û tiştên dinê ra diguhartin û vedigerîyan gundên xwe...
Ew mirovne pir belengaz bûn, roja çûyîna ser mezelan jî dihatin
gundê me û xêr berev dikirin, ji neferên xwe ra dibirin. Dema tişt
jî ji bo firotanê danîn, pîrejinên gund gunehê xwe li wan danîn,
xwarin-vexwarin didan wan... Û, weke naha tê bîra min, dema
kalemêrên gund bi wan ra nîvlaqirdî-nîvcidî bazar dikirin, û bazara wan “li hev nedigirt”, digotin: “Ay kişî, Ellahê te ji te razî
be, eger tu hinekî arzan bikî, wê çi bibe?!” – Lê, eger ew dîsa li
ser ya xwe diman, wana dîsa nîvlaqirdî digotinê: “Ka, bîne, bîne,
belkî şeytanê te di şevereşê da li pêşîya te derê!”
Ango, êzdîyên gundê me dizanibûn, ku Ellah jî şeytan jî
yên wan in!..
91
http://www.mezopotamya.gen.tr/ gotar-makale/li-ser-ola-zdt-h2140.html
127
Wisa jî, dema em, zarokên taxa me li hev berev dibûn û
me di xerabeyê avahîyê kevn ê mala Qeroyê Heso da dilîst, mezinên me ditirsîyan, ku ew xanîyê hizhizî dikare rojekê li ser me
da tep bibe, û em di bin da bimînin... Û dayika min jî ji xalê minî
Etar hîvî kiribû (du lawên wî jî di nav me da hebûn), ku tiştekî
bike, me bitirsîne, ku em êdî berbi wir va neçin... Xalê min çi kir,
çi got û negot, em neditirsîyan. ...Ewî çend rojan navber da wan
gotinên xwe û rojekê jî di nav axavtina xwe da, wek ku bê mabest, got: “Hûn dizanin, nepakên wan, – ewî destê xwe berbi alîyê
wan çîyan va kir, ji ku ecem dihatin gundê me, – hatine û xwe di
wan xerabeyan da veşartine!” – Û, hew! Sibetirê, kesekî me
berbi wir va neçû.
Me jî wê demê dizanibû, ku ew tiştne ne qenc in, lê çi ne,
me nizanibû. Û me serê xwe diêşand, ka, gelo ew nepak çi ne, ew
yên kê ne?! Paşê me digot, dibe ku ew bi wan eceman ra hatibin
gundê me... Û her çiqas dem bihurî, mezinan ji me ra şirove kirin,
û ew têgeha wê peyvê bi wateya xwe ya rast va li ber me vebû,
û tirsa me jî bi wê ra zêde bû...
...Û, tiştekî balkêş jî: dema kalikê min kuloça sersalê ker
dikir, di destpêkê da digot: “Ev para Mêrê Rojê!” – Ewî peyva
Şems bikar nedanî (di vê derbarê da bi hûrbînî – di Dîyarbûna I
da). Dema ewî sibê zû derê malê vedikir berê xwe dida rojhilatê
û dest bi dirozga xwe dikir, digot: “Ya, Mêrê Rojê!...” Lê êdî îro
yên ku gotina Mêrê Rojê bikartînin, kêm bûne, peyva bîyanî ya
Şems êdî cîhê xwe di axavtina me ye rojane da girtîye... Û roj bi
roj rengê êzdîtîya resen û rastîn, tê guhartin! Ev jî sedemên xwe
yên obyêktîv û sûbyêktîv hene...
Û yeke dinê jî: dema xwendekarîya zanîngehê, me demekê
wisa jî dersên zimanê farsî dîtin. Û ji wir min dizanibû, ku fars ji
horî-melekan ra frêştê ( )فرشتهdibêjin, û wisa jî min dizanibû, ku
ev peyveke îranî ya giştî ye, lê li şûna wê hemwateyên wê ya
erebî derbazî nava êzdîyan bûne: melek, milyaket... Lê ew çawa
pêk hatîye, sedemên wê çi bûne, wê demê min nikaribû bizanibûya... Û dem bihurîn,... û sala 1979-an ez bûm serwêrê (dîrêktor) dibistana gundê Dêrikê (Cercerîsa berê, ya navçeya Aragatsê
ya Ermenîstana Sovêtê). Xanimeke êzdî ya pir hêja li wir dima,
navê wê Gulîzera Filît bû... Em teze çûbûn wî gundî, û di xanîyê
wan da diman. Rojekê min hinek belgeyên avahîyê dibistanê yê
nû dane wê, ku biparêze. Piştî du rojan min jê pirsî: “Meta
128
Gulîzer, te ew belge çawa kirin, destê zarokan negihîtê?” Ewê li
min vegerand: “Min danîye cîyekî wisa, kurê min, ku destê
firêşteyên Xwedê negihîjê!” – Ez zendegirtî mam, min jê pirsî:
“Metê, ma te ew peyva firêşte ji ku anî?” – Ewê got: “Çawa,
kurê min, pîrika min bi kar dianî, ez jî li ber destê wê mezin
bûme!...” – Lê, wek ku tê zanîn, ger îro ji êzdîyên me bipirsin,
wê nikaribin bibêjin, ka ew çi peyv e û wateya wê çi ye.
Min ji bo çi wisa ji dûr va destpê kir? Ji bo ku em tê bigihîjin, ka me nav û têgehên ola xwe yên resen çawa windakirine
û, li şûna wan nav û têgehên xurû kurdî yên ola meye kevnar,
çawa yên bîyanî hatine nava me, ka ew komplêksa tirsê û
xwebiçûkdîtinê çawa di nav kurdên êzdî da çandine û li wan ferz
kirine?! Eger em vê tê bigihîjin, emê wisa jî têbigihîjin, ka çawa
û di çi rewş û mercan da kurdan bi giştî berê xwe ji ola xwe guhastine... Û, eger em van hemûyan tê bigihîjin, wê demê, emê bi
têgihîştinî wan guhartinan binihêrin û êdî helwesta me ya jî li
hember hev cuda be...
Ji bo ku ev hemu bi dîmenê xweyî rastîn li ber me vebe,
lêgerîn û lêkolînên zanistî yên piralî pêwîst dikin. Ew çi ku hatîye
serê gelê kurd û, bi taybet jî, serê kurdên êzdî û êzdîtîyê, di rojekê
da pêk nehatîye, ew di pêvajoyeke dîrokî ya demdirêj ra derbaz
bûye û ew îro jî hê didome... Û, eger em wê pêvajoya dîrokî ji bo
xwe ravebikin, emê ne tenê rastîya vê ola gelê kurd a kevnar têbigihîjin, lê wisa jî – rastîya gelê kurd bi giştî! Di dîrokê da tu
tiştek jî wisa bê şop winda nabe, hinek tişt bi zanebûn, hinek jî bi
nezanî tên veşartin, hinek tişt li pişt perdeya bi dest daxistî ya
dîrokê va, an jî di bin sîya hinek tiştan da mane. Her tenê dimîne,
ku em bixwazin û bikaribin sedemên wan hêmûyan bigerin û
bibînin, ewê perdeyê bidine alîyekî, sîyê ji ser wan rastîyan belav
bikin û tevahîya rastîya dîrokî derxine ronahîyê... Û ji bo wê jî,
pêwîst e, ku em bingehên rastîn ên wan bûyerên dîrokî bibînin.
Wek ku tê zanîn agahîyên dîroka mirovahîyê di çavkanîyên demên cuda da hatine parastin, û ji ber gelê kurd jî parçeyekî vê mirovahîyê ye, di derbarê paşeroja wî da jî gelek
agahîyên kêrhatî divê di nav çavkanîyên dîroka mirovahîyê da
mabin. Gelek ji wan di nava lêgerînên di derbarê dîroka gelê kurd
da ji hêla zanîyarên cuda va hatine bikaranîn... Lê gelek çavkanî
jî hene, yên ku hîç jî dest negihîştine wan, an jî, eger hatine bikaranîn jî, ew bi mabesteke dinê bûye... Ji bo wê jî ezê li vir her
129
tenê hinek agahîyan ji çend berhemên lêgerînî pêşkêşî bala xwendevanê xwe bikin, û emê wana bi hev ra binirxînin.
Weha, ew agahî:
S. V. Têr-Manvêlyan, ezdazanê ermenî yê destpêka dewra
XX:
“... kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xwe ya
xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên xwînrêj ên fanatîkên
îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan, parastine.
Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala
Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber
wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine
pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî,
yên ku ketine hemêza muhemmedîyê.
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin...”92
Ez dibêjim, ev gotinana, pêdivîya xwe bi şiroveyan nînin.
Tenê, wek agahî bibêjim, kesê ku pirtûka Têr-Manvêlyan
bixwîne, wê bibîne, ku ew di derbarê êzdîyan da ne ku tenê li ser
bingeha nivîsên hinekan nirxandinên xwe pêk tîne, lê ew bi xwe
jî di nav êzdîyan da demeke dirêj mabûye (heya, dibe, mezin jî
bûbe!), ew nas kirine, her çiqas di hinek nirxandinan da ew ketîye
bin bandora nêrînên ne obyêktîv, ên ku berî wî hatine nivîsîn jî...
***
Xaçatûr Abovyan, ronaydarê ermenî yê nîveka dewra XIX:
“... ev gela her tenê ji ber wê sedemê şeytanperest navkirine, ji ber ku helwesta gelên cînar, ên ku bi fanatîzma xwe va
diyar in, li hember wan ne qenc bûye, wana ew nefret û bêrûmetkirine...”93
Ev gotinan jî pêdivîya xwe bi şîroveyekê jî nînin, her tişt
bi zelalî hatîye gotin.
92Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ, Ախալցխա, 1910,
էջ 5 – 6//Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, rû. 5 – 6,
bi zimanê ermenî.
93
Абовян, Хачатур, Иезиды, газета «Кавказъ», № 9, Тифлис, 28 февраля 1848
г, стр. 4.// Abovyan, Xaçatûr, “Yên Îêzîdî”, rojnameya “Kavkaz”, № 9, Tîflîs, 28-ê sibata
1848-an, rû. 4, bi zimanê rûsî.
130
***
Êndryû Kollînz, zanîyar-lêgerînerê înglîz ê serdema me:
“... Hîç şik û gumanek nîne, misulmanan yên êzdî ne tenê
mirovên bê ol û bawerî, lê wek kafirên nepak dîtine, yên ku divê
bê merhemet bên tunekirin, eger dest ji bawerîya xwe bernedin
û neyên ser ola îslamê”.94
Wek ku tê xuyanê, ev jî pêdivîya xwe bi şîroveyan nîne.
***
Gertrûda Bêll, lêgerîner-rêwîya înglîz:
“...7-ê Gulana 1909-an. Ez îşev mêvana Elî Beg ê oldarê
mezin ê şeytanperestan im. Lê, divê bê zanîn, bi rastî ew ne wisan
e, neyarên wan bi wî awayî ew navkirine”.95
Li ber çavan e, ya ku wan dîtinên jorê yên çar mirovên
cuda digihîne hev, ew e, ku ew herçar jî xwedî heman nêrînê ne,
û ew jî ev e: “Ew, çi ku di derbarê êzdîyan da hatîye û tê gotin,
hemû jî ji ber helwesta wan gelan derketye holê, yên ku bi fanatîzma xwe ya li hember êzdîyan va dîyar in...”
Û ya dinê jî, ya ku, bi dîtina min, kêmtir girîng nîne, eger
em van gotinên lêgerîneran rast binirxînin û rast ravebikin, emê
tê bigihjin, ka ew kurd, ên ku îro êdî misulman in, di çi rewşeke
giran da bûne, çi bêdadî û malwêranî hatîye serê wana û ji ber çi
zulm û zorê bi neçarî dest ji ola pêşîyên xwe ya kevnar berdane...
***
Alêksandr Sêrgêyêvîç Pûşkîn, helbestvanê rûs ê mezin ê
dewra XIX:
Eger ew herçar dîtinên jorê weke hev yekawa û zelal hatine dîyarkirin, lêbelê ya helbestvanê rûs ê mezin, Pûşkîn, ji ya
94
Эндрю Коллинз, Падшие ангелы, Москва, 2008, стр. 190//Wergera rûsî ya
pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî: Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”,
Moskova, 2008, rû. 190.
95
Gertrûda Bêll (Gertrude Bell), Nameyên rêwîtîyê (arşîv), Weşanên Zanîngeha
Nyûkaslayê (Newcastle), Brîtanîya Mezin, 2014; http://www.gerty.ncl.ac.uk/letter_
details.php?letter_id=1697
131
wan cuda dibe. Ya wî, bêhtir pirsên wî çêbûne, wisa jî xwesteka
wî ya zanebûna mijarê û helwesta wî ya dilovanîyê li hember
êzdîyan dîyar dibe.
Weha ew çi dinivîse:
“...Di konê gênêral Rayêvskî da begên alayên misulmanan
berev bibûn, û govtûgo bi rêya wergêr pêk dihat. Di nav artêşa
me da wisa jî gelên herêmên me yên Kafkasîyayê û yên ji binecîyên wan xakan hebûn, ên ku van demên dawîyê hatibûn dagerkirin. Di nav wan da min bi baldarî li yazîdîyan nihêrî, yên
ku di Rojilata Navîn da wek şeytanperest tên naskirin.
Derdorê 300 malbat li binpêya çîyayê Araratê dijîn.
Ewana desthilatdarîya dewleta rûsî naskirine. Serkarê wan, mirovekî bilind û ebulu, berbaraneke sor lê û kumekî reş li sêrî bû,
carna ji bo silav û rêzên xwe bide gênêral Rayêvskîyê serkarê
hemû leşkerên sîyarî, dihate bal wî.
Min hewl da, ji yê yazîdî rastîya bîrûbawerîya wan bizanibim. Ewî bersîva pirsa min da û got, ku, ew gotegotên di wê
derbarê da, ku, xwedêgiravî, yên yazîdî bi şeytên bawerdikin,
çîrokeke vala ye; ku Xwedê yek e, û ew jî wî bawer dikin; ku, rast
e, anegorî qanûnên wan, nifirî li şeytên kirin, tiştekî ne hêja û ne
qenc hesab dibe, ji ber ku ew naha bedbext e, lê, dibe dem bê, û
ew bê efûkirin, ji ber ku nabe, ku mirov sînoran ji dilovanîya
Ellah ra dayne. Ez ji bo êzdîyan pir dilşad bûm, ku ewana şeytên
naperêzin, û bi min diyar bû, ku mirov dikare dîtinên wan ên
nerast bibaxşîne wan”.96– Ev bîranên rêwîtîya xwe Pûşkîn sala
1829-an nivîsîne.
... Li ber çavan e, ku dîtineke weha ji binî va bê bingeh e.
Û heya îro jî ne li ser asta zanistê, û ne jî li ser asta ezdazanîyê
(teologî) dîtinên weha bê helwest û qîmetdayîneke zanistî mane.
Heya naha bingehên wan dîtinên ne rast nehatine ronîkirin... Ka
gelo ev dîtinên ne rast ji çi çê dibin, ka rastî kîjan e û li ku ye?
Ka, em binihêrin!
Rast e, Pûşkîn “ji bo êzdîyan pir dilşad bûye, ku ewana
şeytên naperêzin”, lê, dîsa jî, wek ku ji bîranînên wî yên rêwîtîyê
dîyar dibe, “...ku mirov dikare dîtinên wan ên ne rast bibaxşîne
wan...”
96 Пушкин А. С. Путешествие в Арзрум, Избранные сочинения в 17 томах, т. 8,
книга 1. Москва, 1995, стр. 468//Pûşkîn A. S., “Rêwîtî berbi Erzrûmê va”, Berhemên
bijarte ji 17 bergan, bergê 8., pirtûka 1. Moskova, 1995, rû. 468, bi zimanê rûs
132
Dertê holê, ku dîsa jî hinek guman û dîtinên Pûşkîn li ser
“dîtinên êzdîyan ên ne rast” mane?
Û ji bilî vê: ya ku Pûşkîn dinivîse, ewî bi rêya wergêrekî
navbeynkar bihîstîye, ji ber ku êzdîyên wê serdemê bi zimanê
rûsî neaxivîne. Zimanê rûsî ji bo wan bîyanî û nebînayî bûye. Û
Pûşkîn bi xwe jî, nikaribûye zimanê kurdî bizanibe, û ev jî
xwezayî bûye. Wê demê, dertê holê, ku ewî bi yê êzdî ra bi rêya
wergêr pêwendî danîne (ew bi xwe jî di derbarê wê da dinivîse).
Û ev wergêr jî ji hêla xwe va dikare, wergera axavtina yê êzdî bi
alîkarîya wergêrekî dinê pêk anîbe, yê ku axavtina yê êzdî ya bi
zimanê kurdî ji bo wî wergerandibe tirkî? Ma ne, yên êzdî, heya
eger bi tirkî axivîbin jî, axavtina wan a tirkî pir lewaz bûye. Û,
wek ku tê xuyanê, ew “wergêrê” duyem misulman bûye, ji ber
ku êzdî (û bi giştî piranîya kurdan) ji Xwedê ra negotine û îro jî
nabêjin Ellah. Ew her dibêjin Xwedê yan Xweda...
Û dîtineke dinê jî: eger Pûşkîn bi navbeynkarîya yekî misulman pêwendî bi yê êzdî ra danîbe, wê demê, ne hemû
agahîyên di derbarê êzdîyan da gîhandine helbestvanê mezin, an
jî ew agahî weke helwesta xwe gîhandine wî!
Li ber çavan e, ku ev hemû ji binva nerastîyek e, ku li holê
ye, yan, dîsa jî, hinek kes, bêyî ku wê têbigihîjin, hinek tiştan
tevlîhev dikin?
Ev hemû ji ku tê?
Ma ne, bi sîstêmî du têgehên cuda, du bîrûbawerîyên cuda
û du dîtinên cuda di derbarê sêwirandina cîhan û gerdûnê da
hene!? Ji hêlekê va ola êzîdî û êzîdîtî (wek terîqet) hene, ji hêla
dinê va jî – ola êzdî û êzdîtî?!.. Û li vira pirs dertê holê: “Bi rastî,
mirov dikaribû di derbarê nerastîya dîtinên kê da bigota? Di
derbarê nerastîya dîtinên êzdîyan da, yan di derbarê nerastîya
dîtinên di derbarê wan da?!”
Divê mirov evê pirsê di çarçoveya demajoya dîrokî da binirxîne, û lêgerînên di vî warî da bi hemû merc û rewşên obyêktîv
û sûbyêktîv va pêk bîne.
Hemû nêrînên di derbarê ola êzdî û şiroveyên di derbarê
bîrûbawerîya wê da di bin bandora bawerîyên olî yên kevneşopî
û di bin prîzmaya bîrûbawerîya wan da pêk hatine. Û ji ber wê jî
ev hemû nêrîn bi tu awahî nikarin obyêktîv û sazûmandar bin û,
ji ber wê jî, nikarin pêkan bin...
133
***
Zanîyarîyên Xaçatûr Abovyan ên balkêş, bi wan gotinan
bi sînior nabin, ên ku min li jorê anîbûn.
Di derbarê êzdîyan da dîtinên wî yên cuda dîsa hene.
Lê di nav hemûyan da zanîyarîyeke wî heye, ya ku bi
balkêşî û orîjînalîya xwe va ji hemû gotinên wî yên dinê cuda
dibe. Ew di gotar wî ya “Yên îêzîdî” da di sala 1848-an da hatîye
hatye weşandin û ji bo lêgerînên warê ola êzdî, bi taybetî jî, ji bo
rasttêgihîştina bîrûbawerîya êzdîyan pir girîng e. Di wê da bi zelalî tê xuyanê, ka çawa di dîrokê da du ol û bawerîyên cuda
tevlîhev kirine. Û, dema mirov wê bi baldarî dixîne û rave dike,
hemû sedemên şaştêgihîştina rastî û taybetîyên ola gelê kurd a
kevnar dertên holê...
Weha:
Xaçatûr Abovyan:
“Navê îêzîdî nefret û xof dikir û îro jî dike dilê hemû gelên
asîyayî û heya dilê erebên dirinde jî, yên ku îêzîdî di nav van
da jî dijîn”.97
Mirov li vir her dikare zendegirtî (matma) bibe. Çi dîtineke
nebînayî û danasîna ne objêktîv! Ma, gelo tiştên weha dikaribûn
pêk bihatana? Ma ne, di nav wan da êzdî di rewşa zulm û zordarîyê da bûne, di bin êrîşên bê navber da bûne, û wana bi zorekê
karibûne xwe ji tevkujî û xezayê rizgar bikin!? Di vê rewşê da,
gelo êzdîyan dikaribûn di nav wan der-doran da navekî wisa
derxistana? Em li vir careke dinê gotinên ezdazanê xirîstîyanî S.
V. Têr-Manvêlyan bi bîr bînin: “... kurmancên êzdî ji bo ku xwe
ji tevkujîyên xwînrêjî yên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stêmkarîyên
bêwijdan ên xrîstîanan rizgar bikin, bi dijwarî di xeyalên
bawerîya pêşîyên xwe ya xwezayîperest da xwe parastine”. –
Weha, ev bûye rewşa rastîn a bawermendên ola êzdî, piştî ku li
ser ger û aqarên dîrokê olên kevneşopî peyda bûne!
...Û, ji nişkê va, tiştên weha! – Dertê holê, ku navê wan
mirovan, ên ku bi zorekê ji tevkujîyên xwînrêjî û stêmkarîyên
bêwijdan filitîbûne, “... nefret û xof dikirin û îro jî dikin dilê hemû
97 Абовян, Хачатур, Иезиды, газета «Кавказъ», № 8, Тифлис, 21 февраля 1848,
стр. 3// Abovyan, Xaçatûr, “Yên îêzîdî”, rojnameya “Kavkaz”, № 8, Tîflîs, 21. sibata sala
1848-an, rû. 3, bi zimanê rûsî.
134
gelên asîyayî û heya dilê erebên dirinde jî, yên ku îêzîdî di nav
wan da jî dijîn?”
Tiştekî nebînayî!
Nerastîyên çawa!?
Derew û bêbextîyeke çawa!?
Û ew jî li ser bingeha dîtinên ne rast sazbûye!
Fermo, bibêjin, ka li vir rastî li ku ye?
Êzdîno, belengazno! Bi rastî, di heşê mirov da cîh nabe!
Tiştekî wisa çawa dikaribû bibûya?! Ma ne, ev êzdî bi xwe bibûn
armanca êrîş û cerdên ereban û misulmanên dinê, wisa jî
stêmkarîyên bêwijdan ên xaçperestan, û zulm û zordarîyeke
nebînayî li wan dibû. Û ji bo ku xwe ji tunekirinê rizgarbikin,
hebûna xweye fîzîkî, ola xwe ya kevnar û reng û rûçikê xwe yê
netewî biparêzin, wana meskenê xweyê kal û bavan ji dijminan
ra hiştine û revîyane nava rêzeçîyayên bilind û hasê! Û, ji nişkêva
navê wan “...nefret û xofê dike dilê hinekan!?” ... Û, ku ... ew
heya di nav ereban da jî hene!? – Ma tiştên weha çawa dikaribûn
hebûna?!
Erê, kurdên êzdî, wek ku karibûne, wisa jî ber xwe dane û
çiqasî karibûne, xwe parastine. Erê, wana ji bo rizgarîya xwe, ji
bo bi fîzîkî parastina xwe têkoşîyane. Lê ku wê demê (û îro jî!)
ewana dê bikaribûna di nav erebên misulman da îdare bikirana,
û, heya xof û nefret bikirana dilê wan!? Hîç nakeve heşê mirov!
Ev tiştekî ne rêal e! Ev hîç ne heşmendî ye! Ma, gelo dikaribû
tiştekî wisa bibûya, ku, wek ku S. V. Têr-Manvêlyan dibêje,
ewana, yên ku “... ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol
hatibûne pejirandin”, û “...hemû jî weke hev ji wan zivêr bûne û
ew nuxsan kirine”, tirs û xofê bikin dilê gelên cînar?
Nakeve heşê mirov!
Di derbarê wê da, ku ev nêrîn nikare rast be, li bal Xaçatûr
Abovyan bi xwe govanîyên balkêş hene.Weha, ew çi dinivîse:
“... ev gela her tenê ji ber wê sedemê şeytanperest bi navkirine,
ji ber ku helwesta gelên cînar, ên ku bi fanatîzma xwe va diyar
in, li hember wan ne qenc bûye, wana ew nefret û bêrûmet kirine...”
Wê demê ev agahî ji ku tê? Ma, gelo, li vir Abovyan (û
gelekên dinê jî!) navê êzdî û yê êzîdî tevî hev nake?!...
Û, eger, heya me nikaribûye rehên vê bêdadî û nepakîya
135
dîrokî ya hember êzdîyan (û hemû gelê kurd) bibînin, li ser bingeha daneyên pêbawer ew derew û şer û şiltaxana bi bingehîn
red nekirine û rastîya dîrokî dernexistîye holê û jîndar nekirîye,
emê nikaribin bi cîhana mayîn ra, wek terefdarên vê ola kevnar
û bîrûbawerîya wê ya bêhempa, biaxivin. Emê nikaribin bibin
xwedîyên mîrasa wê çanda kevnar, ya ku hebûna gelê kurd ê
pirmîllîonê ye.
Û, eger em îro rabin û tenê di nav çarçoveya rêformên Şêx
Adî da êzdîtîyê binirxînin, emê bi wê yekê dîrok û şaristanîya
gelê xwe ya dewlemend a hezare salan binax bikin, û ew hebûna
şaristanîya gelê me wê bê şop winda bibe...
Naha jî em vegerin ser wan mercên rewşî û derûnî (psîkolojî), yên ku êzdî tevahîya wê demajoya dîrokî di nav da bûne.
Ma ne, ew daneyên berovajîkirî, yên ku pisporên bîyanî (heya,
carna, hinekên kurd jî!) di lêgerînên xwe da bikartînin, divê ku
ewana ji êzdîyan bi xwe, bi taybetî jî, ji erkdarên ola êzdî
bihîstibûna? Lê, wek ku tê zanîn, bîrûbawerîya êzdîtîyê pir girtî
ye, û li ser her agahîyeke di derbarê wê da qedexeyên cuda hene.
Û carna, dema bersîva pirsên bê rawestan û bi baldarî yên
lêgerîneran, an jî yên nûnerên olên dinê dane, êzdîyan di derbarê
ola xwe da ji wan ra negotine: wana her tenê ew pirs nirxandine,
yên ku bala axavtvanê wan kişandine, û, ew jî, tenê di nav goveka
wan agahêyên di derbarê bîrûbawerîya ola axavtvanê xwe da, yên
ku ewana zanibûne. Û ji bilî wê, axavtvanên wan bi xwe pirsên
xwe li ser bingeha bîrûbawerî û dîtinên li ser sêwira cîhan û
gerdûnê yên olên kevneşopî û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên
berovajîkirî yên di derbarê êzdîyan da, yên ku wana ji hinekan
bihîstine, ava kirine, ji ber ku agahîyên wan ên dinê tunebûne û
nikaribûne hebin jî...
Weha, di derbarê wan rûh û rewanên neqenc da ji êzdîyan
pirsîne, ew, ên ku di derbarê wan da di olên kevneşopî yên
xrîstîyanî û misulmanî da tê gotin. Ma ne, di ola êzdî da heya
agahîyeke here sivik jî di wê derbarê da nîne. Û, heya, eger yên
êzdî hinek zanînên xwe di derbarê rewanên (ruh) wî rengî da hene
jî, ew bi “saya” pêwendîyên wan ên bi nûnerên olên kevneşopî
ra bûne. Ma ne, êzdîyan ji gelên derdorê xwe yên cînar dorgirtî
nejîyane û îro jî najîn?! Ma ne, pêwendîyên wan bi cîhana mayîn
ra hebûne û îro jî hene?! Yan jî di nav wan da erkdarên olên dinê
çûne-hatine, bi mabesta mîsîonêrîyê, ji bo ku bawerîya xwe bi
136
wan bidin pejirandin?! Û ji bilî van hemûyan û ji van jî zêdetir,
ma ne, Şêx Adî gelek têgeh û têrmînên îslamî bi xwe ra anîne li
nav êzdîtîyê?! Û ji ber wê jî, heya, eger êzdîyan bi axavtvanên
xwe ra hinek pirs goftûgo jî kiribin, wana ew di nav çarçoveya
bîrûbawerîyên olên kevneşopî da pêk anîne, û hinek caran jî –
weke xwesteka axavtvanan.
Û hew!
Divê bê zanîn, ku di nav çarçoveya bîrûbawerîya xwe ya
olî da, heya ku nikaribû bihata heşê êzdîyan jî, ku di derdorên
Xwedê da dikaribûn ruh û rewanên neqenc jî hebin. Û ji wê jî
zêdetir, ku dikaribû Xwedê bi xwe ew sêwirandibûna. Ji ber wê
jî ewan wisa li ber xwe dane û nexwestine nefretê li rewanekî
pîroz bikin û gotinên nûxsankirinê ji wî ra bibêjin, yê ku di
bawerîyên kevneşopî da wek rewanên neqenc, şeytan, satana,
lûtsîfêr tên navkirin.
– Tiştekî wisa çawa dikare bibe? – Yên êzdî zendegirtî dibin. Ma ne, bi têgihîştina wana, di pantêona xwedavend û
pîrozîyên êzdîyan da kesayîbûna (pêrsonîfîkatsîon) rewanên
neqenc nîne. Eger neqencî û nepakî hene, ew tenê di nav mirov
da hene. Û ji ber wê jî hinek erkdarên ola êzdî wisa tevlîhev dibin, û bi tirs û xofekê dipirsin: “Tiştekî wisa çawa dikare bibe,
ku Xwedê rewanê (ruh) neqenc bisêwirîne?” (Helbet, eger gotin
di derbarê Xwedê da ye!).
Ma ne, wek ku li jorê hate gotin, di pantêona xwedavend
û rewanên bihurtî û pîroz a bawerîya êzdîtîyê da têgeha rewanên
neqenc û kesayekirina wan nîne... Helwesteke wisa li dijî rûmet
û hestên olî yên êzdîyan bûye. Lê ewana li dijî nûnerên wan olên
kevneşopî çi dikaribûne bikin, ên ku, wek ku Têr-Manvêlyan
dibêje, “olên desthilatdar” bûne?... Ji ber wê jî ew ji her nirxandineke wisa ya di derbarê pirsên wisa da zendegirtî dibin. Û ew
hemû pirs, ên ku ewana neçar bûne li ser wana govtûgo bikin, an
jî di derbarê rûhê neqenc da bibêjin, ewana her tenê bi neçarî,
ew jî bi nûnerên bawerîyên xrîstîyanî û misulmanîyê ra pêk
anîne! Lê di nav êzdîyan da axavtinên wisa wek êrîşên bêhurmetîyê û nuxsanîyê li hember hemû rewanên bihurtî û pîroz tê
dîtin, ji ber ku di ola êzdîtîyê da têgeha ruh û rewanên neqenc
nînbûye û îro jî nîne, helbet, eger gotin di derbarê êzdîtîyê da ye,
û ne ku êzîdîtîyê da...
Hemû xwedavend û rewanên bihurtî û pîroz di pantêona
137
pîrozîyên ola êzdî da tenê nûnerîya destpêka qenc dikin. Û, ya
here pîroz, ya ku êzdîyên îro ji ola xwe ya kevnar parastine û
gîhandine rojên me jî, dibe ku, hema ev e!
Ji hêla xwe va her rewanekî pîroz Xudanê malbatekê, binemalekê, berekekê an tiştekî dinê ye. Ji ber wê jî yên êzdî ji
wana ra “Yên ji me çêtir” dibêjin, û ji vir jî peyva – “Meçêtir”!
Ango, ewana ji me çêtir in, û, wek di olên kevneşopî da, di
êzdîtîyê da rewanên (ruh) ketî û ne qenc nînin...
Û ji bo ku van hemûyan têbigihîje, mirov divê di malbata
êzdîyan da çavê xwe li cîhanê vekiribe û di hewa bîrûbawerîya
ola êzdî da gihîştibe û perwerde bûbe, terbe-toreya xwe di “xewn
û xiyalên” (wek ku Têr-Manvêlayan dibêje) wê ola kevnar a bi
sur û sêr a kal û bavên xwe da dîtibe.
Dema êzdî dibêjin, ku mirov ji dêya xwe êzdî dibe, û ne
ku dibe êzdî, dibe ku mabesta wan hema ev e!?
***
Piştî vê mirov çi dikare bibêje?
Ola êzdî bi bîrûbawerîya xwe va, bi dîtina xwe ya li ser
sêwrandina cîhan û gerdûnê va û bi sazîya pantêona xwedavend
û pîrozîyên xwe va û, ya sereke jî, bi têgihîştina têgehên qencî û
nepakîyê va ji olên kevneşopî cuda dibe...
Ji bo wê jî, em ên kurd (hem ên êzdî, hem jî yên dinê) divê
rastîya vê ola gelê xwe ya kevnar rast ravebikin û nas bikin. Em
divê hewl bidin, herdu demajoyên vê ola gelê xwe ya kevnar (yên
berî û piştî Şêx Adî) bi dîrokî nas bikin û ji hev cudabikin. Û ji
bo ku felsefeya jîyanê, ya sêwirandina cîhanê û ya qencî û
neqencîyê ya netewa gelê kurd bidin vejîn, divê rastîya ola êzdî
ya kezî û pîroz, a berî rêform û guhartinên Şêx Adî vejînin...
Û ev jî deynê me yê li hember wijdana netewî û rûmeta
mirovî ye...
Lê, heya ku ev yeka pêk bê, min dixwest bala xwendevanên xwe bikişanda ser hinek dîtinên Têr-Manvêlyan ê ezadazanê xirîstyanî yên di derbarê nirx û hêjahîyên êzdîyan da. Ew
dîtin jî ewî li ser bingeha çavdêrîyên xwe yên zêndî sed û pênc
salan berî me nivîsîne. Û, eger em bi hev ra wan dîtinan hemberî
vê rewşa êzdîyan ya niha bikin, emê bibînin, ka ji ber sedema
êrîşên derûnî, metirsîyê tevkujî û tunekirinê di nav beşekî gelê
me da ew nirx û hêjayî çawa hatine lewazkirin û li ser bingeha
138
komplêksa tirsê û xwebiçûkdîtinê ew bi têgeh, têrmîn û navên
bîyanî va hatine guhartin.
...Û ew, çi ku di gotara Newaf Mîro da derketîye holê (ya
“Êzdî çima wê peyvê bikar nayînin?”), her tenê encama û şopa
wan êrîş, stêmkarî, tevkujîyan in, ên ku sedê salan li hember
êzdîyan hatine meşandin. Û, eger ev rewş rast bê tê bigihîjin, emê
rastîya gelê xwe rast watedar bikin û, li şûna hev tewanbarkirinê
bi têgihîştinî û li ser bingeha netewî yekîtîya xwe xurt bikin...
Mirov ku wê pirtûka navborî ya ezdazanê xrîstyanî
dixwîne, têdigihîje, ka êzdî (û, wisa jî hemû kurd) berê kî bûne û
îro gihîştine çi rewşê û bûne kî.
Fermo, naha jî em bi hev ra çend parçeyan ji pirtûka TêrManvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî” bixwînin:
“...Mirov zendegirtî (matmayî) dibe, cîhan wana mirovên
bê ol û bawerî hesab dikir û îro jî hesab dike, lê ew – tevahîya
mirovayê” (rû. 12).
***
“...Ew (yê êzdî. – E. C.) hez dike û jêra bûye hînbûn, ku ji
jorva, ji bilindahîya olîmpî va li gelên dora xwe binihêre...” (rû.
23)
***
“Divê bê gotin, ku kurmanc (li vir mabest dîsa êzdî ye. –
E. C.) serbilind hatîye cîhanê, di her gaveke wî da, di her liveke
wî da, di axavtina wî da ruhê wanî serbilindîyê tê xuyan”. (rû.
23)
***
“ ... her çiqas jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî
ne, û bi xwe kêm jî mane, lê dîsa jî ewana bi taybetîyên xwe yên
bi nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên netewên
gewre hene” (,rû.:5).
…Wekî dinê, tiştê ku em ji hev ra bibêjin, dîsa hene, lê vê
carê ewqas jî bes e.
Ez hêvîdar im, ku emê li ser vê mijarê hê biaxivin.
***
Û piştî demekê ji pêwendîyên me yên bi xwendevanan ra
çê bûn û piştî pevguhartina dîtin û nêrînên me, ji bo nirxandinê
139
mijareke balkêş jî vebû, ya ku di rêzê da benda xwendevanên
hêja ye...
... Bi rastî jî, jîyan tiştekî nebînayî ye, her ku diçe, ew bi
xwe mijarên nû ji bo goftûgo û gengeşîyên nû destnîşan dike, û
her carê mijarên nû, û balkêş ji bo nirxandinan vedibin...
140
141
EM ROJEKÊ DIVÊ JI HEV RA RASTÎYÊ
BIBÊJIN?98
-II...Min di dawîya beşê yekem ê vê gotarê da nivîsî bû:
“…Wekî dinê, tiştê ku em ji hev ra bibêjin, dîsa hene, lê vê care
ewqas jî bes e.
Ez hêvîdar im, ku emê li ser vê mijarê hê biaxivin”.
Û bi rastî jî, min xwe ji bo wê amadekiribû, heya hinek
pirs ji bo nirxandinê cuda kiribûn, lê, wek ku di nav gel da tê
gotin, şemî ji înîyê zûtir hat.
Piştî weşana beşê yekem, di navbera min û hinek xwendevanên me da pêwendî çê bûn, hinekên ji wan bi tirs nêzîkî rastîyê
dibûn: ewana digotin, ku, erê, ev rastîya me ye, lê îro ev rastî ji
kê ra pêwîst e, ku gel hînî rewşa xwe ya wî şêwazî bûye?! Helbet,
li ser vê, ya ku min got jî, ev bû: “... Wek ku tê zanîn, piranîya
gelê me îro misulman e, lê ew nayê wê wateyê, ku em divê li ser
dîroka gelê xwe ya berî îslamê, li ser ola gelê xwe ya kevnar
lêgerînan pêk neynin û rastîyê ji hev ra nebêjin... ku, ji bilî vê di
nav gel bi xwe da li ser vê mijarê govtûgoyekê rû daye, gelek êdî
daxwaza rastîyê dikin û heya gelek rêyên pratîk jî tînin zimên
(helbet, her yek bi cûreyê xwe!)... ku mafê me nîne, ji gel ra
rastîyê nebêjin. Ku, wê sûcekî giran be, eger em îro rastîyê ji gel
veşêrin, ku, yek e, zû-dereng, di pêşerojê da wê hinekên dinê van
rastîyan bibînin û ji gel ra bibêjin...
Ji bilî wê, gel bi xwe jî gelek tiştan têdigihîje. Em bi wê
yekê kê dixapînin?”
Divê bê gotin, kesekî ji wan jî nexwast, ku ji navê xwe
tiştekî bibêje yanê binivîse, ku ew tişt pêşkêşî xwendevanan bibin. Ji wan nivîskarê kurd ê navdar,mamostayê հêja Wezîrê Eşo
(naha êdî bihuştî!) piştî xwendina gotarê makkirineke zanistî ya
kurt, lê bi wate, bi nivîskî şandibû ser rûpela min a Fêysbûkê:
“... Min gotara te ya berfireh ser ola ezdiya û nava zemîn
da guhêrandina wê da xwend. – Mamostayê hêja dinivîse, – Ez
ne pisporê ola êzdîtiyê me, lê weke kurdzan dikarim bibêjim, ku
98
Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmar – 25 – http://www.penusanu.com ; http://www.
mezopotamya. gen. tr/gotar-makale/mamoste-ezz-cewo-nivs-h2221.html
142
te lêkolîneke kûr û balkêş û nemaze ya ser çend şêweyên ola kurdan a kevnar bi cî aniye, ku karekî pir aktûêl e. Bi wê tu bala
pisporên ola êzdîtyê dikşînî ser şirovekirina çend pirsan ên ku
hetanî îro bi temamî nehatine zelalkirinê yanê jî şaş hatine
komêntarkirinê...”
Bi rastî, nivskarê rêzdar neketye nava şiroveyên hûrbînî,
dibêje, ku ew ne pisporê ola êzdî ye, lê bi wê gotina xwe ya kurt
û cewharî jî, wek kurdzan, gelek tişt gotye, yên ku dikarin ji pisporan ra bibin rêber di karê wanî lêgerînî da. Mirov dikare bibêje,
ewî bi şerazayî destê xwe danye ser pirsgirêkê û bi zanistî
şêwazek dayê û formûle kiry, ku ew “...karekî pir aktûêle”...
ku“divê mirov bala pisporên ola êzdîtyê bikişîne ser şirovekirina
pirsên ku hetanî îro bi temamî nehatine zelalkirinê yanê jî şaş
hatine komêntarkirinê...” – Bi rastî jî, ev gotina mamostayekî
zanyar e! Ew bi xwe jî dibêje, ku pirsgirêk hene û ew divê bêne
zelalkirin...
Ji gotina rast ra çi dikarî bibêjî?!
Lê tiştê ku, bi rastî, ji hêvîyên mirov derbaz dikirin,
helwesta xwendevanên me yên dinê bû: piştî weşana vê gotarê
gelek xwendevanan bi name û şêwazên dinê helwest û nêrînên
xwe dianîn zimên. Mînak, helwesta Besa Evdal a ji Ermenîstanê
(ya ku niha li Rûsîyayê dijî) jî nêzîkî ya hinek rewşenbîrên me
bû. Ew dinivîse: “Gelo ev rastî ewqasî me lazim bûn? Me ji xwe
ra serê xwe kiribû ber xwe, û emrê me wisa derbaz dibû. Gelo
çiqasî rast e, ku em vê birîna xwe vekin? Erê kalkê minî rehmetî
jî hinek tişt digotin, ewî jî gelek xeberên erebî nedixebitandin, û
ez naha teze fem dikim... Lê dîsa jî, gelo evê hê zêde me ji hev dûr
nexe?”
Ji bo van pirsana mirov çi dikaribû bigota? Helbet, heya
cîhekî (tenê heya cîhekî!) mirov dikaribû serê xwe bikira ber xwe
û bijîya. Lê, wek ku tê xuyanê, ya me bûye weke mînaka:
“...Bavo min diz berdaye, naha ew min bernade!”
Binihêrin, ji her alîyan va rêya windakirina bingehên
êzdîtîyê ya rastdêr tê meşandin (ew bi zanebûn be, an bi nezanî!),
her carê vekirî hinek gav tên avîtin, ên ku ji bo resenîya vê ola
gelê me ya kevnar dikin xeterê, û bi tehlûke ne. Min di gotara
xwe ya “Êzdîtî”99 û beşê yekem ê vê gotarê da hinek cudahîyên
99
http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-barola-zdt-de-h2140. html
143
bingehîn ên di navbera êzdîtîyê û êzîdîtîyê da anîne zimên (ji kerema xwe ra, baş bala xwe bidin cudahîya di navbera van herdu
peyvan da!). Û eger hinek lêgerîner û nivîskarên bîyanî (û ne tenê
yên bîyanî), bêyî ku vê cudahîyê bibînin, li ser bingeha ji hêla
derbirinê (gotinê) va nêzîkî hev bûna (lê ne yekbûna!) van herdu
peyvan (êzdîtî û êzîdîtî) cudahîya di navbera van herdu olên ji
hev cuda nedîtine û îro jî nabînin. Îro (dîsa bi zanebûn an bi nezanî) rêya bi êzîdîkirina êzdîyan tê meşandin. Mînak, gelek
kurdên êzdî vê yekê tê digihîjin, û helwesta wan jî li ber çavan e.
Û evê yekê lêgerînerên pispor nikaribûne nebînin. Mînak, wek
ku tê xuyanê, mabesta Xanna Omerxalî ev bûye, ku ewê di
pirtûka xwe ya “Yêzîdîtî. Ji kurahîya hezarsalan” da nivîsîye:
“Ji bo ku yêzîdîtî (йезидизм) bikaribe, hînî mercên dîrokî yên
nû bibe, kesayetîya Şêx Adî pêkera (faktora) sereke bûye. Û, her
çiqas, bîrûbawerîya wî di karê rêformkirina êzdîtîyê da roleke
girîngtirîn jî lîstîye, carna heya helwesta êzdîyan bi xwe jî li
hember kesê wî ne yekawa (cûreyekî) ye...”100
Ango, ev tê çi wateyê? Ma, gelo, ev nayê wê wateyê, ku di
nava êzdîyan da hemû jî rola Şêx Adî di nava karê guhartinên ola
êzdî da bi cûreyekî nabînin?.. Û li şûna hinek vê bibînin û
bersîvekê jêra bibînin, heman tiştî dubare dikin, ne bese, hela di
ser da jî ew bi vê helwesta xwe rê li ber tevlihevîyan vedikin...
Fatima Bîrgul ji Stenbolê dinivîse: “Mamoste, ez ji Batmanê me, gelek dostên min ên êzîdî hene. …Yanî, ji miqala te
dertê, êzîdîtî berî Şêx Adî jî hebûye?”
– Xanima hêja, ez nizanim, gelo êzîdîtî berî Şêx Adî
hebûye, yan na, lê êzdîtî ji xwe ya berî wî bûye, ew ola gelê kurd
a berî zerdeştîyê ye û tu têkilîya wê bi tarîqatên sedsalên navîn
nîne. Ewa ku hûn dibêjin êzîdîtî, wek ku êdî min di gotarên berê
da nivîsîye, tiştekî dinê ye, hîç kesekê nikaribe wê û êzdîtîyê bigihîne hev. Yên êzîdî ew bûne, yên ku, wek ku Xaçatûr Abovyan
jî dinivîse, di nav ereban da jî hebûne (li jorê, di beşê I ê “Em
rojekê divê ji hev ra rastîyê bibêjin” da binihêre)...
Dizanî, gelek caran em bersîva hinek pirsan di cîhekî dinê
da digerin, bi taybetî jî, li wir, li ku ew nikare hebe...
Heya em ji bo xwe cudahîya di navbera êzîdîtî û êzdîtîyê
zelal nekin û bingehên wê cudahîyê tê negihîjin, emê rastîya ola
100
Ханна Омархали, Йезидизм. Из глубины тысячелетий, С.-Петербург, 2005,
стр. 45.//Xanna Omarxalî, “Yêzîdîtî. Ji kurahîya hezarsalan”, S.-Pêtêrbûrg, 2005, rû. 45.
144
xwe ya kevnar tê negihîjin û hertim li dû kêşa hineke dinê bikulin...
Hetemê Paşê ji herêma Svêrdlovskê ya Fêdêrasîona
Rûsîyayê dinivîse: “Dersdar, erê tu rast dibêjî, lê sîstêma Şîxadî
jî em xweyî kirin. Binihêrin, çika nivîskar Eskerê Boyîk çi dinivîse: “Ew guhastinên bingehîn, ew hed-seda Şîxadî, şagirt û peyhatiyê wî, anîne nava wê civakê, êzdîtîyêra bûn hîm, qewet, hevgirtin û bawerî, wê hed û sedê nêzikaya hezar salî ev bawerî di
nav dorpêça dîndijminatiya hişk, xwexwatiya fanatîke kor, agir
û bahozên dîroka Rojhilatê ya xezebda parast”.101 – Em gerekê
vê jî bibînin, ne!?”– Ew nameya xwe serhevda tîne?
Hetemê hêja, birayê delal, li vir pirs di çi da ye, dizanî?
Em herdu (mamosta Esker û ez) li ser du tiştne cuda dinivîsin,
mabestên me cuda ne. Eger mamosta Esker armanc kirîye, di derbarê rola Şêx Adî da binivîse, bê guman, mabesta wî dîtina wan
tiştên erênî ye, yên ku dibe ku wê demê di nav vê tevgera olî da
hebûne... Û wisa jî, ya ku oldarên îro (terêqên ji Mala Adîyan)
dixwazin û li me ferz dikin jî, ev e... Ji ber wê jî ev derketîye holê.
Belê, dema ku em hewl didin, vê bibînin, her carê pirsek
dertê holê: Gelo, “sîstêma Şîxadî” êzdîtî parastîye, yan..?
Lê, ji bilî vê, divê bê zanîn, ol tenê ya oldaran (terêqan)
nîne, ew di sêrî da ya bawermendan (mirîdan) e, paşê...
Lê, dîsa jî, wê baş bibûya, eger te binihêrîya, ka mamosta
Eskerê Boyîk di dawîya heman gotara xwe da çi nivîsîye:
“Ez ne alimê bawerîya êzdîtîyême, ne oldarim, ne têologim, nivîskarekî kurdim û zanebûnên min jî derheqa vê bawerîya
kurdistanî awqasin, ku karibim efrandinê xweda rastîya wê
bawerîyê bi rastî dîyarî xwendevanê xwe bikim… Usane, eger
nivîsêda fikira kêm-zêde, an jî hidûdên dogmên olê der hebin bira
zanyar, oldar û têolog min biborînin.
Lê wek nivîskarekî ji civaka kurdên êzdî ne mafê min heye,
ne jî wijdanê min temûl dike derheqa van pirsgirêkada nenivîsim”.
Ango, ev tê çi wateyê? Gelo ev nayê wê wateyê, ku mamosta Eskerê Boyîk bi xwe jî ewê nêrîna xwe wek gotina dawîyê
li xwendevanan ferz nake. Ji ber ku ew bi xwe jî, ew tiştê ku bi
xwe dinivîse, wek rûnê helandî napejirîne, an jî, bi xwe jî
101
Eskerê Boyîk, “Êzdîtî û pêwîstîya guhestinan”, rojnameya “Rya teze”, № 13
(4892), s. 2013.
145
heya dawîyê di wan da ne bawer e...
Lê, dizanî, birayê delal, tiştê herî balkêş di vê gotarê da ne
ev e jî?! Eger te gotar heya dawîyê bi baldarî xwendibe, mamosta
Esker berî xwemukurhatinê tiştên pir balkêş dinivîse, û, bi dîtina
min, divê mirov giranîya bala xwe bide ser wan.
Fermo, ka em wî parçeyê gotara wî bi hevra bixwînin:
“...Pirsgirêka here dijwar, ku vê demê ji her tiştî pirtir çareserîyê dixwaze, nexweşîyan civakêda pêşda tîne ew teribandina hinek xetên hed û seda êzdîtîyê yên sorin ku naha, bêhtir li
derveyî welêt pêk tên.
Ji bo parastina vê civakê gerekê gelekî fesal, bi zanebûn
nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Ne bihêlin “çawa dibe bira bibe” ne jî
riya teribandinê bihêlin “firebe”.
Bûyerên dîrokî didin kivşê ku ew xetên sor ne ewqas ji bo
betalbûna olê, lê di nav dewranên dijwarda ji bo xweparastina
civaka êzdîyan berk û hişk hatine danîn.
Hişkaya wê civak û ola, ku Êzdî navda dijîtin, êzdî mecbûrî
hişkayê wan xetên sor kirin.
Bûyerên dîrokî didin xuyan, ku dema Şîxadî û peyra jî hinek civakên dinê hatine û li nav êzdîyanda helyane.
Strûktûra civakê, sîstêma perwerda olî-civakî, çînên oldarî, tifaq û paqij jiyana civakê, xwerin-vexwerinên qedexekirî
guhestinan dixwezin.
Ji çevkanîyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawerîya
êzdîtîyê, tê xanê ku dema Şîxadî jî ew guhastin-rêform di
êzdîtîyêda ji alîyê rewşenbîrya pêşketî, xwendîda hatye pêk anîn.
Şîxadî, şagirt û peyhatyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatêda
bi nav-deng, xwedî kiryamet, zanebûn, fîlîsofên xwedênasîyêye
kûr, xwendî û bi rastî jî rewşenbîr-rêvebir û pêşewitîyê civak û
netewa xwe bûne.
Şaşîye bifikirin, ku ew pêvajo bi biryarekê, bi konfêransekê
pêk bê. Guhartin dem û lêkolîniên demdirêj dixwaze.
Eger rêvebirî û rewşenbîrya êzdiyan wê înîsîatîvê hilnede
destê xwe, jiyanê bi xwe guhartina bike”.
Di sêrî da bibêjim, ku rêz û hurmetên min ji her nêrîneke
her mirovekî ra heye, heya eger ew nêrîn ne rast be jî. Ji ber ku
di jîyanê da nêrînên ji sedî sed rast nînin. Tiştek di nava hinek
pêwendîyan da rast e, di cîhekî dinê da – na!
Ji bilî wê, eger nêrînên ne rast jî nîn bin, wê gelekî dijwar
146
be, ku mirov rastîyê bibîne û nas bike.
Belê, wek ku ji bo her olekê, wisa jî ji bo ola êzdî “hinek
xetên sor ên hed û seda olî” hene. Lê divê em ji bo xwe zelal
bikin, ka ji wan kîjan yên ola êzdî ne û kîjan ên wan in, ên ku îro
di nav me da di derbarê wan da tê ferzkirin.
Bi rastî, di rewşa êzdîtîyê ya îro da nikare, ku mirov, wek
ku mamosta Esker dibêje, “Ne bihêle “çawa dibe bira bibe” ne
jî riya teribandinê bihêle “firebe”.
Binihêre, birayê delal, min dixwest, li vir bala te û xwendevanan bikişînim ser du xalên here balkêş, ên ku di vî parçeyê
gotara mamosta Esker da hene, ezê paşê bibêjim, ka çima mirov
nikare ne bihêle, ku “çawa dibe bila bibe”, ne jî bihêle, ku rêya
teribandinê “fireh bibe”.
Bi dîtina min divê mirov nirxandinê ji wan herdu xalên vê
gotarê yên here balkêş û bi prênsîp girîng destpê bike. Yek ew e,
ku mamosta Eskerê Boyîk dinivîse: “...Bûyerên dîrokî nîşan didin, ku dema Şîxadî û peyra jî hinek civakên dinê hatine û li nav
êzdîyanda helyane”.
Bi rastî, min, û wisa jî gelekên dinê, dê bixwestana, ku
wisa bibûya. Lê rastîya dîrokî ya objêktîf ne wisan e, û ew reng
û rûçikê êzdîtîyê yê îroyîn tiştekî berovajî vê xwestinê diyar dike.
Erê, rast e, mamosta rast dibêje, ku hinek civakên dinê hatine
nava êzdîyan, lê ewana ne ku di nav êzdîyan da helîyane, lê gelek
taybetîyên rengê xwe, yên ne êzdîtî, dane êzdîtîyê. Û ya ku di
emcamê da derketîye holê jî, êdî ne êzdîtîya kezî ya pîroz e, ew
êzîdîti ye... Û, ka gelo ev çiqasî êzdîtî ye, li ber çavan e! Û divê
em vê ji bo xwe zelal bikin û tê bigihîjin ...
Ya duyem, di gotara mamosta da tê gotin, ku “Ji çevkanîyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawerîya êzdîtîyê, tê xanê ku
dema Şîxadî jî ew guhastin-rêform di êzdîtîyêda ji alîyê
rewşenbîrya pêşketî, xwendîda hatye pêk anîn. Şîxadî, şagirt û
peyhatyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatêda bi nav-deng,
xwedî kiryamet, zanebûn, fîlîsofên xwedênasîyêye kûr, xwendî û
bi rastî jî rewşenbîr-rêvebir û pêşewitîyê civak û netewa xwe
bûne”.
Dibe ku di nava vê nivîsa mamosta da parçeyê herî girîng,
yê ku derî li pêşîya dîtin û têgihîştina rastîya demajoya Şêx Adî
û ya pey wî ra vedike jî, ev e. Her çiqas li vir hinekî sergirtî hatîye
gotin, lê mirovek, ê ku pirî-hindikî dîroka sedsalên navîn zanibe,
147
wê tê bigihîje, ka Şêx Adî wê demê (sedsala pêncan a koçî) dikaribû çi xwendin dest anîbûya.Wê demê rewşenbîrîya pêşketî û
xwendî di çi sazîyan da perwerde bibûye, felsefeya wan a olîbawerî çi bûye? Wisa jî, ya şagirt û peyhatîyên wî...
Ji bo wê jî, dema em dibêjin êzdîtî ola gelê kurd a kevnar
e, yên dijberî me van pirsên hanê didin pêş me:
– Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyv, têrmîn û
têgehên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin:
Şems, Şêşims, Sultan Êzîd, cunnet, cehneme, ruh, cin, milyaket,
melek, Tawisî Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferfxeddîn,
Şêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismillayî), Rebê alemê/Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq?..
Helbet, bersîva vê jî heye.
Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdema Şêx Adî bi rengê xwe va
pir nêzîkî îslamê bûye, heya gihîştîye radeyekê, ku wek
tarîqateke wê bûye…Û ji ber wê jî êzdîtîya wê demê bi gelek nav
û têgehên îslamî va hatîye-gihîştîye me. Heya hemû navên
Xwedê û Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango
«eba’» (– )عباةya îslamî lê kirine. Û ev jî xwezayî ye, ji ber ku
Şêx Adî perwerdeya ola îslamê destanîye, ne ya ola êzdî. Heya
radeyekê ev bîrûbawerîya Şêx Adî, ya ku oldarê serdema wî tenê
bi zarkî fêr bûne (oldarên êzdî dibêjin, “ew oleke sînem-devterî
ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên şaraza û pispor”), di nav
xwe da bêhtir nêzîkî îslamê ye, ne ku – êzdîtîyê. Ji ber wê jî ew
tenê di nava çarçeveya teng a oldaran da maye û heya ji hêla
hemû oldaran va jî nayê têgihîştin. Lê êzdîtîya berî Şêx Adî, ya
ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî
da, bi şêwazê qewl û beytan, lorîkan, gotinên dema merasîm û
torenan, dirozge û dilovanîyan da hatîye parastin…
Em her tenê li van nav û têgehan binihêrin, ên ku hê jî di
nava êzdîyan da zêndî mane: Mêrê Rojê, Yekê jorîn, Xudanê
malê, Zîyayê zer, Memê Şivan, Gavanê Zerzan, Mamereşan, buhuşt, dojeh, firêşte, rewan. Em wisa jî dikarin nav û têgehên dinê
yên pîroz binihêrin. Eger ev ne navên xwedewandan û têgehên
bawerîya êzdîtîyê ne, lê êdî çi ne? Her çiqas jî di nava sedsalan
da dikare hinek tişt di wan da hatibin guhartin, lê dîsa li ber çavan
e, ku evana bingehên kevnar ên vê ola êzdî didin xuyan!
Û bi vî awahî, piştî rêformên Şêx Adî hêdî-hêdî, bi berekê
va peyvên xurû kurdî bi hemwateyên wan ên erebî tên guhartin.
148
Em li van herdu komên peyvan binihêrin:
yên kurdî:
Xweda/ê
rewan
bihuşt
raman
dojeh
firêşte
ol
Roj
bi hêvîya Xwedê
yên erebî:
Ellah, Rebb, Xuliqellah, Rebbilalem/
Rebê Alemê
ruh
cunnet
fikir
cehnime
melek/milyaket
dîn
Şems
înşallah!
…Êdî em di derbarê nexwendîtîya olî ya hinek oldarên me
da nabêjim, ên ku li ser şîn û xêrên mirîyan li şûna drozgeyên ola
êzdî bibêjin, heya ayetên Qurana pîroz dibêjin û hay jî pê nînin...
(bi hûrbînî – di Diyarbûna I-ê da).
Ev, çi ku li jorê hate gotin, di derbarê rewşa êzdîyan a duh
da bû. Lê îro? Îro, wek ku birayê hêja Newaf Mîro di gotara xwe
ya “Êzdî çima wê peyvê bikar nayînin?”da dinivîse, ku “Bi hatina Ewropa re, êzdiya derfet hebûye, û pêre jî deng û rengê wan
ji aliyê raya giştî û ji aliyê rewşenbîran ve hatiye dîtin û nasîn”,
heya cîhekî raste. Lê tenê heya cîhekî! Bi rastî îro di Ewropayê
da merc û derfet ji bo êzdîyan peyda bûne, gelek sazî, komele û
navend hatine avakirin... Lê piranîya wan îro wan rêform û guhartinan, kurtir dikin, ên ku Şêx Adî di dema xwe da destpêkirine,
wan di nav gel da bêhtir belav dikin û bi wê yekê êzdîtîyê bêhtir
ji bingeha xwe ya resen dûr dixin. Ango, ewê pêktînin, çi ku erkdar û belavakrên bîrûbawerîya Şêx Adî pêra negîhandibûne heya
dawîyê bibin sêrî... Dibeku ji ber wê jî, lêgerîner û pispora ola
êzdî û ya ji binemala pîran Xanna Omerxalî di pirtûka xwe da
dinivîse: “Ji bo ku êzdîtî bikaribe, hînî mercên dîrokî yên nû bibe,
kesayetîya Şêx Adî pêkera (faktora) sereke bûye. Û, her çiqas,
bîrûbawerîya wî di karê rêformkirina êzdîtîyê da roleke
girîngtirîn jî lîstye, carna heya helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa ye...”
Lêgerînera hêja rast dibêje, bi rastî jî, hinek êzdî, yên ku ji
149
mêjva ji neçarîyê welatê xwe terikandine, û bîrûbawerîya Şêx
Adî pêra negîhandibûye di nav wan da kûr bibe û li ser ruh û
rewanê wan bibe desthilatdar, bi çavekî dinê li wan pêvajoyan
dinihêrin... Û, divê neyê jibîrkirin, ku ev jî ew êzdî ne, yên ku
hinek pirîskên êzdîtîya resen hê jî di kurahîya ruh û rewanê wan
da hatine parastin.
Û, eger yekî di kûraya ruh û rewanê wî da hinek ji wan
pirîskên êzdîtîya resen hê jî zêndî mabin, wê ji bo wî balkêş be,
ka, gelo, dema Xanna Omerxalî dinivîse “hînî mercên nû bûn”,
mabesta wê çi bûye? Ew bi gotina: “rêformkirina êzdîtîyê” û
“rola giringtirîn a bîrûbawerîya Şêx Adî” di wan rêforman da,
çi tê digihîje? Mirov gotinên wê yên “... helwesta êzdîyan bi
xwe jî li hember kesê Şêx Adî ne cûreyekî (yekawa) ye” çawa
têbigihîje?
Helbet, ev pirsana hirêtorîk in û bersîva wan di wan bi xwe
da heye!
Û li vir pirsek jî girîng e, ku ew mirova wan tiştan dinivîse,
ne tenê di malbata pîrên êzdîyan da çavên xwe li cîhanê vekirine
û mezin bûye, ewê wisa jî xwendina xwe li ser wê mijarê
pêkanîye, û ew pirtûk jî berhema karê wê yê zanistî ye.
...Mirov nikare heya dawîyê têbigihîje! Hinek bawermendên êzdî zêde tê jî nagihîjin, ka rol û cîhê Şêx Adî di nava
ola êzdî da çi bûye û her tenê wek dogmayekê dipejirînin. Lê
hinek jî dizanin, ku piştî hatina Şêx Adî û rêformên wî ji rengê
destpêkî yê êzdîtîya kezî û pîroz pir kêm tişt maye, ku heya van
demên dawîyê jî gelek kal û pîrên me gazinan dikin, ku ew wan
qewl û beytên ku şêx dibêjin, bi xwe tê nagihîjin. Ay, lê gelek
kurdên me yên misulman, yên ku ji Başûr an Rojavayê Kurdistanê hatine û zimanê erebî dizanin, wan tê digihîjin û dikarin
bibêjin, ka li ku çi gotin hatine guhartin...
Û yeke dinê jî: van salên dawîyê stranek tê gotin – a “Şerfedîn e!..”. Û tiştê balkêş jî li vir ew e, ku di stranê da tê gotin:
“Şerfedîn e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, dînê min e!...”. Min ku cara
yekem ev strana bihîst, ez zendegirtî bûm û min xwest bizanibim,
ka ev çi ye û ji ku tê. Bi rêya pêwendîyên xwe yên bi êzdîyên
welêt, Ewropa û Sovêta berê ra, ez pê hesîyam, ku ew stran di
rastîya xwe da weha bûye: “Şerfedîn e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, ji
dînê min e!...”, ango, ne ku Şerfedîn bi xwe dîne, lê ew ji dînê
stranbêj e. Dîsa min ji oldarên şareza pirsî, ka gelo di nava
150
pantêona ola êzdî da xwedavendek, an pîrozîyeke wisa heye, kesekî nikaribû ji min ra bibêje, mak bike. Min dîsa pirtûka Xanna
Omerxalî, ya ku min li jorê behsa wê kiribû, hilda û lê nihêrî... Û
di wê da ferhenga têrmîn û navan heye, lê di wê da jî ew nava
nîne...
Helbet, li vir hîç girîng jî nîne, ka ew nava heye an – na.
Ma berê ew hemû nav û têgehên erebî-îslamî di ola êzdî da
hebûne? Helbet – na! Lê ew bi rêya rêformên Şêx Adî û pey wî
ra anîne nava êzdîtîyê. Û ev nava jî dikare demeke hê dereng,
hinekên din anîbin... An ew di nava êzîdîyan, ne ku di nav
êzdîyan dahebe (ji kerema xwe, careke dinê baş bala xwe bidin
van herdu peyvan!). Pirs di wê da ye îro hinekên di pirsên ola
êzdî û bi giştî yên ezdazanîyê (têolojîyê) da pêxas dibêjin: “Dînê
min Şerfedîne, miletê min êzîdî ye!” De were û xwe ji vê nezanî
û nexwendîtîya olî biparêze... Êzdîyên belengaz jî, ev hezar û
sêsed sal e înkar û qedexe bûne, dixwazin, çi dibe, bila bibe, navê
wan bê bihîstin, ew êzdî dibe, êzîdî dibe, çi dibe, bila bibe, ferq
nake! Û ewqas komele, sazî û navend hene, lê kesek bersîveke bi
heşmendî û wate nade van, û rêklamên ku di întêrnêtê da ji navê
êzîdîtîyê tê belavkirin, karê biêzîdîkirina êzdîyan didomînin...
Û ya dawîyê: dibe ku hinekan êzîdîtî pejirandibin (ewên
ku Abovyan behsa wan dike, yên ku heya di nav ereben da jî
hene), wek ku mafê me nîne, em ji kurdên sunnî, yên şiî, yên
elewî, yên nexşbendî, yên xrîstîan û yên dinê ra tiştekî bibêjin,
wisa jî – ji wan ra. Bila ew êzîdî bin. Heya eger di xwezayê da
êzdî û êzdîtî nemabe jî, yek e, ew êdî ne êzdî ne...
Ya ku divê êzdî hevza xwe jê bikin jî, ev e!
Û eger hinek bixwazin wê ola pêşîyê xwe vejîyan bikin,
divê ji bo wê karekî kêrhatî bikin, ne ku pêvajoya rêformkirina
êzdîtîyê di van rojên me da jî bidomînin...
Û ji vir jî bersîva wê pirsê dertê holê, ka, gelo di vê rewşê
da mirov dikare “Ne bihêle, ku “çawa dibe bila bibe”, ne jî
bihêle, ku rêya teribandinê “fireh bibe”?
151
DERENCAM
…Me berbi cîhana kevnar va rêwîtî-êkskûrseke (lat.
Excursus) dîrokî pêk anî, xwendevanên hêja. Me bingeh, merc û
sedemên pêkan ên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê gelê kurd da nirxandin – ji dema medên kevnar ên pêşîyên
me heya van rojên me…
Ew, ku ji bo vê pirtûkê mêtoda lêpirsîna zanistî-rojnamegerî hatîye hilbijartin, tiştekî ji nedîtîva nînbûye. Ji bo ku rastîya
dîrokî derxin ronahîyê, pêwîst bû lêgerînên zanistî yên bûyerên
dîrokî bihatana pêkanîn– ji demên kevnar destpêkirî heya
destpêka dewra XX-an. Ji ber ku, divîya bû, li vir di warê dîtinên
lêpovajî yên di derbarê ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê û ewê
civaka êtnîkî-bawerî da lêgerînan pêk bînin, a ku li dora wê
avabûye.
Û li ser vê bingehê rêyên jinûva zêndîkirina rastîya dîrokî
hatine dîyarkirin.
Bi van hemûyan ra tevahî di dema lêpirsînê da hinek
rûpelên dîroka kevnar a gelê kurd jinûva hatine lêgerîn – ji demên
padişahtîya Medyayê va. Ji bo wan analîzan, ên ku di vê pirtûkê
da hatine pêkanîn, bi piranî jî encamên lêgerînên zimanzanîêtîmolojî bûne bingeh.
…Ji hêla dîrokî va gelek bingeh, merc û sedemên pêkan
ên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê gelê kurd da,
ji demajoya kevnar a dîroka gelê kurd va heya vê serdemê hatine
lênêrandin…
Di pêvajoya amadekarîyên lêgerînan da gelek zanîyarîyên
di derbarê bûyerên rêal da, û wisa jî dîtinên lêpovajî û tewşyên di
derbarê pêşîyên kurdan – medên kevnar û ola gelê kurd a kevnar
a berî zerdeştîyê – êzdîtîyê dahatine dîtin. Ew hemû bi wateya
xwe ya dîrokî va pir balkêş bûne, ji ber wê jî hem bi tomerîya
xwe va û hem jî her yek cuda di vê berhemê da hatine lênêrandin
û ji bo lêgerînên vê mijarê yên bingehîn bûne matêrîyalên
destpêkî.
152
Û ji bo vê, zanîyarî, dane, bûyerên dîrokî û dîtinên lêpevajî
û tewş ên di derbarê êzdîyan û pêşîyê nwan da hatine hemberhevkirin û analîzkirin. Û hewl hatîye dayîn, ji bo ku li ser bingeha encamên wan analîzan û di nav çarçoveya rastîyên wê demê
da, ji hêla pêşveçûna dîrokî ya civaka mirovahîyê va, terefên bingehîn û taybetîyên wê olê û dîyarkirina taybetîyên sereke yên ola
êzdî û bîrûbawerîya wê, bingehên bawerîya wê derxînin zanebûnê û ravebikin.
Armanca vê pirtûkê ew bûye, ku li ser ravekirina bingeh û
sedemên peydabûna dîtinên lêpevajî û tewş ên di derbarê vê olê
da, di kontêksta dîroka kevnar a gelê kurd dadîyar bikin – ji
demên padişahtîya Medyayê heya peyhatîyên rastedêr ên vê şaristanîya kevnar – êzdîyên van rojên me. Û li ser vê bingehê sersedemên peydabûna wan dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê vê
ola gelê kurd a kevnar da hatine ravekirin, ên ku ji wan şiroveyên
lêgerîner û olzanên bîyanî (û ne tenê yên wan) yên di derbarê vê
ola kevnar a bi sur ûsêrda bûne bingeh.
Û ji bo vê jî, di vê lêpirsînê da agahîyên bêhempa û pir
hêja yên ji pirtûka “Kurmanjên yêzîdî” ya ezdazanê (têolog) ermenî Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan (ê destpêka dewra XX) hatine nirxandin. Matêrîalên vê pirtûkê ji hêla dewlemendîya agahî
û daneyên xwe û, bi bi giştî, wek gotineke zanistî, bi naveroka
xwe ya pirrengî va, pir hêja ne. Ev hemû û nêzîkbûna xudanê
pirtûkê bi xwe ya ravekirina matêrîalan ra, her weha mêtoda
analîzên wî, bingeha matêrîalî ya destpêkî ya vê berhemê dewlemend kirine. Bi vê ra wisa jî agahîyên çavkanîyên kevnar ên ermenîyan di nava pêvajoya analîzê da hatine bikaranîn. Û di nav
wan da jî, zanyarîyên pirtûka bavê dîroka ermenîyan Movsês
Xorênatsî (“Dîroka Ermenîstanê” dewra V a pey bûyîna Îsa)
girîng bûn. Di pêvajoya lêpirsînê da wisa jî agahî, nêrîn û encamên lêgerînên hêja yên zanîyarên rûs, kurd û yên dinê yên navdar hatine nirxandin. Ew berhemên Xaçatûr Abovyan, Diyakonov Î. M., Ekrem Cemîl Paşa, Êndryû Kollînz, Marr N. Ya.,
Maxmûdov N. X. (Nadoyê Xudo), Mînorskîy V. F.û yên dinê
bûne, wisa jî – bîranînên rêwîtîyê yên helbestvanê rûs ê mezin
Alêksandr Pûşkîn û rêwîya înglîz Gertrûda Bellê...
Di vê berhemê da, ji bo analîzan û şiroveyên cihêreng, hinek parçe ji pirtûka S. V. Têr-Manvêlyan hatine bikaranîn.
153
Çima hema pirtûka vî erkdarê ola xrîstîanî ewqas bala min
kişandîye? – Lewra ku ew çi ku wî di derbarê êzdîyan da, wek
parçeyekî gelê kurd û peyhatîyên rastedêr ên medên kevnar,
nivîsîye, li ser bingehên çavdêrîyên wî yên wê demê (105 sal
berê!) hatine pêkanîn. Û ew çavdêrî di nav dîroka lêgerînên ola
êzdî û êzdîyan da ji hemû agahîyên dinê cuda dibin... Ew bi serê
xwe di vî warî da kesekî tenê ye, yê ku li êzdîyan bi çavekî zanistî
yê objêktîv nihêrîye, û di bin kirasê wan guhartin û rêformên Şêx
Adî da êzdîtîya resen dîtîye... Û îro jî, ew matêrîalana ji bo
nirxandinên zanistî û analîza rexneyî yên wan dîtinên lêpovajî û
çewt bûne bingeh, ên ku di cîhana kevnar da li ser bingeha
çîrokên dûrî heş û sewdayê mirov û gotinên dinê yên bêwate û
bêkêr hatibûne sêwirandin...
Û li ser bingeha van û gelek çavkanî û daneyên dîrokî yên
dinê, di evê pirtûkê da hem jî peydabûna wan çîrok û gotinan ji
hêla min va bi zanistî hatine ravekirin ûbingeh û sedemên sazbûna hemû dîtinên bêwate, tewşû bêkêr, yên li ser bingeha wan
sêwirandî hatine şirovekirin...
Ev her gavên destpêkê ne, yên ku li ser rêya lêgerînên zanistî yên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê hatine avîtin – di
kontêksta pêşvaçûna civakê ya dîrokî û pêvajoyên civakî-siyasî
û olî yên wê demê da. Hinek gavên ku di warê nirxandinên taybetîyên vê olê yên piralî û di nav tomerîyekê da hatine avîtin, ji
bo avakirina bingehekê, ji vir û pêvadomandina lêgerînên vî warî
ra dikarin bibin destpêkekê. Û bi lêgerînên wê olê va,wek ku
Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan dibêje, bi rastî, “...gelek tişt
girêdahî ne, û ya sereke jî – pêşveçûna zanistê û ronîkirina
dîroka olan”.
Li vir lêgerîn hem di kontêksta pêvajoyên pêşveçûna civakî da, hem jî ji hêla awayên pêşveçûnên civakî, çandî û olî yên
civaka êzdîyan (a êtno-konfêssîonalî) va hatine pêkanîn. Di nav
wan lêgerînan da wisa jî cîhekî girîng ji bo wê bîrûbawerîyê bi
xwe hatîye veqetandin, a ku ji bo avabûna civaka êzdîyan bûye
bingeh. Di dema lêgerînan da ne tenê analîzên civakî, dîrokî,
wisa jî yên zimanzanî-êtîmolojî hatine pêkanîn, û bi saya wê jî
gelek sersedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş û nêrîna
mejûyê nexweş û dûrî heş û sewdayên mirov ên di derbarê vê olê
da hatine ravekirin. Û analîzên vî rengî di nava tomerîya xwe ya
komplêks da encamên xwe dan...
154
Analîzên zanistî yên dane û matêrîalên dîrokî û yên
agahîyên wan çavkanîyan, ên ku li jorê di derbarê wan da hate
gotin, wisa jî bingehên bîrûbawerîya êzdîtîyê – wê ola gelê kurd
a kevnar, ên ku di nav gel da hatine parastin, di zargotina gel –
afirandina wî ya zarkî da, di rabûn-rûniştina wî ya kevneşopî da,
di dua-dirozge û jîyana rojane da, govenîya wê didin, ku:
– yên êzdî, wek ku hemû gelê kurd, peyhatîyên rastedêr ên
medên kevnar in; ewana ola pêşîyên xwe – êzdîtî perestine;
– navê ola êzdî ji navê Xwedê– Êzdî//Ezda tê, yê ku peyveke têkel e, û ev jî ji hêla xwe va ji peyverêza yê ez dayî saz
bûye, ango, yê ku ez dame, sêwirandime; û êzdîtî ola gelê kurd a
berî zerdeştîyê ye;
– lê peyva Êzîd//Yezîd ji navê xelîfekî cîhana îslamê – Yezid ben-Mûawiya ben- Ebû- Sifyan benî–Ûmeyya tê. Yên êzdî ew
wek sultan Êzîd nav dikin. Û ev jî, tu têkilîya xwe bi ola gelê
kurd a kevnar – êzdîtîyê ra nîne;
– di dîroka ola êzdî da du serdemên cuda hene: serdemek
ya berî Şêx Adî bûye, ya dinê – ya pey Şêx Adî ra. Û ev ola, piştî
rêformên têkilîdarî navê Şêx Adî, êdî êzdîtîya di kirasê îslamê
da ye, lê ya berî wan reforman ew êzdîtîya kezî ya pîroz bûye;
– Her çi jî hebe, beşekî kurdên êzdî, yên ku welatê xwe
zêdetirî dused salî berê terikandine, gelek taybetî û hêman, nirx
û hêjahîyên ola êzdî parastine;
– daneyên di derbarê lêpovajî û tewşkirina agahîyên dîrokî
û teknolojîyên qirêj ne ku tenê di serdemên dîroka mirovahîyê
yên nû û nûtirîn da rastî mirov tên; ew wisa jî di dîroka kevnar a
mirovahîyê da hebûne; û dîroka kurdên êzdî û pêşîyên wan –
medên kevnar, her tenê parçeyekî wan bûyerên wê demê ye;
– hemû dîtinên lêpovajîkirî yên di derbarê êzdîyan û ola
wan da destpêka xwe ji demên têkçûn û hilweşîna padişahtîya
Medîya kevnar hiltînin;
– hemû agahîyên ji ber xwe derxistî (hinartî) û dîtinên
lêpovajî û tewşên di derbarê pêşîyên kurdên êzdî da bi giranî rola
xwe ya neyînî di karê peydabûna agahîyên bêwate û vala ên di
derbarê ola wan a kevnar da lîstine. Û evan agahîyana jî ne ku
tenê di jîyana gelê kurd da roleke çarenûsî ya ne qenc lîstine, lê
wisa jî, sed heyf, ku gelek caran ji “lêgerînên” hinek zanyar û
nivîskarên bi nav û deng û xwedî bandor ra bûne bingeh;
155
– ev pirtûk jî gavek e, li ser rêya lêgerînên êzdîtîyê yên
piralî; ji vir û pêva jî lêgerînên zanistî yên vê ola kevnar, a ku yek
ji olên bi sur û sêr û dergerdûnî (êkzotîk) yên cîhana kevnar e, wê
bidomin. Ji ber ku, her çi jî bûye, evê olê û bîrûbawerîya wê gelek
taybetîyên xwe heya rojên me parastine, û ewê bi gavekê jî me
nêzîkî têgihîştin û ravekirina bingehên wê yên destpêkî bikin; û
ji bilî vê, lêgerînên bingehên bîrûbawerî û dîtinên di derbarê
sêwira cîhanê û gerdûnê da wê pêk bên, ji ber ku li ser bingeha
wan ola êzdî û civaka êzdîyana êtnîkî-bawerî avabûne; û ev hemû
bi hev ra wê di gelek cîhanda derfetan biafirînin, ku mirov pêvajoyên dîrokî yên wê demê û wan guhartinan têbigihîje, yên ku
pey rêformên Şêx Adî yên dewra XII ra pêk hatine;
– ji bo ku bi giştî, di nava tevahîya xwe da hemû cudyî û
taybetîyên vê bîrûbawerîyê û civaka êtnîkî-olî, ya ku li ser bingeha wê ava bûye, bi her alîyan va bên lêgerandin, divê ew
matêrîal û encamên wan lêgerînan, ên ku heya îro berev bûne, di
nava sîstêmeke hevbeş da bên analîzkirin; ji bilî vê divê wisa jî
nêrîn, dîtin, gotin û lêgerînên zanistî yên cuda bi zanistî bên
nirxandin. Ev hemû jî wê bingeheke zanistî ji bo lêgerînên vî warî
yên pêşerojê saz bikin; ji bilî van hemûyan, wisa jî hê divê
lêgerînên ezdazanî (têolojî) bên pêkanîn, ji bo ku hemû taybetîyên vê olê bên ravekirin;
– lê, ji bo ku hemû taybetmendîyên vê olê, yên ku wê ji
olên kevneşopî cuda dikin, di nava tomerîyeke hevbeş da bên
lêgerîn û, wisa jî, wan hemûyan jinûva derxin zanebûnê, divê mirov hêzên ezdazanan û pisporên warê dîroka olan a berfireh bîne
bal hev; wisa jî zanîn û dîtinên erkdarên olî yên xwendî û zane
dê pêwîst bibin.Û bi vî awahî mirovê bikaribe, bingehên vê ola
kevnar, ên ku di bin kirasê îslamê da hatine parastin, û deremên
(hêmanên) bîyanî, eger ne hemû be jî, ji hev vebijêre; li ser vê
rêyê jî gava yekem dikaribû amadekirina mijarnameya planî ya
ji bo gengeşîyên zanistî bihata amadekirin; û li ser vê bingehê jî
dikaribûn amadekarîyên lidarxistina sîmpozyûm û konfêransên
zanistî yên li ser vê mijarê bihatana lidarxistin.
156
PÊVEK AYEKEM
EZDAZANÊ XRÎSTÎYANÎ
YÊN ÊZDÎ Û ÊZDÎTÎ ÇAWA DÎTINE Û NAS KIRINE?
(...Û dîmenên nebînayî!)
... Di nav êzdîyan da bikaranîna deynnameyê hemahema nîn e, li şûna wê, ew bawerîya xwe bi wê sozê
tînin, a ku wan daye hev: ew deynnameyê wek nîşana
bêbawerîyê dibînin. Di nav wan da selef (faîz. – E. C.)
nîn e: li ber diravên bi deyndayî va ew selefan hilnadin
(ew pir bin, an hindik!). Ji ber diravên deyndayî va
hildana selefan guneh e, û sûcekî giran tê dîtin...
(Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan,
ezdazanê ermenî yê destpêka dewra XX)
Wek ku li jorê jî hate gotin, di pirtûka Sîon Vardapêt TêrManvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî” da ne tenê agahîyên wisa
hebûne, her wiha yên ku ji hêla analîza zanistî ya dîrokzanîyê û
ezdazanîyê va balkêş jî cihê xwe girtine. Di wê da wisa jî gelek
agahîyên balkêş di derbarê netewzanîyê (êtnografî) û çandê da
hene, wisa jî yên di derbarê deb (jîyana rojane), rabûn-rûniştin,
pîşesazî û bijîşkîya gelêrî û gelek-gelek tiştên dinê da hebûne,
yên ku ji hêla naskirin û zanebûnê va gelekî balkêş in.
Ew agahî wê ne tenê ji bo zanîyaran balkêş bin, lê wisa jî
ji bo mamostayên dibistanan ên sade, ew ji çi netewê an
bîrûbawerîyê dibin, bila bibin. Ewê wisa jî bi taybetî ji bo peyhatîyên êzdîyan yên îro bi xwe pir balkêş bin. Ji ber ku gelek ji
van taybetîyên netewî-olî, piştîewqas dem û pêvajoyên dîrokî
winda bûne. Ewana, bi taybet jî, di bin bandora wan zordarî, êrîş
û stemkarîyan da hatine jibîrkirin û winda bûne, yên ku ji hêla
nûnerên olên kevneşopî vali hember êzdîyan hatine meşandin. Di
karê windabûna taybetî û nirxên resen yên êzdîtîyê wisa jî rêform
û guhartinên têkilîdarî navê Şêx Adî rola xwe ya neyînî lîstine. Ji
bo vê, wisa jî rewşa êzdîyan a penaberîyê karê xwe yê reş kirye,
dema êzdî di nav civakên bîyanî da jîyane.
157
Û li vir min her tenê dixwest, hinek çavdêrî û têbînîyên
Têr-Manvêlyan ên di derbarê kurmancên êzdî, yên peyhatîyên
Îştûvêgû//Astîagê leheng ê xwedî bi hezaran hespan da, pêşkêşî
bala xwendevanên hêja bikira.
Bila xwendevan bi xwe van rêzên ezdazanê xrîstîyanîyê yê
destpêka dewra XX bixwîne û, di bin prîzmaya çavdêrî, analîz,
dîtin û ramanên xudanê vê pirtûkê da ji bo xwe jîyana kurdên
êzdî ya dewlemend û tije taybetmendîyên cihêreng û êkzotîk
veke –ew ola wan a kevnar û bi sur û sêr. Lê, eger piştî xwendina
vê berhemê û van agahîyên balkêş ên ji pirtûka S. V. Têr-Mavêlyan pirs derên holê, an li bal xwendevanan nêrîn, ramanû dîtinên
orîgînal û balkêş çê bibin, ew bixwazin tiştekî li ser van hemûyan
da zêde bikin, an tiştekî şirove bikn, dikarin wana bi vê navnîşanê
bişînin: kordamad@yahoo.com. Wisa jî ew dikarin nêrînên xwe
di çapemanîyê da jî bînin zimên. Ezê bi vê tenê dilşad bibim, ji
ber ku her bi vî awayî mirovê bikaribe hemû hêlên vê ola gelê
kurd a kevnar û êkzotîk derxe ronahîyê. Û ev ola, bi rastî jî, oleke
bi sur û sêr e, wek ku di gotineke Rûsîya kevnar da ji bo tiştên bi
sur û sêr, ên ku mirov tê nagihîje, tê gotin: “Wisa li hev alyaya
ye, wisa di dava sûr û sêran da veşartî ye, wek dîroka medên
kevnar”.
Ji ber ku di vê berhêmê da bi bingehîn gelek encamên
balkêş ên çavdêrî û têbînîyên zanistî yên Sîon Vardapêt TêrManvêlyan ên di derbarê ola êzdî û bîrûbawerîya wê da êdî hatine
dayîn, gelek hêlên jîyana pirawaz a êzdîyan, wisa jî taybetîyên
wê jîyanê yên civakî, netewzanî, çandî û debî derî wan hemûyan
man. Ji ber wê jî li vir wê encamên çavdêrîyên xudanê pirtûka
“Kurmanjên yêzîdî”, raman û dîtinên wî bêyî şirove û guhartin
pêşkêşî bala xwendevan bên kirin. Bi vê wê derfetên xwendevanan çêbibin, ji bo ku bi xwe bi wan agahîyan ra nas bibe, ên ku
di derbarê deba jîyanê û rabûn-rûniştina wan da ne, di derbarê
pîşesazî û bijişkîya gelêrî û gelek tiştên dinê da ne. Û ev hemû
wê ji hêla naskirin û zanîna wê cîhana rewanî ya xweser, ya
xwedî taybetîyên nebînayî û bi sur û sêr va pir balkêş be.
Di derbarê van hemûyan da, li jêrê, ji pirtûka Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî”!
158
Tore û kevneşopîyên malbatî yên êzdîyan
...Tiştekî nebînayî ye, mêrê kurmanc (mabesta wî êzdî ne.
– E. C.) bi bawer li ser bingeha qewîn a pîrozîya malbatê sekinîye
– ya wî, jineke wî heye, û jîyana wî heya dawîyê bi wêva girêdayî
ye. Û ev di nav pêwendîyên mêr û jinê da pevgirêdaneke pîroz e.
Ew sond dixwin û soz didin, ku ewê di bin banê wê malê da, ya
ku çarenûsê para wan derxistîye, wek du stûneyên di bin wî banî
da bijîn, û bi hevra nîrê xwe bikişînin.
Ji bo yê êzdî tiştekî pir xerîb (bîyanî) e, heya ew nikare
bibihê jî, ku ji ber wê, ku jin ji rêya xwe derketîbe, ne di gura
mêrê xwe da be, pêvajoya jihevcihêbûna mêr û jinê hatibe
destpêkirin. Ew nikare bide heşê xwe jî, ku dikare wisa bibe, ku
jin xiyanetê ji pîrozîya nivîna jin û mêrtîyê û rûmeta xwe ya pîroz
a dayîkê ra bike, ji ber ku ewana bi sûra pêwendîyên jintî û
mêrtîyê dijîn û wê îdêayê dipejirînin û bawer dikin, ku ruhek
(rewanek) di kesên jin û mêr da bi cîh bûye.
Jina kurmanc wisa jî alîkara mêrê xwe ya herdemî ye –
hem di karên rêncberîyê da, hem jî di hemû karên biçûk û mezin
ên cotkarîyê da, ji bilî nêçîrvanîyê, ya ku her tenê karê mêr e. Jin
rêvebira karên mala xwe yê hindurîn e, ew kevanî ye, dayîk e,
terbîyedar e û ya ku ji bo wan hemû karan biryarê dide û pêk jî
tîne, ew bi xwe ye (rû. 16 – 17).
Jîyana jinê û cîhê wê di nav civaka êzdîyan da:
Dema, malbetek dixwaze lawê xwe bizewicîne û ji bo wî
bûkekê digere, amadekarîyên çûyîna xazgînîya wê tê kirin, divê
bê gotin, ew bûkê anegorî wê hildibijêrin, ka ew keça ciwan çi
hêjayîyên wê hene, û ew ji çi malbatê ye – malbat çiqas bi nav û
deng be, dot jî ewqasî bedew e… Lê, dîsa jî, divê neyê jibîrkirin,
ku jinên bedew, bi taybet, keçên ciwan, di nava berekên kurmancan da bêhtir xwedî şans in û hêjayî rêzgirtinê ne, ne ku di nav
gelên dine da. Ew hem jî bêhtir azad in.
…Jinên êzdî yên ciwan, wisa jî keçên wan, ji bilî wê, ku
gerdena xwe bi rext û rişmeyan, zendên xwe jî bi bazinan û guhên
xwe bi guharan dixemilînin, ewana hem jî rojên şahî û geşt û seyranan bêvilên xwe bi stêrkên (qerefîlk/xizêm. – E. C.) bi brilliant
(almast/elmas. – E. C.) ji herdu alîyên va dixemilînin. Ji bo vê jî,
159
hê di zarotîyê da bêvilên wan ji herdu alîyan va qul dikin, ji bo
ku wan qerefîlkan bi derzîyên wan bi wan va bikin.
Di nav bedewên kurmancên ciwan da hûnê yekê jî nebînin,
a ku li ser enîya wê xalên bi destçêkirî (kutayî) nînbin, û ew
xalana kevana enîya wan dinitirînin. Ji bilîku ewana enîyên xwe
bi xalên şêwazê stêrkan dinitirînin,wisa jîwan bi dest û gaz û gerdenên xwe va dikin…, û bi wan mirovên derdorên xwe heyr û
hijmekar dihêlin.
Yek ji teybetîyên kesî yên jinê, yên ku ew bi wana mirov
heyr û hijmekar dihêlin, hema ew xemla wan xalan e…
Û ji bilî van, yek ji taybetîyên keçên kurd ên ciwan, ew e,
ku ew çîpên nigê xwe ji serfêza gûzekan hinekî vekirî dihêlin. Û
ewan wan derên nigên xwe bi çend rêzên morî-mircanên rengîn
dixemilînin. Wisa jî gerdena mermerî (ango, wek mermer sipî. –
E. C.) û stûyê keça kurmanc a ciwan bi wan xemilandî ne, û hem
jî poxikên zîvîn û morîyên xas û biha û yên çavan, ên ku wan ji
çavên nepak biparêzin, serêgulîyên wê yên hûrvegirtî va dardakirî ne, û ew hemû bi rextê gulîyên hûrvegirtî ra berbi jêr va
dişûlikin – berbi navkêlka wê va.
Bi devzendkên milên cil û libasên wan va morîyên bi şirik
in, û dema ew destê xwe dihejînin, zingezingeke ahengî ji wan
şirikên zîvîn dertê û axavtvanênxwe heyr û hijmekar dihêlin.
Divê bê gotin, dema keç û bûkên ciwan diaxivin an distirên, ew
dengana tevî dengên wan ên zîz û tenik û stranên wan ên bi
xweşawazî yên bi “lo-lo-lo!” dibin.
Di nav jinan da bi taybet jî karûbara reş pir tê qîmetkirin.
Ewana wê wek morîya sêrê bi xwe va dikin, ji bo ku ew morî
wan ji çavên nepak biparîze, û ya sereke jî, ji bo wan ji tehlûkeya
bandora xortên çavderî biparêze ....
... Dirûn û hûnana bi dest, bi taybet jî, daxistina tevn û
xalîçe û yemenîyan ji bo jina kurd (mabest dîsa êzdî ye. – E. C.)
tiştekî rojane yê ji rêzê ye: ew hez dike, dema ku karê xwe yê nav
malê bidawî dike, dema xwe ya azad bi dirûn û desthûnanê va
mijûl bibe. Ew ji tivtika (pûrt) bizinê konên reş ên pir çê û qewîn
dihûnin, û ew jî xwedî taybetîyên xwe yên bêhempa ne, pencên
tavê û dilopên baranê ji wan ra derbaz nabin. Heya, eger sêlav jî
bikişe, hîç dilopek jî wê ji konê kurdî ra derbazî hindûr nebe.
Lopên kurdî yên dualî, yên ku wek “yemenî” tên zanîn,
160
yek parçe, qul-qulkî û xweşik in. Wana ji bo firotinê ne ku tenê
derdixin herêmên navendî yên Rûsîyayê, lê, her weha, dibin
welatên dereke jî. Wisa jî xalîçeyên kurdî yên nerm û lopên zîlî
baş qîmet dikin...
Di nav hezar jinên kurd da mirov dijwar bikaribe yekê
bibîne, ya ku nikaribe serbest karê tevn û teşîyan pêk bîne, lê,
berovajî vê, di nav hezar jinên ermenî da dijwar jinek hebe, ya ku
bizanibe wî karî pêk bîne, bi taybet jî di nav evên vê dawîyê, yên
arode (tembel) û modehez da. (Dîsa bînim bîra xwendevanên
hêja, ku Têr-Manvêlyan van hemûyan ji bo xwendevanên xwe yên
ermenî dinivîse! – E. C.).
Jina êzdî hez dike, bê navber bi karê malê va mijûl bibe û
heya dema ew di nav civakê da be, an diçe ger û geştê jî. Heya
dema ew diçe mala cînêr, an diçe konê wan, timê bi karekî va
mijûl e. Ew hema-hema bi destevala neçe cîhekî, ji bo ku heya
deqeke dema xwe ya zêrîn a kar winda neke. Hûnê bibînin, an
goreyekê dihûne, an jî teşî û kulîyên hirîyê di dêst da, dirêse û
diçe. Divê bê gotin, ku ew carna radiweste û bi serbilindî, bi hezkirin li xwezayê dinihêre, lê paşê, destxweda, didomîne teşîya
xwe bade. Û li ser teşîyê jî gulokeke mezin a rîs berev bûye. Ew
teşîya xwe hema wisa, bê navber... di hemû dema rêwîtîya xwe
da badide.
Jina êzdî di warê şîrmeyandinê, dewkilanê û penêrgirtinê
da pisporeke çê û zane ye: toyê wan ê bi tam, mast, toxavk, rûn,
penêr, bi taybet jî penêrê eyêr ê di nav toraqê da cîhê pesinandinê
ne. Ev penêra, dibe ku, ji cûreyên penêrên holandî yên buha çêtir
be – hem bi tema xwe û, hem jî, bi giştî.
... Ewana (jinên êzdî. – E. C.) pir ji paqijîyê hez dikin – her
çiqas ew merc, ên ku ew tê da dijîn, pir hişk û dijwar in, ewana
di xanîyên kevn ên hizhizî da, di bin konan da dijîn, lê dîsa jî tiştê
ku ew hez dikin û ji mirov daxwaz dikin, paqijî ye.
Kevanîya malê ji xwe ra kirîye hînbûn (adet), her çi jî
hebe, her hevtê bi hemû jin û keçên malbatê va tevahî hemû cil û
rûberên nivînan berev dikin û diçine ber çêm, cewê, an ser
kanîyê, daw-delingên xwe hildidin jorê, ber-pêsîrên xwe vedikin
cilan dişon û bi xwe jî xwe dişon, û hîç bala xwe jî nadinê, eger
mirovek ji nişkêva li bal wan ra derbaz bibe.
Ewana li şûna sabûnê çoxan û gîlê bikar tînin. Rûberê
nivînan û cilên binî bi çoxanê dişon: dema di beroşê da av
161
destpêdike bikele, ewana hinek çoxana hişkkirî diavêjin navê, û
bi wê avê jî rûberên nivînan û cilên dinê yên sipî dişon (çoxan
hêşnahîyeke bi strî ye, taybetîyên wê yên sabûnê hene û ji wê
gelek li çîyayên me digihîjin, hema vê jî gelekî berev dikin, hişk
dikin û diparêzin), lê mirov xwe bi gîlê dişon, bi taybetî jî porê
xwe pê dişon (gîl – axeke zer e, pelên wê taybetîyên xwe yên
wisa hene, ku di navbera çend saetan da di nav ava germ da nerm
dibin û ji wan herîyeke taybet çêdibe. A, hema bi wê herîyê jî
porê xwe dişon).
Piştî ku mirov xwe bi gîlê dişo, beden û porê wî bêhtir
nerm dibin, ne ku piştî şûştina bi sabûnê. Divê bê gotin, ku jinên
me jî êdî ji zûva dest pêkirine porê xwe bi gîlê bişon.
Pîreka êzdî nizane û hez jî nake, ji derdoran şerm bike:
wisa jî ew şerm nake, ku di nav civakê da vekirî zaroka xwe ya
ber bistên bimijîne. Û ji bo wê hîç ferq jî nake, ka ew li ku ye û
di nav çi civakê da ye.
Bikaranîna dergûşê (landik) ji bo wan tiştekî xerîb e, ji ber
ku ewana hîn bûne, zarokên xwe serbest, bê teng û ber mezin
bikin– bi taybet jî, li ser erdê – bi gîrodarîyeke sade...
Ewana jîyaneke nerm û hêsan hez nakin, bi teybet jî, di
karê terbiye-toreya zarokan da.
Dayikên êzdî hertim jî bêyî alîkarîya bijîşkên jinan pispor
(pîrik) zarokên xwe tînin cîhanê. Pirê caran ew di nav xwezayê
da pêk tê – li çîyan, di gelî û gebozan da..., hîç ferq nake: te hew
dît, dayka nû ji zarokê azadbûyî, zaroka xwe ya tezebûyî di nav
der-dawên (pêş) dêreyê xwe da pêçaye, daye ber hemêza xwe,
vedigere malê (rû. 17 – 22).
Felsefeya êzdîyan a jîyanê:
ka, divê mirov çawa bijî û mirovbûna xwe çawa biparêze?..
Mirov avijîya xwe li wê hevbawerîyê tîne, ya ku di navbera êzdîyan da heye. Eger ewana bi hev ra carekê-duyan nan û
xwê xwaribin, êdî dibin mirovên hev ên nêzîk, ew dibin dostên
hev, û herdu alî jî bi bawer in, ku bawerîya di nava wan da ya
herî çê ye.
... Di nav êzdîyan da bikaranîna deynnameyê hema-hema
nîn e, li şûna wê, ew bawerîya xwe bi wê sozê tînin, a ku wan
162
daye hev; ew deynnameyê wek nîşana bêbawerîyê dibînin. Di
nav wan da selef (faîz) nîne: li ber diravên deyndayî va hildana
selefan (ew pir bin, an – hindik!) guneh, û sûcekî giran tê dîtin...
Û pey van hemûyan ra, xirîstîyanên şaristanî, yên ku wek bawermend jî tên zanîn, kurdan bêwijdan, bêruh hesab dikin. Ma, gelo
ew bi xwe bi rastî xwedî bawerî ne? Bawerîya ne rastîn ne pêkan
e, ew mirî ye. Rastî ew e, ku em, ên xirîstîyan, em bi giştî xwedî
bawerîyeke têorî ne, ya hinartî, lê ya wana – pêkan û zêndî ye.
Ewana,bi giştî, evîndarê bedewîya bêhempa ya xwezayê û
hunerê ne: ewana hez dikin li bilûrê bidin, ji govend û stranan
hez dikin..., stranên kurdî bi piranî dilşewat û melûl in.
Şivanên wan kerê pêz bi seraweyên bilûrê û xweşbînîyan
û fîte-fîtan berbi wargehên çêre va dibin.
Mêrê êzdî hez dike, çekê bi xwe ra bigerîne û baş lê xwedî
derdikeve û ew diparêze. Çeka wî hertim bi wî ra ye, wek hevalê
wî yê herî nêzîk û parçeyekî bingehîn ê bedena wî.
Hê jî bikaranîna şûr û mertalan di nav wan da heye, bi taybet jî ji çekên kevnar hez dikin, li ser radeya rêzgirtinê, wek
nîşana bîranîna bêhempa ya pêşîyan û ruhê wêrek û leheng a gelê
xweyî serbilind diparêzin.
Ew hez dike û jêra bûye hînbûn, ku ji jorva, ji bilindahîya
olîmpî li gelên dora xwe binihêre...
Divê bê gotin, ku kurmanc hema di destpêkê da serbilind
ji dêya xwe bûye, di her gaveke wî da, di her liveke wî da, di
axavtina wî da ruhê wanî serbilindîyê tê xuyanê .
Di zikmakî da pir têgihîştî û laqirdîhez in. Têgihîştîbûna
wan bi taybet jî di nav hejmartinê da tê xuyanê. Her çiqas haya
wana ji hejmarzanîyê nîne jî, ew nizanin, hejmêrkê (teknîka hejmartinê a sade – E. C.) bikar bînin, lê, dîsa jî, ewana bi serfirazî
û pir bi zû hejmarên dehezaran dihejmêrin, heya ji pisporên hejmarzanîyê jî çêtir. Helbet heya naha karê wan bi hejmarên pirhezarê û mîllîonan ra çê nebûne.
Têbînî:
Helbet, ev nêrîna Têr-Manvêlyan a di derbarê êzdyan
da balkêş e, lêbelê, ev nêrîna wî di wî warî da tenê nîne...
Lewra jî, ji bo ku zelal bibe, ka, gelo karê êzdîyan bi hejmarên
pirhezarê û mîllîonana ra çê bûye, an – na û hem jî ji bo wê, ku
mirov bi xwe jî li ser wê pirsê bikaribe bibe xwedî nêrîneke rast,
ez dibêjim, hêja ye, ku em li vir nêrîna zanîyarê înglîz Êndryû
163
Kollînz a di wê derbarê da jî bînihêrin û wan herdu nêrînan hemberî hev bikin. Ji bo van gotinan jî, wek ku tê xuyan, li ber destê
Êndryû Kollînz agahîyên cihêreng ên pêbawwer hebûne. Weha,
ew çi dinivîse:
“Di derbarê kevnarîya berekên êzdîyan da di zargotina wan a kevnar
û gotinên pêşîyên wan da jî gelek agahî hene, ji ber ku ji bo hejmartina temenê
cîhana me ewana serdemên demdirêj bikar tînin. Ewana bi bawer dibêjin, ku
hevtê û du Ademên cuda hebûne, her yek ji wan deh hezar salan jîyaye. Û wê
demê li ser cîhana me mirov nejîyabûne. Êzdî bawer dikin, ku mirovên dema
me peyhatîyên Ademê dawîyê yê hevtê û dûyem in, û ew jî tê wê wateyê,...ku
temenê cîhanê mîllîonek çarsed û çil hezar sal e. Rastîtîya weha bi serê xwe di
derbarê tiştekî da jî nabêje, lêbelê, ev hejmarên mezin (...) wana ji arîkê hilnedane. Lap berovajî wê – ewana dengvegerên serdewranên stêrkzanîyê yên pir
kevn in û govenîya zanînên hejimarên gerdûnî (ûnîvêrsal) ne, yên ku di çîrokên
cihêreng ên gelên tevahîya cîhanê da hene” (Эндрю Коллинз, Падшие
ангелы, Москва, 2008, стр. 207//Wergera rûsî ya pirtûka Êndryû Kollînz a bi
înglîzî: Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”, Moskova, 2008, rû.
207).
***
... Ewan (êzdî. – E. C.) dijminên xwe yên nemam û neçê
tucar nahêvşînin, hez dikin, tola xwînê bi xwînê hilînin, lê bi wê
ra, wisa jî, li hember wan, yên ku bi rastî gunehê xwe mikurtên,dilnizm û xweşbîn in. Bes e, ku dijminê mirovekî an ê dinê
bibêje, ku dixwaze serî li ocaxa wan bide û bixwaze pêwendîyên
aştîyane bidomîne. Û di demeke wisa ya dîyar da ewana amade
ne, bi bêhna fireh demên bihurî yên xemgîn jibîr bikin. Û heya
hêsir di çavên wan da, bi dilekî vekirî dijminê xwemukurhatî
pêşwazî bikin û bi hezkirineke dilnizmî ji wî hez bikin.
Ewana ji dadgehên dewletê hez nakin, û tucar serî li wan
nadin.Li şûna wan ew serî li dadgehên navbeynkar didin, ji bo ku
ew şuxulên wan bi rêvebibin û sererast bikin, tenê, eger şuxulê
wan pirgiran be, ew serî li serekê berekê (serekeşîr) didin: ji xwe,
ew jî hîç tiştekî bêyî şêwrê pêk nayne.
Yê êzdî tucar ji gotina xwe nayê xarê, û ev ji her sînoran
derbaz dibe, heya digihîje asta ernûsîyê. Û ji ber wê jî, hîç kes
nikare wan ji ya wan bîne xarê. Gotina tirs ji bo wan nîne, ewê
mirinê bipejirînin, ne ku tirsonekîyê.
Heya zarokên wan jî derba dijimin bendî tiştekî danayînin,
bi xwînsarî lê dinihêrin... Hem mêr, hem jî jin, ji zaroktîyê va fêrî
hûnera bikaranînina çekan dibin.
164
Bi dîtina wan, eger mirov li dijî bawerîya xwe here, ew
tirsonekî ye: û evê yekê hemû jî dizanin. Ermenî an fars, ji bo ku
bidin xuyan, ka mirovek çiqasî bi bawer li ser ya xwe sekinîye,
dibêjin: “parsûya (parxana) kurdan bi wî ra heye!” – ew jî tê wê
wateyê, ku ew pir li ser gotina xwe da dikeve, mirovekî bi biryar
û xwedî gotin e (rû. 22 – 26).
Kevneşopîyên hespxweykirinê û cirîdê...
Ewana hespên cirîdê – kihêlên kurdî, baş xwedî dikin,
wan dihêvşînin û diparêzin – hema weke kevneşopîyên înglîzan,
heya, dibe ku ew kevneşopî di nav kurdan da berî wana jî hebûye.
Divê bê gotin, bi saya bênavber domandina dorguhêrîyê, gênolojîya (şecere) hespan tê parastin.
Û tiştekî zendegirtinê (matmayînê) ye, ku nasnameya
hespên çê bi misogerî hatine û tên parastin. Dema kirîn-firotanê,
nimûneyeke (kopîya) nasnameyê bi hespê ra didin xwedîyê wêyî
nû, ew jî, ne tenê bi binnûsekê (îmze) tê bawerdarkirin (îzbatkirin). Kihêlên kurdî dîroka xwe ya rastîn û gênologîya (şecere)
reha xwe hene.
Ji bo hespê kihêl, eger nasname nînbe jî, zêde pirsgirêk
nîne, lê ji bo hespa mê (mihînê) ew pir girîng e.
Cenûya yekem a hespa (mihîna) firotî digihîje wî, yê ku
ew firotîye, her piştî ku cenûyê didine xwedîyê wêyî berê, ew
kopîya nasnameyê dide xwedîyê nû.
Bêyî nasname, heya eger ew hesp wek agir be jî, ew tu
qîmetê xwe nîne. Bi wî awahî, dîroka her hespekê, agahîyên reha
wê, sal bi sal,di dewr û zemanan da nivîsandina gênolojîya her
nivşekê jî tê domandin.
Rojên şahî û geşt û seyranan, hem jî dema cirîdê nasnameya her hespekê li stuyê wê va darda dikin. Ewê nasnameyê
wek sêgoşeyekê xweşik qat dikin û di nav çermê şagrênî da
dipêçin û didirûn, bi navenda wê sêgoşeyê va jî morîyeke hêşîn
a çavan, an yeke dinê didirûn, ya ku, an di xelekeke zêrîn an jî ya
zîvîn daye.
Hespên kihêl bi bedena xwe ya bi cûrekî taybet ji hespên
dinê cuda dibin: her beşekî bedena wan bi hev ra di nav ahengîyekê da sêwirîne.
Taybetîya sereke ya hespên kihêl ên rastîn ew e, ku: serê
165
wanî biçûk û ştafî ye, guhên wan biçûk û tûdirêjkî ne, çavên wan
zêndî û geş in, stuyê wan şêwazê kevanê ye, zêde ne dirêj e,
bijûyên wan kin û tenik in, sînga wan wek ya qazan e, çîpên wan
zirav in, simên wan gulover û hişk in, rengê wanî reş e, beşê dêla
wan a goştîn ji sê vêrşokan zêdetir nîne (vêrşok pîvana dirêjahîyê
ya rûsan a kevn e, weke 4,445 sm. e), mûyê wê kurt û sêrek e. Bi
giştî paşila kihêlê kurdan ê beza gilover û ji pişta wî mîna zînan
bilindtir e...
Mêrê kurmanc hespê kihêl ê rastîn ne tenê hez dike, ew ji
bo wî tiştekî pîroz e... (rû. 26 – 28).
Bijîşkîya gelêrî di nav êzdîyan da
Mêrê êzdî di warê birînkewîyê (birînqenckirinê) da pisporekî çêtirîn e, bi taybet jî, di pirsa qenckirina birînan da – birînqutkirina dest an nigan, ên ku hêvîya qenckirina wan namîne. Ew
nexweşîyên hindur û hemû sedemên wan baş dizanin. Ew hemû
reh û reyîşkên hêşnahîyan, gîha û kulîlkan, ên ku kêrî qenckirina
nexweşîyan tên, nas dikin: dizanin, ka kîjan ji wan çi taybetîyên
xwe hene, navên wan çi ne, divê wana çawa amade bikin û bikarbînin. Helbet, hemû jî – anegorî kevneşopîyên kevn ên
pêşîyan.
Ewana dest û pêyên şikestî, wisa jî yên ji cî derketî, bi
serfirazî û zû qenc dikin, ew ên mirovan, an ên pez û dewarên
malê bin, ferq nake. Û ew wisa dikin, ku yên nexweş zêde neêşin
û nezêrin.
Dema li wî pêwîst be, bizanibe, ka ajalê (heywan) malê
çend salî ye, an jî, çi nexweşîya wî heye, eger ji bo bijîşk cêribandina pisporî pêwîst e, lê ji bo êzdîyê pisporê karê xwe, pêwîst
e her bi sivikayî lê binihêre, an jî destê xwe bidê, û ji bo wî her
tişt zelal e, tê zanîn. Ew temenê ajalan bi diran an strûyên wan,
lê nexweşîya wan bi çav û zimên têderdixe…
Dema cenûya hespê dibe yeksalî, girêyên goşt ên zêde yên
di fincên wan da dibirin-derdixin û destxweda jî bi şîşa li ser êgir
sorkirî daxdikin-dikizirînin, û bi saya vê jî piştî 3-4 rojan ew birîn
qenc dibin.
Mirov zendegirtî dibe, di nava gelên asîyayî da tenê di nav
kurdên êzdî da ev şêwazê qenckirina hespan yê ewqas bi kêr tê
166
zanîn, wek ku li Ewropayê da di nav înglîzan da. Ev şêwazê qenckirinê pir kêrhatî ye: pey vê ra êdî ew tehlûkeya, ku dema bezê
hesp dikare bînçikyayî bibe û bikeve, ji holê radibe. Û, divê bê
zanîn, ev tehlûkeya ji bo hemû hespên cirîdêjî heye.
Hespên ku ew girêyên goşt ji fincên wan derxistine, serbest û bê astengî bêhna xwe hildikişînin û dadikişînin, ji ber ku
hem dema cirîdê, hem jî dema karên giran ew girêyên goşt, egerew dernexistibin, diwerimin û fincên hespan digirin
(dixitimînin). Di demên weha da, eger heya ew nabe sedema mirina di kêlîyekê da jî, lê, dîsa, dibe sedema pir tengavbûn û îşkenceyê ji bo hespên belengaz.
Qe çiqas hespên çê, kihêlên giranbuha (pir bi qîmet), yên
ku ji fincên wan ew girêyên goşt dernexistine, di cîh da bînçikyayî bûne û îro jî bînçikyayî dibin.
Ji bo êzdîyan xesandina ajalên malê yên nêr, tiştekî rojane
ye. Ew wan dixesînin,ku ew ji bo barguhêzîyê ji bo erd şovkirinê
bêhtir kardar bin, û, wisa jî, ji boy ku malê goştî bêhtir kok bibin.
Şêwazê xesandinê yên cuda hene… Û ajalê xesandî piştî
hevtêkê êdî ne ku tenê tam qenc dibe, lê wisa jî disteqire (hêsa
dibe), hartîyê nake.
Ewan wisa jî nexweşîyên hindurîn û yên zikêşêyên ajalan
zû qenc dikin, wisa jî nexweyan tevekê –ya dev û siman.
Êzdîyê ku xwedî cêribandin e, yan bi nihêrandineke bi sur
û sêr, an jî bi bandoreke hindurîn dikare bi sêra xwe li ser ajalê
harbûyî bandorbike û wî/wê bisteqirîne, û ew jî heyawê radeyê,
ku netenê harbûnaxwejibîrdike, lê wisajî piravaş dibe û destê wî
mirovîdialêse, yê ku ew hêsa kirîye.
Eger jinişkêva golika çêlekê an mangeyekê, an berxa
mîyekê dimire, û, eger ewana nahêlin, ku kesek nêzîkî wan bibe,
ku wan bidoşe, bi xwezayî şîr di gahanê wan da dimiçiqe, wê
demê bi lez gazî dostê ajala yê nêzîk, kurmancê êzdî yê pispor
dikin. Ew bi awayekî dike sive-siv, dike fîte-fît, û bala wê ajalê
diguhêre alîyê xwe, bi awayekî bandorî ser ajala harbûyî dike û
wê tîne bal xwe. Dema ew tê bal yê êzdî, ew di destpêkê da wê
maka ku golik an berxa xwe winda kirîye, bi sivikayî tîmar dike,
û ew dihêle ku golika (berxa) makeke dinê nêzîkî wê bibe. Piştî
deqeyekê-du deqeyan ew êdî bi hezkirin nêzîkî hev dibin, wek
ku, tuyê bibêjî, ew ne ya makeke dinê ye. Û piştî vê kevanîya
malê nêzîkî wê dibe û bi hêsane wê didoşe.
167
Ew wisa li ser wê makê bandor dike, ya ku golik an berxa
xwe winda kirîye, ku ew heya post an eyarê golika (berxa) xwe a
biqesel dagirtî bi hezkirin dialêse û dipejirîne (rû. 29 – 33)…
Se ji bo mirov ne tenê dost e…
Di dewr û zemanan da ji ber girêdanî û kêrhatî bûna xwe
ya bê sînor se ji hêla mirovan va hêjayî xwedîderketin û parastinê
bûye. Lê di nav tu gelî da li hember se ewqas hezkirineke bi dil,
dilovanî û xwedîderketin nîne, çiqas di nav kurmancên êzdî da.
Ewana bi guhdarîyeke mezin li tajîyê nêçîrê xwedî derdikevin û
bi taybet li wan dinihêrin...
Dîyar e, ku serfirazîya nêçîrê bi bingehîn têkilîdarî tejîyan
e, yên ku di hunerê nêçîrvanîyê da pir pispor in. Bi saya hewlên
kurdên nêçîrvan û bêhnhildana baş, bezîn û çingkirina sivik a
seyên wan, dijwar e ku tiştek nikare ji ber wan bireve û bifilite–
ew bizina kûvî be, pezkûvî be, xezal be, kêwrûşk be, an ajaleke
kûvî ya dinê be.
Maleke êzdîyan nîne, ya ku tejîyekî an çend tajîyên nêçîrê
yên perwerdekirî xwedî neke. Divê bê gotin, ku seyên wisa yên
nêçîrê pir buha tên firotan,… ji ber ku ewana seyên xwe baş
perwerde dikin.
Zivistanê qolikên (bêmil) rîs ên sivik li wan dikin, yên ku
bi taybetî ji bo wan dihûnin. Ew di malên xweyîyên xwe da
dimînin.
Yên êzdî xiştê dikin stûyê tejîyên nêçîrê, ji bo ku ew xwe
ji guran biparêzin (xişt bazbendeke ji serva tenoke ye, ji binî va
jî çerm e, ji alîyê derva strîyên hesinî yên tûj li pêva hene).
Ewana ji tajîyan ne kêmtir jî ji seyên şivanan ên mezin û
gurêx hez dikin û wana baş xwedî dikin. Ev seyana ne ku tenê
dikarin kerîyên pêz ji dizan û gurên dirinde biparêzin, lê gelek
caran heya hirç jî xeniqandine, bi alîkarîya şivanan bi xwe, yên
ku hema dema pevçûnê ya here germ bi zîrekî ji paşva êrîşî
rewirê dirinde dikin, ew makehirç be an dêlegur, hîç ferq nake.
Ji êrîşên ji dualîyan va rewir lewaz dibe û bi hêsane ji hêla seyên
gurêx û şivanê çê va tên girtin. Û gelek caran ewana rewir zêndî
girtine, di nav wan da wisa jî – hirçên mezin… Lê îro, dema bikaranîna çeka agirkirinê bûye karekî asayî, bûyerên vî rengî pir
kêm bûne.
168
Hema di pevçûna di navbera du mirovan da (dûêlo), hem
jî dema nêçîrê, mirovê nikaribe di cîhanê da yekî mîna mêrê êzdî
çê û jêhatî bibîne.
Çi ku li ber wan derê, ew nêçîra wê jî dikin: ew bi serbestî
heya nêçîra kûlanan (kerên kûvî), gakûvîyan, hirçan, rûvîyan,
kêwrîşkên kûvî û rewirên dinê dikin.
Yek e, hîç yek ji van jî nikare xwe ji şivdara nêçîrvanê çê
yê çîyan, wisa jî ji seyên nêçîrê yên gurêx û perwerdekirî veşêrin,
an bifilitin… (rû. 33 – 35).
… Û di derbarê karê perwerdeya kurmancên êzdî da
Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan bi rêalî wê rewşê tê digihîje, ya ku bi çarenûsî para êzdîyan derketîye. Û ew dilxweş dibe,
ku, her çiqas ew mercên jîyanê pir zor û dijwar bûne, lê dîsa jî
êzdî hemû nirx û hêjahîyên xwe yên mirovî diparêzin. Weha, ew
çi dinivîse: “Mirov çiqasî dilxweş dibe, ku rewşa wan a belengaz
a ji ber karê wanî rêncberîyê yê salên dirêj, bi jîyana wane koçerîyê ya tuje bûyerên nebînayî nikaribûne ruhê wan ê şervan ê
leheng û nirx û hêjayîyên wan ên dinê winda bikin… Ji ber rewşa
sîyasî ya ne baş ev gelê hanê yê kevnar ne ku tenê heya naha ji
çand û perwerdeya desthilatdaran bêpar maye, lê wisa jî nivîs û
xwendina wî bi xwe jî nîne, her çiqas ew xwestina wî ya jîyanî ya
here ji dil bûye. Û ji ber çarenûsa xwe ya bedbext ew ji hev bela
bûne û di gelî-geboz û şikevtên rêzeçîyayên bilind da bi awayekî
xwe parastine. Li vir ewana tenê hêvîya xwe dane ser nêçîrvanîya
xwe, rêncberîyê, hûnera xweye bi dest sêwirandinê, û bi wî awahî
zimanê xwe yê dê û ola xwe ya bi reng û awazên xweser parastine”.
Û, helbet evana hemû jî bandora xwe li ser helwesta Têrmanvêlyan hiştibûne, û, ji ber wê jî, dema agahîyeke baş di derbarê êzdîyan da digihîje wî, dilê wî baristan dibe, û ew
dilxweşîya xwe tîne zimên: “Dema bi van ramanên xwe yên
melûl min amadekarîya xwe dikir, vê dîroka xwe ya biçûk a di
derbarê rewşa êzdîyan a zêryayî û wê helwesta mirovahîyê ya
bêwijdan û bêşêkir da, ya ku nikare bê efûkirin, ser hev da bînim,
min bi dilşadî di rojnameyekê da xwend (“Mşak”, 1910, hejmara
4-an), ku Satênîk xanima Pahlavûnî bi gotara xwe ya ji Îgdîrê bi
169
lezgînî radigihîne, ku swêdî êdî bi pratîkî bûne pêşengên çalakîya
dilovanîyê li hember êzdîyan.
Ew bi dilxweşî dinivîse, ku ji Swêdê êdî xanimeke swêdî
verêkirine, ji bo ku di Îgdîrê da mala zarokan ji bo êzdîyan veke.
Û ji bo vê armancê ewê êdî serî li hukumetê daye. Ez piştî du
rojan wisa jî di hejmara 8-an a rojnameya fermî ya “Kavkaz”-ê
da dixwînim, ku ew xanima swêdî bi walîyê Yêrêvanê birêz Tîzênhaûzên ra danûstandinan pêk tîne, ji bo ku pirsa vekirina mala
zarokan a swêd û êzdîyan bi erênî çareser bike.
Ma, mirov çawa zendegirtî nemîne, gava dewleteke biçûk
ya li perê Ewropayê, ji cîyekî ewqasî dûr bi dilovanîya mirovî
bala xwe berbi wan peyhatîyên netewa gewre yên bedbext va
diguhêrin, ên ku bi hezarsalan hatibûne jibîrkirin. Lê gelên
asîyayî yên gewre bi dewr û zemanan ew bi nêzîkva zanibûne,
hinek pêwendîyên wan jî bi wan ra hebûne, lêbelê li hember vî
gelê bedbext, lê yê pir hêja û xwedî paşerojeke ewqas bi nav û
deng, a ku ya hebûna hemû mirovahîyê ye, wisa jî li hember roja
wan a îro ya belengaz lap bê nan û xwê (bêşêkir) derketine.
Dilê mirov baristan dibe, ku van demên dawîyê bi
daxwazîya nûnerê giştî (walî) yê dewleta meye dilêş û gewre yê
li Kafkasîyayê, graf (kont) Vorontsov-Daşkov dibistana seretayî
ya êzdîyan a yekem êdî vebûye. Ew nêzîkî kilafeyên (xirabeyên)
dêra me ya demekê ya navdar û xweşik a Karmradzorê, di gundê
kurdayî çîyayî – Zorê da vebûye. Ev gund di newala çîyayên Bardox daye, ji çîyayê Masîs berbi rojava va, avên çavkanîyên wî
gundî pir sar in, hewa wan deveran hênik û xweş e...
Lêbelê ev hemû ji bo çareserkirina pirsgirêkên bê hed û
hesab hindik e. Di sêrî da divê lêgerînên bingehîn di warê zimanê
wan ê xweşawaz û dewlemend da, di warê hunera wan a bi dest
sêwirandinê, di warê ola wan a nebînayî û bêhempa da pêk
bînin. Wisa jî divê lêgerînan di warê rabûn-rûniştina wan a kevneşopî, sazîya civakî, çêkirina xurekên şîrî, hunerê bijîşkîyê û
xwedîkirina ajalên malê da pêk bên. Ev hemû ji demên berî
dîrokê yên kezî (yên destpêneketî) da di nava pêşveçûna demê ya
bêrawestan da hatine û gihîştine van rojên me. Û ev jî, dibe ku
bibe pirseke girîng ji bo lêgerînên çand û zanistê û ewê wisa jî
pir kêrî zanista vejîyanbûyî û li ser rêya pêşveçûnê û hunera
profêsîonal bê. Û gelo kî divê bi giştî bala xwe bide van hemûyan,
170
eger ne nivîskarê dilpak û ew çapemenîya bi pisporîya xwe bawer
û ya dilsoz?
Û kî, û kengê divê ji bo sêwirandina xwendin û wêjeya xwe
ya xweser serê xwe biêşîne, ji bo evên ji binemala (tûra) Vîştasp,
ên ku hema di sêrî da xwedî taybetîyên xwezayî yên nebînayî ne?
Kî divê alîkarîyê bide wan, ji bo ku ew siyaseta xwe ya xweser bi
rêvebibin?
Nizanim!...” (Rû. 35 – 37).
Her çiqas ev pirsên Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan
hirêtorîk bên xuyan jî, dîyar e, ku ew bi biryar formûlekê digere,
ka, gelo, êzdî berê kî bûne û, bi rayê çarenûsa nepak çi hatîye
serê wan. Lê, eger xwendevan bixwaze rastîyê bizanibe, hê di
destpêka pirtûka xwe da evî ezdazanê er xaçparêz şêwazek daye
bersîva wan pirsan. Ewî bi şanazî daye zanîn, ku: “... her çiqas
jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî ne, û bi xwe kêm jî
mane, lê dîsa jî ewana bi taybetîyên xwe yên bi nirx û hêja va
diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên netewên gewre hene”
(rû.:5).
171
172
PÊVEKA DUYEM
ÊKSPANSÎYA BIEREBKIRINA KURDISTANÊ DIDOME?
(An, ew kî ne, yên ku karê Umer bên Xettab di nav kurdên êzdî da
didomînin?)
“Ya ku bi pênûsê hatîye nivîsîn,
bi bivir nayê birîn!”
(Gotina rûsan)
1. Li şûna pêşgotinê
Bi rastî, ji bo ku ez vê gotarê li ser hev da bînim, hinek
tiştên biçûk mabûn, lê… bûyerên Şengalê rû dan, û destê min li
rûyê min da hatin, dest li min sar bûn, û min nikaribû tiştekî binivîsim… Min wê demê got, ku di van rojên reşe heş da wê li
hember gelê me bêhurmetî be, heya wê li hember pakrewanên
gelê me û penaberên me yên malwêran, ên bê cîh û star û sergedan sûcekî rewanî yê giran be, eger mirov li ser van pirsan gotinekê jî bibêje yan binivîse. Min digot, ku ez ê vê pirsê bihêlim,
heya demeke hê dereng, heya gelê me ji van bûyerên hanê yên
malwêran li ser xwe da tê... Lê, vê carê jî, wek ku di nav gel da
tê gotin, şemî ji înîyê zûtir hat. Di întêrnêtê da, li ser rûpelên
Fêysbûkê (Facebook) li ser gotinên Tehsîn begê û Vîan Daxîlê
agahî hatine belavkirin, ku nûnera Êzîdiyan a li Parlemênta Îraqê
Viyan Dexîlê gotîye, ku êzdî kurd in! ...Lê Mîr Tehsîn Begê di
kanaleke têlêvîzîonê ya erebî da êriş birîye ser Viyan Daxîlê û
gotîye, ku ew (Vîan Daxîl) nûneratiya “êzîdiyan” nake, ku
“êzîdî” jî ne kurd in…
Dr. Viyan Dexîlê jî li ser vê mijarê di malpera xendanê da
ragihandîye, ku ew nikare tu gotinekê li ser Mîr Tehsîn begê
bibêje, ji ber ku ew mîrê Êzîdiyan e…
Û ewê daxwaz ji xwîşk û birayên xwe yên êzdî kirîye, ku
ji ber van gotinan dilgiran nebin.
– Em, wek êzîdî kurdên resen in û ziman û qewlên me yên
173
ola êzîdî jî bi kurdî ne, – ewê gotibû …
Gelek beşdaran nêrîn û helwestên xwe di bin wan agahîyan
da nivîsîbûn. Helbet, ez jî bêdeng nemam, ji hêla xwe va min jî
li her cîhekî bi çend rêzan nêrîna xwe anî zimên. Weha, yek ji
wan: “Dizanin, gelî rêzdaran, pirs di wê da ye, ku mîr rast dibêje
– gotina wî di derbarê êzîdîyan da ye (ê-z-î-d-î), ne ku di derbarê
êzdîyan da (ê-z-d-î). Bala xwe bidinê, hûn dinivîsin êzdî (ê-z-dî)... Û ya rast jî ev e, em êzdî ne, ne êzîdî. Êzdî kurdên resen in,
ola wan ya gelê kurd a berî zerdeştîyê bûye, lê êzîdî ... ewê jî mîr
bi xwe dibêje...
Bi dîrokî bi gelê me lîstine, xapandine, û evên ku ne kurdne êzdî ne, weke berxa du makan bimije, hem mîrtîya êzdîyan
hildane destê xwe, hem jî (wek ereb) destê Seddam maç kirine û
ji destê wî xwarine...
Ji bo wan, ên ku bala wan berbi vê pirsê heye, fermo, gotarek:
http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html
http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotarekadewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html http://www.ezdinas.com/ezditi/
Silav û rêz!”102
…Li ser vê pirsê hê jî gengeşî û govtûgo didomin, heya tê
gotin, ku kurê mîr gotîye, ku bavê wî nexweş e, hinek jî dibêjin,
ku mîr ev daxuyanî di bin bandora hinek rewşenbîrên derdorên
hinek partyên siyasî da daye, hinekan bi dil xwestin bawer bikin,
ku ev çi hatîye gotin, ne bi dil hatye gotin (xwezî-î-î!), ku mîr di
dema xwe da terefdarê tevgera azadîxwaz a Başûrê Kurdistanê
bûye…
Helbet, ev jî rastîyek e, lê…
Hinek hewl didin, bidin bawerkirin, ku Tehsîn begê ew ji
ber wê gotîye, ji ber ku hêzên kurd ên Başûrê Kurdistanê li
êzdîyan xwedî derneketine, û ew bûye sedem, ku cîhadîyên
“Dewleta Îslamî” tevkujîya êzdîyan pêk bînin… Gelo?! Ma, hîç
Tesîn begê bi xwe tiştekî wisa gotîye?.. Heya, eger gotibe jî, xwe
kurdbûn û kurdîtî ne milkê hinek rayedarên Başûrê Kurdistanê û
hinek fermandarên pêşmergeyan tenê ye? Ji bilî wê, çima ew
102
https://www.facebook.com/gul.seven.353/posts/317040808482585? comment_id=31
7200538466612&offset=0&total_comments=11
174
gêrîllayên YPG-ê, yên ku ji bo Şengalê û şengalîyan jîyana xwe
gorî kirin û pakrewan bûne, ne kurd bûne? – Çima Tehsîn beg
ewqasî jî tê nagihîje, ewqasî jî nexweş e?!..
Balkêşîya vê pirsê digihîje wê astê, ku heya hinekan, qaşo,
piştgirîya xwe ji bo mîr (an ji bo gotinên wî?!) dîyar bikin, di
Fêysbûkê da li şûna fotowêneyên xwe yê mîr danîn – helbet, hinekan bi tênegihîştina pirsê (tenê ji bo wê, ji ber ku navê wî mîr
e, û ew gotin ji devê wî derketine?!), hinekan jî bi zanebûn – wek
helwest! Û ev jî hate têgihîştin…
Lê, ka, em hinekî hestan û helwestên derûnî li alîyekî daynin û pirsê bi objêktîvî di nav çarçeveya heşmendîya dîrokê da bi
zanistî binirxînin…
Di sêrî da, ka em bi hev ra bersîva vê pirsê bidin, ka gelo:
“Çima mîr tenê dibêje, ku êzîdî ne kurd in, an jî ew pirs pirseke
nû ye?” Eger – na, wê demê divê em sedemên wê bigerin û
bibînin, ka: “Ev pirs ji ku tê, çi bingehên xwe hene?” – Yanê na,
xwe wisa nabe, mirov vê rêalîtê wisa yekalî red bike, ew jî wê
demê, dema êdî îro di nava me da, qaşo, olzan û ezdazan (têolog)
derketine, yên ku amedekarîya xwe dikin û hewl didin, “îzbat bikin” û me bidin pejirandin, ku êzdîtî ne tenê ola kurdan e, lê, ew
wisa jî, ya ereban e (?!)…
Va ye, divê mirov bersîva pirsê li vir bigere!
Ma ne, ev mirov, ên ku vê helwestê didin xuyan, an piştgirîya wê dikin, û ew, ên ku bi biryar dijî vê dertên, xwe dîn
nebûne?... Şûna ku em şerê mîr an hinek kesên dinê bikin, ka,
hela em hewl bidin, têbigihîjin, gelo ew pirs ji ku tê û, gelo, çi
bingehên wê yên objêktîv û sûbjêktîv hene, û wana têbigihîjin.
Ji bo vê em binihêrin, ka çi li ber destê me heye:
– berê jî, kî çûbe hinek war û deverên der-dorên Lalişê,
Mûsilê û Şengalê, wê dîtibe, ku li wir hinek êzîdî (ne êzdî!) hene,
yên ku dibêjin, ku ew ne kurd in û heya bi kurdî jî baş naaxivin;
– hê di sala 1975-an da yekî ji binemala mîran hatibû Ermenîstan û Gurcistanê, navê wî Bazîd bû, ewî bi xwe wek mîr
Bazîd xwe dida nasîn. A, di nasekarta ewî “mîrî” da nivîsî bû, ku
êzîdî (ê-z-î-d-î) ji 24 bavan wê da digihîjin ereban û ew erebên
sipî ne, ji emewîyan e, ola wan jî êzîdî ye. Û, wek ku dihat gotin,
heya ewî bi xwe jî rêxistinek jî bi navê “Beyt – ûl Emewî” damezirandibûye; û tiştê ji vê jî balkêştir ew e, wek ku gelek êzdîyên
Ermenîstanê bi bîr tînin, ku hê salên 60-î yên dewra bihurî ewana
175
heman tişt ji devê hinek şêxên binecîh jî bhîstine. Û ew jî mirovne
navdar û di nav gel da xwedî hurmeteke mezin bûne...
– paşê, hê dereng yekî dinê jî ji binemala mîran hat, yê ku
bi navê mîr Muewîya xwe dida nasîn, û helwesta wî jî hema weke
ya ewê berî wî bû;
– ... navê kurê mîr bi xwe jî prints (mîrza) mîr Enwer Muewîya ye…
Mirov çi dikare bibêje?
Helbet li vira du dîtin dikarin hebin: an mîrên êzdîyan
(rasttir - ên êzîdîyan!) ji erebên binemala muewîyan ên mirovên
Muhemmed Pêxember in, an jî, nûnerên binemala mîrên Êzdîyan
in, lê, anegorî rewşa heyî, bi armanca ku rêzdarî û tavîyên
(mewzî) xwe di nav civakê da xurttir bikin, û xwe bidin bin sîya
erebên emewî, xwe wek ji wê binemalê dane xuyan.
Û di dîroka mirovahîyê da pêvajoyên vî rengî di nav gelek
gelan da jî pêk hatine. Di gelek welatên misulman da erkdarên
olî xwe wek ji binemala Muhemmed pêxember didin nasîn, ji bo
ku di nav terefdarên xwe û civaka bawermendan da rêzdarîya li
hember xwe û tavîyên (mewzî) xwe xurttir bikin. Û, ya balkêş jî
ew e, ku ji bawermendan hîç kesekî pirs nedaye û îro jî nade xwe:
“Ka çawa dikare bibe, ku erkdarên olî yên fars, ûzbêk, qazax,
qirqiz, teter, tacîk, turkmen, adirbêcan an jî yên kurd ji binemala
Muhemmed Pêxwemberê ereb bin?”
Lê, dîsa jî, pey ewqasî ra pirs dertê holê, ka evan camêrana
û kurdên êzdî çi digihîne hev!? – Ya ku îro divê bê ravekirin û
têgihîştin jî ev e!
Û pey ewqasî ra hinek ji nav me derketine, ji me ra dibêjin,
ku em ji van gotinan bawer nakin, ku mîr (û ew, ên ku li dû şopa
wî diçin) ji ber hinek şert û mercan wisa dibêjin…
Û ev helwesta jî weke ya hinek oldarên misulman ên kurd
e!..
Binihêrin: ji navê îslamê Kurdistan dager kirine, seranser
wêran û talan kirine, tevkujîya kurdan pêk anîne (û ne tenê carekê!) û îro jî ew didome, lê dîsa jî hinek oldarên kurd ên îslamî
dixwazin me bidin bawerkirin, ku ev ne îslama rast e, ku ewên
wan tiştan tînin serê me, ne misulmanên heq in!…
Çawa dibe, em ji kê bawer bikin? Ma ne, ewên wan tiştan
pêk tînin, piranî ne (%85-90), û hema ew piranî jî bi xwe ji xwe
ra dibêjin, ku ew in – ew bi xwe îslamîya heq in, ku kurd kafir
176
in, ku heya eger di cîhanê da misulmanek jî hebe, dê kurdan misulman nehejmêrin, ku her wê demê kurd dikarin misulman bên
hejmartin, eger di cîhanê da hîç misulmanek jî nemîne…
Û dema pey ewqasî ra hinek oldarên kurd kirine serê xwe
û hewl didin, gel bidin bawerkirin, ku ew ne îslama heq e, ku
îslama heq tiştekî dinê ye, bi mafdarî pirs dertê holê:
– Naha em ji kê bawer bikin – ji kirên îslamîyan, ên ku ji
sedsala VII-an heya îro tevkujîya me pêk anîne û îro jî tînin, yan
ji gotinên wan mellayên me?!
Îjar, werin û binihêrin, hela ser da jî em dibêjin, çira em
heya naha jî bindest mane?!
Divê bê zanîn, ku, eger îro mîr van gotinan dibêje, ew
hema wisa bê bingeh nîn e. Û divê mirov bikaribe evê rave bike,
bingehên wê bibîne û tê bigihîje – ne mîr nexweş e û heşê xwe
xwarîye, ne jî ewî ew gotin di bin bandora hinek derdorên siyasî
da anîne zimên. Na!
Divê mirov nexweş be, ku ji van gotinên di derbarê
nexweşîya mîr da bawer bike…
Ji bo ku ew dîmenê ku min li jorê anîbû, tam bibe, em li
ser wan agahîyan jî rawestin, ên ku hê nîveka sedsala XIX ronaydarê ermenî Xaçatûr Abovyan di gotareke xwe da nivîsîne. Û,
dibe ku, piştî wê bêhtir zelalî bikeve vê mijarê. Weha Abovyan
çi dinivîse: “Navê îêzîdî nefret û xof dikir û îro jî dike dilê hemû
gelên asîyayî û heya dilê erebên dirinde jî, yên ku îêzîdî di nav
van da jî dijîn”.103
Gelo kesekî ji xwe pirs kirîye, ka, Abovyan evan gotinan
di derbarê êzdîyan da, an – êzîdîyan da dinivîse? Gelo êzdî wê
demê (û, heya îro jî) dikaribûn di nav ereban da (wek êzdî!!!)
bijîyana? Ma, gelo tiştên weha dikaribûn pêk bihatana? Ma ne,
di nav wan da êzdî di rewşa zulm û zorîyê da bûne, di bin êrîşên
bê navber da bûne – êrîşên tevkujîyê û tunekirinê, û tenê hinek ji
wan bi zorekê karibûne ji tevkujî û xezayê bifilitin!?
Di vê rewşê da, gelo êzdîyan dikaribûne di nav erebên misulman da bijîyana û heya nav û dengekî wisa derxistana – tirs û
nefret bikirana nava wan? Tiştê wisa nakeve serê mirov... Jixwe,
kurdên êzdî (û ne tenê ew!) baş dizanin, ka çi çi ye. Lê dîsa jî, ji
103 Абовян, Иезиды, газета «Кавказъ», № 8,Тифлис, 21 февраля 1848 г, стр. 3//
Abovyan, “Yên îêzîd”, rojnameya “Kavkaz”, № 8, Tîflîs, 21 sibata sala 1848-an, rû. 3, bi
zimanê rûsî.
177
bo ku em bikaribin bersîveke zelal bibînin, em binihêrin, ka ezdazanekî ermenî-xrîstîanî yê destpêka dewra XX – Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan êzdî di rewşeke çawa ye rêal (rastînî) da
dîtine û di derbarê wê rewşê da çi nivîsye: “... kurmancên êzîdî,
– ew dinivîse, – ji bo ku xwe ji tevkujîyên xwînrêjî yên fanatîkên
îslamî, wisa jî ji stêmkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan rizgar bikin,
bi dijwarî xwe di xeyalên bawerîya xwezayîperest a pêşîyên xwe
da parastine”104
Weha, ev bûye, rewşa rastîn a bawermendên ola êzdî, piştî
ku li ser ger û aqarên dîrokê olên kevneşopî peyda bûne!
Ango, çi dertê holê?
Ma gelo ev nade xuyan, ku Abovyan behsa erebên êzîdî
yên sunnî dike (an jî – behsa misulmanên dinê yên ji vê tarîqatê),
û gotina wî hîç jî ne di derbarê êzdîyan da ye. Û, wek ku tê xuyan,
ji ber ji hêla bilêvkirinê va navên êzdî (ê-z-d-î) û êzîdî/yezîdî (êz-î-d-î) hinekî mîna hev bûne, her du nav tevlîhev kirine?!...
Helbet, ji bo vê wisa jî sedemên objêktîv ên dinê hebûne...
Û dibe ku li bal xwendevanên hêja hinek pirs peyda bibin,
û di dîrokê da ji bo wan pirsan jî bersîv hene...
Li vir mirov çi dikare bibêje?
Dibe ku, ev bawerî (ya sultan Êzîd, ango, ya Yezîd Bên
Mûawîya ebî Sifyan) piştî rêformên Şêx Adî (an bi wan ra) anîbin
nava êzdîyan, wek ku hinek dibêjin, ji bo ku ew êzdîyên ku zêndî
mane ji tunekirinê biparêzin, an...?
Lê belê, nêrîneke dinê jî heye: lê, eger Şêx Adî, wek erkdarekî ola îslamê yê wê demê yê xwendî, di wê serdema ji bo
îslamê aloz da (dewra V a hîcrî), bi xwe jî dixwaze di nav misulmanan da civaka wan saz bike, yên ku pey bîrûbawerîya wî diçin?! Ango – tarîqeta xwe! Ma ne, wê demê ji bo îslamê rewşek
a ne yekawa hebûye?! Û wî çaxî gelek erkdarên olî yên wê serdemê tarîqatên xwe saz kiribûn, wek mînak, Ebdul Qadirê
Gêylanî – tarîqata Qadirîyan. Û, dikare, wê demê hewldanên Şêx
Adî neçûne sêrî, û ew bi komeke terefdarên xwe va, yên ku di
nav wan da Êzîd (Yezîd Bên Mûavîya) xwedî rêzdarîyeke mezin
bûye, tên, di nav êzdîyan da (an bi cînartîya wana) bi cîh û war
104 Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ, Ախալցխա, 1910,
էջ 5 – 6 և 42// Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “ Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, rû.
5 – 6 û 42, bi zimanê ermenî.
178
dibin, ji ber ku li wir ji salên zaroktîya wî va ew (Şêx Adî) naskirine?105
Lê, eger ew çalakîyek bûye, ya ku hinekan li ser pilankirin
û pêkanîna wê serê xwe baş êşandine?..
Pirs in, pirs in, pirs!
Û, min jî digot, ka çima hinek “êzdîyên” navçeyên nêzîkî
Lalişa pîroz, Şengalê û Mûsilê dibêjin, ku ew ne kurd in, ereb in,
û xwe jî êzîdî nav dikin.
Hemû bingeh hene, mirov bibêje, ku bi rastî jî ew (an jî,
hinek ji wan) berê-pêş va ne kurdên êzdî bûne. Dibe jî, ew ereb
bin, ên ku li dû şaxekî îslamê û Yezîd Bên Mûawîya (sultan Êzîd)
diçin. Dibe, ku ew girseya misulmanên sunnî ne (bi giranî jî –
yên ereb!), yên ku dû bîrûbawerîya Şêx Adî çûne, bi wî ra
cîguhêzî wê herêmê bûne?! Ma ne, wê demê (lo, hema îro jî!), di
nav çarçeveya “întêrnasîonalîzma” îslamî da gelek tişt dikaribûn
pêk bihatana? Û, di encamê da, di navbera wan û kurdên êzdî da
pêvajoyên li hev bandorkirinê pêk hatine (diffûzion)?! Û, weha,
ji encama bişavtina di nav hev da (sîntêz) a êzdîtîyê//êzdayîtîyê û
êzîdîtîyê, ew derketîye hole, ya ku îro di nav me da heye?!..
Eger na, wê demê, mirovê çawa bikaribe hebûna ewqas
têgeh, nav û têrmînên misulmanîyê di ola êzdî ya vê demê da şirove bike?
Balkêş e, hinek kurdên sovêtî, yên ku çûbûne herêmên
nêzîkî Lalişa pîroz, Şengalê û Mûsilê, û rastî wan êzîdîyan hatibûn, û bi rastî zendegirtî û dilkovan bibûn, ku ew“êzdîyana”
destpêka xwe ya kurdî napejirînin. Helbet, wê demê min got, ku,
dibe ew erebên misulman in, ên ku li dû Şêx Adî (an bi wî ra)
hatine wê herêmê. Û wisa jî min di wê da şopa siyaseta rêjîma
Seddam Huseyn didît…Helbet, pêkerîya (faktor) siyaseta
dewletê heya radeyekê rola xwe lîstîye. Lê, dikare, ku tiştekî dinê
jî hebûye: Seddam Huseyn piştgirîya êzîdîyên ereb dike (ya
hevqewmîyên xwe!), û kurdên êzdî jî xwe li wî girtine, ji bo ku,
hîç nebe, karekê ji wî bibînin, û xwe bidin ber parastina wî. Ma
ne, dawîya dawîyê, di nava dewr û zemanan da li bal wan û
êzîdîyan gelek tiştên hevbeş peyda bibûn: Şêx Adî, bîrûbwerîya
wî, sazîya şêxan û tiştên dinê…
Divê bê gotin, ku pêvajoyek a vî cûreyî van dehsalên
105
Feqî Huseyn Saxniç,“Şêxadî”, kovara “Laliş”, 2004, № 21, rû. 24 – 26.
179
dawîyê di nav kurdên misulman da jî derketibû hole. Wê demê,
dema ku Îraq di nav agirê çalakîyên leşkerî yên hêzên hevpeyman
ên navnetewî ên dijî Seddam Huseyn da bû (salên 90-î yên dewra
bihurî û destpêka 2000-an), Tirkîyayê hewl dida, ku alîkarîya darayî bide birayên xwe yên turkmen. Û ya balkêş jî ew e, wek ku
mirovên li wan herêman bûne mêvan û, wisa jî hinek kurdên
Başûrê Kurdistanê bi xwe digotin, ku gelek kurdên Kerkûkê, ji
bo ku ew jî di wê rewşa teng da alîkarîya wisa bistînin, wê demê
xwe turkmên dane nivîsandin (ma, gelo kes dixwaze ji birçîya
bimire?!).
Helbet, ev çalakîya kurdên misulman a formal û taktîkî
maye, û dirêj nedomandîye.
Di rewşeke weha da, kurdên êzdî neçar mane, xwe li
rêjîma Îraqê bigirin. Û ji bo vê, her weha, sedemeke dinê ya
objêktîv jî hebûye: ew helwesta birayên wan ên misulman bûye
li hemberî wan. Kurdên misulman, bi wê helwesta xwe ya dijêzdî, kurdên êzdî ber bi hemêza rêjîma Îraqê va defandine. Û bi
demê ra evê rewşa duawa û ne dîyar li ser nîgara êzdîyan a îroyîn
bandora xwe hiştîye.
Helbet, di dîrokê da dikarin bûyerên cihêreng pêk hatibin.
Lê ji bo ku bersîva pirsên heyî yekawa bê dayîn, di vî warî da
lêgerînên kûr û piralî pêwîst dikin. Lê li vir jî mirov dikare vekirî
û bi bawer bibêje, ku di navbera ola gelê kurd a kevnar –
êzdîtî//êzdayetîyê û navê Yezîd/Êzîd (Sultan Êzîd) da tu
pêwendîyek jî nîne.
Û, wisa jî, bi dîrokî çi pêwendî jî pêk hatibin, an – na, lê
ola êzdî, di rastîya xwe da, tu pêwendîyên xwe bi wan tarîqat û
şaxên pêkan ên misulmanîyê ra nîn e. Êzdîtî ola gelê kurd a berî
zerdeştîyê ye. Û ew têrmîn, ên ku li ser bingeha dîtinên lêpovajî
û tewş saz bûne, di bingeha xwe da tu pêwendîya xwe bi têgeh û
navên vê ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê û bîrûbawerîya wê
nînin.106
Eger hinek bixwazin bi gotina êzîdîtî (yêzîdîzm)
bîrûbawerîya tarîqetên misulmanan, ên ku dû Sultan Êzîd (Bên
Mûawîya) diçin, têbigihîjin, wê demê heya dawîyê mafê wan
heye, wan têrmînan bikar bînin, yên ku têgehên wê tarîqetê
106 Bi hûrbînî: http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html ; http://www.
mezopotamya. gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.
html
180
destnîşan dikin: êzîdîtî (yêzîdîzm), ola êzîd, yên êzîdî, yê êzîdî, ya
êzîdî.
Lê, eger gotina wan di derbarê êzdîtîyê//êzdayetîyê, ola
gelê kurd a berî zerdeştîyê da be, divê van têrmînan bikar bînin:
êzdîtî/êzdayetî, ola êzdî, bîrûbawerîya êzdîtîyê/êzdayetîyê, pîrozgehên êzdîtîyê/êzdayetîyê, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî û yên dinê.
Û, ka gelo heya lêpovajî û tewşkirina daneyên dîrokî çi
pêvajo hatine û buhurîne û, ka gelo, ji bo wan guhartinên wê
demê çi şert û merc bûne bingeh, ew jî xwendevanê di lêgerînên
dema pêş da bibîne.
Lê naha em di vî warî da gavekê jî ber bi pêş va herin, û
wê gelek tiştên balkêş li ber xwendevanên hêja vebin...
2. Rastî nexweş dikeve, lê namire...
…Dema ez di rêzegotarên xwe yên li ser pirsgirêkên ola
gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê da li ser wan guhertin û “rêforman”
radiwestîyam, ên ku di pêvajoyên cuda yên dîrokî da di wê da
pêk hatine, min taybetmendîyên wan pêvajoyên dîrokî û rewşa
êzdîtîyê ya îroyîn di nav çarçeveya pêşveçûnên dîrokî da dinirxandin, min got, dibe ku, pirsgirêkên sereke yên ku îro berev
bûne, li ser wan bi gelemperî hatîye govtûgokirin, û me gotina
rastîyê ji hev ra gotîye.107
Lê, wek ku tê xuyanê, hê zû ye, ku mirov di vê pirsê da
xala dawîyê dayne. Wek ku tê xuyanê heya gelê kurd hebe, heya
beşê vî gelî yê xwedîyê vê bawerîya hera kevnar –êzdîtîyê hebe,
ev pirsa wê ha jî bê govtûgokirin…
Û ev jî tiştekî xwezayî ye – heya di derbarê olên kevneşopî
yên here sîstêmkirî da jî îro govtûgo û gengeşî hene, ew ku ma,
oleke wek ola êzdî ya kevnar, ya ku bi bingeha xwe va ji olên
kevneşopî cuda dibe, ya ku di nav bera sede salan da dû wê ketine, herçê bawermendên wê zêrandine, tune kirine, beşekî mezin
bi zora şûr welgerandine ser oleke dinê, yên dinê, bi fen û fêlbazî
ketine nav wana û bi hezar delk û dolaban di raman û gîyana wan
da ew ola ji hundir va berovajî kirine… Di derbarê vê da jî min
107 http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-barola-zdt-de-h214 0.html ; http://www.mezopotamya. gen.tr/gotar-makale/gotareka-giringbalks-ji-pensa-mamoste-ezz-cewo-h2173.html ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotarmakale/mamoste-ezz-cewo-nivs-h2221.html
181
di gotarên xwe yên berî vê da bi hûrbînî dîtin û nêrînên xwe anîne
zimên…
Li vir divê ez li xwe mukur bêm, ku dema min cara yekem
hinek nakokî di navbera têgihîştina êzdîtîya rastînî û pêkanîna
wê ya rojane da, ya ku îro hinek oldar (terêq) li gelê me ferz
dikin, dîtin, ez ne bi bawer bûm, ku govtûgoyên me dê ewqas kûr
û dûr herin. Wê demê li min dihate xuyan, ku xilaz, her tişt
qedîyaye, ku êzdîtîya resen bi şêwazê xwe yê destpêkî va winda
bûye, ku mirovê nikaribe heya şopên wê jî bibîne.
Û, helbet, wê demê ew heya radeyekê rastî bû, lê belê, vê
carê jî hate piştrastkirin, ku di jîyanê da hîç tiştek jî wisa bê şop
winda nabe...
Gotara yekem, a ku min bi vê mijarê nivîsî, bi serê xwe her
hewlek bû, ku bala gel, oldar û pisporan bikişînim ser wan têgeh,
nav û têrmînên erebî-îslamî yên ku îro di nava ola êzdî da li ser
her gavekê rastî mirov tên. Û wê demê min li wan hemûyan di
bin prîzmaya zimanzanîyê da dinihêrî. Û, bi rastî, wê demê min
digot, ku, eger, em wan peyv û têgehan wergerînin (an vegerînin)
kurdî, an jî, rasttir dibû, ku mirov bigota, orîjînalên kurdî yên wan
peyvên erebîkirî bibînin, dê her tiştê bê şûna xwe. Heya, çi gunehê xwe veşêrim, min digot, qey Şêx Adî (Şîxadî) her tenê nav
û têrmîn kirine erebî-îslamî. Ku ewî her tenê bi şêwazî kirasekî
îslamî li êzdîtîyê kirye, û, eger, mirov bikaribe wî kirasî ji ser
êzdîtîyê hilîne, dê êzdîtîya kezî ya resen û pîroz derê hole…
Romantîka!..
Lê her çiqas çû, her çiqas xwendevan û lêgerîner beşdarî
goftugoyan bûn û dîtinên xwe anîn zimên (spas, ji bo wan!),
ewqas rewşa rastîn a vê ola gelê me ya kevnar gav bi gav li ber
min vebû…
Lê belê, wek ku min êdî gotîye, destpêk pir bi awayekî
dinê bû. Di destpêkê da ez pir bê hêvî bûm, min digot, ku wê ji
min ra li hev neyê, bersîvên pirsên sereke bibînim, ji bo wê jî
gotinên min ên destpêkî ne katêgorîk bûn, min pir bi fesal nirxandin dikirin û yek bi yek rastî mak dikirin… Lê dema hinek gotarên hinek rewşenbîran derketin holê, êdî hinek nirxandinên wan
li ber destê min hebûn, bawerîya min di nêrîn û dîtinên min da
xurttir bû…
Û piştî demekê, her carê tiştekî nû derdiket hole, her carê
182
destpêka rêyeke nû ronî dibû, û min jî bawer nedikir, ku mirovê
bikaribe ewqas tişt, ewqas rastî di nav gel da bibîne. Û pirs di wê
da ye, eger, mirov biçûya nava gel, bixwasta bi pirs-pirsyaran
tiştekî bibîne û rave bike, dibe ku ewqas tişt venebûna, çiqas di
goftûgoyên serbest, ên bê çarçeve da vedibin. Di van gengeşîyan
da bêyî rayê mirov gelek rastî derdiketin holê... Heya carna beşdaran bi gotinên giran ew nêrîn pêşbazî dikirin, ên ku ji yên wan
cuda bûn. Ewana heya dilê hev diêşandin (helbet, ne bi zanebûn!), lê yek e, ewê kelê bi xwe ra gelek rastî derdixistin
hole…
Weha, yek ji wan goftûgoyan.108 Ew di dema xwe da di
Fêysbûkê da pêk hat û hemû hêvîyên min derbaz kirin...
Dema ev gvtûgo pêk hat, min destxweda ew ji ber girt
(kopî kir), ji ber ku carna malper tên dadan, an di întêrnêtê da
nivîs winda dibin, min ew di pêveka vê gotarê da danî, ji bo
xwendevan bikaribe bi xwe bi hêsane wê govtûgoyê di nava tevahîya xwe da bixwîne. Lê piştî bûyerên Şengalê hîç mijarekê jî
bala min nedikişand, raman û gîyana min her bi wê tevkujîyê û
malwêranîyê hatibûn hingavtin, ya ku hatibû serê gelê min. Paşê
êrîşên hovane yên DAÎŞ-ê li ser Kobanê pêk hatin, û dest bi
berxwedana Kobanîyan û ya hemû gelê kurd a bêhempa bû... Ji
bo wê jî, ez bi derûnî ne amade bûm, destê min nedigirt jî, tiştekî
dinê binivîsim, ji ber vê jî, wek ku min êdî li jorê jî anîye zimên,
karê min ê ser vê mijarê demekê rawestîya. Tenê ji bo demekê, ji
ber ku yek ji girîngtirîn pirsgirêkên gelê me îro hê jî ev pirsa
dimîne!...
Û piştî demekê ez careke dinê vegerîyam ser vê mijarê,
min xwest, wê govtûgo-gengeşîyê di întêrnêtê da vekim û binihêrin, ka, gelo, dîsa kesekî nêrîna xwe anîye zimên, ka, gelo
tiştek lê zêde nebûye? Û, tiştekî nebînayî (ecêb!) – ji govtûgoyê
hemû axavtinên kekê Dîma (Pîr Dîma) hatibûn resîtkirin (silkirin), jê avîtine, ji bilî ya destpêkî: “ Mixabin, gelek shashi ten
dubare kirin. Afirandina dinyaye anku kosmogoni li qewlen ezdiyan da tên ditin u serhatîyen cem ulmdaren ezdyan”. – Hew! Ji
bilî vê hûnê peyvekê jî ji axavtina kekê Dîma li wir nebînin.
Erê, her çiqasî ew gotinên vî camêrî li wir nemane jî, lê
jixwe bersîvên min – bersîvên rastedêr ên wan gotinên wî yên
108
https://www.facebook.com/tosn.ozmanian/posts/10204253867132698? commentid=1020425671 7243949&offset=0&total_comments=3
183
“windabûyî” mane?! Ji ber ku gotinên min ên di Fêysbûkê da hîç
kes nikare resît bike, ...ji bilî min, ango, tenê xwedîyê her gotinnivîsekê dikare guhartinan bike nav wê, an jî wê resît bike! Helbet, eger bi bernameyeke taybet kilîtşikênên (hacker-hekir) pispor hewl nedin. Ev jî bi serê xwe sûcekî dinê ye!
Her çi jî hebe, mala Xwedê ava, ew jî mane!...
Xwendevanê bi xwe jî bi bawer bibe, ka, bi rastî, pêkhatina
vê govtûgoyê çiqasî girîng e… Lê li vir min dixwast, bala xwendevanan bikişînim ser çend tiştên balkêş, ên ku dertên pêşîya me:
- Ya yekem: îro ne tenê kurdên êzdî, lê wisa jî hemû kurd
(êzdî-ne êzdî!) bi giştî dixwazin ola xwe ya kevnar nas bikin û
bidin naskirin. Û ev jî, pîvana bilindbûna asta xwetêgihîştina netewî ya gelê kurd e!
- Ya duyem: pirsa ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê, îro
wisa jî di rojeva lêgerîner û pisporan da ye. Û rewşenbîrên kurd
jî (û ne tenê ew) dixwazin rastîya vê olê nas bikin.
- Ya sêyem: ji hêlekê va di nav gel da yên ku dixwazin
rastîya ola xwe ya berî “rêformên” Şêx Adî nas bikin, aktîv dibin,
lê ji hêla dinê va hinek older bi aktivî hewl didin, ku ew “reform”
di nav êzdîyan da kûrtir bibin û bi wî awahî dixwazin, biêzîdîkirina êzdîyan bibin sêrî...
Berî ku hinek nirxandinan li ser wan govtûgoyan pêk
bînim, bibêjim, ji xwendevanan jî nêrîn û nirxandinên balkêş gihîştine ber destê min, heya hinekan fotowêneyên balkêş bi
nirxandinên xwe yên balkêş va şandine, û ezê wan jî pêşkêşî bala
xwendevanên hêja bikim…
Dibe ku hinek xwendevanên me di dema xwe da, dema ew
goftûgo hê nehatibûye nivîşkankirin (seqetkirin), xwendibin jî, lê
ji ber ku bi her xwendinekê ra mirov tiştekî nû dibîne, wê her carê
pêdivîya xwendineke teze ya bi çavekî taze hebe, û xwendevanê
bixwaze dîsa û dîsa wê goftûgoyê bixwîne, û dibe ku ya çêtir jî
ev e, ez wê goftûgoyê, bi tevahîya wê va, di pêveka vê gotara
xwe da datînim. Lê, ji bilî vê, min, wek beşdarekî wê govtûgoyê,
wek xwendevanekî, dixwast li vir hinek nêrîn û dîtinên xwe
banîyana zimên.
Weha:
Xwendevan bi xwe dikare bi bawer be, li vir govtûgo bi
pirseke pir “bê guneh” destpê dibe: rewşenbîrekî kurd ê hêja,
kekê Ali Gurdilî, ji bo carekê jî balê bikişîne ser pirsa ola gelê
184
kurd a kevnar – êzdîtîyê, hinek agahîyên di derbarê wê da weşandibûn, helbet, li ser bingeha tiştên ku berê hatibûne weşandin...
Lê belê, tiştê ku me hêvî jî nedikir, demeke dirêj jî nebihurî, govtûgo ber bi alîyekî dinê va zivirî, û her çiqas çû, ew
gengeşî germtir bûn (ew di pêveka vê gotarê da ye, hûn dikarin
wê li wir bixwînin!)…. Her çiqas di wê goftûgoyê da min
bersîvên hinek pirsan dane jî, lê dîsa, min dixwest careke dine jî
li ser hinekên ji wan rawestîyama.
Lewra jî, ezê ewê govtûgo-gengeşîyê di pêvekê da ji bo
xwendevanên hêja bihêlim, lê bi xwe vedigerim ser wan pirsan,
ên ku, bi dîtina min, ji bo têgihîştina ola gelê kurd a kevnar – bi
giştî, û helwesta hinek oldar û rewşenbîran – bi taybet, pir girîng
in.
Di sêrî da divê bê zanîn, ya ku netavetîyê dide mirov, ew
e, ku di nav me da hê jî hinek mirov hene, yên ku hemû prênsîpên
zanistê, ezdazanîyê (têolojîyê), mîsîonêrîyê danîne hêlekê û bi
biryar hewl didin, me bidine bawerkirin, ku reş sipî ye, û sipî jî –
reş e…
Û ya here balkêş jî ew e, ku ne her carê ye, ku ew yek ji
wan ra li hev tê. Heya gelek caran di nav gengeşîyan da ew bi
xwe nepêkantîya gotinên xwe didine der. Dema ew gengeşî bi
zarkî be, wê demê karê wan hinekî hêsantir dibe, ewê bikaribin
gotinên xwe bizivirînin. Lê, eger ew gengeşî bi nivîskî pêk tê, vê
carê wê çawa bibe? Wê demê, her çiqas jî bixwazin gotinên xwe
yên nivîskî resît (sîl) bikin, yek e, şopên wê dimînin…
Divê bê gotin, çand û toreyeke govtûgoyên weha heye –
mirov çi nivîsî, ew divê li gotinên xwe xwedî derkeve. Û, armanc
çi dibe, bila bibe, divê mirov di nav xwe da wêrekîyê bibîne,
xwedî li gotinên xwe derkeve. Ger şaşîyeke mirov jî hebe, divê
mirov xwe mukur bê, û wan di jîyanê da sererast bike. Lê, eger
mirov piştî pêkhatina govtûgoyê sererasatkirinekê pêk tîne (êdî
ez di derbarê resîtkirinê da nabêjim!), baş dibe, hîç nebe, ku ew
beşdarên goftûgoyê û xwendevanan agahdar bike…
Mînak, min wê demê hê nizanibû, ku wê hemû axavtinên
kekê Dîma ji nişkê va ji nav govtûgoya giştî “winda bibin”, hê
5-ê tîrmehê (s. 2014) min di nav axavtinên xwe da hinek sererastkirin pêkanîn (ew jî yên teknîkî!) û destxweda jî min
lêborîna xwe bi hinek şiroveyan va weşand.
Weha ew:
185
“ Ez ji xwendevanan û beşdarên vê govtûgoyê, ji bo şaşî û
kêmasîyên teknîkî, yên ku di nivîsa min da derketibûn, lêborîna
xwe dixwazim... Ew govtûgo bi awayekî zindî (online) pêk hatîye,
ji ber wê... Ji bo wê jî min ew şaşî û kêmasîyên teknîkî sererast
kirin, ji bo têgihîştin û şiroveyên ji hev cuda derneyên holê. Silav
û rêz!”
...Tiştê ku bûye, êdî bûye!
Lê dîsa jî, her çiqas dema pêkhatina wê govtûgo-gengeşîyê
min bersîvên pirsên heyî dane û mijar ravekirye jî (fermo, di
pêvekê da binihêrin!), lê dîsa, wek ku min êdî gotye, li wir hinek
pirs hene, yên ku pêwîstîya xwe bi ravekirineke taybet hene.
Û di nava vê çarçeveyê da gelek pirsên bingehîn ên vê mijarê, anegorî van bûyerên vê dawîyê (fermo, di pêşgotina vê gotarê da binihêrin!), wê bi dîtineke nû bên makkirin. Û ev makkirina nû jî wê gelek terefên vê pirsê yên tarî ronî bike.
Weha, dema Pîr Dîma di govtûgoyê da li ser pirsa têgihîştina têolojîyê diaxive, dibêje:
“... Ezditi dineki vekiribu di dema xwe da. U ezditi ne tene
bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev
ji bune ezdi. Shashe meriv ezditiye bike qalibe neteweke. Ezditi
ne zerdeshtiye, ezditi derweshiye u derweshi ji ne misilmanetiye.
Isa cuhu bu le bo xristyanan Xwedeye u Mihemed bo hemu misilmana pexembere. Bo wan nebuye problem, le ezdyen natonalizma "kurdi" dajon hema ve pirse va mijul dikin…”
Her çiqas bersîva vî beşê axavtina kekê Dîma anegorî
rêalîta wê demê hatîye dayîn (ew di pêveka vê gotarê da heye!),
lê piştî van bûyerên dawîyê, daxwîyanîyên Tehsîn begê, di nav
çarçeveya bûyerên berî vê da jî (fermo, di pêşgotina vê gotarê da
jî binihêrin!), dîmenekî balkêş dertê hole: li vir dijwar nîne, mirov bibîne, ku ev jî xelekeke pilana bi rêya misulmankirina kurdan mîyaserkirina êkspansîya erebî ye di Kurdistanê da ye…
Binemala mîran bi biryar dixwaze me bide bawerkirin, ku
em ereb in, û ev têza jî, ya ku dibêje: “... Ezditi dineki vekiribu
di dema xwe da. U ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le
bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi... ” rêyek e, ji bo
ku bi “zanistî”, lê hinekî bi awayekî dinê evê rêçê (ya mala mîran)
lêgalîze bikin...
Binihêrin, kekê Dîma li ku dixe!
186
Wek ku tê zanîn, ola êzdî di nav tu gelekî dinê da nîne,
ewên ku di nav ereban da hene, ew misulmanên sunnî ne, yên
ku pey şopa Yezîd Bên Mûewîya diçin, ango êzîdî ne... Û li ser
bingeha vê mînahevbûnê jî evên dawîyê ketine nav êzdîyan,
rewşa wan a bêçare bikaranîne û ji berekê va êzîdîtî (ê-z-î-d-î-tî) li wan dane pejirandin. Û weha, li ser bingeha “têolojîya” lêp
(sexte) ji bo ku herçê êzdîyên paqij mane jî bi êzîdî (ê-z-î-d-î)
bikin, ango bi rêya êzîdîtîyê, bierebbûnê li wan ferz bikin... Eva
jî rêyek e, ji bo ku bi taktîkî gotinên Tehsîn begê û yên berî wî
rast û mafdar bidin derxistin û bidin fermîkirin...
Bala xwe bidinê, jixwe, bi demê ra, piştî hatina Şêx Adî,
gav bi gav hemû têgeh û têrmînên îslamê dê-fakto li êzdîyan dane
pejirandin (rasttir dibe, ku mirov bibêje – êzdî gav bi gav fêrî wan
kirine)... Û îro gelek êzdî hay ji xwe jî nîn in, ku, her çiqas, ew
bi rû va, bi zar napejirînin jî, lê bi objêktîvî ew pejirandine û vekirî ji bo ku di nav êzdîyan da ewê êzîdîtîyê biparêzin, bi biryar
têkoşînekê dimeşînin. Û ev jî, bi serê xwe, trajêdîyak e ji bo gelê
me. Mînakeke vêya jî axavtinên Yilmazê hêja ye. Û ew jî tenê
mînakek e, lê yên ku di nav gelê me da bi vî cûreyî hatine fêrkirin, îro bi hezaran hene. Dibe bi dehezaran bin jî ew!...
Her çiqas xwendevanê vê axavtinê jî di pêvekê da bixwîne,
dîsa jî ezê her tenê parçeyekî ji wê pêşkêşî bala xwendevanên
hêja bikim: “…Eger em Shixadî ji Ezditiye derxin tenê ji ber ku
ew "erebê misilmane" (nêrinek shash), wê chaxê divê em Siltan
Êzîd jî derxin û dev ji dînê Ezditiyê berdin. Ji ber ku navê "Êzîdî"
ji navê "Siltan Êzî(d)" tê, Siltan Êzîd jî Yezîdê kurê Muawî kurê
Bavê Sufyane. Kokek din ya navê "Êzîdî" tune. Ku navê "Ezîdî ji
"yazata" "yezdan" "Ezda" tê ... ev hemû ji fantasya hin merivan
derketiye bingeha vê êtîmolojiyê tune…” – Û, piştî ku axavtina
xwe dibe sêrî, ev camêra van nêrînên xwe weha şirove dike: “…û
dixwazim bêjim ez ne pisporê êzdîtiyê me, qasî ez gorî aqil û
bihîstina xwe dikarim bêjim ev e. ...”.
Her bijît!
Yilmaz ne tenê di axavtina xwe da bi giştî rastîya rewşa
êzdîtîyê ya îro li ber me raxist, lê, wisa jî, rastîya van zanebûnan
dîyar dike, yên ku di nav gel da desthilatdar in.
Wisan e, helbet, xwe ewî camêrî ew ji ber xwe dernexistine, hinekan ew zanîn û bawerî di dema zarotîyê da jêra gotine...
Ew hemû jî hinekan di dema xwe da li pêşîyên me dane ferzkirin,
187
dema rewşeke neçar li holê bûye, dema êrîşên tunekirinê û
qedexe li ser ola êzdî hebûne, û van pêşîyên me jî ji nivşê pey
xwe ra gotine, û wisa hatîye gihîştîye serdema me... û, evê jî
anîye gîhandîye van tevlîhevîyên van rojan.
Wek ku tê xuyanê, bingehên dîtin û helwestên kekê Dîma
û yên kekê Yilmaz ji hev cuda ne. Eger kekê Yilmaz van tiştan
dibêje, ji ber ku hinekan di dema xwe da wisa ji wî ra gotine (ew
bi xwe dibêje: “…û dixwazim bêjim ez ne pisporê êzdîtiyê me,
qasî ez gorî aqil û bihîstina xwe dikarim bêjim ev e...”.), lê ya
kekê Dîma tiştekî dinê ye: ew bi xwe ji malbeta oldarên êzdîyan
e (ew jî ji malbeta pîran!), xwendineke wî ya erebî jî heye..., lê
li şûna ew van cudahîyan bibîne û tê bigihîje, evan tiştên hanê
derdixe holê. Eger ew rastedêr jî nabêje, ku êzdî ereb in, lê ew
ola ku tenê di nav kurdan da heye, dike ya kurd û ereban. Ji xwe
di cîhanê da gel li ser bingeha bawerî û îdêolojîyan kom dibin –
digihîjin hev, û ev beşê gelê kurd jî tenê ye, yê ku li ser bingeha
ola netewî maye, û kekê Dîma jî vê bingehê bi ereban ra par ve
dike (û ji vê heya bierebbûnê jî, tenê gavek dimîne!), û, tiştê
balkêş jî ew e, ku heya zarê wî nagere jî, ku navê kurdan bide,
wan wek “kurmancîaxêv” nav dike û wan zanîyarên êzdîyan, ên
ku dixwazin bi zanistî bingehên êzdîtîyê û rastîya dîrokî rave bikin, di “... nasîonalîzma kurdî” da tewanbar dike...
Ka, ji kerema xwe ra, bînin bîra xwe, kê welatparêzîya
kurdî wek nasîonalîzm nav kirine û îro jî nav dikin?!...
Gelo mirovê bikaribe di cîhana zanistê, yan di ya ezdazanîtêologîyê da, an jî di cîhana sîyasî da tiştekî weha bibîne?
Evê jî em dihêlim ber dada xwendevanan!
Wekî dinê mirov dikare çi bibêje? Nizanin! Heşmendî,
rûmet û wijdan li ber tiştên weha bêzar dimînin...
Wekî dinê?
Wekî dinê, dibêjin: “Rastî nexweş dikeve, lê namire!” –
Lê, wek ku tê xuyanê, rastîya me pir dirêj nexweş ma... Ewê
kengê rabe li ser pêyan? Evê jî dîrokê bide xuyan. Lê ku ew rastî
wê rojekê derê holê, tu şik û guman nîn e!...
Naha jî em binihêrin, ka li ser vê mijarê dîtin û ramanên
xwendevanan çi ne, û wana ji bo me çi amade kirine!
188
3. Û xwendevan jî li dû şopa êzdîtîya kezî ya pîroz in!
(Bi xwendevanan ra di galêrîya wêneyan da...)
Di vê navberê da, wek ku berê jî, pêwendîyên min ji gel û
xwendevanan qut nebûne. Xwendevanan hemû gavên min (û yên
me!) şopandine û îro jî dişopînin... Di vî warî da ew çavdêrîyên
wan û, heya gelek caran, nêrînên wan ên rexneyî û pêşnîyarên
wan çavên me li ser gelek rastîyan vekirine û îro jî vedikin.
Ewana hinek tiştan destnîşan dikin, nêrînên xwe tînin zimên, dikevin nava gengeşîyan, dipirsin, pêşnîyar dikin, dixeyîdin û ...
berê me didin wan tiştan, ên ku, dibe ku heya vê dema dawîyê
çavên me jî pê neketibûne...
Weha, ji wan name û wêneyan, ên ku ji min ra hatibûn,
min ên Faîq Sebrî (Bişêrî/Bakûrê Kurdistanê), Reyhan Batê Şengulê (Amed/Bakûrê Kurdistanê), Bazîd Resûl (Duhok/Başûrê
Kurdistanê), Ebdî Silo (Qamuşlo/Rojavayê Kurdistanê) û Besa
Etar (Yêrêvan/Ermenîstan) hilbijartin, lê nameyên ku naverok û
helwestên wan weke hev bûn, min ew gîhandine hev, kirine yek
(ji bo ku çend cîhan heman tişt dubare nebe) sererast û rêdakte
kirin (ez hêvîdar im, ku xudanên wan nameyan wê bi têgihîştinî
nêzîkî “desttêwerdanên” min bibin!) û wan bi wî awayî pêşkêşî
dada xwendevanan dikim.
Di sêrî da bibêjim, ku xwendevanan ne ku wêne bi xwe, jêderên
(link) wan ên întêrnêtî ji min ra şandibûn. Lê, ji bo ku wisa nebe,
wek ku axavtinên wê govtûguya ku min li jorê behsa wê kiribû,
ew wêneyan jî di întêrnêtê da “winda bibin”, min ew ji ber girtin
(kopî kirin) û bi jêderên wan ên ji ÊzîdîPrêsê va di gotara xweya
“Êkspansîya bierbkirina Kurdistanê didome?” da weşandin.109
Lê naha jî, fermo, em bi alîkarîya xwendevanên xwedîyên wan
dîtin û wêneyên balkêş berê xwe bidin fotogalêrîya wan.
109 http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/li-ser-bierebkirina-kurdistan-h22
40.html ; http:// www.amidakurd.net/qunciknivis/êk_spansîya_bierebkirina_k_urdis
tanê_didome_2 ; http://www. xendan .org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12& Jmara
=165 ; Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên 31, 32, 33 – http://www.penusanu.com
189
FOTOGALÊRÎ
190
AY, ÊZDÎ EV BÛNE!
Her gelek, bi taybetî jî oldarên wan, bi cil û wergirtina xwe ji hev cuda dibin. Û wergirtin jî hema wisa tenê
cil nîn in, bi wê wergirtinê rewan û gîyana her netewekê
dertê pêşîya mirov...
191
A, BI VAN CIL Û LIBASAN VA EV ÊZDÎTÎ YE!
Em jî bibin parazvanên vê çanda netewî, wê vejîyan bikin
û bikin parçeyekî xemla netewî yê hêja!
A, EV KALÊ ÊZDÎ BI RÛ Û GULÎYÊN XWE VA SEMBOLEKE NETEWA KURD A RESEN E!
Balkêş e ne – mêr û
rû û gulî? Dema em
biçûk bûn, kalên me
digotin:
– Lawo, xwe ez ne
biçûk im, min rû-gulî
spî kirine!
Me bi xwe jî ji xwe
ra digot:
– Çima gulîyên
mêran jî hene?!
Dertê, ku hene! Ev jî
taybetîyeke reng û
şêwazê me yê netewî
ye!
192
MIROV ÇI DIKARE BIBÊJE, A, EV ÊZDÎ NE!
Êzdî divê hem ola xwe nas bikin, hem ferzên êzdîtîyê bizanibin, hem jî bi wergirtin û nanxwarina xwe va êzdî
bin! Wekî dinê êzdîtî çawa dibe? Ma, gelo, tenê bi gotinan
– ez êzdî me, mirov dibe êzdî?
EV JÎ RENGEKÎ ÊZDÎYAN E!
Êzdîtî bi reng û awazên xwe va xweş e!
193
HEMÛ JÎ BI CILÊN XWE VA ÊZDÎ NE!
Û êzdî jî ji yên ne êzdî bi vê cuda dibin!
194
MA MIROV BI RÛ-GULÎYÊN ÊZDÎYAN, LÊ BI CILÊN
EREBÎ VA ÇAWA ÊZDÎ DIBE?
Belê, weha nabe – divê bi rû û gulîyên êzdîyan ra wergirtin jî ya êzdîyan be!
195
DE, ÎJAR WERE Û LI VIRA ÊZDÎYAN Û ÊZÎDÎYAN JI
HEV CUDA BIKE!
Mirov ji bo vê çi dikare bibêje?! Her tişt tevî hev bûye...
Her daxweza vejînê û bi biryarbûnê wê bikaribin van
nirxên netewî ji yên bîyanîyan vebijêrin û wan ji windabûnê rizgar bikin!
196
197
198
MA ÊZDÎTÎ JÎ WEHA DIBE?! CILÊN EREBÎ WEGIRTINE Û XWE GUPEVE KIRINE!
Ev şêwazê han reng û rûçikê êzdîtîyê çiqasî dixeyîrîne! Bi
rastî, dilê mirov ji xwe sar dibe!
199
MA ÊZDÎBÛNA VAN DI EGALÊ EREBÎ DA YE?!
Helbet, na, ev her tişt e, tenê ne êzdîtî ye!
A, DIVÊ EV BE LI SER TÛJIKÊ QUBEYA ÊZDÎYAN!
Ya dêrên xrîstyanan xaç e, ya mizgevtên misulmanan hêker e
(heyva kerî), ya êzdîyan jî ev e! Û êzdî ji wê ra çi dibêjin?
Dibe ku ev nîşana agir û rojê ye, yan...? Em ê li hêvîya şiroveyên rewşenbîr – zanyar û oldarên xwe yên zane bin!
200
LI SER TUJIKÊ QUBEYA ÊZDÎYAN HÊKER (HEYVA
KERÎ) ÇI DIKE?
Bila vê pirsê jî zaneyên me bibersivînin!
201
202
BANGA SEDDAM JI BO KÊ YE – JI BO ÊZDÎYAN E,
YAN JI BO ÊZÎDÎYÊN XWE?!
Binihêrin, ew rûvîyê pîr ji êzîdîyên xwe ra dibêje, ku ew xwe
ji kurdan biparêzin, ku ew hindik in, ewê têk herin! Çima?
Seddam mirovekî sade
nîn bûye, di bin destê wî da
ewqas zanyar, siyasetmeder,
oldar, ezdazan (têolog) û pisporên dinê kar kirine, ma ewî
nizanibûye, ka kî kî ye?
Bersîva vê pirsê jî em hêvîya
zanyar û lêgerîneran dihêlin!
Balkêş e, yên ku evê
banga Seddam li Almanyayê
di nav ciwanên kurd ên êzdî
da belav dikin, kî ne û armancên wan çi ne?
203
204
Pêvek
GOVTÛGOYA DI FÊYSBÛKÊ DA BI XWE110
(Bê sererastkirin, wek ku hebûye, tê weşandin)
Ali Gurdilî
Ji Kozmolojiya Êzîdiyan
Di pirtûka Mizhefa Reş de Xwedê, ji cewahîra xwe înciyekê sipî û bi navê Anfar çûkeke diafirîne. Xwedê înciyê datine
ser pişta vê çûkê û di ser de çil (40) sal derbes dibin. Piştra di heft
(7) rojan de, heft ferîşteyan diafirîne.
Navê ferîşteyên yekemîn ku, wî roja lehdê/yekşemê afirandibû, datîne Azazîl. Vaye; ev melek, Tawisî Melek e. Xwedê,
Tawisî Melek dike melekê herî bilind û raser. Xwedê piştra şekil
da heft (7) ezmanan.
Piştra ser rûyê erdê, rojê û heyvê afirand...
http://www.felsefevan.org/ji-kozmolojiya-ezidiyan.html
Дима Пир (Dîma Pîr)
Mixabin, gelek shashi ten dubare kirin. Afirandina dinyaye
anku kosmogoni li qewlen ezdiyanda ten ditin u serhatyen cem
ulmdaren ezdyan.
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Gotina min ji bo kekê Dîma ye: Çima em vekirî nabêjin,
ku ev tiştên wan pirtûkan da nivîsî ne û ya ku di qewlên êzdîyan
da hene, di nav wan da cudahî heye. Û yên ku vê cudahîyê bibînin
û yek bi yek mak bikin jî xwendîyên ji binemalên oldarên
êzdîyan in, yên wek Xanna Omerxalî û Pîr Dîma... Rojekê divê
cudahîya navbera van mirovan û ên dinê bê xuyan? Û yek jî: di
nava wêjaeya zanistî ya kurdî da bi şaşî li şûna peyva kosmogonî
ya kosmolojî bikar tînin. Ev du peyvne du warên dîtina gerdûnê
yên cuda ne. Û ne bes e, ku Kekê Dîma ew rast bikar anye, her
weha divê ew bê dazanîn jî. Û ya dawîyê jî, gotarek ji bo xwendinê:
http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/mamoste-ezzcewo-nivs.htm
110 https://www.facebook.com/tosn.ozmanian/posts/10204253867132698?Comment
_id = 1020425 6717243949&offset=0&total_comments=3
205
Ali Gurdilî
Ji bo kekê Aziz Mamoyan : Di navbera peyva <kozmogonî> û <kozmolojî> ê de rast e ku hinek ferq hene. Peyva <kıozmolojiyê> bi awa û rêbazên zanistî li bûyera gerdûnê dikole.
Peyva <kozmogonî> jî, bêtir derbarê çêbûna gerdûnê û çavkaniya wê de, şiroveyanîfade dike. Metna li jor, şiroveyeka Menzel
e, û ji xebateka Sabiha Banu Yalkut hatiye wergerandin/wergirtin. Derheqê van mijaran de, pirsgirêka me ya herî mezin, heta vê
dawiyê jî tunebûna metnên ilmî bû. Çimku, êzdayetî herdem
wekî oleke nepen û veşartî hatiye dîtin. Lê nîqaşa van mîjaran,
baş e û wisa dike ku em bêtir li ser wan difikirin. Belam, yên ku
dê lêkolînên resen pêk bînin helbet ku zanyarên êzdî bin, dê gelekî baştir be...
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Kekê hêja Elî Gurdilî, dema min bal kişandiye li ser cudahîya peyvên <kozmogonî> û <kıozmolojiyê>, mabesta min
konkrêt kesek nînbûye, ev di nav wêjeya zanistî da bûye
qanûnekê, lê eger hinek dizanin û nadin zanîn, ev êdî pirseke dinê
ye. Naha pirsa lêkolînên ola êzdî. Eger em bibêjin, ku îro êdî ola
êzdî ne oleke veşartî û nepenî ye, em xwe dixapînin. Êzdîtî ne ew
e, ya ku Şîxadî rêform kirye û kirasekî îslamê lêkirye, êzdîtîya
kezî û pîroz ya berî Şîxadî ye, ya ku îro lêgerîner nikarin bibînin
jî, ev e... Ev jî pirseke pêşerojê ye û pirseke giran û girîng e...
Belê, tu rast dibêjî, ku vî karî jî divê zanîyarê êzdî pêk bînin, lê
alîyê xwedîderketinê va divê hemû kurd, bi netewî lê bibin
xwedî... ji ber ku ev hebûneke rewanî ya hemû gelê kurd e...
Ali Gurdilî
Spas kekê Aziz Mamoyan bo têbiniya te. Bêguman, ez
tenê wekî xwendevanekî ola êzdayetiyê meraq dikim û
dixwînim. Ez dixwazim ku fêr bibim. Di vê yekê de jî, heta ji
destê min tê, ez xwe ji wajbaweriyên olên serdest, dûr dikim. Lê
helbet, di van mijaran de, pêdiviya me bi helwestek netewî û bi
rêbazên zanistî heye, da ku em bi azadî bikaribin ola êzdayetiyê
baş fêr bibin. Ligel rêz silavan...
Дима Пир (Dîma Pîr)
Keke heja Eziz, ez li vir naxwazim bikevme niqashanda.
Ez qedre ditin u fikra hemu kesi digrim. Pirsa kosmogoni u kosmoloji da ji we ra qayilim. Le ditina min derheqa Shixadida cudaye. Meriv nabe ezditiye bike du para u beje ya Shixadi u beri
206
wi, chimki ezditi bey Shixadi tuneye. Her kes dikare lekolin bike
u bigere ka chi hebu beri wi. Heger yek karibe ezditiyeke bey
Shixadi cheke gereki terka ezditye bide u dineki nu cheke u bihebine. Bo bawermendeki ezdi qet ne giringe chi hebu, chimki
wi baweri heye u ne hewce kolana tishten kevnare. Ev ji bo
bebaweran u lekolineren kevnarye giringe. Nabe em din u teologiye li gori ditinen materializme binirxinin. Dema hun bi vi rengi
behsa Shixadi dikin hun gereki hesabe xwe bi bawermenden ezdira ji bikin, ku bo wan ew ne tene shexseki dirokiye, le libseke
ku Xwede xwe bi renge wida dahir kiriye. Din li ser bawerye
hatiye ava kirin u ki bawerya xwe pe nayine ev mafe wiye. U disa
pirsek heye ku nahele mirov bash ji ezditye fehm bike - ev nationalizm u nijedperestiye ku sedsala 20 chebuye. Ezdiyen ku wek
nationalisten kurd difikirin Shixadi wek dijimn dibinin, le ew pir
shashin. Ye Bixwaze Shixadi ji ezditye cuda bike u resh bike bisernakeve , chimki ew beranberi veye ku Isa ji xristyanye cuda
bike, yan ji Mihemed ji misilmantye.
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)– ji bo Ali
Gurdilî
Her bijît, kekê hêja, spas ji bo helwesta te! Em hemû kurd
dê dest bidin destê hev vegerin ser bingeha xwe ya netewî, rehên
xwe nas bikin! Ji xwe naha ji bo yekîtîya netewî mercên dîrokî
afirîne. Di vî warî da bila ev jî bibe keda me. Silav û rêz!
АзизМамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Dem baş, kekê Dîma!
Gelekî spas, ji bo nêrîna teye berfireh. Û eger te tiştekî dine
binivîsya, ezê matma bûma. Dema min di destpêkê da xwend, ku
tu dibêjî: «Ez qedre dîtin u fikra hemu kesi digrim», di dilê min
da tirsek çê bû, ku dibe tu …dîtina xwe heya dawîyê neynî
zimên… Lê, na, her bijît! Naha û paşê jî mirov dikare, wek ku tu
dibêjî, «qedrê ditin u fikra hev bigire», lê gotina rastîyê ji hev ra
bibêje…
Lêbelê, birayê delal, di nirxandina te da tiştek nayê têgihîştin: li vir pirsa dîtina rastîya dîrokî têkilîya xwe çi bi
natsîonalîzm u nijedperestîya sedsala bîstî heye? Û ya dinê jî, ku
tu ne anegorî rastîyê şirove dikî, ew e, ku welatparêzên kurd
(ewên ku dagerkerên Kurdistanê wan natsîonalîst navdikin!)
Şîxadî wek dijmin dibînin.
207
Divê bê zanîn, kekê hêja, ew bi dilê me be yan – na, giranîya gelê kurd îro misulman e, û ji vê hêlê va, heya radeyekê,
Şîxadî bêhtir nêzîkî ruhê wan e, ne ku êzdîtîya kezî, ya pîroz û
bihurtî ya kevnar… ya berî zerdeştîyê!
Ya ku hinek nikarin bibiînin, an jî, didin xuyanê, ku
nabînin, ev e.
Û dixwazim bidim zanîn, tu helwesteke me ya nehînî ne li
hember tu ol û tarîqatan, ne jî li hember mirovên weke Şîxadî,
Evdil Qadirê Geylanî û yên dine yên serdema wan nine. Evana
mirovne serdema xwe yên mezin bûne. Hema, dive mezinaya
wan di rastîya wan da bê nirxandin – ka ew kî bûne, bîrûbawerîya
wana çi bûye, xwendina wan çi bûye! Û ne bi xiyalî, an jî li cîhekî
dine....
Wekî dine hîç hewce nake, ku mirov şiroveyên cuda pêk
bînin. Kesek naxwaze Şîxadî ji êzdîtîyê cuda bike, em bixwazinnexwazin, ew rastîya rewşa meye îroyîn e. Lê mafê tu kesî nine
ola netewekê ya kevnar (êzdîtîyê) qurbana kesekî dîrokî bikin,
ew çiqas mezin dibe, bila bibe, kî çiqasî jê hez dike, bila hez bike.
Êzdîtî temenê xwe yê çendik çend hezar salan heye, lê eva serdema Şîxadî hezar salek jî nine…
Dubare dibêjim, em nabêjin, ev baş e, ev xerab e! Em
dibêjin, eve v e, ew jî ew e! Hew!
Zanist çi ye? Ma ne, ew e, ku mirov li ser bingeha zanînan
û heşmendîyê li bingehên rastîyê digere û wan derdixe ronahîyê
û dide zanîn. Li vir mabest û armanceke dinê nine! Tu kes
naxwaze, ne kesekî, ne jî tiştekî dine ne reş bike, ne jî biçûk
bêxe… Divê mirov bi bîna fireh li ser pirsgirêkên heyî govtûgo
bike… Û hîç hewce nake, nakokîyan derxin hole, wan nakokîyan
kûr bikin û dîwarekî li pêşîya govtûgoyan û pêşveçûna zanistê
hiljenînin…
Û ez bi bawer im, ev pirtûka te, ya ku ji bo weşanê amade
dibe, wê ne ku bibe xalekê (nuxte) di dîroka zanistê da, lê wê bibe
bêhnokekê (vêrgûl) û derîyekî nû ji bo govtugoyên nû veke.
Silav û rêz!
ДимаПир (Dîma Pîr)
Keke Eziz, meriven teolojye nizanin nikarin ji din fehm
bikin. Ezditi dineki vekiribu di dema xwe da. U ezditi ne tene
bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev
ji bune ezdi. Shashe meriv ezditiye bike qalibe neteweke. Ezditi
208
ne zerdeshtiye, ezditi derweshiye u derweshi ji ne misilmanetiye.
Isa cuhu bu le bo xristyanan Xwedeye u Mihemed bo hemu misilmana pexembere. Bo wan nebuye problem, le ezdyen natonalizma "kurdi" dajon hema ve pirse va mijul dikin. U li vir pirsek
peyda dibe: gelo kara wan chi heye? Dirok u teoloji ji hev cudane.
Silav u rez!
Yilmaz Algin
Apê Tosin, Xalê Aziz, Pîr Dîma silav. facebook ne cihê
nîqashên wisa ye, lê dilê min dixwaze hin nêrînên xwe bêje.
Wek ez dizanim hemû qewlên me ilmê Shixadî bi xwe ye.
kî Shixadî ji Ezdtiye derxe, gerek hemû qewl jî derxe. Pishtî wê
tishtek namîne. Ew nêrîna ku Shixadî dixwast Ezidi bike misilman, bingeha wê tune, berovajî wê, Shixadî Ezdiya ji Islamê parast. Ezidi îro di bin bandora diroknivisên ne-ezidi de mane, loma
ji Shixadi di charchoveya "Sufizme" shirove dikin, ku wek "îslama mîstîkî" tê binavkirin. lê ew dewrêsh bû û ew di esasê xwe
de ne îslame.
Dewrêsh bawer dikin ku her mirov, ew ji chi dînî be jî,
dikare nezîkatiya xwe bi xwedê re bi bike. Shixadî bi vî felsefeyî
nêzîkî îslamê jî bû. ev felsefe him di nivîsên (qasîdên) Shixadî
berî hatina wî na ezidyan diyar dibe, him jî di qewlan (ilmê
Shixadî) de diyar dibe. ilmê Shixadî ilmekî pir hêjaye, tu kîn û
nefret hemberî dîn û miletên din tune. ew mirovekî pir bi ehlaq
bû, hemû jiyana li dijî nefsa xwe (asketizm) sher kiriye ji bo
xatirê baweryê.
Eger em Shixadî ji Ezditiye derxin tenê ji ber ku ew "erebê
misilmane" (nêrinek shash), wê chaxê divê em Siltan Êzîd jî
derxin û dev ji dînê Ezditiyê berdin. Ji ber ku navê "Êzîdî" ji navê
"Siltan Êzî(d)" tê, Siltan Êzîd jî Yezîdê kurê Muawî kurê Bavê
Sufyane. Kokek din ya navê "Êzîdî" tune. Ku navê "Ezîdî ji "yazata" "yezdan" "Ezda" tê ... ev hemû ji fantasya hin merivan derketiye bingeha vê êtîmolojiyê tune. Qewlên me vî tishtî bash didin famkirin: 1) Eger Xwedê kir em Ezidine, LI SER NAVE SILTAN ÊZÎ NE (!!!), em ji ol u ekanê xwe razîne (shehda dînî) 2)
Siltan Êzî(d) bi xwe padshaye, hezar û yek nav li xwe danaye,
navê mezin her xwedaye" 3) Qewlê mezin : Siltan Ezi(d) = Ezidê
Muawî.
Ez bawerim zanayên di nava Êzîdyan wê di pêsherojê de
bigihêjin encamên rast û Ezidi bêtir ji Êzditiyê bidin famkirin.
209
Yilmaz Algin
19 июняв 14:31
…û dixwazim bêjim ez ne pisporê êzdîtiyê me, qasî ez gorî
aqil û bihîstina xwe dikarim bêjim ev e. Bi silvavên germ.
Азиз Мамоян(Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
19 июняв 14:55
Dubare spas, kekê Dîma! Te bi xwe bersîva hemû pirsan
da. Rasttir dibû, ger mirov bigota, te mabesta xwe diyar kir.
Lêbelê, tu tiştekî dibêjî, ya ku rê li pêşîya wan "têorîyên" nû vedike. Wan tiştan hûn dikarin nûnerên gel û bawerîyên dinê ra
bibêjin. Ne ji êzdîyan ra! Ew, ku êzdîtî ne dînekî vekirî bûye, tu
ji her mirovekî êzdî (ne êzîdî!) ra bibêjî, wê bersîva te bide… Û
vekirîbûna vê olê wê demê derket holê, dema, wek ku tu dibêjî,
«gelek erebiaxev u aramiaxev» bi Şîxadî ra hatin nav êzdîyan.
Ew nebûn êzdî, lê gelek êlêmêntên bîyanî (xerîb) anîn nava
êzdîtîyê û rengê xwe dane vê olê û rengê wê guhartin…
Ya dine, kekê hêja, dema têolojîya ji bingeha dîrokî qut
dibe, nigên wê li hewa dimînin. Tu bi têolojî li pirsê binihêrî, an
bi dîrokî, bawerî şêwazekî ramankirin û têgihîştina gerdûnê ya
civakî ye, ji bo wê jî, dema mirov pirsgirêkên olî-bawerî derî
rêalîta civakê dinirxîne, nikare rast ravebike. Helbet, dibe ku tu
bi xwe jî van hemûyan baş dizanî, ji bo wê jî wisa bi şarezayî
êzdîtîyê dikî ola kurmancîaxêvan (ewên ku, devê te nagere, bibêjî
– kurd) û ereban.
Erê, rast e, piştî hatine Şîxadî di rêalîtê da wisa bûye. Lê
gelo ev çiqasî êzdîtî ye?...
Ku êzdîtî ne zerdeştî ye, min bi xwe li jorê nivîs ye, dubare
dibêjim, êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê bûye, temenê wê
çendik çend hezar sal in. Û wê demê ereb û aramîaxêv, ên ku tu
dibêjî, li ku bûne, seranserê Kurdistanê êzdîtî bawerkirine, û wê
demê di nav tu gelekî dinê da êzdîtî nînbûye. Û bersîva vê jî ne
ku têolojî tenê dide, lê – bi dîrokê ra tevayî, di nava pêvajoyên
dîrokî da. Ger tenê bi têolojî vê pirsê binirxînin, wê çi derê hole?
Ew ola kevnar berî serdema Şîxadî nînbûye?... Ev ola gelê kurd
a kevnar kengê bû ya ereban, kê ew anî wê rewşê? Û ev mirov,
ên ku şûna ku vê bigerin û bibînin, berê gel didine kialî? Û, dibe
ku ew bê bingeh û armanc nine, ku hinek missionêr derketine, û
di nav gel da belav dikin, ku êzdî erebên sipî ne? Ev me kuda
dibe? Êkspansîya bi erbkirina Kurdistanê didome? Û bi destê kê?
210
Min di gotareke xwe da nivîsye, ku dibe ku di xwezayê da
êzdîtî, wek ew ola kevnar, îro bi koma bawermend û oldarên xwe
va nemabe jî, lê mafê kesekî nine, wê dîroka gelê kurd a rewanî
(ruhî) binax bike. Belê, em dive bibêjin, ka çi anîne sere gelê me
û ola wî ya kevnar. Ka îro em gîhandine çi rewşê, lê divê em
paşeroja (rabirdû) çanda rewanî ya gelê xwe nekin qurbana êkspansîya dagerkeran.
A, ya ku dive em bibînin jî, ev e!
Дима Пир (Dîma Pîr)
19 июня в 15:25
Ezditi eve tishte bav u kale me hebandine u ser esase
qewlan hatiye danin. Ezditya xiyali ya ku hun dibejin em nas nakin. Heger ezditiya hun dibejin nishani me bikin em geleki ji we
razi bin. Le bawer bikin, ezditya hun dibejin u ya kal u bave me
li gori qewlen ezdiyan hebandine ne yeke. U tishteki din ji, din
shuxule oldaraye u teolojiye kare oldaraye. Dixtor gereki
dixtorye bike, nampej nan bipeje. Befeydeye meriv behsa neurokirurgiye u kardiolojye bike tevi aborinas yan ji fizik.
Дима Пир (Dîma Pîr)
19 июня в 15:26
Li ser ve ez niqashe bi dawi tinim. Biminin di xweshyeda!
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Belê-ê! Ev nirxandinên Yilamzê hêja, wek ku dibêjin, bû
gurzê sere lodê. Binihêrin, hemû tiştê ku me heya naha gotye, di
vê nirxandinê da heye, hema … bi şiroveyeke dine. A, ji zarê
bawermendekî êzîdîtya rastîn a îro ev e ! Gelo piştî vê govtûgo
(nîqaş) pêwîst dikin? Wek ku tê xuyanê, erê! Ji ber ku eva ku bi
zarê êzdîyekî sade, yê ne older û ne jî ezdazan (têolog) hatye gotin, ew dîmenê vê olê ya rastîn dide xuyan!
Yilmaz, birayê dela, gelekî spas, bi rastî nirxandinên te pir
hêja ne, ji ber ku ew nirxandin ji nav gel dertên. Dizanî pirs di çi
da ye? Pirs di wê da ye, ku her kesê me, yê ku xwe ra dibêje êzdî
yan jî êzîdî, wek ku ew bawerî lê dane naskirin, ew wisa jî wê
dizane. Ma xwe kesek tiştekî ji ber xwe dernaxe? Me di zaroktîya
xwe da çi bihîstye, em çi fêr bûne, ew jî di heşê me da maye.
Naha, wek ku min di gotina xwe ya berî vê da jî anîbû zimên,
ewa ku îro heye, ya ku îro di nav gelek-gelekan da desthilatdar e,
û bûye bawerîya wan e, kesek tiştekî li dijî wê nabêje. Lêbelê, ew
nayê wê wateyê, ku dive em lêgerînan di warê dîroka ola gelê
211
xwe ya berî Şîxadî da pêk neynin. Ev bi serê xwe ne rast e û
dişube dîktatorîyê. Fermo, kî Şîxadî û bawerîya wî dipejirîne,
bila bipejirîne. Ma em tiştekî kurdên sunnî, şiî, xrîstîyan û yên
dine ra dibêjin? Helbet – na! Lê li vir pirsgirêk di çi da ye? Çi ye,
eger hinek Şîxadî û Sulatan Êzîd bawer dikin, êdî mafê kesekî
nine qala ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê bike? Tiştekî ecêb e,
wê demê, ew çima nabêjin, ku divê misulman (şiî, sunnî, nexşbendî û yê dine) behsa ola xwe nekin?!
Binihêrin, Yilmazê hêja bi xwe nivîsye "Êzîdî" ji navê
"Siltan Êzî(d)" tê, Siltan Êzîd jî Yezîdê kurê Muawî kurê Bavê
Sufyane. Lê, gelo ev Sultan Êzîd kî bûye? Gelo çiqasî rast e, ku
navê ola êzdî bi vî navî va girê didin? Ewa ku Yilmaz red dike,
"ku navê Ezîdî ji "yazata" "yezdan" "Ezda" tê ... û dibêje, ku ev
hemû ji fantasya hin merivan derketiy, bingeha vê êtîmolojiyê
tune", rast e, nave êzîdî tu pêwendîya xwe bi nave "yazata" "yezdan" "Ezda" nine. Lêbelê, nave Êzdî yek ji navên Xwedê ye û ji
hêla êtîmolojîyê va ew û navên jorgotî ji bingehekê tên. Êzdîtî û
êzîdîtî du bawerîyên ji hev cuda ne. Qewlekî ola êzdî da (ne yê
ola êzîdî da!), tê gotin: "Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî
navekî xwedê ye!" Bala xwe bidinê dibêje Êzdî û ne Êzîdî. Her
navekî Xwedê di kurdî da tê ravekirin, ango, wateya xwe heye.
Dibêjin: "Xwedê cîhan sêwirand, kesekî Xwedê nesêwirand,
Xwedê xwe da ye!" Navê Xwedê yê dine jî, Êzdî ye, yê ku ji
peyverêza "yê ez dayî", ango, "yê ku ez dame" tê. Binihêrin:
"Yê xwe daye" û "Yê ez dame". Navên xwedê dine jî hene: Padişahê padişahan, Yekê jorîn, Yê bê heval û yê dine… Naha li
vira pirs di çi da ye? Kesek nabêje dest ji êzîdîtîya xwe berdin,
kesek nabêje, Şîxadî ji êzîdîtîyê derxin, an Sultan Êzîd! – Çawa
dibe? Bêyî wan êzîdîtî nabe! Lê ji bilî vê û derveyî vê êzdîtî heye,
û ev jî berî Şîxadî û Sultan Êzîd hebûye. Hûn dikarin vê nepejirînin, lê hûn niklarin bibêjin, ku êzdîtî nine, an jî yên ku
êzdîtîyê dipejirînin, ji wan ra bibêjin – wê nepejirînin!… Bi vê
helwesta xwe hûn maf didin wan, ên ku tevkujîya êzdîyan,
êzîdîyan û yên dine pêk anîne… Tiştekî nebînayî ye! Kê ewqas
maf û hêzê dide van mirovan, yên ku li dijî dîroka kevnar a netewekê dertên?
Û, eger gelek bawermendên êzîdî ne di vê ferqê da ne, û
hinek tişt ne bi zanebûn dibêjin jî, lê hinek hene, yên ku van tiştan
bi zanebûn derdixin pêş…
212
Pirs dertê hole: "Armanca wan çi ye?"
Silav û rêz!
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Ez ji xwendevanan û beşdarên vê govtûgoyê, ji bo şaşî û
kêmasîyên teknîkî, yên ku di nivîsa min da derketibûn, lêborîna
xwe dixwazim... Ew govtûgo bi awayekî zindî (onlyne) pêk
hatye, ji ber wê... Ji bo wê jî min ew şaşî û kêmasîyên teknîkî
sererast kirin, ji bo têgihîştin û şirovaeyên ji hev cuda derneyên
holê.
Silav û rêz!
213
214
HELWESTA BÊSÎNOR A ASTA ABSÛRDÊ Û
NEDÎTINA RASTÎYAN111
Li şûna pêşgotinê
Ew pirs, ka, gelo çima mirov berê xwe ji reha xwe ya netewî diguhêze, heya bi xwe ji xwe cuda dibe, hê ji mêj va ez
mijûlkirime. Hê sala 1989-an (26 sal berê!) di poêma xwe ya
“Dojeh” da min nivîsîye:
“…Fesil, bi fesil, bi alav hatin
Bînayên Îsa, Mehmed û Hûda,
Ruh û sewdayê mirov hingavtin,
Ya Mehmed beşek gelê min hilda...
Û beşê din jî, j'nekarîya xwe,
Wa vî alî-wî alî bi xwe j'xwe ta bû,
Xwest gelê xwe tam bigihîne xwe,
Dît, ku nikare, ji xwe cuda bû...
...Û eva yeka îro bûye sedem,
Ji bo hinekên, kirêt û nemerd
Du birayên hev – xweşmêrên hêle,
Rakin dijî hev bê text, tac û erd...”
Belê, ev cudaxwazîya (seperatîzm) hindurîn (ez ewê
“jixwecudabûn” nav dikim!) di dîroka gelê me da jimêj va jê ra
bûye hevrêwî...
Çima?
Sedem çi ye?
Bingehên vê ji ku tên?
Van û gelek pirsên dinê tavetî nedidan min, min dixwast
bersîvekê bibînim, lê digerîyam, lê di gelek cîyan da bersîv
nîvhero û nivîşkan dima.
111
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/helwesta_bêsînor_a_asta_absûrdê_û_
nedîtina _r_astîyan ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/helwesta-bsnor-aasta-absrd-nedtina-rastyan-h2250.html
215
Û dem dibihurîn, dîsa ewan pirsana dîsa serî hildidan û
daxweza bersîvan dikirin... Di hinek gotarên xwe da min hewl
daye, ku, eger ne tam be jî, bersîvekê ji wan pirsan ra bibînim...
Ji wan gotaran ya bi naveroka xwe va here berfireh û bi
mijarê va dewlemend gotara min a “Êkspansîya bierebkirina
Kurdistanê didome?” bû.112
Lê, wek ku dibêjin, jîyan di cîhekî da raneweste, ew tim û
tim dilive, diherike, tê guhartin, pirsên nû bi xwe ra derdixe holê,
bersîvan ji bo wan daxwaz dike, û mirov neçar dike, ku ew beşdarî lêgerîn û dîtina bersîvên wan pirsan bibe.
Û li vira jî dê di derbarê hinek ji wan pirsan û bersîvên wan
da bê axavtin...
Belê, hîç pirsek jî divê bê bersîv nemîne.
Û evê yekê jî jîyan bi xwe li me ferz dike!..
I
Çima, gelo?..
Vê care jî, ya ku bû sedem, ez berê xwe bidim vê mijarê,
ew gotara Hoşeng Broka a ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî
sextekar’! bû…
Bi rastî, di destpêkê da min xwest bi xudanê vê gotarê ra
li ser pirsên olî govtûgo bikim. Heya ez ji bo wê li ser sernivîsekê
jî rawestîyam, û ji bo destpêkê ev şêwazê wê jî derket hole: “Gelo
destûrmendîya kê heye, di derbarê amatorî û sextekarîyê da
biaxive?”
Çima?
Lewra ku, eger mirov dest diavêje pirsekê û xwe rast û
destûrmend (competent) dibîne, divê ferqa di navbera xwe (wek
lêgerîner) û yên dinê da (wek siyasetmedar) bibîne. Erk û jêderên
helwestên van her du katêgorîyên kesan cuda ne. Siyasetmedar
ji bo bi rêyên siyasî çareserîya pirsgirêkên gelê xwe bibîne, rê û
rêbazan digere, lê lêgerîner jî, ji hêla bi zanistî bi karê wan ra bibe
alîkar, bi berpirsîyarîya xwe radibe.
112http://www.amidakurd.net/qunciknivis/êk_spansîya_bierebkirina_k_urdistanê_
didom
e_ 1;http:// www.amidakurd.net/qunciknivis/êk_spansîya_bierebkirina_k_urdistanê
_didome_2 ; http://www.xendan .org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12& Jmara=165
û R’ojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên 31, 32, 33. – http://www.penusanu .com
216
Ev herdu divê hev temam bikin, ne ku rabin dijî hev û bi
hev ra bêne gulaşê…
Di jîyanê da hîç tiştek jî ji sedî sed (absolyût) nine, divê
mirov ewqas jî li ser rastbûn û destûrmendîya xwe ferz neke, ji
ber ku, yê ku divê wê bibîne û bipejirîne jî, civaka kesên pispor
bi xwe ye.
Her tişt di jîyanê da di nav pêwendîyan da ye. Ji bilî vê, hê
jî kesek ne amade ye, û nikare jî, yekawa bersîva pirsên olên gelê
kurd ên kevnar – êzdîtîyê û zerdeştîyê, bide. Ji bo vê lêgerîn û
lêkolînên zanistî yên kûr û berfireh pêwîst in.
Ev pêvajo ye!
Lê dîsa jî, îro di hinek tiştan da mirov dikare gotina xwe
ya zanistî bibêje – bêyî ku xala dawîyê deyne… Ew êzdîtî (yan
êzîdîtî), ya ku hinek wisa yekalî, zêde wek daxuyanî, ne wek gotineke zanistî ferz dikin, di rastîya xwe da ne wisa yekawa ye…
Belê, êzdîtî ne zerdeştî ye. Û hîç kes nikare vê red bike!
Lê ji ber ku êzdîtî (ne êzîdîtîya Şîxadî) ola gelê kurd a berî zerdeştîyê bûye, di nava bingehên wê û zerdeştîyê da gelek tişt
hene, yên ku hevbeş in û wan nêzîkî hev dikin, lewra ku zerdeştî,
mîna êzdîtîyê, oleke kurdan a Medyayî-Kurdistanî ye, û di derbarê vê da jî delîlên dîrokî hene…
Û ev jî bûye (û îro jî dibe) sedem, ku hinek van her du olan
(zerdeştîyê û êzdîtîyê!) bigihînin hev. Helbet, bi vê cîhan wêran
nebe! Dibe ku ev jî rêyek e, ji bo ku di nava tomerîyekê da bingehên êzdîtîya resen a kezî bên dîtin (hîç nebe, li ser asta zanistî!). Û bi dîtina gelek kurdên êzdî yên têgihîştî, ev ji wan têgeh
û têrmînên îslamî çêtir e, yên ku piştî hatina Şêx Adî (Şîxadî) û
bi “rêformên” wî êzdîtî pê xeşivandine û kirasekî îslamî li stuyê
wê danîne û ew kirine êzîdîtî. Û ev jî êdî ne êzdîtîya pêşîyên me
ye, ew êdî êzîdîtî ye – ev jî ji navê Sultan Êzîd tê (Yezîd bên
Muawîya Ebî Sifyan)...
Û, ka, gelo çi pêwendîya Sultan Êzîd û yên ku bawerîya
wî anîne nav êzdîyan, bi êzdîtîyê ra heye, kêm mirov dibînin û
bibêjin! (Di vê derbarê da – di gotara min a “Êkspansîya bierbkirina Kurdistanê didome?” da bi hûrbînî heye – jêder li jorê ye).
...Tiştekî balkêş jî: di nava govtûgoyeke di Fêysbûkê da,
ya ku pêwendîya wê bi vê mijarê ra nîn bû jî, beşdarekî wê–Ilias
Arian Shaddadi, bi dilêşî weha nivîsîbû:
217
“Ji wê "gengeshîyê" dertê holê, ku hinek ji Êzdîyên me
bûne Yêzid...!” 113– Ango, çi dertê holê? – Di nav gel da yên ku
vê cudahîyê dibînin, hene, û ev jî ne tenê ye, di derbarê rêze
dîtinên weha di pêveka gotara min a “Êkspansîya bierbkirina
Kurdistanê didome?” da jî hene. Lê sed heyf û mixabin, yên ku
xwe pisporên vî warî an ezdazan (têolog) dibînin, ewê nabînin,
an jî didin xuyan, ku tiştekî wisa nîn e...
Helbet ev mijara pêdivîya xwe bi lêgerînên zanistî yên kur
û berfireh heye!
...Li ber çavan e, ku di vê gotara Hoşeng Broka da mijar û
pirsgirêkên nêzîk û dûrî hev wisa di nav hev da tên radestkirin,
ku dîtina bersîveke yekgirtî û yekawa dijwar bikaribe derê holê.
Divê ew gotar dabeşî ser çend pirsgirêkan bibe, hinekên ku hîç
pêwîst jî nake, ku mirov bala xwe bidê (ji ber ku ew li ser bingeha
hêrsekê derketine holê), lê yên dinê, bi serê sar, bi zanistî bên
nirxandin û hewl bê dayîn, ku bersîvên wan bên dîtin...
Ev, wek têgihîştineke giştî – di derbarê vê mijarê da!
II
...Lê, dîsa jî!
Ji bilî van hemûyan û ji van jî zêdetir, a ku di wê gotara
Hoşeng Broka da bala mirov dikişîne, ew pirsa têgihîştin û
helwestên pirsên olî-netewî ne, yên ku dikarin mirov bikişînin
nava ramanên tevlihev û aloz.
Ew pirsa, qaşo, “faşîzm” û “natsionalîzm”-a kurdî ye.
Berî ku li ser vê pirsê hinek nirxandin bikim, em binihêrin,
ka “faşîzm” û “nasionalîzm” çi ne, tên çi wateyê û, ka gelo ew
di nav gelê kurd ê bindest û bê dewlet da dikarin hebin, an – na?
Weha: faşîzm navekî giştî yê tevgerên siyasî û bîrdozî yên
bêpîvan û tund û tûj e, û ev jî dibe bingeha rêvebirîyeke bi şêwazê
dîktatorî. Û taybetmendîyên rêvebirîya vî şêwazî jî ev
nasîonalîzma mîlîtarî (bi têgihîştina wê ya fireh va), bêtehmûlîya
li hember bîyanîyan (ksênofobîa), rovanşîzm û şovenîzm, redkirina dêmokrasîyê, bawerîya bi serwerêya yên bijarte (êlît),
dewlet li ser her tiştî ra girtin û tevkujî (jenosîd)...
113
https://www.facebook.com/tosn.ozmanian/posts/10206812505737064?notif_t=close_ frie n
d_activity
218
Û, eger mirov van hemû teybetîmendîyan dinihêre, dibîne,
ku gelê kurd ew hemû jî li dijî xwe dîtine û hemû pêkanînên wan
ên dijmirovî li ser çermê xwe hîs kirine, lê ji wan hîç yek jî di
nav wî da nîne! Ji bilî vê, ji bo faşîzmê, desthilat – serwerîyek
pêwîst dike! Wisa jî, hem bi dîrokî, hem di vê rewşa objektîv da,
di nav gelê kurd da hîç bingehek ji bo faşîzmê nîne...
Û tevgera gelê kurd a dêmokratîxwaz jî govenîya wê ye!..
A, ew tişt, ê ku hêja Hoşeng Broka gîhandîye van dîtinan,
ew tiştekî dinê ye, û di derbarê wê da jî gotina min dê hebe...
Naha em bên ser pirsa natsîonalîzmê: nastîonalîzm
şêwazekî rewşa civakekê ya derûnî (psîkolojî) û îdêolojî ye, dîtin
û têgihîştina wê ya cîhanê û siyasetê ye, ya ku hinek netewan li
ser hinekên dinê ra digire, netewa xwe ji hemûyan bilindtir
dibîne, nakokîyan û reşbînîyê di nav gelan da gur dike...
Gelek şêwazên nasîonalîzmê hene, ji şovenîzma faşîstî
girtî heya nasîonalîzma tenik, a di bin gotinên çepgir û pêşverû
da veşartî.
Ji vê hêlê va nasîonalîzm û faşîzm nêzîkî hev in. Lê, dîsa
jî, ev hemû, wek derûnî, wek bîrdozî, wek siyaset di nav gelê
kurd da nikare hebe û nîn e jî...
Divê bê zanîn, ku nasîonalîzm, şovenîzm û faşîzm
nexweşîyên civakî ne, û, Xwedê neke, ew di nav hîç gelekî da jî
bidin der, belav bibin û bibin bela serê wî gelî bi xwe (ji bo vê
mînaka gelê alman li ber çavan e)!
Divê mirov natsîonalîzma gelên serdest a sîstêmî ji
“natsîonalîzm”-a gelên bindest cuda bike, helbet, eger mirov
bikaribe ya gelên bindest “natsîonalîzm” nav bike!
Eger natsîonalîzma gelên serdest netewa xwe li ser ên dinê
ra digire û, anegorî wê jî, berjewendîyên netewa xwe li ser ên
hemûyan ra dibîne, lê ya gelên bindest, ew helwesteke xwezayî
ye – li hember bindestî, stemkarî û mijovdarîya faşîzm û
nastîonalîzma sîstêmî ya dewletên serdest. Ango, ew rêaksîona
xweparastinê ye...
Û ji vê hêlê va, xwezî, hîç nebe, hinek hêmanên vê
“natsîonalîzm”-a gelên bindest li bal gelê me jî hebûya, ya ku
heya radeyekê helwestek e, ji bo ku xwe ji bindestî, û koledarîyê
rizgar bike...
Na! Natsîonalîzma şovenî ya paşverû li bal gelê kurd nîn
219
e! Na, ew helwest, daxwaz û dîtina bîrdozî, yên ku ji bo parastina
maf û berjewendîyên netewa xwe hene, ne natsîonalîzm e! Ew
helwest û daxwezek e, ji bo ku di warên jîyana civakî yên cuda
da bi berhemdarî xizmeta netewa xwe bikin. Di vê rewşê da, eger
di nava bîrdozîya “natsîonalîzmê” da (ne ji hêla netewa xwe li
ser hemûyan ra girtinê va, lê ji wê hêla têgihîştinê va, ku: “Ma
ne, weke hemûyan mafên me jî divê hebin?!”) di cîhê sereke da
maf û berjewendîyên netewê û yên nûnerên wê yên cuda tên
danîn. Û, eger ew di tevahîya xwe da, di civakê da mafên gerdûnî
û azadîya mirov diparêze, wisa jî – mafên netewê yên pêkanîna
xwe ya siyasî di jîyanê da (xwerêalîzekirina siyasî), ev rêyeke
xwedîtin, xwetêgihîştin û xweparastina her netewekê ya xwezayî
û mafdar e!..
Dîsa, xwezî, hinek ji van helwest û daxwezan li bal me –
kurdan jî, wek netew, bibûna sîstêmekê!..
Û baş tê zanîn, ka ew kî ne, yên ku helwest û daxwazên
gelê kurd ên vî rengî yên xwezayî wek natsîonalîzm bi nav kirine
û îro jî dikin!..
Ev têgihîştina netewî di vê serdemê da, bi dijwarîyên demê
ra, hê nû di nav gelê me da hişyar dibe...
Vê rewşa ku di nav gelê me da di nava sedê salan da derketibû holê, ew, a ku di nav wî da gelek kes an komên kesan, ji
bo berjewendîyên xwe yên kesî, malbatî, berekî-eşîrî, xwe di sêrî
da misulman didîtin, û her paşê ew kurd bûn, an – na, di nav hinek êzdîyan da jî ew helwest gîhandin, ku ew xwe cuda bibînin
(helbet ji bo vê sedemên dinê jî hebûne)! Û ev jî malwêranîya me
ya netewî bûye û îro jî wisa ye!
Û, ya ku li bal Hoşeng Broka pirsa têghîştina êzdîtîyê tê
berovajîkirin û dighîje asta absûrdê, li ber çavan e. Ji bo ku ev
yek bê têgihîûştin û derê zanebûnê, ezê li vir parçeyekî ji gotara
wî camêrî bînim û pey ra hewl bidim, ewê rave bikim û bidim
xuyan, ka çi çi ye û kî kî ye!
Weha ew çi dinivîse:
“...Êzîdiyatî û Êzîdî li seranserî dîroka xwe a ji fermanan
heta bi fermanan, rastî faşîzma gelek îdeologiyên nasyonalîst hatine...
Lê bandora nehênî û xirab a herî balkêş di van 30 salên
dawiyê de, bandora nasyonalîzma Kurd e. A rast metodên ku nasyonalîstên Kurd beramber bi pirsa Êzîdiyatiyê wek ol ku berê wê
220
bi darê zorê didin „îdeologiyeke xurû bi Kurdî“, ji her rêbazekê
bihtir, dişibin rêbazên faşîzmê.
...Jixwe Êzîdiyan heta anuha 74 ferman sebuneta ola xwe
a ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê, bedel dane û hîn jî heta bi
kêlîkê didin.
…Her gava ku hindek gotinên „Ne-Kurdî“ di „Ilmê
Sîngê“ yê Êzîdiyatiyê de, ku 95% bi Kurmanciya jorî ye, li gorî
mantiqê nasyonalîzma Kurd, bi darê zorê, tên „kurdîkirinê“, bê
guman e, ku ev bixwe jî faşîzm e. Çimkî teoriya „zimanê zelal“,
bingeha „zimanê“ faşîzmê bixwe ye. Jixwe „zimanê zelal“ jî, li
gorî tazetirîn teoriyên zimannasiyê mehal e”...
Dixwînî û matma dibî û dixwazî têbigihîjî, ka gelo ev
helwesta ji ku tê?! Belê, belê, ev helwest e û ne nêrîn, dîtin an
zanist!
Çi gunehê xwe veşêrim, di sêrî da min digot, ku ev ji tênegihîştian êzdîtîyê tê, lê paşê min dît, ku mabesta vî camêrî ne ku
êzdîtî, lê êzîdîtî ye (li beşê vê gotarê yê I binihêrin!) – ew li cîhekî
jî di gotara xwe da peyva êzdî bi kar nayîne, şerê wî ji bo êzîdîtîyê
ye, ne ji bo êzdîtîyê! Û, ku êzîdîtî ne êzdîtîye jî, tiştekî veşartinê
nîn e (di der barê vê pirsê da bi hûrbînî di gotara min a “Êkspansîya bierbkirina Kurdistanê didome?” da heye! – jêdera wê li
jorê heye!).
Dibe ku, ji bo wê ye, ku ew wisa bi gef û gur doza nekurdîbûna êzîdîtîyê dike. Û di vê da dibe ku ew rast be! Heman
dozê mîr Tehsîn beg jî dike, û ew jî rast e, ji ber ku tu pêwendîyên
êzîdîtîyê bi êzdîtîyê ra nîn in...
Ew, a ku Hoşeng Broka dibêje: “...Aya bo çi nasyonalîstên Kurd li şûna Newrozkirina Qewlên Êzîdiyan yên heman
heman xurû bi Kurdî, heta anuha ceger nekirine û nakin jî,
Quranê ku pirtûka pîroz a 97% ji miletê Kurd e, derbasî
„Newrozê“ û herweha „Newroz“ê jî derbasî Quranê bikin?
Gelo çima nasyonalîzma Kurd li şûna „kurdîkirina“ olên
Kurdî (Êzîdiyatî wek nimûne), heta anuha hewl nedaye ku Islama
xurû bi Erebî, Kurdî bike û wê di filtera Kurd û Kurdistanê re,
derbas bike?” – ew peyamek e! – Dixwaze bibêje: – “Yên êzîdî
(ne êzdî!) ne kurd in, û êzîdîtî jî ne ola kurdan e!”– Û ev jî, di
destpêkê da, heya radeyekê rast bûye. Lê naha ewê bawerîyê çi
şêwaz jî girtibe, bi objektîvî bûye ya kurdan (her çiqas ew ne
221
êzdîtîya kurdan a kevnar be jî!)... Di dema xwe da Seddem Huseyn jî pir hewl da, ku êzîdîyan vegerîne, lê jêra li hev nehat, ji
ber ku ew bûne kurdîaxêv (helbet, ne hemû!), û ji gelek hêlan va
di nav kurdan da hatine bişavtin, her çiqas berxwedaneke wana
ya hindurîn a veşartî hebe jî!..
…Û ev pêvajo jî weha pêk hatîye: êzîdîyên ku bi Şêx Adî
ra hatine nava êzdîyan, ew civakek bûye, ya ku ji nûnerên gelek
gelan pêkhatî bûye – ereb, kurd û yên dinê. Bi demê ra ew bûne
kurdîaxêv û gelek têgeh, têrmîn û navên îslamê kirine nava
êzdîyan jî û bi wê yekê rengekî êzîdî-îslamî dane êzdîtîyê, û ew
êzdî biêzîdî kirine. Dibe ku di destpêkê da na, lê bi demê ra êzdî
hînî vê rewşa xwe bûne û îro ew jî, wek wan – êzîdîyan, ên ku di
nav wan da hatine bişavtin, di nav êzdîyan (ango, di nav xwe da)
da şerê parastina êzîdîtîyê dikin…
Niha balêkêş e, ev, a ku Hoşeng Broka dimeşîne, ji kîjanê
tê?
Dîsa jî, divê bê gotin, eger pirs di derbarê êzdîtîyê da ye,
ev ola gelê kurd a kevnar a berî zerdeştîyê ye, Newroz jî cejneke
êzdîtî-kurdî ye, her çiqas, piştî bi êzîdîkirina êzdîtîyê navê Kuloça
sersalê dane pêş, a ku her û her kuloça Newrozê (wek sersal!)
bûye. Û şopên wê jî di nav êzdîyên ku berî dused salî zêdetir ji
welêt penaber bûne û ji bandora êzîdîkirinê der mane, hê jî hene.
Weha hê sala 2004-an di gotara xwe ya “Êzdîtî” da min li ser vê
çi nivîsye:
“...Lê kuloça sersalê? Ev jî hema-hema diket dema ku şev
û roj weke hev dibûn – dema sersala kurdî ya netewî – Newrozê.
Wan rojan li fêza gundê me – li Davanê berfînek derdiket, a ku
ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind bû, serê wê
wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivirîbin – vajî
bibûn, wek pelên serbixwe. Rengê wan sût bû. Û di navenda her
pelekî tûdirêjkî ra kêleke zerê vekirî (qîçik) derbas dibû – teyê
bigota yekî ta û derzî hildaye û ew kêl daye... Û hûn dizanin navê
vê berfînê çi bû? – Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê –
Newroz – Newroza delal!..” 114
114
http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html ; http://www.mezopotamya.gen.tr/ gotar-makal e/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html
222
Û ev ne ji bo xatirê “bikurdîkirina” êzdîtîyê û Newrozê
ye, ji xwe ew kurd in û bi kurdî ne – bi şêwaz û naveroka xwe
va! Dubare dibêjim, eger gotina xudanê wê gotarê di derbarê
êzîdîyan û êzîdîtîyê da ye, ew tiştekî dinê ye... Û hîç jî ne di cîh
da ye, ku ji bo wê ew berê xwe dide faşîzm û nasîonalîzmê... Ev
tiştên weha bîyanîyan hinartine (belê, ev helwest, bi serê xwe ya
bîyanîyan e!), û hîç şanê mirov nakeve, ku gotinên bîyanîyan (ew
jî, yên neyarên gelê kurd) dubare bike... Li şûna vê, wê rasttir
bûya, eger Hoşeng Broka ewan helwestên xwe danîya hêlekê
(bingehên wan çi dibin, bila bibin!) û bi lêgerînên xwe yên zanistî
bingehên êzdîtîyê û êzîdîtîyê ji hev vebijarta, û ev ji hêla zanistî
va dê xizmeteke erênî bûya (her çiqas, ew bi van nivîsên xwe êdî
bûye sedem, ku ji bo destpêkê rê li pêşîya wê vebe – hîç nebe, li
ser asta goftûgoyê!)...
Her çiqas diçe, mirov zêdetir matma dibe!
Belê, bi rastî, mirov nikare tê bigihîje, ku mirovek, ê ku
xwe ne wek rêxistin an sazîyeke siyasî, lê wek lêgerîner dide
nasîn, çawa dikare, ewqasî vekirî li hember gelekî (bila ew bi
xwe ne ji wî gelî be jî!) wisa bê bingeh û bê dadmendî tewanbarîyan bîne!
Ev heya radeyekê weke êrîşekê ye – êrîşeke derûnî...
Çima? Ev ji ku tê? – Ya ku divê bê zanîn jî, ev e!
Ew helwest û daxwaza gelê kurd, ku dixwaze vegere ser
bingehên xwe yên netewî, çima wisa ne bi dilê Hoşeng Broka ye?
Çima ew hewar û hêwarzeyekê dadixe û berê gel dide wê, ya ku
ewî di dîroka xwe da êdî temandîye? Ev daxwazeke xwezayî ye,
ku gelê kurd (bila ne hemû be jî!) dixwaze rehên xwe yên netewî
nas bike, watedar bike. Çima ev wisa li vî camêrî xweş nayê, û
ew wisa bi hêrs hewl dide berê wî ber bi cîhekî dinê va biguhêre?
Bi xwe binihêrin, ka ew çi dinivîse:
“Gelo çima nasyonalîzma Kurd li şûna „kurdîkirina“ olên
Kurdî (Êzîdiyatî wek nimûne), heta anuha hewl nedaye ku Islama
xurû bi Erebî, Kurdî bike û wê di filtera Kurd û Kurdistanê re,
derbas bike?..
... Gelo çima nasyonalîstên Kurd, li gor heman mantiqê bi
Kurdî û heman nasyonalîzmê, berê xwe nadin Islam û Quranê,
223
ku pirtûka 97% ji miletê Kurdistanê ye, û zimanê wê jî xurû bi
Erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê ye?”.
– A, li vira ye, ku gelê me gotîye – Ya star!
Çi bûye? Çima gelê kurd nikare li dîroka xwe, çanda xwe,
olên xwe (wek beşekî çanda netewî!) xwedî derkeve?! Ma, ev
guneh e?! Ma, ev, çi ku anîne û îro jî tînin serê gelê me, qederî
ye, ji ber kîjan sûcê wî ye, ku heya rojên wî yên dawîyê, ew divê
wek toqekî di stuyê wî da be?..
Binihêrin, di Japonyayê da du olên sereke hene sîntoyatî
(sînto/ sîntoîzm) û bûdayî (bûdîzm) û yên ku van her du olên sereke diperêzin jî, derdorê 96 % -ê hemû japonan in. Ew hinekên
dinê jî xaçperêz an misulman in. Lê piranîya japonan xwe di
heman demê da hem sîntoyî, hem jî bûddayî dihejmêrin... Rojên
cejn û merasimên olî rêvebirîya vî welatî diçe qubeyên (perestgeh) her du olan jî û dirozga xwe pêk tîne...
Û ev jî, mala Xwedê ava, pir baş e, bi vê ew Yekîtîya xwe
ya netewî diparêzin!
Lê ya me? Wek ku tê xuyanê, bi daxwaza Hoşeng Broka,
ji bilî misulmanîyê, mafê kurdan nîn e, li olên xwe yên netewî
yên dinê xwedî derkeve!?
Çi ye, çima êzdîtî (ne êzîdîtî!) û misulmanî ji bo vî camêrî
yek in? Çima ew dixwaze, ku kurd “li şûna olên Kurdî (Êzîdiyatî
wek nimûne) berê xwe bide Quranê, ya ku, wek ew bi xwe dibêje,
“zimanê wê jî xurû bi Erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê ye,
û Islama xurû bi Erebî, Kurdî bike û wê di filtera Kurd û Kurdistanê re, derbas bike”. – Ango, çi ku piştî êrîşên Umer Bên Xettab
heya dawîyê neçûne sêrî, wê pêk bîne!?..
Eva 1300 sal e, misulmanî bi zora şûr li gelê kurd hatîye
ferzkirin, û îro kurd ewqasî misulman in, çiqasî misulman in. Û
ev çima ne bi dilê vî birayê hêja ye, û ew dixwaze, ku ew hinek
şopên bingehên rewanî yên destpêkî, yên ku di nav gelê kurd da
mane (û ew winda nebûne!), ew jî ji holê rabin?
Ev daxwaza kê ye?..
Li ser pirsa „Êzîdxan“ – ê! Weha ew çi dinivîse:
“Her dema ku nasyonalîstên Kurd dixwazin Êzîdiyatiyê ji
serê wê heta bi paniyên lingên wê, di filtera „îdeologiya bi
Kurdî“ re derbas bikin û hewl didin ku „Êzîdxan“ di Qewl, Beyt
224
û Dwayên wan de, bi darê zorê bibe „Kurdistan“, ev jî bê guman
faşîzm e. Ji ber ku berê faşîzmê tim li zorê ye, wek çawa berê zorê
jî tim li faşîzmê ye. Eger bi rastî Êzîdxan Kurdistan e û wisa ye,
aya çima nasyonalîstên Kurd dixwazin serê „Êzîdxanê“ bi darê
zorê bitewînin û bibin „Kurdistanê?“”
Mirov dixwîne û nizane, bigirî yan bikene!
Ev an ji nezanîya zimên û kevneşopîya gelê me tê, yan jî,
hinek bi zanebûn vê nezanîyê didin lîstin.
Di sêrî da bibêjim, ku ev peyv ne ku “Êzdîxan” e, lê
“êzdîxane” ye!
...Kal û bavên me, dema gotine êzdîxane, mabesta wana
ne ku war û meskenê êzdîyan, lê civaka wana bûye. Û dema gotina êzdîxana serhedê, êzdîxana Ermenîstanê, an yeke dinê, mabesta wana civakên êzdîyan ên wan deveran bûye. Gelê me, wisa
jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan.
Dema oldarekî êzdî ji cîhekî vegerîyaye û mirîdên wî jê pirsîne,
ka gelo ew ji ku tê, ewî gotîye: “Çûbûm Gurcistanê, nava
êzdîxana me!”
Hew!
Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane û misulmanî,
mabesta wan du civakên (beşên) gelê kurd bû – civaka kurdên
êzdî û ya kurdên misulman.
Û di rastîya xwe da, ya ku heye, ev e!
Di derbarê vê pirsê da bi hûrbînî di gotara min a “
“Êzdîxan” an “êzdîxane”?–kîjan ji wana rast e û tê çi wateyê?”da
heye.115
Û li ser pirsa “Tu êzîdî yî, yan kurd î?” Hoşeng Biroka
dinivîse:
“Her dema ku ji Êzîdiyekî tê pirsyarkirin: „tu Êzîdî yî, yan
Kurd î?“ (ev pirs di medya Kurdî de, êdî bûye klîşêh û model), bi
ya min ev ne tenê pirseke nenormal, belê pirseke faşîst e jî, ji ber
ku mantiqê pirsê, wek diyar e, faşîzm bixwe ye. Gelo carekê ji
Kurdekî Misilman, ev pirs hatiye kirin: „tu Mislman î, yan Kurd
î“?
115
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/êzdîxan_an_êzdîxane_k_îjan_ji_vana_r
_ast_ e_û_tê_çi_ wat_eyê; http://xendan.org/kurdi/drejawtar.aspx?NusarID=12& Jmara
=312
225
Her cara ku navê „Êzîdî“ tê û „Kurd“ pê ve tê parçîmkirin, bi ya min ev jî faşîzm yan jî xwişka wê bixwe ye, çimkî di
mantiqê „parçîmkirina“ „Kurd“ bi „Êzîdî“ ve, zor û sextbûn
heye, û zor jî metodek ji metodên faşîzmê ye.
Aya bo çi heman parçîmkirin, li ser asta nasyonalîzma
Kurd, ji bo „Kurdê Misilman“ yan „Misilmanê Kurd“ jî, derbas
nabe?”
Divê bê zanîn, ku ev pirsa li cîhekî vala derneketîye û tu
pêwendîya wê bi faşîzmê ra jî nîn e!
Piştî ku nûnerên mala mîran û erkdarên olî, yên bi wan va
girêdayî, di nav gel da ew têz belavkirin, ku êzîdî (ne êzdî!) ne
kurd in, bi xwezayî ev pirs derket holê. Heya di dema xwe da
nûnerên mala mîran – “mîr” Bazîd û “mîr” Muawî xwe gîhandin komarên sovêtî yên Ermenîstan û Gurcistanê û ev nexweşî li
vir jî belav kirin (di derbarê vê da jî hûn dikarin di gotara min a
“Êkspansîya bierebkirina Kurdistanê didome?” da bixwînin!).
Helbet li vir helwesta piranîya êzdîyên Sovêtê li dijî vê bû, lê ew
hêzên ku li pey vê pêvajoyê va sekinîbûn, ji nav êzdîyên sovêtê
hinek kes yek bi yek kişandin bal xwe, devê wan şîrîn kirin, serê
wan tuje kirin û paş va verê kirin...
Û îro êdî rewş ne wek berê ye...
Çavê kê ronî?!..
III
...Ma çi pêwendîya vana bi kurdayetîyê,
gelê kurd û Kurdistanê ra heye?..
Her çiqas Hoşeng Broka di vê gotara xwe da têgihîştina
pirsê û helwesta xwe ya li hember wê dîyar kirîye jî, lê dîsa, wek
ku tê xuyan, ew hîs dike, ku her tişt ne wisa ye, û hinek şiroveyên
balkêş dide, yên ku hîç jî vê helwesta wî betal nakin...
Ji bo ku ev hemû bên têgihîştin û bersîvên wan bên dîtin,
ez ê li vir hinek peyamên vî camêrî bînim:
– Min pirrcaran got û hîn jî dibêjim, ku Kurdistan a sisiyan
e; a „dînê bihêz“, „eşîreta bihêz“ û „partiya bihêz“ e!..
226
– Min pirrcaran got û hîn jî dibêjim, ku Kurdistan ji bo
xatirê Şingalê Kurdekî îdam nake.. bi Kurdekî re hesab nade
dîtin, û rê li ber Kurdekî jî nagire!..
– Min got û hîn jî dibêjim, ku biryara serok Barzanî ji bo
zindankirin û binçavkirina hindek berpirsên rûxandina Şingalê,
tenê ximav e li ser kaxeza Kurdistanê!..
– Û anuha.. piştî dora heft mehan ji fermana Şingalê,
„Kurdistana jor“ careke din vegeriya wekî berê.. Her tişt li jor
wekî berê vegeriya!
– Anuha, Şêxan a 2007an li Şingala 2014an xwe dubare
dike!
– Gelo çima Kurdistan liser rûxandina Şingalê hewqasî
bêdeng ma û heta anuha ne berpirsek, ne nîv- ne jî ribekberpirs
ji rêza dehan, nehate sizadanê?
– Çima Kurdistanê xwe diser rastiya Şingalê a diyar wek
roja wê re çengkir?
– Çima Hewlêrê „genosîda Şingalê“ piştguhkir û xwe ji
ber erêkirna wê li jêr banê parlemana xwe, da alî?
– Çima Kurdistanê „gênosîda Şingalê“ bi qaçaxî ji
Hewlêrê derbasî Genfê kir?
– Gelo Êzîdî ku dê sibê li ber dergehên parlemana Ewropî
li Brukselê bicivin, dê çiqasî û heta kîjan radeyê bersiva van pirsan bidin?
– Êzîdî bi sebûneta „vekêşana tektîkî“ a bi Kurdî, li jêr ala
Kurdî û sirûda Kurdî, pêrgî yekemîn genosîd di sedsala 21ê de
hatin, ku di serencamê de, Êzîdiyan dora 4000 qurban, bihtir ji
4000 hezar jinên sebîkirî, navbera 5-7000 revandî û bihtir ji 400
hezar derbeder (dora 90% ji hejmara giştî a Êzîdiyan) ku koçberî
Kurdistanê û dewletên dorûber kirin, bedel dan. Ev qas karesat
tev li jêr ala Kurdistanê û îdeolojiya nasyonalîzma Kurd bi serê
Êzîdiyan de hat, lê pirs ev e: Çima serokê Herêma Kurdistanê
hîn lêborîn ji Êzîdiyan nexwestiye, ne jî dê bixwaze?116
Erê, ev, çi ku pêk hatîye, rast e – wek pêkhatin!
Lê, gelo, çi pêwendîya wê bi kurdîtîyê, gelê kurd û Kurdistanê ra heye?!
116
http://www.felsefevan.org/ezdaname-ciroka-xwedayeki-sextekar.html
227
Ev sûcek e, yê ku li hember gelê kurd û Kurdistanê hatîye
kirin (ew jî, ji navê wan bi xwe!)...
Û evên ev yek kirine, îro dixwazin sûcên xwe bi hovîtîyên
DAÎŞ-ê bişon-paqij bikin.
Helbet, dîrokê qîmetê xwe bide van bûyeran, wê li ser tayekî mêzînê sûcê DAÎŞ-ê bê danîn, lê li ser tayê dinê – sûcê wan,
ên ku Şengal (wek parçeyekî xaka Kurdistanê), û êzdîyên Şengalê (wek beşekî netewa kurd) radestî wan hovan kirin, û wan
hovan jî tevkujîya êzdîyan pêk anîn... Û ev jî, ne tenê ne kurdîtî,
lê, her weha, ne mirovî ye jî!
Û, wê demê bê, gelê kurd, zû an dereng, dê ji wan bipirse!
Kurdîtî û mirovî ne ev in! Ew tiştekî dinê ne: dema êrîşên
li ser Şengalê û tevkujîyên li hember gelê me hêzên HPG-ê li gelê
xwe xwedî derketin, û di wî şerê man û nemanê da gelek pakrewan jî dan, ew hê jî li wir in û li dijî êrîşên DAÎŞîyan radiwestin
û li ber xwe didin, ji bo mafên êzdîyên Şengalê di her waran da
kar û xebatê dikin, bi her awahî alîkarîya gelê xwe dikin... Gelê
Kurdistanê, li her çar parçeyên welêt ji bo piştgirîya Şengalê rabû
ser pêyan, dengê xwe bilind kir û alîkarî da xwîşk û birayên xwe.
A, eger Hoşeng Broka di derbarê kurd û Kurdistanê da
diaxive, divê vê bibîne û di der barê vê da bibêje...
Û piştî ewqas malwêranî û tevkujî, îro jî hê rêvebirîya
Herêma Başûrê Kurdistanê li ser ya xwe ye...
Binihêrin, fermandarekî hêzên pêşmergayan, general
Farîk Cemal hê jî li ser çi ferz dike: “...tu hêzeke leşkerî naxwaze,
dema bikeve Şengalê, şaşîyan bike, hemû bajar bi gundên ereban
va dorpêçkirî ye, DAÎŞ wana wek hêwirgeh bikar tîne...Divê em
di sêrî da Telafarê rêzgar bikin, û wê wek bihurekê ji lojîstîkê û
hêzên degel ji bo wan amade bikin, ên ku wê ewlekarîya bajêr
biparêzin...”117 – Wisa – ne kêm, ne zêde!
Û heya ev camêrana Telafarê rizgar bikin (?!), van
“planên” xwe bibin sêrî, dîsa bi hezaran êzdîyên Şengalê wê bibin gorîyên wan û “planên” wana!
117
http://kurdistan.ru/2015/05/17/news-24076_Komandir_peshmerga_otvetil_na_obvin
eniya_kom andira_RPK.html
228
Dibe ku armanca wana jî hema ev e? Ya ku ew dixwazin,
ku pêk bê jî, dîsa ev e?
Nizanim, ...nizanim!
Lê tiştek li ber çavan e: yên ku bixwazin li gelê xwe xwedî
derkevin, wê li wan gund-mundên ereban ên baregehên DAÎŞ-ê
nenihêrin! – Cîhan ewqas çek û teknîkê ji bo çi dide?
Lê li vir dîsa pirsek dertê holê: “Lê ew şowa têatroyî, ya
ku serokê Herêmê kek Mesûd li perê Şengalê li dar xist û gelê
kurd ji bo rizgarkirina bajêr pîroz kir, li ku ma?”
Ev çi ye, ev camêrana gel dixapînin, an di nav rêvebirîya
Herêmê da haya destê rastê ji destê çepê nîn e?
Her çi jî hebe, ya ku hatîye (an anîne) serê gelê me, îro jî
didome! Û ev jî tu pêwendîya xwe ne bi kurdîtîyê, ne bi gelê kurd
û ne jî bi Kurdistanê ra nîn e!
Û ya ku min dixwast, ku hêja Hoşeng Broka bidîta jî, ev e!
Wekî dinê?..
Wekî dinê, yên ku bixwazin bizanibin, ka ev kiryarana
çiqasî pêwendîyên xwe bi kurdayetîyê, gelê kurd û Kurdistanê
“hene”, dikarin wisa jî di van gotaran da bibînin:
“Reşkujîya Şengalê û dersên wê”
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/r_eşkujîya_şengalê_û_dersên_wê
http://xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12&Jmara=70 ; R’ojnameya “Pênûsa nû”, № 28 –
http://www.penusanu .com
“Reşkujîya Şengalê hemû pakî û nepakîyên me
derxiste holê” http://www.amidakurd.net/qunciknivis/r_eşkujîya_şengalê_hemû_p_akî_û_nep_akîyên_me_derxiste_holê ;
http://xendan.org/ kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12&Jmara=103
“Daxuyanîya Mesûd Barzanî”
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/daxwîyanîya_mesûd_barzanî ; Rojnameya “Pênûsa nû”, №
29 – http://www. penusanu .com
229
“Dertê holê, ku rêvebirîya Herêma Başûrê Kurdistanê
piştgirîya rayedarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) dike”
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/dertê_holê_ku_r_êvebirîya_herêma_başûrê_k_urdistanê_piştgirîya_r_ayedarên_dewleta_îslamî_daîş_dike_çima
“RÛDAW dîsa defa fitne û derewan dixe”
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/rûdaw_dîsa_defa_fitne_û_derewan_dixe
“Girtina Heyder Şeşo nakeve xizmeta yekîtîya netewî”
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/girtina_heyder_şeşo_nak_eve_xizmeta_yekîtîya_net_ewî
19. 05. 2015
Pampa Kurdan
230
…ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û
ÊZDÎTÎ BÊ TUNEKIRIN Û JI HOLÊ RABE?!..118
“Rastîyeke tal
ji hezar derewên şîrîn şîrîntir e!”
(Gotina pêşîyan)
Helwest heman helwest e, tiştekî nû li holê nîne!
Lê, dîsa jî…
Piştî weşana nivîsa ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî
sextekar’119 a Hoşeng Broka min di gotara xwe ya “Helwesta
bêsînor a asta absurdê û nedîtina rastîyan”120 da li ser wan
helwest û nêrînên wî biraderî hinek nirxandin pêk anîbûn, ên ku
di wê nivîsê da dabûn der.
Û kekê Hoşeng li ser van nêrînên min gotareke ji heşt beşan bi sernivîsa: Ezîzê Cewo û „Çîroka Xwedayekî Sextekar“121 dinivîse û şûna ku dîtinên min bi zanistî binirxîne, şiroveyên xwe bîne, eger tiştek jî hebe, bi zanistî gotina xwe bibêje,
li rûyê erdê çi buxdan, şer û şiltax û tewanbarî hene û tune ne,
diavêje pêsîra min û hewl dide, dîsa berê me bide “Êzdaname”
û “Çîroka ’Xwedayekî sextekar’”, a ku, wek ku ew bi xwe dinivîse, ewî, “hem wek „şahidekî“ vê pirtûkê û Xwedayê wê yê
„sextekar“, hem jî wek pisporekî Êzîdînasiyê” xwe mecbûr
dîtîye, ku hindekî ji çîrok û dîroka „Êzdanamê“ vebêje...
Û bi vê rêyê evî biraderî çi karibûye, ew jî gotîye. Lê ev
serpêhatîya wî û ya wan e, yên ku bi hev ra ewan pêk anîne... Lê
ew di nîvê rê da ji xwe poşman bûye, ...ji ber ku derketîye holê,
ku Xwedayê wî û yê wan ne yek in, xeta wî ya sofîtî-îslamîkirina
118
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û
_êzdîtî_ bê_t_ unekirin_û_ji_holê_r_abe ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale
/bersva-gotara-hoseng-broka-h2252.html
119
http://www.felsefevan.org/ezdaname-ciroka-xwedayeki-sextekar.html
120
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/helwesta_bêsînor_a_asta_absûrdê_û_ ne
dîtina_r_astîyan ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/helwesta-bsnor-a-astaabsrd- nedtina-rastyan-h2250. html
121
http://ezidipress.com/ku/hoseng-broka-ezize-cewo-u-ciroka-xwedayeki-sextekar/
231
êzdîtîyê derbaz nebûye û lewra jî, wek ku di nav gel da tê gotin,
piştî şêr bi gef û gur dike qêrîn: “Hela min berdin!”
Ev jî bi serê xwe ne ku zanist û zanîyarî ye, lê dibe mîna
şerekî neheq, êrîşeke bê bingeh...
Wekî dinê, jixwe têgihîştin û helwesta wî li holê ne, û hîç
pêdivî jî nîne, ku mirov careke dinê bi hûrbînî li ser wê pirtûkê
ra derbaz bibe! Û, ji bilî vê, nêrîna min a di vê derbarê da jixwe
di gotara min a navborî da li holê ye: “...eger mirov dest diavêje
pirsekê û xwe rast û destûrmend (competent) dibîne, divê ferqa
di nava xwe (wek lêgerîner) û yên dinê da (wek siyasetmedar)
bibîne. Erk û jêderên helwestên van her du katêgorîyên kesan
cuda ne. Siyasetmedar ji bo bi rêyên siyasî çareserîya pirsgirêkên gelê xwe bibîne, rê û rêbazan digere, lê lêgerîner jî, ji
hêla bi zanistî bi karê wan ra bibe alîkar, bi berpirsîyarîya xwe
radibe.
Ev her du divê hev temam bikin, ne ku rabin dijî hev û bi
hev ra bêne gulaşê…
Di jîyanê da hîç tiştek jî ji sedî sed (absolyût) nine, divê
mirov ewqas jî li ser rastbûn û destûrmendîya xwe ferz neke, ji
ber ku, yê ku divê wê bibîne û bipejirîne jî, civaka kesên pispor
bi xwe ye...”
Hew!
Lê, wek ku tê xuyanê, kekê Hoşeng hem ji hêlekê va dîsa
ewê helwesta xwe dide pêş, dîsa dixwaze karê ku wan bi hev ra
pêk anîne, û ewî bi xwe di nîvê rê da berê xwe jê guhastîye, bi
me bide nirxandin û nêrîna xwe li me bide ferzkirin...
Çima?
Û, her çiqas ew hewl dide, xwe derveyî siyasetê bide
xuyan jî, ev bi serê xwe helwesteke siyasî ye! Lewra ku, wek ku
tê zanîn, “bêsiyasetî” jî şêwazekî siyasetê yê sergirtî ye! Ji ber
wê jî, li ber çavan e, helwesta vî biraderî ji bo wî bi serê xwe bûye
wek îdêya-fîks(fixed idea), û, yek e, ew li hemû rastîyan di eyna
xar da dinihêre û anegorî wê jî wana dinirxîne û rave dike.
Lewra jî, ez li vir dixwazim, tenê hinek tiştên bingehîn binirxînim – ew jî, ne ewqas ji bo wî biraderî (yek e, ew li ser ya
xwe ye!), çiqas ji bo xwendevanên hêja. Û bila xwendevan bi
xwe bibînin, ka rastî di çi da ye!
232
Di sêrî da bibêjim, ew, ku kekê Hoşeng gelek tiştan nabîne
(an dide xuyan, ku nabîne?!) ew ji ber wê ye, ku bingehên têgihîştinên vê mijarê yên me herduyan ji hev cuda ne. Ya yekem ew
e, ku ew li ser dîtinên biêzîdîkirina (bixwîne: biîslamî-sofîkirina)
êzdîyan gihîştîye-mezin bûye, lê min di nav êzdîyan da çavê xwe
vekirîye, di nav êzdîyan da mezin bûme. Û ev êzdî jî, ne bi giştî
be jî, ji wan pêvajoyan der mane, yên ku bi hatina Şêx Adî û piştî
“rêformên” wî di nav civaka êzdîyan da rû dane... Ango, em du
mirov in, ên ku ji nav civakên ji hev cuda, olên ji hev cuda hatine
(ew êzîdî-sofî ye, ez êzdî me!), û ji bo wê jî dîtin û armancên me
ji hev cuda ne: ew hewl dide êzîdîtîya sofî li ser redkirin û tunekirina êzdîtîyê li civakê ferz bike, lê ez dibêjim, ku êzdîtî bi serê
xwe oleke kevnar a gelê kurd e, û tu pêwendîya wê bi sofîtîya
(sûfîzm) îslamî ra nîne (û, ku êzîdîtî terîqeteke îslamê ya sofîtîyê
ye jî, ne ku ez, lê ew biradera bi xwe dinivîse!).
Ev jî mîna wê ye, em bibêjin, eger nûnerên olên
xrîstîyanîyê, misulmanîyê, yehûdîyê an ên hineke dinê, an pispor-zanîyarên wan olan li ser pirsekê govtûgo bikin (bi zar be
ew, an bi nivîskî!), dîtinên wana dê ji hev cuda bin. Û, pirs di wê
da ye, ev nûnerên olên cuda û pisporên wan dîtinên hev dibihên,
hewl didin têbigihîjin û ji bo xwe dersekê jê derxin (helbet, yên
têgihîştî û ne fanatîk!), û dîsa her yek li ser ya xwe dimîne, an jî
di nava goftûgoyê da her yek hewl dide, ku ola xwe kevnartir an
heqtir nîşan bide! Û kesek kesekî dinê red nake, nabêje, ku ewên
hember tune ne (her çiqas dikin mecalê û di binî va bawermendên
hev ji rêya wan diguhêrin!). Lê kekê Hoşeng hebûna êzîdîyatîyê
li ser tunekirina êzdîtîyê ava dike û vê xeta xwe jî li hemûyan ferz
dike...
Belê, ew bûne êzîdî-sofî, wek ku ew bi xwe dinivîse: “Ya
Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan
û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e (bi kurdî: sofî/sofîtî. – E.
C.), ku bingeha wê jî ji islamê wêdetir e. ...Sufîzm di koka xwe de,
wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e, û
ji dînnasiyê jî bihtir irfannasî ye, û ji Xwedanasiyê jî bihtir mirovnasî ye. Lewre, Hisên Bin Mensûrê Hellac (858-922) digot:
„Ez heq im.. û ji xeynî Xwedê jî di bin cubbê de tune!”
Û ew êrîşên xwe yên derûnî li ser vê bingehê û ji vê jî
zêdetir didomîne: “...Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê
233
wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de, ku wê demê
netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, nasyonalîstên Kurd
dinyayê xirab dikin, mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê”. – Helbet pirsa gunehkarî yan negunehkarîyê wê hê derê ber çavan, lê
ez li vir dixwazim ji vî biraderî bipirsim – ka, gelo, ew qonaxa
sûfîst a here berz çawa dikare di êzdîtîyê da hebe? Eger li ser
bingeha sûfîzma îslamî terîqetek bi navê êzîdîtîyê (ne êzdîtî!) ava
kirine, çi pêwendîya wê bi êzdîtîyê ra heye, ya ku xwedî dîrokeke
çar-pênc hezar salan e?!
Û, ew bi xwezayî, vê sofîtîya îslamî bi gotinên Ebû Ebdullah el-Huseyn îbn Mansûr el-Hellac şirove dike, yê ku ezdazan
(têolog) û mîstîkê îslamî û nûnerekî sofîtîyê bûye...
Eger kekê Hoşeng sofîtîyê wek êzîdîtî rave dike (an, berovajî wê, êzîdîtîyê – wek sofîtî!), êdî pêdivîya gotinan namîne.
Mirovekî, ku pirî-hindikî bi îslamê ra nas be (êdî ez di derbarê
oldarên îslamê û pisporên vî warî da nabêjim!), wê ji dîroka
îslamê û sofîtîyê (sûfîzm) bizanibe, ku sofîtî an bi erebî: tesevûf
( )تصوفşaxekî sofîtî-mîstîkî ye di îslamê da, yek ji şaxên sereke
yên felsefeya îslamî ya klasîk e. Û yên ku dû vî şaxê îslamê diçin,
ji wan ra sofî (sûfî) dibêjin. Û evê rastîyê jî, dê hîç ji kesî ra li
hev neyê, ne red bike, ne jî veşêre!
Belam, tiştê ku nayê têgihîştin û pejirandin jî ew e, ku ew
vê îslamîyetîyê bi êzdîtîyê va girê dide, an, rasttir dibû, mirov
bigota, ewê datîne şûna êzdîtîyê... Û ev jî tu pêwendîya xwe ne
bi zanistê, ne bi rastîya dîrokî û ne jî bi ol û olzanîyê ra heye. Ev
siyaset e û siyaseta zordarîyê ye, ya ku, eger ewî bi xwe li ser vê
nirxandin bikirana, dê ji sedî sed ew faşîzm bi nav bikira! Lê ez
vê wek faşîzm bi nav nakim. Ew pêvajoyeke dîrokî ye – dema
olek tê û oleke dinê tune dike û şûna wê digire... Ev baş be, an –
xirab, pirs ne di wê da ye. Ev li civaka mirovahîyê ne xerîb û
awarte ye: yek hatîye, ya dinê tune kirîye! Û pirs jî hîç ne di wê
da ye, ka kîjan ji wana xirab e û kîjan – baş! Başî û xirabî di nava
pêwendîyên demê û mercan da hene. Mînak, heman tunekirin ji
bo wan, ên ku hinekan tune dikin, tiştekî baş e, lê ji bo wan, ên
ku tên tunekirin, xirab e.
Ji vira jî – helwestên wana yên ji hev cuda!
Lê...
Wek ku tê xuyan, tunekirina êzdîtîyê, ya ku 950 sal berê
234
dest pê bûye, hê tam neçûye sêrî, ...ji bo wê jî ev pêvajo îro jî
didome!
Û ji bo ku evê helwesta xwe veşêre, kekê Hoşeng, min di
natsîonalîzmê û meşandina “şerê sar” ê dema Sovêtê da tewanbar dike... Ango, bi gotina wî, eger yek dibêje – ez ez im, lê tu tu
yî, navê min û yê te ji hev cuda ne, ola min û ya te ji hev cuda ne,
ew wî di natsîonalîzmê, faşîzmê û şerê sar da tewanbar bike... Û
ew, ku êzdîtî û êzîdîtî ji hev cuda ne, ew bi xwe jî piştrast dike.
Ka, careke dinê gotinên wî bi bîr bînin: “Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her
tiştî bihtir sufîzm e...”, “Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e...”,“Şêxadî û
qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de...” – Belê, ev êzîdiyatî, ya ku ev biradera dibêje, terîqeteke
îslamê ya sofîyan e, ya ku nikare êzdîtî be!... Lewra jî divê êzdîtî
bê redkirin û tunekirin, ku ew terîqat hebe û li şûna êzdîtîyê bê
pejirandin?!
Ya ku ji destpêkê heya niha li civakê hatîye ferzkirkirin jî,
ev bûye û îro jî ev e...
Û ji bilî vê, balkêş e, gelo ew êzdî, yên ku kirine êzîdî-sofî,
hay ji vê hene? Ji bo wê, bila xwendevanê hêja bi xwe van rêzên
qewlên êzîdîyan bixwîne û bersîvê jê derxe:
“Ya melek Fexredîn te em xundîne li hizretê,
Tu me bisitrînî ji dirba xerqe,
Ji, Şerîetê, ji terîqetê;
Şikir te em avêtine ser pişka sinetê!”
An jî:
“Ya Sêsimis tû bideye xatira Hesenî zerbaba,
Def û sibaba,
Qûdis û Mekeh û Medîn û Ka’ba,
Êzdînê Mîr babê baba,
Mezinê çendî sihaba”.
Û, ew, ku kirasekî îslamî-sofîtî li stuyê êzdîtîyê pêçane, ne
tenê êzdî têgihîştine, her weha gelek zanîyar û ezdazanên bîyanî
jî ev dîtine, têgihîştine û şiroveyên jî xwe dane.
235
Weha, di derbarê wê da, ka çi hatîye serê êzdîyan û
êzdîtîyê, zanîyar-rojhilatzanê navdar O. L. Vîlçêvskî çi dinivîse:
“...Têrmînologî û sazûmanîya sofîtîyê (sûfîzmê) ewqasî ketîye
nava êzîdîtîyê, ku carna dijwar e, ku mirov bikaribe di bin qalibê
bawerîya Şêx Adî ya abstrakt û bi aşkereyî ji êzîdîyan ra bîyanî
(xerîb) da şopên bîrûbawerîyên kevn bibîne”.122
Û, lewra jî, dema kekê Hoşeng hewar û hêwarzeyekê dadixe, nakeve heşê mirov! Eger ew gengeşîyên zanistî, cudahî û
dijberîya raman û nêrînan wek “şerê sar” bi nav dike, ez ji wî
û yên mîna wî ra bibêjim, eger pêwendîyên Şêx Adî hê di dema
zarotîya wî da bi civaka êzdîyan ra nîn bûna, êzdîyan ew nas
nekiribûna, û ev jî nebûya sedem, ku ew bi hêsane ji hêla wan va
wek “mirovê xwe” bê pejirandin,123 û bi zarê xwe yê şîrîn ewî
xwe nekiribûya dilê wana (pêşîyên me gotine: “Bi zarê şîrîn maran ji qulê derdixin!”), û, ya here sereke, rewşa êzdîyan a giran
û bêçare nîn bûya, û, eger ew jî weke yên berî xwe bi şûr û sotin
li ser êzdîyan da hatibûya, êzdîyan dê li ber xwe bidana, wê xwe
bidana kuştin, lê Stargeha ola xwe ya navendî wê nesipartana wî
û dê îro jî ne di vê rewşê da bûna...
Binihêrin, şûna ku ev biradera tiştekî bi zanistî ravebike,
wan pirsan (bi zanibûn be, an – na!) bi siyasetê va girê dide:
“Helbet bersiv (ji kêmanî ji aliyê min de) diyar e. Ew jî ji ber ku
siyaseta nivîskariya birêz Cewo ji siyaseta vê pirtûkê û saziya wê
ye, ku yek ji saziyên Êzîdiyan yên rastûxo ser bi siyaseta PKK ve
ne. Helbet siyaset û siyasetşêkirin ne sûc e, belê mafek ji mafên
mirovan e, lê sextekirina Xwedayekî jibo jiholêrakirina Xwedayekî din, yan polîtîzekirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî
din, ne ji mafê ti kesî ye. Ev zor e; zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di mirovan de û herweha mafê mirovan di
Xwedê tê binpêkirinê”.
Li vira mirov çi dikare bibêje?
Baş tê zanîn, ku ji bilî destanîn û parastina mafên gelê kurd
(êzdî, misulman, xrîstîyan, yehûdî, an ên dinê!) û kurdistanîyan,
siyaseteke PKK-ê ya dînê nine. Li hember êzdîyan jî, bi taybet,
ew e, ku ew di nav civaka Kurdistanê da bi kevneşopî, çand û ola
Вильчевский О. Л. Очерки по истории езидства. – «Атеист», 1930, № 51;
Vîlçêvskîy O. L., “Di derbarê dîroka êzîdîtîyê da”, kovara “Atêîst”, 1930, № 51.
123 Feqî Huseyn Saxniç, “Şêxadî”, kovara “Laliş”, 2004, № 21, rû. 24 – 26.
122
236
xwe, hwr weha, berxwedanîya xwe ya bêhempa ya dîrokî va bên
naskirin (ango kurd bi wê parçeyekî dîroka xwe nas bikin û lê
xwedî derkevin!) û ew bi vê bibin cîhê şanazîyê û bibin xwedî
maf. Hew!
Û hemû dîroka vê rêxistinê û bûyerên ku di Şengalê da rû
dan û pêvajoya piştî wan bûyeran jî li ber çavan in û govenîya vê
ne! A, ev jî xeta birêz Abdullah Ocalan e, ya ku ewî bi zanistî, li
ser lêgerînên dîroka mirovahîyê, ji şûmêran (sûmeran) girtî heya
serdemên nû, destnîşan kirîye...
Lê, wek ku tê xuyan, a ku ev biradera dixwaze, ne ev e–
armanca wî tiştekî dinê ye! Eger ew di derbarê “...sextekirina
Xwedayekî ji bo jiholêrakirina Xwedayekî dinê, yan polîtîze-kirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî dinê” da diaxivîya,
divê bizanibûya, ku di rastîya xwe da ev hemû anîne serê êzdîyan
(ne êzîdîyan!) û Xwedayên wan. Û îro jî ew bi xwe bi tundî vê
xetê dimeşîne. A, ya zor jî hema ev e, û ev jî, wek ku ew bi xwe
dinivîse, “zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di
mirovan de û herweha mafê mirovan di Xwedê da tê binpêkirinê”, ango, mafên êzdîyan û Xwedayên wan tên binpêkirin!
Wek ku tê xuyan, ew, ku bi “rêformên” Şêx Adî êzdîtî (wek
bawerî, wek felsefe, wek têgihîştina gerdûnê û jîyanê!) heya
dawîyê ji holê ranebûye, ev ne bi dilê hinekan e: “Çawa dibe?!”
– Ew di hundirê xwe da diqîrin...
Lê niha jî di derbarê wê da, ka ev helwesta kurdan bi giştî
ya li hember êzdîyan bingeha xwe ji ku digire.
Bi rastî bibêjim, evê pirsê ne ku îro, lê hê ji zû va bala min
kişandîye û ez mijûl kirime.
Ji bo ku ev bê têgihîştin jî, analîzeke heşmendî me divêt, ji
bo wê jî ez ê hinekî ji dûr va dest pê bikim.
Weha, havîna 1993-an me yê li Komara Adîgêyê ya Federasîyona Rûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya
kurdên Sovêtê li dar bixista (wê demê jî min ne PKK û ne jî birêz
Abdullah Ocalan nas nedikirin!). Wî çaxî ez der-dorê 15 rojan li
wir mam û malmêvanên min jî du malbatên kurdên misilman
bûn... Û li wir tiştekê bala min kişand, ew bû, ku dayîkên van
malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê Rojê!”, “Ez bi vî
nanê germ û texte – sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... Ma, ev ji k’u
tê? – Min bi xwe ji xwe dipirsî.
Lê eger em sondên di nav me–êzdîyan da binihêrin?–“Ez
237
bi vî Şemsî!”, “Similayî!”, ango,“Bismilayî!”, “Ez bi milyaketan!”, “Ez bi Cin Teyar!”, “Ez bi Şêşims!”– Ma, ev ji ku tên? –
Dîsa min bi xwe ji xwe dipirsî...
Wek ku ji van her du mînakan tê xuyan, di nav beşekî
kurdên misilman da hinek tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine parastin, ne ku li bal kurdên êzdî.
...Ev tiştên ku min dîtin, tavetî nedidan min, û piştî demekê
min di wê da di gotara xwe ya “Êzdîtî!” da tomar kir.124
Û ev pirs a: “Ma, ev ji ku tê?” hertim bi min ra bû. Û pey
ra ez çûme Kurdistanê, di nav kurdên me yên misulman da bûm
mêvan (li her çar parçeyên Welêt), roj bi roj ev pirs, çiqas diçû,
şêwazekî xwe yê bersîvxwaz digirt: “Ev ji ku tê?!”
Helbet, paşê, hê dereng, li ser hinek pirsên bi vê mijarê va
girêdayî di gotara xwe ya “Rojekê em divê ji hev ra rastîyê
bibêjin?” da min hinek ji wan pirsan nirxandin.125
Çavdêrî û lêgerînên min ez gîhandim wê dîtinê, ku di nav
kurdên misulman da şopên bingehên êzdîtîyê bêhtir hatine parastin, ne ku di nav wan da, yên ku bi “rêformên” Şêx Adî wergerîyane û bûne êzîdî. Çima?
Eger kurdên misulman bi destê zorê, bi şêwazî îslam
pejirandine jî, lê di kurahîya bîra wan, di nava felsefe û têgihîştina wan a jîyanê da gelek deremên êzdîtîyê hatine parastin.
Lê ya wan, ên ku Şêx Adî û bîrûbawerîya wî pejirandine, bi piranî
bawerîya wan a kevnar ji nav bîra wan hatîye şûştin-paqijkirin û
li şûna wê bingehên sofîtîyê (an ên sunnîtîyê?!) lê hatine barkirin…
Û, tiştê balkêş jî ew e, ku dagirkerên welatê me evê rewşê
ji hinekên di nav me da baştir tê digihîjin... Ewana kurdan kafir
(ango, ne îslam) bi nav dikin û dibêjin, kurd ne misulman in! Ku
ew tenê wê demê dikarin misulman bên hejmartin, eger di cîhanê
da hîç misulmanek jî nemîne! Dibe ku ev bû sedema bingehîn,
ku dema tevkujîya Helebçeyê ya kîmyabaranî pêk hat, zîrveya
bilind a welatên îslamî derbaz dibû, lê dengek çi ye, ji nava wan
derneket...
A, em careke dinê vegerin ser wê, ka kekê Hoşang bi xwe
di derbarê Şêx Adî û sofîtîya wî da çi dibêje: “...çanda Şêxadî
124
125
http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html
Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmar – 24 û 25 – http://www.penusanu.com
238
wek irfannas û sufîstekî mezin bi Erebî jî bûye…”, an: “Ma gunehê Şêxadî çi ye, ku wî xwe Êzîdî naskiriye, lê çanda wî bi Erebî
bûye?” – Çawa dibe?! Ev çi absûrd e, ku “Şêx Adî xwe êzîdî
naskiribe, lê çanda wî erebî be”. Lê ew gotina oldarên êzdîyan,
ku êzdî tenê ji dêya xwe wek êzdî dibin, ku mirovekî ji oleke dinê
nikare bibe êzdî, li ku ma?!..
Helbet, ev wisan e, lê ya ku kekê Hoşeng dibêje, ne êzdîtî
ye, ew terîqeteke îslamî-sofîtî ye (ewê jî, ew bi xwe dinivîse!), ya
ku Şêx Adî bi xwe saz kirîye (û ne ku êzîdîtî berî wî hebûye, û
ewî jî xwe êzîdî nas kirîye)! Û ew bi xwe jî ne ku bûye êzîdî, lê
ewî êzdî biêzîdî kirine– ji xwe êzîdîtî ew bi xwe bûye!
Wek ku ev biradera bi xwe dibêje, ku Şêx Adî sofî bûye,
ulmê wî sofîtî bûye, çima nanivîse, ku sofîtî şaxekî îslamê û felsefeya wê ya klasîk e? Nizane, yan ji hinekan vedişêre? Û tu
pêwendîya sofîtîyê jî bi ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê ra nikare
hebe, ji ber ku ew du olên ji hev cuda ne!
Belê Şêx Adî hatîye nava êzdîyan (herçên ku mabûne),
êzdîtîya wan bi êzîdîtîya xwe ve guhartîye… Helbet, ev jî bi carekê va pêk nehatîye, ew pêvajoyeke demdirêj bûye û îro jî, her
çiqas Şêx Adî nîn e jî, yên ku wê didomînin, li holê ne...
Û ev pêvajo bibiryar didome û, eger berê tenê têrmînolojîya êzdîtîyê guhartibûn, îro êdî heya reng û şêwazên pîrozgeh
û qubeyên êzdîtîyê bi îslamî dikin: êdî bûye moda li ser tûjikên
pîrozgehên êzdîyan nîşana ola îslamê – hêkerê (hîva kerî) datînin,
û gel gav bi gav hînî sembolên îslamê dikin (fermo, li fotoyên
jêrê binihêrin)...
239
Lê, wek ku min êdî di derbarê wê da nivîsîye, gelek malbetên êzdîyan (yên ku nebûne êzîdî!) ji ber tevkujî û tunekirinan
hê 200-250 salî berê neçar mane, welatê xwe biterikînin, ewana
êzdîtîya xwe parastine… Her paşê qewal û erkdarên sîstêma Şêx
Adî ji navê Lalişa pîroz xwe gîhandine van jî û têgeh û têrmînên
îslamî di nav wan da belav kirine.
Erê, gelek tişt ketye nava wan jî, lê ew tişt wisa jî bi şêwazî
mane. Mînak, pêşîyên me jî 200 salî zêdetir e, ku hatine vê
herêmê, gundê xwe (Pampa Kurdan) ava kirine, lê di nav wan
da şêx tune bûne, tenê pîrên wan hebûne… Îro jî mirîdên êzdî hîç
tiştekî jî ji qewlên şêxan tênagihîjin (helbet, bi piranî şêx bi xwe
240
jî tê nagihîjin, ka çi dibêjin!)… Û dibe ku ji ber vê ye, ku pispora
êzdîzanîyê Xanna Omerxalî ya hêja di pirtûka xwe ya “Yêzîdîtî.
Ji kurahîya hezarsalan” da dinivîse, ku: “... her çiqas,
bîrûbawerîya wî (ya Şêx Adî. – E. C.) di karê rêformkirina
êzdîtîyê da roleke girîngtirîn jî lîstîye, carna heya helwesta
êzdîyan bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa ye...”126
Divê bê gotin, ku di nav van êzdîyan da têgihîştina ne
êzdîbûna vê sîstêmê ji berê va hebûye û îro jî bi taybet xurttir
bûye. Yek ji sedemên vê yên sereke jî ew e, ku di nav qewlên wê
da gelek tiştên erebî-îslamî hene. Ez tenê li vir çend mînakan ji
wan qewl û dirozgeyan bînim, û bila pispor û oldar bibêjin, ka ev
çiqasî û çi “êzdîtî” ye, yan jî, çi pêwendîya wan bi ola êzdî ra
heye:
Ya Rebî,
Êla şanek, û Êla mikanek, û Êla sultanek!
Ya Rebî, tuyî Kerîmî, tuyî Rehîmî!
Ya Rebî her tu Xudayî!
Her tuyî layiqî medh û senayî!
***
Bi qudreta Melikê celîl!
Lalişa Nûranî, Qudis û Xelîl, Meka û Medîn
Ew jî li ser min digerin rûyê vê dinê bi sebîl!
***
Hûn bidine xatira Ezrayîl, Cebrayîl,
Mîkayîl, Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl,
Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
Di destên wan da, mifte û kilît
Li hizreta melekê celîl.
***
Ew bûn Melekên sekinîne,
Ji nûra îlahî ne,
Xwarina wan elhemdilla û şikrîne.
126 Ханна Омархали, Йезидизм. Из глубины тысячелетий, С.-Петербург, 2005,
стр. 45//Xanna Omarxalî, “Yêzîdîtî. Ji kurahîya hezarsalan”, S.-Pêtêrbûrg, 2005, rû. 45.
241
***
Ezdîd resûl allah!
Seydî seded hizretê resûl!
Qurbane qebûl!
Navê bikrê Sultan Êzîd da, Alêkim selam!
(Ev nimûneyên qewlên êzdîyan ji pirtûka: Têymûraz Avdoêv a “Êzdîtî – ji hêla dîrokî-têosofî va” hatine hildan127).
Û ji bilî vê em çend nav û têgehên û gotinên erebî û kurdî
jî hemberî hev bikin, ên ku îro şêwazê wan ê erebî di nava
êzdîyan da bêhtir tên bikaranîn:
yên erebî:
kurdîya wan:
Ellah, Rebb, Xuliqellah,
Rebbilalem/Rebê Alemê
ruh
cunnet
cehnime
fikir
melek/milyaket
dîn
Şems
înşallah!
Xweda/ê
rewan
bihuşt
dojeh
raman
firêşte
ol
Roj
bi hêvîya Xwedê!
Û ev jî bûye sedem, ji bo gelek êzdî bibêjin, ku hemû şêx
û Şêx Adî bi xwe jî ereb bûne… Lê belê, ev nêrîn ji rastîyê dûr
e, Şêx Adî kurd bûye, kurdekî misulman û erkdarê îslamê bûye,
bi xwe jî ji Hekkarîyê (Colemêrgê) bûye, ji bo wê jî di dîrokê da
ew wisa jî wek Şêx Adî bên Misafir el Hekkarî tê zanîn. Îro jî
gora wî li Colemêrgê heye. Cîhê ku gora Şêx Adî lê ye, wek ku
dibêjin, berê gundekî Colemêrgê bûye, navê wî gundî jî Gulîreş
bûye, îro ew bûye taxeke bajêr, navê wê jî taxa Binqesirê ye.
Kurdên misulman Şêx Adî wek mirovekî pîroz ê ola
îslamê nas dikin û diçin li ser gora wî, dua-drozgên xwe pêk tînin.
127 Теймураз Авдоев, Историко-теософский аспект езидизма, Приложене №15
к журналу «Апокриф», май 2011// Têymûraz Avdoêv a “Êzdîtî – ji hêla dîrokî-têosofî
va”, pêveka №15 a kovara “Apokrîf”, gulan, 2011.
242
Fermo, ev jî mezergeha Şêx Adî di Colemêrgê da (Hekkarî):
Lê şêx jî ji bilî hinekan, bi bingehîn pîrên êzdîyan bûne,
yên ku piştî derketina sîstêma olî ya Şêx Adî erka şêxtîyê dane
wan... Lê ew pîr, ên ku pîr mane jî, yek e, di nav gel da wek
sembola paqijî û pîrozîyê bûne.
Dema di gundê me da yek diçû ber dilovanîya Xwedê, gazî
pîrê me dikirin, û hinekan digot, ku ew dua-dirozgeyan zêde nizane, ka em ji gundê cînar gazî şêxekî jî bikin, rûspîyên me digotin – ev pîrê me ye, ew pîroz e, bila hema li rex mirîyê me bisekine, bila tiştekî jî nebêje, besî me ye!
Û piştî dehsalan min heman nêrîn di der barê pîrên
êzdîyan da di pirtûka erkadarekî ola ermenî-xrîstîyanîyê ezdazan
Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî” da dît.
Ew pirtûk 105 sal berê hatîye weşandin.
243
Û xudanê pirtûkê di derbarê êzdîyan da wisa dinivîse, tê
xuyan, ku ew bi xwe di dema xwe da di nav êzdîyan da maye,
yan mezin bûye, cînartîya wan kirye, di warê ol, çand û kevneşopîyên wan da lêgerîn pêk anîne... Û gotinên wî, yên ku ewî wê
demê nivîsîne, bi piranî rastîya ola êzdî, sazîya hîyêrarşîk a oldarîya (rewanîya) wê derdixe holê.
Weha, ew çi dinivîse: “...Her çiqas radeya şêxan û şêxtîyê
bilind e, lê pîr, wek mînaka rastîn a bawerîya olî, pîroztir e, ew
tê hezkirin û nêzîkî dil û îdêalên gel e...
Pîr di tomerîya xwe da tê wateya pîroz, paqij, dilovan. Pîr
bi giştî ji hêla hemûyan va tê perestin (hebandin), ji ber bi exlaq
û şan û şerefbûna xwe, weke hev ji hêla hemûyan va bi heşmendî
hêjayî rûmetdayînê û şanazîyê dibe”.128
Ji bo ku ev gotinên ezdazanê xrîstîyanî baş bên têgihîştin,
divê mirov bizanibe, ka bi giştî ewî êzdîtî çawa nas kirîye û
helwesta wî li hember wê çi bûye. Weha: “Wek ku tê xuyanê,
peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê – dewleta demekê ye gewre
(Medya. – E. C.), kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên
xwe yên xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên xwînrêj ên
fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîyanan,
parastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe
va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar
in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê
ol hatine pejirandin...”129– Û, divê bê zanîn, eger di destpêka
dewra XX da, dema li ser bingeha ji hevzivêrî û hevnepejirandina
olî serê mirovan dihatin firandin, evî mirovê hêja tiştên weha di
derbarê êzdîtîyê da nivîsine, bizanibe dîtinên wî yên zanistî
xwedî bingeheke kur û xurt bûne...
Û, ji bo ku zanînên Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan ên di
derbarê êzdîyan da bi giştî bên têgihîştin, ezê li vira hinek
agahîyên balkêş di derbarê vê pirtûka wî da bînim: ewî bi xwe
pirtûka xwe “Kurmanjên yêzîdî” nav kirîye. Ango, ji bo xudanê
pirtûkê nûnerên vê civaka êtnîkî-bawerî kurmanc in. Lê kurmanc
jî, wek ku tê zanîn, beşê gelê kurd ê herî mezin e (zêdetirî 70%),
yên ku bi zaravê kurmancî yê zimanê kurdî diaxivin. Di vê
128
Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ, Ախալցխա, 1910,
էջ 14 – 15// Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, bi
zimanê ermenî, rû. 14 – 15.
129 Di heman cîyî da, rû. 5 – 6.
244
pirtûka xwe da ew navê vê civaka êtnîkî-bawerî bi 9 şêwazên
cuda dinivîse û bi giştî 150 caran bi kar tîne, ji wana: yêzdî– 44
caran (ev zêde nêzîkî xwenavkirina êzdîyan bi xwe ye – êzdî),
kurd– 24 caran, kurmanc– 17 caran, yêzîd– 8 caran, kurmancên
yêzdî – 5 caran, yêzîdên kurmanc – 4 caran, yêzîdên medyayî
– 1 carê, kurdên yêzdî – 1 carê û kurmancên yêzîdî – 1 carê. Û,
ji bilî vê, ew van hemû navan dem bi dem bi peyv û peyvebendên
dinê, yên weke “peyhatîyên medên kevnar”, “peyhatîyên
Êkbatanê”, “peyhatîyên medîyaîyan” û yên dinê ra bikartîne...
Ev – bi giştî, ji bo “xurtkirina” têgihîştina têza kekê Hoşeng a sofîtîya Şêx Adî û “têkilîya” wê bi êzdîtîyê ra!
*
* *
Wek ku min di gotara xwe ya “Helwesta bêsînor a asta
absurdê û nedîtina rastîyan” da di derbarê nivîsa Hoşeng Broka
ya ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’! da gotibû, ku
“...mijar û pirsgirêkên nêzîk û dûrî hev wisa di nav hev da tên
radestkirin, ku dîtina bersîveke yekgirtî û yekawa dijwar bikaribe
derê holê...”,130 heman rewş di vê nivîsa vî biraderî da jî didome
û desthilatdar e. Lê, dîsa jî min hewl da, hinek pirsên sereke û
girîng, ên ku di nav vê gotara wî da cuda dibin û dikevin çav, ji
nav wê vebijêrim û bersîvên wan bidim.
Weha:
1. Pirsa zerdeştîyê û êzdîtîyê.
Binihêrin, ka kekê Hoşeng vê carê evê pirsê çawa berovajî
dike: “... ji bo ku Êzîdî tam bibin Êzîdî, gereke (li gorî vê têzê) di
serî de ew tam bibin Kurd! Pirsa ku li vir dikare were kirinê ev
e: Gelo di dema Êzîdiyatiyê de, ku dîroka wê vedigere 4-5 hezar
sal, Kurdiyatî û fikra nasyonalîzma bi Kurdî hebû?...” – Helbet,
ew ji gotinên min wan encaman derdixe, yên ku li wir nîn in...
Fermo, binihêrin, ka min di gotara xwe ya navborî da ji bo
vê pirsê çi gotîye “...Belê, êzdîtî ne zerdeştî ye. Û hîç kes nikare
vê red bike! Lê ji ber ku êzdîtî (ne êzîdîtîya Şîxadî) ola gelê kurd
130 http://www.amidakurd.net/qunciknivis/helwesta_bêsînor_a_asta_absûrdê_û_ne
dîtina _r_astîyan ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/helwesta-bsnor-a-astaabsrd- nedtina-rastyan-h2250. html
245
a berî zerdeştîyê bûye, di nava bingehên wê û zerdeştîyê da gelek
tişt hene, yên ku hevbeş in û wan nêzîkî hev dikin, lewra ku zerdeştî, mîna êzdîtîyê, oleke kurdan a Medyayî-Kurdistanî ye, û di
derbarê vê da jî delîlên dîrokî hene…Û ev jî bûye (û îro jî dibe)
sedem, ku hinek van her du olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê!) bigihînin
hev. Helbet, bi vê cîhanê wêran nebe! Dibe ku ev jî rêyek e, ji bo
ku di nava tomerîyekê da bingehên êzdîtîya resen a kezî bên dîtin
(hîç nebe, li ser asta zanistî!). Û bi dîtina gelek kurdên êzdî yên
têgihîştî, ev ji wan têgeh û têrmînên îslamî çêtir e, yên ku piştî
hatina Şêx Adî (Şîxadî) û bi“rêformên” wî êzdîtî pê xeşivandine
û kirasekî îslamî li stuyê wê danîne û ew kirine êzîdîdîtî...”.
Lê, dîsa jî, yek e, ev biradera ya xwe diajo, ne bes e, hela
ser da jî, gotinên min berovajî dike û, dema li ser êzîdîtîyê
(sofîtîya îslamî!) diaxive, wê, wek ku êdî li jorê hate gotin, bi
gotinên Ebû Ebdullah el-Huseyn îbn Mansûr el-Hellac rave dike,
yê ku di dîrokê da wek ezdazan (têolog) û mîstîkê îslamî û nûnerekî sofîtîyê tê naskirin. Û ev jî xwezayî ye: ewê nikaribe, û wê
ji wî ra li hev jî neyê, ku sofîtîya îslamê bi zerdeştîyê rave
bike. Lê ya ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê, dibe, lewra,
ku bingehên wê û zerdeştîyê yek in (pîrozîya Rojê-êgir, axê,
avê, hewayê...). Û heya ezdazan û oldarê xrîstîyan vê
dibîne, lê ev biradera – na! Binihêrin, eger xwendevanê
hêja bala xwe dayê, Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, ê ku
asta wî ya zanistê anegorî ya doktorê têologîyê bûye, rastîya
ola êzdîtîyê ya xwezayîperest dîtîye û nas kirîye, ...bi wê
firnax bûye û gotîye, ku “... ewana (êzdî. – E. C.) bi
bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji
wan olan in, ên ku îro desthilatdar in...”
Belam, ev biradera evê nabîne û naxwaze jî bibîne û dîsa
strana xwe ya kevn dibêje, dîsa berê xwe dide kurdîtîyê, me di
nasîonalîzma kurdî da tewanbar dike, ji ber ku em dixwazin
dîroka xwe ya kevnar nas bikin, rehên xwe yên netewî bibînin.
Min di gotara navborî da li ser van tewanbarîyên wî
nivîsîbû: “...Çima gelê kurd nikare li dîroka xwe, çanda xwe,
olên xwe (wek beşekî çanda netewî!) xwedî derkeve?! Ma, ev guneh e?! Ma, ev, çi ku anîne û îro jî tînin serê gelê me qederî ye,
sûckarî ye, ku heya rojên wî yên dawîyê, ew divê wek toqekî di
stuyê wî da be?..”
246
Binihêrin, min wisa jî nivîsî bû, ku: “...di Japonyayê da du
olên sereke hene sîntoyatî (sînto/sîntoîzm) û bûdayî (bûdîzm) û
yên ku van herdu olên sereke diperêzin jî, derdorê 96 % -ê hemû
japonan in. Ew hinekên dinê jî xaçperêz an misulman in. Lê piranîya japonan xwe heman demê hem sîntoyî, hem jî bûdayî dihejmêrin... Rojên cejn û merasimên olî rêvebirîya vî welatî diçe
qubeyên (perestgeh) her du olan jî û dirozga xwe pêk tîne...
Û ev jî, mala Xwedê ava, pir baş e, bi vê ew Yekîtîya xwe
ya netewî diparêzin!”
Lê, balkêş e, gelo, ev camêra ji vî gelî ra çi dixwaze?!
Ew çima çavên xwe li ber rastîyan digire û vê helwesta
xwe didomîne?
Çi dertê holê, wê demê hemû zanîyarên gelên dinê, yên
ku dîroka xwe ya kevnar vedikolin, natsîonalîst in? Lê ew
zanîyar-lêgerînerên bîyanî, yên ku bingehên dîrokên kevnar ên
gelên dinê yên bîyanî vedikolin, ew natsîonalîstên kê ne?
Û li vir helwesta wî ya absûrdê dertê asta xwe ya jor: ew
şêwrê dide kurdan, ku ew Quranê bikin kurdî, lê bi xwe dijî wê
ye, ku êzdîtîyê (yan, em bibêjin, hema bila ew êzîdîtîya wî ya
sofîtî-îslamî be jî!) vegerînin ser bingeha wê ya resen, an bikin
kurdî!
Çima?...
Wek ku tê zanîn, piranîya gelê kurd îro misulman e, lê,
gelo, çiqas kes di nav wan da hene, yên ku dibêjin – hûn çima
pirsa êzdîtîyê dikin? Eger hinek bibêjin jî, dê ne rast bin! Lê, binihêrin, ev biradera û hinekên weke wî li dijî vê raperînê dikin.
Çima? Ji ber ku êzdîtî ola gelê kurd e!?..
A, li vira ye, ku mirov dixwaze ji vî biraderî bipirse: “Ma
ev ne siyaset e?” – Belê siyaset e û, her çiqas ew siyaseteke sergirtî ye jî, lê ne li dûrî têgihîştinê ye!
Pêşîyên me dê bigotana: “Bextê me kurdan bi me ra ye!”
Û dema ez helwest û têgihîştina vî biraderî absûrd nav dikim, ew xwe dixeydîne!
Binihêrin, yên ku li hemberî gelê me têrora dewletê meşandine û îro jî dimeşînin, dema gelê me dest li ber xwe hiltîne,
ji bo ku xwe ji tunekirinê biparêze, ewana me di têrorê da tewanbar dikin. Heman tişt li vira dertê pêş: dema hinek dixwazin her
çend êzdîyên ku êzdî mane, bikin êzîdî-sofî-îslam, û ew jî li ber
247
xwe didin, dibêjin – na, em êzdî ne! – evana êzdîyan di
natsîonalîzma kurdî da tewanbar dikin!
Ka, bibêjin, ma êdî zordarî çawa dibe?!
Agahîyek – ji bo vî biraderî û xwendevanên hêja: di Ermenîstana Sovêtî da ziman, wêje, çand û huner û zanista kurdî
pêş ketine û gul vedane, û ji sedî heyştêyê wan kesan, ên ku ji bo
wê pêşxistinê xizmet kirine jî, kurdên êzdî bûne... Û ewana çiqasî
li kurdîtîya xwe xwedî derketine, ewqasî jî – li êzdîtîya xwe... Û,
çi ku wana sêwirandîye, û ew bi xwe jî pê ra, hemû jî dewlemendîya ramanî û rewanî ya gelê kurd û Kurdistanê ne!..
2. Pirsa zerdeştîyê, dewleta Medyayê û gelê kurd!
... Di sêrî da divê bê gotin, ku, bi têgihîştina îroyîn a olên
dewletan ên fermî, wê demê olên fermî yên dewletan nîn bûne,
eger binemalên padişahan û derdorên wan olek jî pejirandine,
dîsa jî di nav sînorên dewleta wan da gel û berekên dinê hebûne,
yên ku olên xwe yên cuda hebûne. Her paşê desthilatdaran ew ol
di destê xwe da kirine hêmaneke rêvebirin û berfirehkirina desthilatdarîya xwe...
Lê li vira jî kekê Hoşeng dîroka gelê kurd weke xwe, bi
çavên bîyanîyan dibîne, rastîyan bi şêwaz û anegorî wê dîrokê
dixwîne û dinirxîne, ya ku bi destê bîyanîyan hatîye nivîsîn, û her
tiştî datîne ser rêya redkirina hemû hêjayî û nirxên kurdî. Weha,
ew di nivîsa xwe ya mijara vê gotinê da çi dinivîse:
“...Rast e, Zeredeşt wek pêxemberî Medî bi koka xwe ji
Rojavayê Îranê (Îrana kevn) bûye, lê ola wî di herêmê Medan de,
li rojavayê Îranê, wek oleke „bi Kurdî“ fêrmî, rojeke bi tenê jî,
di dîrokê de nehatiye qebûlkirin û hebandinê. A rast, Zerdeştiyatî
li seranserî dîrokê hertim wek ola Farisan a netewî hatiye hebandin û qebûlkirinê.
Li seranserî dora 645 salan Zeredeştiyatî bi berdewamî
wek dînê fêrmî yê herdu imperatoriyên Farisî; Imperatoriya
Haxamanîşî (550-330 b.z.) û Imeperatoriya Sasanî (226-651 z.),
hatiye qebûlkirinê. Hizra ku dibêje Zeredeştiyatî ola Kurdan a
neteweyî ye, ne tenê hizreke bêbingeh, belê ew hizreke li derveyî
dîrokê û rastiya wê ye jî…”
Li vira ne tenê nerastîya pêkhatinên dîrokê li ber çavan in.
Û ev jî tiştekî nû nîn e.
Lêbelê, divê bê gotin, ku bi prênsîpî şaşîya hemû
248
lêgerîneran, ên ku bi zimanê kurdî, dîrok û çanda kurdî va mijûl
bûne û îro jî mijûl dibin, di nav wan da, wisa jî, yên ku bi olê va
mijûl in, ew e, ku ewana li hemû tiştên kurdî di bin prîzmaya farsî
da nihêrîne û îro jî dinihêrin.
Çima?
Dibe ku ew ji ber wê ye, ku berî wana hemû analîzên di
warê dîrok, ziman, wêje û çanda kurdî da hatine kirin, ew li ser
bingeha matêrîalên farsî û di bin prîzmaya wan da pêkanîne. Ji
ber ku wê demê di bin destê wan da mînakên dinê nînbûne?!
Wisa hêsan bûye?!
An?..
... Lê, di rastîya xwe da, çanda farsan a rewanî di nav çarçoveya çanda medyayî ya giştî da pêş va çûye, û, berî her tiştî,
gelek taybetmendîyên wan ên hevbeş dikarin encama pêşveçûna
li ser bingeha destpêkî ya medyayî-giştî bin.
Ji dîroka kevnar tê zanîn, ku Qurûşê II – padişahê farsan ê
yekem (559 – 530) nevîyê padişahê Medyayê Îştîvêgû/Astîag
bûye. Bavê wî Kambîz rêvebirê herêma vassal a Fars bûye, di
nav Medyayê da. Ew paşê dibe zavayê Îştîvêgû. Qurûş di qesra
padşahê Medyayê da ji dêya xwe dibe, mezin dibe û perwerdeya
xwe dibîne.131 Ew paşê dibe serbaz û bi xiyanetî kalikê xwe ji ser
tex davêje…
Dema Qurûş tê ser text, ew tiştekî nû, sîstêmeke dewletê
ya nû, zimanê rêvebirîyê yê fermî yê nû saz nake. Ew bi xwe jî,
ji ber ku di qesra kalikê xwe, padişahê Medîyayê da mezin bûye,
bi perwerdeya xwe jî medyayî bûye... Hemû sîstêma zerdeştîyê,
bi sîstêma mogan (rahîb) va maye û domîyaye, mogên zerdeştîmedyayî beşdarî rêvebirîya dewletê bûne (û ev hemû jî ji Medyayê derbazî wan bûye!). Û di wê derbarê da, ku ola zerdeştî di
Medyayê da sêwirîye, û êdî wek oleke bi tevger û rêk û pêk derbazî nava dewletên farsan bûye, agahîyên dîrokî hene – her çiqas,
mirov dijwar bikaribe, wan dewletana, wek ên xurû farsan nav
bike!
Demeke dirêj piştî derbeyê jî, ew dewlet wek ya med û
farisa hatîye naskirin.
Û, ji bilî vê û ya here sereke, ne rahîban û ne jî malmezinên
131
Hêrodotos, Dîrok, 1, 107 – 108.
249
medan hatina Qurûş a li ser textê padişê ne ku wek guhartina
dewletê, lê wek guhartina padişê dîtine, guhartineke malbatî ya
hindurîn – ntorin kalikê xwe ji ser text avêtîye û hatîye şûna wî...
Ango, ew hatine xapandin, xiyanet li wan hatîye kirin!
Di çavkanîyên kevnar da agahîyên balkêş ên pêbawer
hene, ku padişahê Medyayê Kavî-Vîştaspa mirovê yekem bûye,
yê ku dostê Zerdeşt Pêxember bûye, li wî xwedî derketîye, bi xwe
jî rabûye ser rêya rastîyê, li dû bawerîya yê rizgarîdar (Zerdeşt)
çûye û bîrûbawerîya wî di nav gel da belav kirîye.
Weha, di “Gatên Zerdeşt” da çi tê gotin:
“Divê mirov berê pêşin dostê wisa baş nas bike? – Zerdeşt
Pêxember bi xwe pirsa hirêtorîk dide û bi xwe jî bersîva wê dide.
– Helbet, ew piştovanê padişahî ye, ew serok (kavî) Vîştasp e.
Ez bi pesnbêjîyên Ahûra-Mazda û bi Ramana Qenc ji bo
wî dibêjim”.132
Û, ku kurd heman med in, evê tenê ew bi xwe nabêjin û
nanivîsin. Kurd ji hêla gelên cînar va ne tenê wek peyhatîyên medan hatine zanîn, lê peyvên med û kurd ji bo wana hemwate bûne.
Weha, nûnerên gelê ermenî, yên ku yek ji cînarên kurdan
ên here kevn in, kurd wek med nas kirine, û, berovajî wê, med jî
– wek kurd. Lê, her çiqas, farsan bi rêya derbeya hindurîn
dewleta Medyayê ji hundir va hildane, û bi şêwazî dewleta
wana“mîratxura” ya medan bûye, farsan dewleta xwe li ser bingeha wê avakirine, lê belê ermenîyên cînar bi tu awahî fars weke
med nas nekirine û ji wan ra negotine û îro jî nabêjin – med.
Weha di çavkanîyên kevnar ên ermenîyan da di wê derbarê
da çi heye:
“... Berbangê zû ên med hatin, ên ku ji wan ra kurd
dibêjin”.133– Ev bûyer, a ku li vira di derbarê wê da tê gotin,
ango, hatina kurd-medan a ber dêra ermenîyan a Tspnê, 19-ê
gulana sala 1426-an pêk hatye.
Û yeke dinê:
“... Binecîyên wî welatî, yên ku kurd in, ji wan ra med
132 Гаты Заратуштры. Перевод с авестийского, вступительные статьи,
коментарии и приложения И. М. Стеблин-Каменского, С.-Петербург, 2009, с.
123.//GatênZaratûştra. Wergera ji zimanê avêstî, gotarên pêşekî, şirove û pêvek yên Î. M.
Stêblîn-Kamênskîy, Sankt-Pêtêrbûrg, 2009, r’û. 123 û 153.
133 Արիստակես Տևկանց, Հայերգ, Թիֆլիս,1882, էջ 175 – 180.//Arîstakês
Têvkants, “Hayêrg”, Tîflîs, s. 1882, rû. 175 – 180, bi zimanê ermenî.
250
dibêjin” (ev jî – di destnivîsa dewra XVI da134 ).
Agahîyên weha heya sedsala XX jî di nav destnivîs û çavkanîyên dîroka ermenîyan da desthilatdar in...
Û, eger em wê agahîya di pirtûka erkdarê olî yê xrîstîanî,
ezdazan Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan da bîr bînin, ên ku
dibêjin, ku yên êzdî peyhatîyên medan ên rastedêr in, dîmenê
rastîn ê dîroka me dertê ber çavan...
Û divê bê zanîn, evana agahîyên dîroknûsan in, ne ku çîrok
û efsaneyên bê bingeh ên hinek eşîrên koçer in, ên ku hatine, em
di welatê me da koçber kirine, û kirine koçer û eşîr!...
3. Pirsa zarokên Başîk û Bahzanê.
...Demekê kurdên me yên êzdî yên Sovêtê bi mêvandarî
çûbûn Başûrê Kurdistanê û li wira jî çûbûn seredana herêmên
êzdîyan, di nav wan da wisa jî – Başîk û Bahzanê... Piştî vegera
ji wir ewana matmayî digotin: “Dizanî, êzdîyên wir dibêjin, ku
ew êzîdî ne û ne kurd in, lê ereb in! Çawa dibe?”– Bi rastî, wê
demê min ji wan ra got, ku, dibe, ew ji wan ereban in, ên ku li dû
terîqeta Şêx Adî ya adewî (êzîdî) hatine wê herêmê... Wisa jî min
di wê da rola siyaseta rêjîma Seddem Huseyn didît. Lê, dema
min di gotara kekê Hoşeng da di vê derbarê da xwend, dîmenekî
dinê, yê rastîn li ber min vebû. Weha, ev biradera çi dinivîse:
“Ma gunehê zarokên Başîkî û Bahzaniyan çi ye, ku xwe Êzîdî
dinasin, lê zimanê wan bi Erebî ye? ... Xelkên „Başîk û Bahzanê“
bi Erebî (Erebiya şamî) xeber didin, lê Êzîdî ne û ji hemî Êzîdiyên
din jî xwe Êzîdîtir dibînin. Gelo guneh û sûcê wan çi ye, ku Êzîdî
ne, û Êzîdî bûne, lê bi Erebî xeber didin?” ...
Û, ji bo ku evê şiroveya xwe xurt bike, ew didomîne: “Ma
gunehê zarokên bi sedhezaran Êzîdiyên diyasprayê çi ye, ku xwe
Êzîdî binasin, lê çand û zimanê wan, ji ber rewşa koçberî û derbederiyê, Rûsî, Ermenî, Gurcî, Elmanî, Holandî, Fransî, Inglîzî,
Siwêdî, Danmarkî yan jî Nerwîçî ye?”
Na, birayê delal, tu gunehê wan nîn e, û hîç kesek jî wan
gunehkar nabîne û tewanbar nake jî! Pirs di wê da ye, ew ne ku
tenê bi erebî diaxivin (ew jî erebîya şamî – Şam li ku Başîk û
134 Հայաստանի Մատենադարան, XVI դարի ձեռագիր, № 1495, էջ.էջ. 142ա
և 142բ.// Matênadarana Ermenîstanê – Înstîtûta destnivîsên kevnar, destnivîsa dewra
XVI, №1495, rû. 142a û 142b, bi zimanê ermenî.
251
Bahzan li ku?), lê, pirs di wê da ye, ku ewana erebbûna xwe parastine (her bijî ji wan ra!)... Û li vira hîç ne di cî da ye, ku pirsa
wan zarokên êzdîyan tînî û anegorî ya wan dikî, yên ku di penaberîyê da zimanê xwe ji bîr dikin û bi zimanên welatên bîyanî
diaxivin. Rewşên van û ya wan ne yek in. Ma ew zarokên Başîk
û Bahzan li dûrî Kurdistanê dijîn? Ma ew li Şamê dijîn, ku bi
erebîya şamî diaxivin? Na, ewqasî ew ereb in û berovajî gelek
êzdîyên me zimanê xwe yê dê parastine û bi biryar erebbûna xwe
jî didomînin.
Na, ev ne xirab e, ev tiştekî pir baş e, û em jî ji vê hinek
dersan derxin!
4. Sedemên fermanên êzdîyan çi bûne?
Di dîrokê da tevkujîya gelan hevrêwîya mirovahîyê bûye.
Û li ser sedemên van tevkujîyan mirovahîyê serê xwe pir
êşandîye û îro jî diêşîne, ew dixwaze sedemên pêkhatinên wana
tê bigihîje. Û di vî warî da nêrînên cihêreng hene.
...Mînak, îro di nav ermenîyan da hinek daxwaza vegera
xwe ya ser ola xwe ya kevnar a agirperestîyê dikin. Ewana bi
lêgerînên zanistî gelek tiştên wê olê vejinandine, diçin perestgeha wê ya kevnar – Garnîyê, êgir vêdixin, merasimên xwe yên
olî pêk tînin... Û di nav wan da heya nêrînek jî derketîye pêş:
ewana dibêjin, ku tevkujîya mezin a yekem a ermenîyan ne ku
sala 1915-an, lê sala 301-ê pêk hatye, dema wana xrîstîyanî
pejirandine...135
Û ev jî nêrînek e!.. Û ne dêra ermenîyan, ne dewlet û ne jî
yekî dinê ji bo vê nakin hewar û hêwarze...
Lê ya me?
Kekê Hoşeng dinivîse, ku: “...Di dîroka Êzîdiyan de, 74
feraman bi ser wan de hatine, ... Para bihtir ji van fermanan paş
serdema Şêxadî bi ser Êzîdiyan de hatine”. – Ango, ew tenê fermanên li ser êzîdîyan dibîne û li me dide dîtin... Li vira pirs dertê
holê, ka gelo berî Şêx Adî tevkujîyên gelê me nînbûne? Ma ji
destpêka êrîşên Umer bên Xettab heya îro ev tevkujî û ferman li
ser kê bûne? Ma, ewên ku bi tunekirinê ra rû bi rû mane, û bi
neçarî misulman bûne, kî bûne? Piranîya wana ne êzdî bûne? Ew,
135
http://www.hayary.org/wph/?p=1393 ; http://www.aravot.am/2015/02/02/537893/
252
ku serî firandine, gund û bajar wêran û talan kirine, û bi zora şûr,
bi sotin û tevkujîyan em wergerandine, ev ne ferman bûne? Ma,
ev biraderana dixwazin van hemûyan li me bidin jibîrkirin?
...Û, wek ku tê zanîn, gel jî wê demê dimire, dema ew
dîroka xwe ji bîr dike!
Û, ya dinê jî: lê eger sedemên hinek ji wan fermanên ser
êzdîyan (an êzîdîyan) nakokî û şerên di navbera terîqetên îslamê
da bûne? Lê, eger êzdî ne ku tenê wergerandine-kirine êzîdî-sofî
(an sunnî?!), lê her weha, kirine qurbanîyên şer û pevçûnên di
navbera terîqetên xwe da?...
Eger – na, çima “...Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî” pêk hatine? Ma, kekê Hoşeng bi xwe nanivîse, ku
Şêx Adî sofî bûye?! Wê demê...?
Û, ji bilî vê, helbet, ev tişt, ên ku pêk hatine, pir xerab in,
dijmirovî ne, lê gelo ew di nav gelên dine da pêk nehatine û îro
jî pêk nayên (xrîstîyan, misulman...!)? Ma, gelo, kurdên misulman, û kurdên êzdî bi xwe di nav xwe da hev nekuştine?
Belê, ev sûcê wan e, yên ku ew pêk anîne, û ev jî tirajêdîya
gelê me ye!
Û, gelo ev tê wê wateyê, ku em jî îro divê li dû rêça wana
herin!
Wê demê di navbera me û wana da êdî çi ferq heye?
Ma, divê em di dîroka xwe da rastîyan negerin, nebînin û
dersê ji wan dernexin?.. Ew rastî çiqas tal dibe, bila bibe!
Heya kengê?..
5. ...Dîsa li ser pirsa faşîzmê!
Min di gotara “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina
rastîyan” da li ser pirsa natsîonalîzmê hinek nirxandin pêk
anîbûn û gotibû, ku helwesta gelên bindest ne natsîonalîzm e, ku
“...ew helwesteke xwezayî ye – ya li hember bindestî, stemkarî û
mijovdarîya faşîzm û nasîonalîzma sîstêmî ya dewletên serdest.
Ango, ew rêaksîona xweparastinê ye…” Û, eger kekê Hoşeng
berê hemû kirên rêvebirîya Herêma Başûrê Kurdistanê sûcdar
dikir, ew sûc jî faşîzm nav dikir û ev jî dikir milkê gelê kurd, û
min jî bersîva wê dabû, (di derbarê vê da – di gotara min a navborî da!), vê carê ew rastedêr berê xwe dide tewanbarîyên
bêsînor û dibêje: “Faşîzm ne tenê „ jor“, belê „jêr“ e jî”. – Ango
253
ew tevahîya gelekî tewanbar dike...
Û ev jî êdî sîmptomên paranoyayê ne!
Wek ku tê zanîn rêjîma faşîst a hîtlêrî di nîveka yekem a
dewra XX da di Almanyayê da li ser desthilatê bû. Ewê rêjîmê di
dema xwe da wêranî, tevkujî û talan ji tevahîya cîhanê ra anîn.
Lêbelê, mirov divê dîn be, ji bo ku di vê da tevahîya gelê alman
tewanbar dike...
Çawa dibe? Mirov jî tewanbarîyên weha li hember tevahîya netewekê bibêje? Mirov jî bi rêya dijminahîya gelekî, di nav
wî da hewayeke ji hev zivêrî û hev nepejirandinê ava bike û bibe
sedema nakokî û dutîretîya nû?..
Ev ji ku tê?.. Ev biradera çima ewqasî ji naskirina êzdîtîyê
ya li ser asta zanistê, ditirse.
Çima?
Ji ber ku, eger gel rastîyan bibîne, wê xwe nas bike. Û eger
xwe nas kir, evê jî dijî têza van camêrana ya „Êzîdî ne kurd in!“
derê...
Baş e, bila êzîdî ne kurd bin, bila ew miletekî cuda bin, lê
li vira gunehê êzdîyan çi ye, ku ew êzdî ne, û navê wan û yê
êzîdîyan ji hêla bilêvkirinê va hinekî mina hev in! Çima, ên ku
duh na pêr ji derva hatine û hê tam şêwaz jî negirtine, mafên wan
heye, hebin, lê ya êzdîyan nîn e?
Ma li vir faşîzm, rasîzm û nastîonalîzm kîjan e? Helwesta
xwezayî ya gel a li dijî bindestî, stemkarî û faşîzma sîstêmî ya
dewletên serdest e, yan a ku ev biradera dibêje?
Û – ya dawîyê!
Di beşê 3em ê gotara xwe ya “Êkspansîya bierebkirina
Kurdistanê didome?” da min fotogalêrêya wan wêneyan danîbû,
yên ku xwendevanan bi hinek şiroveyan va ji min ra şandibûn.
Di nava wan wêneyan da wisa jî yê Seddem Huseyn – bi banga
wî ya ji bo êzîdîyan jî li ser hebû. Xwendevan pirsîbû: “Banga
Seddem ji bo kê ye – ji bo êzdîyan, an êzîdîyên xwe?!” (Li fotoyê
254
jêrê binihêrin!). Û wê
demê min di bin vê pirsa
xwendevan da nivîsibû:
“Binihêrin, ew rûvîyê pîr
ji êzîdîyên xwe ra dibêje,
ku ew xwe ji kurdan
biparêzin, ku ew hindik
in, ew ê têk herin!
Çima?
Seddam mirovekî
sade nîn bûye, di bin destê
wî da ewqas zanyar, siysetmeder, oldar, ezdazan
(têolog) û pisporên dinê kar kirine, ma ewî nizanibûye, ka kî kî
ye? Bersîva vê pirsê jî em hêvîya zanyar û lêgerîneran dihêlin!
Balkêş e, yên ku evê banga Seddam li Almanyayê di nav
ciwanên kurd ên êzdî da belav dikin, kî ne û armancên wan çi
ne?!”136
Wê demê ev pirsek bû, ya ku benda bersîva xwe bû...
Lê îro, li vira her tişt gihîşte xala xwe ya heşmendî. Bersîv
bi xwe dertketin holê!..
Mirov li vir çi dikare bibêje?
– Nizanim, mirov yekawa nikare tiştekî bibêje, lê li ber çavan e, ku di pirsa biîslamîkirin û bierebkirina êzdîyan û dijberîya
gelê kurd da yên ku van karan dimeşînin û banga Seddemê BAASî di gelek xalan da digihîjin hev, li ber çavan in...
Wê demê...?
– Her çiqas Sedem ji vê cîhanê çûye, lê yên ku bangên wî
di nav ciwanên kurd ên êzdî da belav dikin û pêk tînin, li holê
amade ne!?
Hezîrana sala 2015-an
Pampa Kurdan
P.S.
136
http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/li-ser-bierebkirina-kurdistan-h22
40.html ; http:// www.amidakurd.net/qunciknivis/êk_spansîya_bierebkirina_k_urdistanê
_didome_2; http://www. xendan .org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12&Jmara=165 ;
Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên 31, 32, 33 – http://www.penusanu.com
255
…Piştî weşana vê gotarê govtûgo û gengeşîyên dor vê mijarê didomin, gelek nêrîn û dîtinên xwe pevdiguhêrin. Gelek
xwendevan pirsan didin, an hinek dîtinê vê mijarê jî weke xwe
rave dikin. Û, her çiqas bersîvên gelek pirsan êdî di vê gotarê da
hene, dîsa jî hinek xwendevan heya dawîyê van pirsan tê nagihîjin:
– …Ma, gelo êzdîtî berî Şêx Adî jî hebûye?
– Eger êzdîtî berî ŞêxAdî jî hebûye, di derbarê vê da daneyên dîrokî hene, gelo?
Li vira mirov dikare dîsa bibêje, ku bersîvên van pirsan jî
di gotarê da hene. Lê ji bo ku ew bikaribin dîtin û danayên heyî
anegorî hev bikin û li ser wan bigihîjin nêrînekê, ezê gotinên çend
zanîyar-lêgerîneran bînim, û bila xwendevan bi xwe ji bo xwe
zelal bike, ka rastî kîjan e?
Fermo, ew nêrînana:
Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan:
“Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê–
dewleta demekê ye gewre (Medya. – E. C.), kurmancên êzdî di
xewn û xiyalên ola pêşîyên xwe yên xwezayperest da bi zorekê
xwe ji tevkujîyên xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîyanan, parastine. Lê, ji ber ku ewana
bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan
olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla
hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine pejirandin...”
(Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ,
Ախալցխա, 1910, էջ 14 – 15// Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, bi zimanê ermenî, rû. 5 – 6.).
Vîlçêvskî O. L.:
“...Têrmînolojî û sazûmanîya sofîtîyê (sûfîzmê) ewqasî
ketye nava êzîdîtîyê, ku carna dijwar e, ku mirov bikaribe di bin
qalibê bawerîya Şêx Adî ya abstrakt û bi aşkereyî ji êzîdîyan ra
bîyanî (xerîb) da, şopên bîrûbawerîyên kevn bibîne”
(Вильчевский О. Л. Очерки по истории езидства. –
«Атеист», 1930, № 51; Vîlçêvskî O. L., “Di derbarê dîroka êzîdîtîyê
da”, kovara “Atêîst”, 1930, № 51).
Êndryû Kollînz:
256
“Di derbarê kevnarîya berekên êzdîyan da di zargotina
wan a kevnar û gotinên pêşîyên wan da jî gelek agahî hene, ji ber
ku ji bo hejmartina temenê cîhana me ewana serdemên demdirêj
bikar tînin. Ewana bi bawer dibêjin, ku hevtê û du Ademên cuda
hebûne, her yek ji wan deh hezar salan jîyaye. Û wê demê li ser
cîhana me mirov nejîyabûne. Êzdî bawer dikin, ku mirovên dema
me peyhatîyên Ademê dawîyê yê hevtê û dûyem in, û ew jî tê wê
wateyê, ku temenê cîhanê mîllîonek çarsed û çil hezar sal e.
Rastîya weha bi serê xwe di der barê tiştekî da jî nabêje, lêbelê,
ev hejmarên mezin (...) wana ji arîkê hilnedane. Lap berovajî wê
– ewana dengvegerên serdewranên stêrkzanîyê yên pir kevn in
û dibêjin, ew ji zanînên hejimarên gerdûnî (ûnîvêrsal) tên, yên ku
di çîrokên cihêreng ên gelên tevahîya cîhanê da hene”
(ЭндрюКоллинз, «Падшиеангелы», Москва, 2008, стр.
207//Wergera rûsî ya pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî: Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”, Moskova, 2008, rû. 207).
E. C.
257
258
KURDÊN ÊZDÎ ZÊDETIRÎ PÊNC HEZAR SALAN
OLA XWE PARASTINE
(Hevpeyvîn)
Cotmeha sala 2000-an şanda Federasîona Êzdîyên Kurdistanê di Ewropayê da ji Almanyayê hatibû Rûsyayê. Di nûnerîya
wê da berpirsyarê Federsasîonê Hesen Dûtar û Pîr Feqîr Elî
hebûn. Dema hevdîtinên bi kurdên êzdî ra di derbarê dîroka
kevntirîn ola gelê kurd û pirsgirêkên parastina wê govtûgo û
gengeşîyên berfireh pêk hatin. Piştî bidawîanîna rêwîtîya di nava
gel da şanda Federasîonê bû mêvana rêdaktsîona rojnameya
“Axîna welat”. Di hewayeke serbest û azad da di navbera me da
gotûbêjek pêk hat, bi hinek kurtkirinên biçûka va ez ew pêşnîyarî
xwendevanên xwe dikim.137
“Axîna welat”: – Di sêrî da, em we silav dikin û dibêjin:
“Hûn bi xêr hatine rêdaktsîona me!”
Dema gera xwe hûn rastî kurdên derveyî welêt hatin, di
nav wan da wisa jî hevdîtinên we bi kurdên êzdî ra pêk hatin.
Piştî jiyana ji welêt dûr a ewqas demdirêj, we êzdîyên Sovêta
berê çawa dîtin? Dîtina wan çi bandor li ser we hîşt?
Pîr Feqîr Elî: –Bandoreke erênî bû. Mirov bi sedsalan di
nav netewên dinê da bijî û di heman demê da ol, ziman, rabûnrûniştin, kevneşopî û çanda xwe ya xweser biparêze, dîyardeyek
e, ya ku mirov pê dilxweş dibe. Ji bo gelê xwe mirov dilşad dibe.
Û, eger hinek kêmasî, pirsgirêk hene jî, ew ji nezanîna dîroka
xwe tê. Lê bi giştî em dilxweş in. Lê belê, dive em ji bo pêşerojê
raman bikin. Berê pêşin em dive ji bo wê serê xwe biêşînin, ka
em ê çawa destanînên xwe yên netewî ji bo nivşên tên biparêzin,
xwedî bikin.
Hesen Dûtar: – Kurdên êzdî dused salî zêdetir e, ku li ser
axa Rûsîyayê dijîn. Û xwe parastine. Em bi vê serbilind in. Lê,
helbet, pirsgirêk hene. Ji bo ku ji vir û pêva jî em xwe biparêzin,
137
Ev hevpeyvîna bi rûsî di beşê rojnameya “Axîna welat” yê rûsî – «Стон
Родины»ya berfanbara 2000-anda, lê bi kurdî cara yekem di malpera Mezopotamya da
hatîye weşandin. Ji ber ku hevpeyvîn ji navê rojnameyê min pêk anîbû, min jî ew ji rûsî
wergerandîye kurdî. – Korda Mad (Ezîz ê Cewo).
259
divê em bêhtir bi tevger bin. Helbet, kurdên êzdî, yên ku di Ermenîstan û Gurcistanê da li ser hev di cîhekî da mane û bi wî
awahî derfetên wan hebûne, ku nirxên xwe yên netewî biparêzin.
Îro rewşeke dinê li hole ye. Gelê me li tevahîya cîhanê belav
bûye. Kurd îro bi sedan, heya bi hezaran kîlomêtran ji hev dûr
dijîn. Eger gel bi tevger nîn be, wê demê piştî 50 salî wê êdî taybetmendîyeke netewî nemîne. Ew netavetîyeke mezin dide me.
Em jî di welatên bîyanîyan da dijîn û dizanin, peyva “penaber”
tê çi wateyê. Ji bo wê jî ez ê dubare bibêjim:
– Bitevgerbûn û perwerdeya bi ruhê netewî wek av û
hewayê pêwîst in! Divê giranîya xwe bidin ser perwerdeya ciwanan, ên ku, wek ku tê zanîn, bi hêsanî tên bişavtin. Li vir rola
sereke divê rewşenbîrên kurd ên êzdî bilîzin. Eger em wê pêk
neyinin dîrokê me efû neke. Ya me, dîrokeke me ya kevnar heye
– dîroka têkoşînê û berxwedanê. Eger em hemû vî karî bihêlin,
wek ku dibêjin, çawa diçe, bila wisa jî here, em ê gunehkarîyeke
mezin bikin.
Gelê me pênc hezar salan ola xwe ya kevnar parastîye. Lê
naha em pêvajoyeke berovajîyî wê dibînin. Gelek kurdên êzdî ola
xwe ji bîr dikin, heya hinek diçin ser olên dinê. Eger ew ji
êzdîtîyê dûr bikevin, ew ê rehên xwe yên netewî winda bikin, wê
demê hîç êzdîyatîyek jî wê nemîne. Em, êzdî, divê rewşê rast
qîmet bikin. An na, ewê ne hêjayî navê me, dîroka me û
berxwedana me be. Em divê, her tiştê ji destê me tê, bikin, ji bo
ku cîhê xwe yî hêja di cîhanê da bigirin. Li dijî gelê me gelek
lîstikên nepak tên lîstin. Gelek neyarên me hewl didin ola êzdî
bikin malê kirîn-firotanê. Ji ber wê jî, divê her kesek, ew kî jî
hebe, bila bibe: erkdarekî olî be, an rayedarekî mirîd be, bi hêvşandineke taybet li ola xwe û nirxên xwe yên netewî xwedî derkeve. Êzdîtî ne tenê nav e, ew mêranî ye, paqijî, mirovî û rastî ye.
Em divê tenê weha ola xwe têbigihîjin.
Ji bo ku êzdîtî wek ol bê pejirandin û hebe, ji bo wê mercekî ne kêm girîng heye: ji bo ku mirov êzdî be, tenê gotina “ez
êzdî me” têrê nake! Û em gelek caran bi wî awahî ola xwe
bêqîmet dikin. Felsefeya êzdîtîyê felsefeya mirovî ye, felsefeya
jîyanê ye. Lê, binihêrin, em bi berekê va wan nirxan bêqîmet dikin. Û ew berê pêşin ji wê tê, ku em ola xwe baş nizanin. Lê di
jîyana rojane da hê jî kevnemayîyên berê hene – konsêrvatîzma
(muhefezekarîya) ku tê zanîn. Em dive bi çavê siyaseta mezin li
260
cîhanê binihêrin. Eger em, êzdî, nirxên dîrokî yên gelê xwe
nehêvşînin û neparêzin, em ê xiyanetê bikin!
“Axîna welat”:– Mêvanên hêja, me axavtina xwe bi zanebûn bi
wê dest pê kir, lê tiştê girîngtir jî hene. Rêxistina we di Ewropayê
û Welêt da karekî mezin û girîng kirîye û îro jî pêk tîne. Û mirov
dikare ewî karî li vira – di welatên Sovêta berê da jî, bidomîne.
Wek ku tê zanîn ola êzdî di nava gelên dinê da nîn e. Ev jî tê wê
wateyê, ku êzdî bi netewa xwe kurd in, û ola êzdî jî kurdistanî ye.
Hesen Dûtar:– Belê, navê rêxistina me wateya xwe heye.
Hejmara me, mirovên ku êzdîtîyê diperêzin, di nav kurdan da
kêm e. Çiqas jî em bibêjin, ku em êzdî ne, lê eger em ji kurdîtîyê
dûr bin, bi wê ra ne yekgirtî bin, em ê bibin wek dara bê reh û bê
ber. Êzdîtî ne netew e. Ew bawerî ye, ol e, wek bûdayî, xirîstîyanî
û îslam. Netew, Welat û bawerî tiştne ji hev cuda ne. Wek mînak,
ola xrîstîyanî heye û gelên xrîstîyan hene, an misulmanî heye û
welatên misulman hene. Her yek ji wan olan di hinek dewletan
da belav bûne, Navên wan gelan ne xirîstîyan an misulman in.
Her gelek navê xwe ye. Ev ne tenê ji bo êzdîyan wisan e, ew ji
bo elewîyan jî heman tişt e. Elewî hem di Tirkîyayê da hene, hem
jî di Îranê da. Û ew hemû wek netew xwe kurd dizanin.
Hinek bi nizanibûn, lê yên dine jî bi mabest wan her du
têgehan – gel û olê, tevî hev dikin. Ew pir bi tehlûke ye. Ji bilî
wê, ji netewên dinê jî pispor hene, yên ku ferzên (kanûn) ola me
261
baş dizanin û ji ber wê jî deynê me ye, ku, hîç nebe, li hember
xwe bi xwe nebin pêkenî. Ola me êzdîtî ye, netewa me – kurd.
Pîr Feqîr Elî: – Kurdistan xaka hemû kurdan e. Di destpêkê da
êzdîtî ola hemû kurdan a bingehîn bûye. Ma ne, ji demên kevnar
va, Kurdistan cîhekî bihuştî bûye li rûyê cîhanê. Ew bihûşt ji bo
hemû kurdan e jî – ew ji çi olê dibin, bila bibin. Em divê li hemû
tevgerên olî jî bi rêzdarî binihêrin, lê li ser her tiştî ra, divê rehên
netewî biparêzin. Li bal me ji mêj va hatîye gotin: “Xwîn nabe
av!” Kurd bi xwînê yek in. Bawerî paşê tê.
“Axîna welat”:– Kurdistan di cîhanê da cîhê xwe yê taybet heye. Hene gel, ên ku du olên wan hene. Lê di nav kurdan da
musulman hene, di nav misulmanan da sunnî, şiî, elewî hene,
hene kurdên êzdî, xrîstîyan, wisa jî yê yehûdî hene. Ev hemû wê
çawa bikaribin di nav hev da, bi hev ra bijîn? Di pêşerojê da wê
pevçûnên olî di nav kurdan da dernekevin?
Pîr Feqîr Elî: – Dema di têkoşîna xwe ya netewî ya rizgarîxwaz da kurd serxwebûnê bi dest bînin, divê hemû ol azad
bêne daxuyandin. Paşeroj divê dubare nebe. Neyaran dutîretî û
nakokî kirine nava gelê kurd. Ji talebextra, ew ji wan ra li hev
hatîye, ji ber ku ewan dutîretîya me ji bo berjewendîyên xwe bi
kar anîne.
“Axîna welat”: – Baş e, lê niha pirseke dinê. Tu, wek erkdarekî olî, kekê Elî, baş dizanî, ku di dîrokê da êzdî gelek caran
hatine perçiqandin. Û îro, dema dewleta me bi xwe nîn e, gelek
rêxistin û tevgerên welatparêz hene, rewş, her çiqas hindik be jî,
262
ber bi başîyê va hatîye guhartin. Tu garantîya pêşveçûnên wan
pêvajoyan di çi da dibînî?
Pîr Feqîr Elî:– Mala Xwedê ava be! Gelê me îro êdî cîhê
xwe di civaka cîhanê da girtîye û gihîştîye têgihîştineke berbiçav.
Kurd, û di sêrî da jî êzdî, bi bawer in û berbi yekîtîya netewî va
dimeşin. Divê heya serkevtina dawîyê bitêkoşin.
“Axîna welat”: – Nêrîna te, birêz Hesen Dûtar?!
Hesen Dûtar:– Berê weha bû: du kurd bi hev ra, bi taybet
jî bi kurdên êzdî û kurdên elewî ra nikaribûn di cîhekî da bûna.
Ew ji ber wê bû, ku mirovek tune bû, ku wan bîne bal hev, di
navbera wan da dostanîyê ava bike. Berê çawa bû? Axa hebû, û
dijminên me hebûn, yên ku ew axa bi rê va dibirin. Piştî sala
1978-an, dema tevgera me derket, kurdên misulman pir dihatin
bal me. Ewana em bira nav dikirin, bi me ra nan par ve dikirin.
Em matma dibûn. Ez pir dixwazim, ku min rast têbigihîjin. Em,
hemû kurd, ew ji çi olê dibin, bila bibin, deyndarê vê tevgerê ne.
Û deyndarên lehengên pakrewan in, yên ku jîyana xwe dane ramana (îdêa) netewî ya giştî. Ew bi saya wan bû, ku Yekîtîya
êzdîyan, Yekîtîya elewîyan, Yekîtîya misulmanan hatine sazkirin. Berê me tenê di malê da dikaribû peyva êzdî banîya zimên…
Û kesek nikare vê pêvajoyê ra bibe asteng. Ji ber ku ewê
tevgerê em, kurdên êzdî, yên misulman û elewî wek netewa hevgirtî hejmartin. Û îro bi hezaran dot û lawên gelê me di çîyayên
Kurdistanê da mil bi mil ji bo serxwebûnê têdikoşin. Heya duh
nedihate ber hişê me jî, ku keça kurd a misulman û xortê êzdî
dikarin bi hev ra di nav civakekê da bin. Lê di tevgera me ya
rizgarîya netewî da olê cîhê xwe da netewîyetê. Wek mînak,
hemû jî êdî dizanin, ku Bêrîvana êzdî fermandara koma gêrîllayan a di herêma Cizîrê da bûye. Stêrêotîpa bêbawerîyê, ya ku ji
der va bi destê bîyanîyan li stuyê gelê me alandibûn, hatîye
şkênandin. Û ew hemû ji hêla PKK û Serokê me Abdullah Ocalan
va pêk hatîye. Em bi bawer in, ku têkoşîna ji bo yekîtîya netewî,
ya ku PKK rêberîyê lê dike, wê bi serkevtinî bidome. Êdî
pêwîstîya pêşxistina pêwendîyên civakî-çandî gihîştîye. Bila di
Kurdistanê da hezar mizgevtan, dêran, stargehên êzdîyan û
elewîyan ava bikin. Lê prênsîp û îdîolojîyên cuda ên dijmirovî ji
olan dest pê nabin, ew ji mirovan dest pê dibin…
Niha êdî mirov têdigihîje: eger berê dijminê me em – kurd
li ser bingeha olî dikuştin, lê niha li ser bingeha netewî heman
263
tiştî pêk tînin. Berê neyarên gelê kurd bang dikirin, ku êzdîyan
bikujin! Û îro jî tirk dibêjin – yê ku kurdan bikuje, wê bê xelatkirin! Va, divê em evê têbigihîjin. Neyarê êzdîtîyê dewleta tirk
e. A, ewê di Serhedê, Botanê, Amedê, Mêrdînê û di herêmên dinê
yên Kurdistanê da em tune kirine. Ez bi bawer im, nakokîyên
berê wê dubare nebin. Îro hêzên me yên netewî hene, yên ku wê
nehêlin ew pêk bê.
“Axîna welat”: –Dema li vira bi hinek kurdan ra diaxivî,
ewana bi biryar dubare dikin: “Em êzdî ne!” – Lê, gelo, kurd kî
ne, nizanin. Em mînakekê bînin. Zarok, a ku di malbata xrîstîyanan da hatîye cîhanê, xirîstîyan nayê hejmartin, heya li ser wê
merasima mêrûnê (weftîz) neyê pêkanîn, heya ew Încîlê hîn
nebe, heya ji bawerî û ra û rizmên olî ra rêz negire. Wisa jî ya
misulmanan e. Bi dîtina min, gelek tişt pêk tên, ji ber ku di pirsên
olî da em nexwendî ne. Û kî divê van hemûyan bide fêrkirin, ji
gel ra bawerîya olê şirove bike? Erkdarên ola me ne tenê divê li
ser şînan amade bin, mirîyan bişon, kefen bikin û bispêrine axê,
lê mîna Pîr Feqîr Elî kevezanê (gopal) xwe hildin destê xwe û
herin nava gel, dîrok û wateya ola êzdî şirove bikin. Tu çawa li
vê dinihêrî?
Hesen Dûtar: – Erê, ez bi vê dîtinê ra me. Divê bi kûrahî
perwerdeya ola me bê bicîhanîn. Divê ewê bikin destanîna tevahîya gel, divê pirtûkan, kovaran, rojnameyan biweşînin. Ne tenê
erkdarên olî, lê wisa jî gelê sade (yên mirîd) dive ola xwe bizanibin. Ew hemû, çi ku li jorê hate gotin, bi xwe jî yek ji rêbazên
karê Federasîona me ye. Ola êzdî ne oleke wisa sade ye, ya ku bi
hêsanî bê têgihîştin. Oldarên me divê bikaribin bawerîya ola xwe
vebêjin û bidin pejirandin. Bi mêtodên kevnbûyî meşandina kar
bêwate ye. Her oldarek divê dîroka gel, bingehên ola xwe baş
bizanibe, ferz û kanonên olî ji bo wê nehatine sêwirandin, ku tenê
şêx û pîr wan bizanibin, lê dive wisa jî mirîd wan baş bizanibin.
Helbet di xerîbîyê da ji bo parastina ola me mirov rastî dijwarîyan
tê. Em divê têkilîyên bi Welêt ra xurt bikin, ma ne, ew ola bi xwe
li wira sêwirîye. Îro êdî gelekên ji me ji civaka xwe qut bûne û
ketine bin bandora olên dinê. Ev gunehkarî ye! Êdî dem pê ra
gihîştîye, ku em hemû di bin ala Federasîona Êzdîyên Kurdistanê
da bibin yek. Eger rêxistina me nîn bûya, ne Pîr Feqîr Elî, ne jî
ez, em ê îro ne di nava we da bûna. Em divê pir bên bal hev. Divê
em wisa bikin, ku jihevbelabûna me bi dawî bibe. Ya sereke gel
264
e û têkoşîna ji bo yekîtîya netewî ye. Gelek oldarên me ji bo
welatê xwe jîyana xwe dane. Em divê li zimanê xwe yî kurdî
xwedî derkevin û wî biparêzin. Windakirina zimên, tê wateya
windakirina ola êzdî.
“Axîna welat”: – Kekê pîr, pirseke min a konkrêt ji bo te
heye. Di nav êzdîyan da yên wisa hene, yên ku nizanin, ka ew ji
çi netewê ne, ola xwe nizanin, bi gotinekê, nizanin, ka ew kî ne!
Hinek dibêjin: “Em êzdî ne, ne kurd in!” – Wek erkdarekî olî, di
der barê vê da tu çi dikarî bibêjî?
Pîr Feqîr Elî: – Ew ji nizanibûna pirsê tê. Şêx û pîrên we
divê gel bêhtir ronî bikin, pir herin nava gelê sade. Rêyeke dinê
nîn e. Eger têkilîyên bê navber hebin, her tiştê sererast bibe.
“Axîna welat”: – Spas, kekê pîr. Lê niha pirsa min ji bo
birêz Hesen Dûtar e:
– Mirov çawa dikare têgehên ol û Welat, Welat û gel şirove bike?
Hesen Dûtar: – Gel û ol bêyî hev nabin. Lê ol divê bêhtir
azad be. Ew divê monopolîya erkdarên olî nîn be. Divê olê di nav
bazirganîya siyasî da bikar neyinin. Ola êzdî divê xizmeta hevgirtin û parastina netewê bike, ne ku parçebûnê û belavbûnê ji gel
ra bîne. Di dirozgeyeke me da tê gotin:
Ez çûm dîwana Xwedayî,
Li vir min dît eşq û şahî,
Serê her tiştî tifaq û tevahî…
Lê em, ji talebext ra, hê negihîştine yekîtîyê û levhatinekê.
Eger em ferzên ola xwe bi pîrozî pêk bînin, wê demê emê di gelek
tiştan da bigihîjin serkevtinê. Eger gel bê Welat û bê yekîtî ye,
ew ê nikaribe ne xwe, ne jî ola xwe biparêze. Em divê civaka xwe
bigihînin hev. Îro şansek heye, û em divê wî ji destê xwe bernedin. Eger têkoşîna me bi ser nekeve, ew ê bê wateya mirina me.
“Axîna welat”: – Tu dixwazî bibêjî, ku garantîya parastina her gelekî hebûna dewleta netewî ye?
Hesen Dûtar: – Tu rast têgihîştî. Em, dibe ku bikaribin di
xerîbîyê da 50 salî jî bimînin. Lê bêyî Welêt em ê winda bibin.
Cîgeha ola êzdî Kurdistan e. Hemû pîrozgehên ola êzdî li wir in.
“Axîna welat”: – Biborîne, ku axavtina te dibirim.
Êzdîyên vê derê tenê pîrozgeha Lalişê dizanin. Êdî li kîjan
herêmên Kurdistanê qubeyên êzdîyan hene?
265
Hesen Dûtar: – Me di kovara xwe ya “Laliş” da lîsteya
tam ya wan qubeyan weşandîye. Ewana li derdorên Mûsilê hene,
li Batmanê, Xerzanê, Mêrdînê, Heskîfê, li deşta Bişêrîyê û li deverên dinê. Pîrozgehên ola êzdî li tevaya çîyayên Kurdistanê
hene.
“Axîna welat”: – Spas ji bo wan agahîyan. Di dawîyê da
we yê bixwesta çi ji xwendevanên me ra bigota?
Hesen Dûtar: –Em pir xweşhal û dilşad in ji bo vê
hevdîtina me. Helbet ji bo hemû daxwazan demê têrê nekira, lê
gava yekem hatîye avêtin, destpêkeke baş hatîye danîn. Ji vir û
pê va jî divê ev pêwendîyên me bên pêşxistin. Û ya sereke, û ewê
ji bo her êzdîyekî deynê pîroz be, ku her mirovekî xalifî rizgar
bikin. Di nav êzdîyan da yên wisa jî hene, yên oleke dinê hildane.
Em divê bibin yek û vê olê ji windabûnê biparêzin.
Pîr Feqîr Elî: – Bi taybet pêwîst e, ku guhdarîya me li ser
wan be, yên ku bi sedemên cuda ji van hemûyan direvin. Ji bo
wê, ji bo ku ew xwe nas bikin, divê em hemû bi hev ra kar bikin.
Ew deynê me ye.
“Axîna welat”: – Spas ji bo vê hevdîtinê, em serkevtin û
şadîyê ji we ra dixwazin!
Hevpeyvîn ji navê rojnameya “Axîna welat”, Korda Mad
(Ezîz ê Cewo) pêk anîye.
Moskova, berfanbara sala 2000-an
266
XERÎTEYÊN CÎHANA KEVNAR
Medya – B. Z. Sala 600î
267
ÛRARTÛ - B. Z. Salên 715-713an
268
ÛRARTÛ - B. Z. Salên 680-610an
269
WÊJE Û ÇAVKANÎYÊN DINÊ
Абовян Х. А. , Иезиды, газета «Кавказъ», №№8, 9, Тифлис, 1848//AbovyanX.
A.,“Yên Îêzîd”, rojnameya “Kavkaz”, №№8, 9, Tîflîs, sala 1848-an, bi zimanê rûsî.
Абовян Х. А, Курды, газета «Кавказ», №46, Тифлис, 1848// AbovyanX. A.,“Yên
Kurd”, rojnameya “Kavkaz”, №№46 – 51, Tîflîs, 1848-an, bi zimanê rûsî.
Азиз э Джаво Мамоян, Эздианство, газета «Свободный Курдистан», 2013, № 2
(116), Azîz ê Cewo Mamoyan, “Êzdîtî”, rojnameya “Kurdistana azad”, 2013, № 2
(116) – bi zimanê rûsî; wisa jî malpera mezopotamya.gen.tr (http://www. mezopotamya.gen.tr/zdt-makale,871.html), bi kurdî.
Азиз Мамоян, Где же историческая правда?..., Kurdistan.Ru (http://kurdistan.ru
/2013/06/10/articles-19054_Gde_zhe_istoricheska.html)//Azîz Mamoyan, “Ma rastîya
dîrokê li ku ma?...”, Kurdistan.ru (http://kurdistan.ru/2013/06/10/articles-19054_Gde_
zhe_istoricheska. html), bi rûsî; Ezîz ê Cewo, “Lê ka, êdî rastî li ku ma? ” (http://www.
mezopotamya.gen.tr/l-ka-d-rast-li-ku-ma-makale,839.html).
Большая советская энциклопедия, третье издание, том 27, Москва, 1977,
//Êntsîklopêdîya mezin a sovêtî, weşana sêyem, berga 27, Moskova, 1977, bi rûsî.
Буданова В. П., Древние цивилизации: Египет, Ассирия, Иран, Индия, Китай,
Греция, Месопотамия, Рим. – Москва, 2005 г.//Bûdanova V. P., Şaristanîyên kevnar:
Misir, Asorsatan, Îran, Hindstan, Çîn, Yewnanstan, Mêzopotamîya, Roma. – Moskova,
2005, bi zimanê rûsî.
Вильчевский О. Л., Курды: введение в этническую историю курдского народа,
Москва, 1961 г.// Vîlçêvskî O. L., “Yên kurd: serdestpêka dîroka êtnîkî ya gelê kurd”,
Moskova, 1961, bi zimanê rûsî.
Вильчевский О. Л., Очерки по истории езидства. — «Атеист», 1930, № 51;
Vîlçêvskîy O. L., “Di derbarê dîroka êzîdtîyê da”, kovara “Atêîst”, 1930, № 51.
Гаты Заратуштры. Перевод с авестийского, вступительные статьи, коментарии и
приложения И.М. Стеблин-Каменского, Санкт-Петербург, 2009.// Gatên Zaratûştra. Wergera ji zimanê avêstî, gotarên pêşekî, şirove û pêvek ên Î. M. StêblînKamênskî, Sankt-Pêtêrbûrg, 2009, bi zimanê rûsî.
Геродот, «История»//Hêrodotos, “Dîrok”.
Дандамаев М. А., Месопотамия и Иран в VII – IV вв. до н.э. Социальные
институты и идеология, Cт.-Петербург, 2009 г.//Dandamaêv M. A.,“Mêzopotamya
û Îran di dewrên VII – IV ên berî serdewrana me. Sazîyên sotsîalî û bîrdozî”, St. –
Pêtêrbûrg, 2009, bi zimanê rûsî.
Дьяконов И. М., История Мидии, Москва – Ленинград, 1956// Dyakonov. Î.
M.,“Dîroka Medyayê”, Moskova – Lênîngrad, 1956, bi zimanê rûsî.
Корда Мад, Да, Карабах стоит мессы, но…, газета «Свободный Курдистан»,
2006, №№ 1 и 2// Korda Mad, “Belê Qerebax hêja ye, ku mirov di ser wê da bilûvîne,
lê...”, rojnameya “Kurdistana azad”, 2006, №№ 1 û 2, wisa jî liser rûpelên malper’a
ezdixane.ru (www.ezdixane.ru/content/ view/1741/2/), bi zimanê rûsî.
Мамоян А. Д., Грамматические категории существительного и основы
индоевропейского праязыка в курдском, Ст.-Петербург, 2007 //Mamoyan A. D.,
Taybetmendîyên rêzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî
di kurdî da, Sankt-Pêtêrbûrg, 2007, bi zimanên rûsî, înglîzî û kurd.
Марк Юниан Юстин, Эпитома сочинения Помпея Трога «История Филиппа»,
Санкт-Петербург, 2005, Книга I, 6.//Markos Yunîanos Yûstînos, Êpîtoma berhema
Pompêy Trogûs a “Dîroka Fîlîp”, Sankt-Pêtêrbûrg, 2005, pirtûka I, 6.
Марр Н. Я, Избранные работы, том V, М – Л, 1935.//Marr N. Ya., Berhemên bijarte,
berga V, M – L, 1935, bi zimanê rûsî.
Ментешашвили А. М., Курды. Очерки общественно-экономических отношений,
культуры и быта. Москва, 1984//Mêntêşaşvîlî A. M., “Ên kurd. Lêgerîna pêwendîyên
270
civakî-darayî, çandî û debî”, Moskova, 1984, bi zimanê rûsî.
Минорский В. Ф., Курды. Заметки и впечатления, Петроград, 1915//Mînorskî V. F.,
“Yên kurd. Têbînî û bîranîn”, Pêtrograd, 1915, bi zimanê rûsî.
Мовсес Хоренаци, «История Армении», Издательство «Айастан», 1990//Movsês
Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Wşangeha “Hayastan”, 1990, bi zimanê rûsî.
Персидско-русский словарь, под редакции Ю. А. Рубинчика, Москва, 1970// Ferhenga farsî-rûsî, bi rêdaktsîona Yû. A. Rûbînçîk, Moskova 1970, bi farsî û rûsî.
Пушкин А. С. Путешествие в Арзрум, Избранные сочинения в 17 томах, т. 8,
книга 1. Москва, 1995//Pûşkîn A. S.,“Rêwîtîya berbi Erzrûmê va”, Berhemên bijarte
ji 17 bergan, bergê 8., pirtûka 1.. Moskova, 1995, bi zimanê rûsî.
Ричард Фрай, Наследие Ирана, Москва, 1972//Rîçard Fray, “Mîrasa Îranê”, Moskova, 1972, bi zimanê rûsî.
Теймураз Авдоев, Историко-теософский аспект езидизма, Приложене № 15 к
журналу «Апокриф», май 2011//Têymûraz Avdoêv, “Êzdîtî – ji hêla dîrokî-têosofî
va”, pêveka № 15 a kovara “Apokrîf”, gulan, 2011, bi zimanê rûsî.
Ханна Омархали, Йезидизм. Из глубины тысячелетий, Ст.-Петербург, 2005//
Xanna Omarxalî, “Yêzîdîzm. Ji kurahîya hezarsalan”, St.-Pêtêrbûrg, 2005, bi rûsî.
Эндрю Коллинз, Падшие ангели, Москва, 2008//Êndryû Kollînz, “Firêştêyên ji jorda
hatî”, Moskova, 2008 - wergera rûsî ya pirtûka: Andrew Collins, “From The Ashes of
Angels” – ji înglîzî.
Энциклопедический словарь Брокгауза и Ефрона, в 86 томах ( 82 т. и 4 доп.) —
СПб. 1890—1907//Ferhenga êntsîklopêdî ya Brokhaûz û Yêfron, bi 86 bergan (82 berg
û 4 ên pêvekî) – Sankt-Pêtêrbûrg, 1890 – 1907, bi zimanê rûsî.
Ekrem Cemîl Paşa, Dîroka Kurdistan bi kurtebirî, Bruksel, 1995.
Ezîz ê Cewo, „Êzdîtî“, rojnameya “Kurdistana Azad”, 2006, №№ 1 и 2, û wisa jî li ser
rûpelên malpera pen-kurd.org (http://pen-kurd.org/indexalt.html ).
Ezîz ê Cewo, “Zerdeşt pêxember: gelo em her tiştî di derarê wî da dizanin?” –
http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/zerdeşt_p_êxember_gelo_em_her_ tiştî_di_
derbarê_wî_da_dizanin ; http:// www.amidakurd.net/qunciknivis/zerdeşt_p_ êxember
û wisa jî rojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên 55 - 57 – http://www.penusanu.com
Gertrûda Bêl (Gertrude Bell), Nameyên rêwîtîyê (arşîv), Weşanên Zanîngeha Nyûkaslayê (Newcastle), Brîtanîya Mezin, 2014; http://www.gerty.ncl.ac.uk/letter_ details.php?letter_id=1697
Korda Mad, “Dîroka îro di paşila dîrokê da...”, rojnameya “Kurdistana azad”, 2004,
№№ 7 û 9.
Korda Mad, Berevoka helbestan a “Karwanên bêxwîyê”, Moskova, 1998.
“Pênûsa nû”, rojname – http://www.penusanu.com
Աբովյան Խ., Երկերի լիակատար ժողովածու, ութ հատորով, ութերորդ հատոր,
Երեվան– 1958// Abovyan X., Berevoka tam a berheman, bi heyşt bergan, berga heyştan, Yêrêvan – 1958, bi zimanên ermenî û rûsî.
Արիստակես Տևկանց, Հայերգ, Թիֆլիս, 1882//Arîstakês Têvkants, “Hayêrg”, Tîflîs,
1882, bi zimanê ermenî.
Աճառյան Հր., Հայերեն արմատական բառարան, Ա հատոր, Երեվան–
1971//Açaryan Hr., Ferhenga êtîmolêgî ya binaxeyên zimanê ermenî, berga A, Yêrêvan
– 1971, bi zimanê ermenî.
Աճառյան Հր., Հայերեն արմատական բառարան, հատոր 4, Երեվան– 1926//Açaryan
Hr., Ferhenga êtîmologî ya binaxeyên zimanê ermenî, berga 4, Yêrêvan – 1926, bi zimanê ermenî.
Ժամանակակից հայոց լեզվի բացատրական բառարան, Ա. Ղարիբյանի
խմբագրությամբ, Երեվան, 1969 //Ferhenga ravekirinî ya ermenîya hemdemî, bi rêdaktsîona A. Xarîbyan, Yêrêvan, 1969, bi zimanê ermenî.
271
ՀայաստանիՄատենադարան, XVI դարի ձեռագիր, № 1495, էջ.էջ 142ա և 142բ.//
Matênadarana Ermenîstanê, Înstîtûta destnivîsên kevnar, destnivîsa dewra XVI,
№1495, rû. 142a û 142b, bi zimanê ermenî.
Հայ – ռուսեսրեն բառարան, Ե. Գալստյանի խմբագրությամբ, Երեվան,1987//Ferhenga
ermenî-rûsî, bi rêdaktsîna Yê. Galstyan, Yêrêvan, 1987, bi zimanên ermenî û rûsî.
Մալխասեանց Ս.,Հայերեն բացատրական բառարան, Երէվան, 1944 թ. հ. I// Malxasyants S.,“Ferhenga ermenî ya ravekirinî”, Yêrêvan, 1944, berga I, bi zimanê ermenî.
Մախմուդով Ն. Խ., Քուրդժողովուրդը, Երեվան, 1959 թ.//Maxmûdov N. X., “Gelê kurd”,
Yêr., 1959, bi zimanê ermenî.
Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան, 1981 թ.//Movsês Xorênatsî, “Dîroka
Ermenîstanê”, Yêrêvan, 1981, bi zimanê ermenî;
Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, Եզիդի կուրմանժ, Ախալցխա, 1910 թ.//Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, bi zimanê ermenî.
Սուքիասեան Ա., Հայոց լեզվի հոմանիշների բառարան, Երեվան, 1967 թ.//Sûkîasyan A.,
“Ferhenga sînonîmên zimanê ermenî”, Yêrêvan, 1967, bi zimanê ermenî.
Malper:
aravot.am
ezdixane.ru
ezdixandi.com
hayary.org
kurdpress.ru
kurdistan.ru
pen-kurd.org
amidakurd. net
mezopotamya.gen.tr
http://www.penusanu.com
272
ŞÛNNAVÊN ERDNÎGARÎ
Almanya/Gêrmanîya/Deutschland, welatê ewropî.
Amed, paytexta Kurdistanê.
Anatolîya – (Bi yewnanî – rojhilat, bi tirkî anadolu), di demên kevnar da navê Asya
Biçûk bûye, di demên Împêratorîya Osmanî da navê herêma li rojavayê Asya Biçûk
bûye, ji sala 1920-î va navê beşekî Tirkîyayê ye.
Ararat/Agirî – çîya di Bakûrê Kurdistanê da.
Ararat – deşt û herêm di Ermenîstanê da.
Armênya – Ermenîstan– welatekî Başûrê Kafkasîyayê.
Asîya –parzemîneke cîhanê.
Asîya Biçûk– herêmeke cîhanê.
Asorstan – welatekî cîhana kevnar.
Axaltsxa – bajar û navçe di Gurcistanê da.
Bakû– bajarekî Împêratorîya Rûsîyayê, paytexta Adirbêcana îro.
Bardox– çîyayên bakûrê Kurdistanê.
Başûrê Kafkasîyayê – herêmeke cîhanê.
Bekaa – deşt di Libnanê da.
Bexda – paytexta Îraqê.
Bêloê – yek ji gundên Komara Adîgêyê ya Fêdêrasîyona Rûssîyayê.
Brûksêl – paytexta Bêlgîyayê (Bêlçîka).
Cebel Sîncar – Çîyayê Çivîkan, navê Çîyayê Şengalê bi erebî.
Çewlik – bajarekî Kurdistanê.
Elegez – çîya di Ermenîstanê da.
Ermenîstan/Ermenîstana Sovêtî/Komara Ermenîstanê – komareke Başûrê
Kafkasyayê (wisa jî – Armênîya).
Ermenîstana Kîlîkîyayê – di destpêkê da Mîrekî, paşê Padişahtîya Ermenîyan a
Kîlîkîyayê (1080 – 1375)
Erzirûm/Erzirom –bajarekî bakûrê Kurdistanê.
Ewropa –parzemînekî cîhanê.
Êkbatan(a) –paytexta Medya Kevnar.
Farsistan –welatê farsan, beşekî Îranê.
Frîgîya –welatekî cîhana kevnar (bi yewnanî – Φρυγία, bi latînî – Phrygia) –
herêmeke dîrokî ya hundirîn li rojavayê Asya Biçûk û dewleteke bihêz.
Goxtin –navçeyeke Ermenstana dîrokî.
Gurcstan –komara gurcan a sovêtî û ya îro.
Hekkarî/Colemêrg – bajar û herêmeke Kurdistanê.
Heleb – bajarekî Sûrîyayê.
Herran – bajarekî Kurdistanê.
Îgdîr/Îdir –bajar û herêmeke bakûrê Kurdistanê.
Îraq – dewleteke Rojhilata Navîn.
Îran – herêmeke cîhanê, beşekî Başûrê Asyayê, dewlet.
Kafkasîya –herêmeke padişahtîya Rûsîyayê.
Kapadokya –navê dîrokî yê herêmeke rojhilatê Asya Biçûk di demên kevnar va heya
rojên me. Îro di nav sînorên Tirkîyayê da ye.
Karmradzor – dêra xrîstîyanî ya ermenîyan di bakûrê Kurdistanê da.
Kîlîkîya – di demên kevnar da herêma başûr-rojhilatê Asîya Biçûk.
Kerbela – herêm û bajar di Îraqê da.
Kerkûk – bajarekî başûrê Kurdistanê.
Kurdistan – welatê kurdan.
Lalişa pîroz – perestgeha êzdîyan di Başûrê Kurdistanê da.
273
Lênîngrad – navê Sankt-Pêtêrbûrgê yê serdema sovêtî.
Libnan –dewleteke biçûk a Rojhilata Navîn, di nava welatên ereban da ji hêla pirrengîya ol û bawerîyan va dîyar e.
Madî – navekî Medya kevnar di nav gel da.
Marastan – navê Medya kevnar di nav ermenîyan da.
Mardastan – welatê mardan, herêmeke Medîya kevnar.
Masîs – navekî çîyayê Agirî-Arartê.
Medya –welatê medan, Medya kevnar.
Mekka – bajar di Erebistana Siûdî da, navenda heca misulmanan.
Mêdîya – navê Medîyayê di hinek çavkanîyên ermenîyan da.
Mêrdîn – herêm û bajarekî Kurdistanê.
Mêzopotamya – herêma di navbera Dicle û Firatê da, bi kurdî – Navçemk.
Moskova –paytexta Rûsîyayê û Yekîtîya Sovêtê.
Nînwa/Nînova/Nînvêya – paytexna Asoristana dîrokî.
Padişahtîya Medyayê – Dewleta medan.
Pampa Kurdan – yek ji 24 gundên kurdan di Ermenîstanê da.
Pêtrograd (Sankn-Pêtêrbûrg/Lênîngrad) – salên 1914 – 1924-an navê bajarê duyem
ê Rûsîyayê.
Pont/Pontos – herêma bakûr-rojhilatê Asya Biçûk.
Qerebax – komara otonom di nav Adirbêcana Sovêtî da, naha – serbixwe.
Rojhilata Navîn//Rojhilat–herêmeke cîhanê.
Roma reş – navê Tirkîyayê yê gelêrî di nav kurdan da.
Rûsîya – welatekî cîhanê yê gewre, dewleteke dîrokî û îro Federasîona Rûsîyayê.
Ruha – bajarekî Kurdistanê, bîyanî jê ra Ûrfa dibêjin.
Sankt-Pêtêrbûrg//Pêtrograd//Lênîngrad – bajarê duyem ê Federasîona Rûssîyayê.
Sîpan – ji sala 1972-an va navê gundê Pampa Kurdan di Ermenîstanê da.
Somxêtî – navê Ermenîstanê di nava gurcan da.
Sûrîya – welat û dewleteke Rojhilata Navîn.
Swêd – dewleteke bakûrê Ewropayê.
Tîflîs – bajarekî Împêratorîya Rûsîyayê, Tbîlîsîya îro, paytexta Gurcistanê.
Trakîya – herêmeke dîrokî û erdnîgarî li rojhilatê Balkanan. Naha, anegotî peymana
Lozanê ya sala 1923-an ew di navbera sê dewletan da hatîye dabeşkirin: di navbera
Bulgaristanê, Yewnanistanê û Tirkîyayê da.
Tirkîya – navê wê yê fermî – Komara Tirkîyayê, wek dewlet sala 1923-an piştî
hilweşîna Împêratorîya Osmanî hatîye avakirin.
Tspn – dêreke ermenîyan a dîrokî.
Tûşpa – navê bajarê Wanê yê kevnar.
Ûrartû – dewleteke cîhana kevnar, cînara Medyayê ji hêla bakûr va, peyra herêmeke
Împêratorîya Medyayê.
Vîzans – Împêratorîya Romayê ya Rojhilatî.
Wan–bajar û derya di bakûrê Kurdistanê da.
Yekîtîya Sovêtê –Yekîtîya Komarên Sovêtî yên Sosîalîst (1922 – 1991)
Yêrêvan – paytexta Ermenîstana Sovêtî û Komara Ermenîstanê ya îro.
Zagros – çîyayên Kurdistanê.
Zor – gundê kurdan ê bakûrê Kurdistanê, li ku di destpêka dewra XX bi biryara
nûnerê giştî (walî) yê padşahê Rûsîyayê di Kafkasîyayê da graf (kont) VorontsovDaşkov ji bo zarokên wî gundî û yên gundên derdorê dibistana seretayî hatîye vekirin.
274
NAVÊN KESAYETÎYÊN DÎROKÎ Û YÊN PÎROZ
Abdullah Ocalan – rêberê netewî yê gelê kurd.
Adem – Di bîrûbawerîyên gelan da Adem û Hewa mirovên yekem bûne, ku
Xwedê ew sêwirandine û ji wan mirovahî li hev zêde bûye, ango ew dê û bavê
mirovahîyê ne. Ji ber vê jî di gelek zimanan da peyva adem tê wateya mirov.
Ajdahak/Aşdahak –ermenî Astîyag/Îştûvêgû yê padişahê Medyayê weha nav
kirine (li jê rê binihêre – Astîyag)
Arbûkês – nûnerê padişahê Medyayê (walî), anegorî çavkanîyên ermenîyan.
Arşakê V, padişahekî farsan, anegorî pirtûka Mêntêşaşvîlî A. M. a “Ên kurd.
Lêgerîna pêwendîyên civakî-darayî, çandî û debî”.
Artaşês – padişahê Ermenîstanê di dewra II a berî bûyîna Îsa.
Astîyag/Îştûvêgû – padşahê Medya kevnar ê dawîyê (585 – 550 b.Î.), lawê
Ûvaxşatra, di çavkanîyên ermenîyan da wisa jî wek Astîyagê medî //yê pirhesp
tê zanîn.
Celîlê Celîl – zanîyarê kurd ê sovêtê û dema me.
Cewo yê Emer ê Mamo– mamostayê kurd ê keddar (1917 - 2001), bavê xudanê vê berhemê.
Dîovkês –nûnerê padişahê Medyayê (walî).
Elî–Elî îbn Elî Talîb, pismamê Muhemmed pêxember, yek ji xelîfên rêber ê
îslamê (656 – 661).
Emer ê Mamo–bawermendê êzdî, kalikê xudanê vê berhemê (1880 – 1962).
Erdoxan, Recep Teyîp, yek ji serekwezîrên Tirkîyayê, vêga serokkomar.
Êzîd – Yezîd îbn Muavîya îbn Ebû Sifyan – yek ji xelîfên cîhana îslamê, pismamê Muhemed pêxember ê dûr, êzdî jê ra dibêjin Sultan Êzîd.
Garnîk Asatryan – yek ji “îdêologên”“têorîya” “êzdî ne kurd in” di Ermenîstanê da.
Grîgorê Gewre /Magîstros –nivîskarê ermenîyê sedsala XI.
Gûştasp/Goştasp – navê Vîştaspê padişahê Medya kevnar di çavkanîyên
farsîya nû da, li jêrê binihêre – Vîştasp(a).
Harpagês – binihêre – Varbagês.
Hayk – wek ku di efsaneyên ermenîya yê gelêrî da tê gotin, pêşîyê ermenîyan.
Haykan, torinekî ermenî yê dewra XI.
Hesen Dûtar – Siyasetmeder û rayedarekî tevgera êzdîyan, Berpirsyarê
Fêdêratsîona Êzdîyê Ewropayê.
Hesen – lawê hz. Elîyê kurmamê Muhemmed pêxember û dota wî Fatimê,
xelîfê pêncem bûye (şeş mehên pêşin ên sala 661-an). Wek ku tê gotin, bi destê
Emewîyan hatîye kuştin.
Huseyn – lawê hz. Elî yê duyem, îmamê şiîyan ê sêyem, 10-ê cotmeha 680-î
di Kerbelayê da hatîye kuştin.
Încîcyan – dîrokzanê ermenî yê nîveka pêşin a dewra XIX.
Îsa, hz. – pêxemberê xrîstîyanan.
Îskenderê Mezin – wisa jî Îskenderê Makêdonî (tîrmeha 356 – 10-ê hezîrana
323-ê berî bûyîna Îsa), di dîroka mirovahîyê da wek serekfermandar û rêberekî gewre tê naskirin, di bîst salîya xwe da bûye padişahê Makêdonyayê, lê
paşê bi perçiqandina bajarê serhildêr ê Fîvê Yewnanistanê jî dike bin desthilata xwe.
Îştûvêgû – li jorê binihêre – Astîyag.
Kambîs – bavê Qurûşê II ê padişahê farsan ê yekem.
Kavî-Vîştasp(a) – li jêrê binihêre – Vîştasp(a).
275
Kekê Nevo – pîrê êzdîyan, ji gundê Pampa Kurdan – niha bihuştî.
Kerîmê Biro – pîrê êzdîyan, ji gundê Pampa Kurdan – niha bihuştî.
Kîaksar/Key Aksar/Ûvaxşatra – padişahê Medyayê (625 - 585), bavê
Astîag/Îştûvêgû.
Mandan, mîrdota (prînsês) medî, dota Îştûvêgû, dayka Qurûşê padişahê farsan ê yekem.
Mesûd Barzanî – Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê.
Mîr Enwer Moewîya – mîrza (prîns), lawê Tehsîn begê Mîrê êzdîyan
Mîr Muawîya – kesekî ji mala mîran, pismamê Tehsîn begê.
Muhemmed Pêxember, hzr. – pêxemberê cîhana îslamî.
Omer Dînçer – wezîrê perwerdeyê yê Komara Tirkîyayê destpêka salên 2000.
Ordîxanê Celîl – zanîyarê kurd ê sovêtî yê navdar, niha bihuştî.
Parûyr, tornê ermenî – yê ku paşê bi alîkarîya medan dibe padişahê Ermenîyan ê yekem, yek ji rêvebirên medîyayê jî wî tacîdar dike.
Pîr Feqîr Elî – pîrê êzdîyan, endamê Fêdêratsîona Êzdîyê Ewropayê.
Qurûş ê II ê gewre – padişahê farsan ê yekem, nevîyê Astîyag/Îştûvêgûyê padişahê medyayê yê dawîyê. Qurûş bi xiyanetî kalikê xwe ji ser text diavêje,
dibe padişah û bi berekê va li ser bingeha dewleta medan, a farsan ava dike.
Rayêvskî – gênêralê rûs ê dewra XIX.
Reşît-paşa – rayedarek Împêratorîya Osmanî – walî, wezîrê dewletê,
serekfermandarê artêşê (? – 27-ê gulana 1860).
Rûssayê I – padişahê Ûrartûyêyê yê salên 735 – 714-an berî bûyîna Îsa.
Rûssayê II – padişahê Ûrartûyêyê yê salên 685– 639-an berî bûyîna Îsa.
Sahak Bagratûnî – serbaz û rêvebirê ermenî yê dewra V a berî bûyîna Îsa.
Sardûrê III – padişahê Ûrartûyê yê salên 639 –625-an berî bûyîna Îsa.
Seddam Huseyn –serokê Îraqê, xwînrêjê gelê kurd, dawîyê ji ser text hate
avîtin û hate dardakirin.
Şêx Adî/Şêyx Adî/Şêxadî/Şîxadî – rêformkerê ola êzdî, yê ku sofîtîya (sûfîzm)
îslamî anî nava êzdîyan û kirasekî îslamê di stûyê êzdîtîyê da danî.
Şêxisin/Şîxisin – birayê Şêx Adî, şêx, rayedarekî ola êzdîtîyê.
Tîzênhaûzên – walîyê Împêratorîya Rûsîyayêyê yê Yêrêvanê – destpêka
sedsala XX.
Ûvaxşatra/Kîaksar –padişahê Medya kevnar, bavê Îştûvêgû/Astîag.
Varbakês, rêvebirekî Medya kevnar ê dema padişahtîya Kîasksar û Astîyagê
lawê wî erkdar bûye.
Vîştasp(a)/Kavî Vîştasp/Key Vîştasp (ê Medyayî)– padişahê nîv efsanewî yê
Medya kevnar ê hevdemîyê Zerdeşt pêxember e, di derbarê wî da wisa jî di
Avêstayê da jî tê gotin.
Vorontsov-Daşkov – rayedarê dewleta Rûsîyayê, gênêral, salên 1905 – 1915an nûnerê (walî) Împêratorîya Rûsîyayê yê li Kafkasîyayê bûye.
Wezîrê Eşo – Nivîskar û lêgerînerê kurd ê navdar, vêga bihuştî.
Yêzîd bên-Maewîya bên–Ebû–Sifyan benî–Omeya (Sultan Êzîd) – li jorî binihêre – Êzîd.
Zera Elî Yûsûpova – zanîyara kurd a Sovêtê û dema me, doktora fîlolojîyê, bi
zimanê kurdî va mijûl e.
Zerdeşt Pêxember/Zaratûştra – pêxemberê medan û Medyayê, dostê padşahê
Medyayê Kavî Vîştaspa yê nêzîk. Kavî Vîştaspa li Zerdeşt xwedî derketîye,
bi xwe jî bawerîya wî pejirandîye û di Avêstayê da jî Zerdeşt pêxember pesnê
wî daye.
276
SUMMARY
of the book by Aziz e Jawo (Mamoyan):
«Ezdianity: Where to Seek the Truth about It?»
This book is a scientific and journalistic research which
embraces historic events from the ancient times till the beginning
of the 20th century. The book covers distorted conceptions of the
old-time religion of the Kurdish people, Ezdianity, and ethnic
and confessional society that was formed under its influence.
And on this basis the ways to restore historical justice have been
shown. Simultaneously, in the course of the investigation light
has been thrown upon some unknown facts of the ancient history
of Kurds and their neighbours since the times of the Kingdom of
Media. The analysis presented in this work is mainly based on
the results of linguistic and etymological research.
… Possible reasons, prerequisites and the causes of the appearance of distorted conceptions about the Kurd people since
the times of their ancestors, the ancient Medes, and till the present time have been studied from the point of view of history…
These facts and events as well as the distorted conceptions about
the ancestors of the Kurdish people, the ancient Medes, and Ezdianity, old-time religion of the Kurdish people which they had
it before Zoroastrian religion, that are under study in this work,
are of great interest. Due to this they have become the main subject of the research.
An attempt to identify and reveal the main ideas and peculiarities of this religion and its religious doctrine has been made
on the basis of the comparison and analysis of the historical facts
and data, events and the distorted conceptions of them in the frames of the realia of that time and from the point of view of the
historical development of human society. The aim of this work
was to reveal the main reasons of the introduction of distorted
conceptions of this religion in the context of the ancient history
of the Kurd people, direct descendants of the ancient civilization
since the Kingdom of Media up to present-day Ezdians, on the
basis of historical facts and the revelation of the main peculiarities of Ezdianity and its religious doctrine. Based on this we
have revealed the reasons due to which the distorted notions of
277
this old-time religion of the Kurd people that served as a basis for
foreign researchers’ (and not only their) interpretation and that of
the students of religion about this ancient and mysterious religion
have appeared.
And this was the reason to study in the frames of this investigation the unique data from the book “Yezidian Kurmanjs”
by the Armenian priest S. V. Ter-Manvelyan which he wrote in
the beginning of the 20th century. From the point of view of its
rich and diverse contents, the author’s scientific approach to studying the material as well as his method of analysis, this book actually completed the initial material base of this work. For analysis and all sorts of commentaries above some extracts from this
book have been quoted which serve as the basis for scientific research, definitions and critical analysis of the distorted notions
formed on basis of different myths, legends, tall tales of the ancient world. In this work the reader is offered a scientifically
substantiated interpretation of the origin of these myths, legends
and tall tales, the beginnings of distorted absurd conceptions formed on their basis...
At the same time some data from the ancient sources have
been analyzed, and mainly these were “Histories” by Herodotus,
the Armenian original source “The History of Armenia” by Movses Khorenatsi. In the course of the investigation valuable information, opinions and scientific conclusions of such Russian,
Kurd and foreign authors as Kh. Abovyan, O. L. Vilchevsky, I.
M. Dyakonov, N. Y. Marr, N. Kh. Makhmudov, A. M. Menteshashvilli, V. F. Minorsky, A. S. Pushkin, Richard Frye, Ekrem
Dzhamil Pasha, Andrew Collins and others have been studied.
These are just the first steps took in the direction of the
research of this old-time religion and its religious doctrine in the
context of the historical development of the society and social
and religious processes of that time. The steps taken in the sphere
of the detailed and complex study of the peculiarities of this religion are the basis for its further research. According to Sion Vardapet Ter-Manvelyan «…actually a lot of things, and mainly [the
development of] science and the interpretaion of the history of
religion» depends on the research of this religion.
The research has been conducted both in the context of the
278
historical development of the social processes and from the point
of view of the aspects of the social, cultural and religious character of the development of that ethnical and confessional society
and the religious doctrine it was based on. During the research
the analysis not only of the social and historical but also of linguistic and etymological character have been undertaken, and
due to this numerous reasons of the distorted notions about this
religion have been revealed. And such complex analysis was conducted not in vain…
The scientific analysis of the historical materials and the
data from the above-mentioned sources as well as the basics of
the Ezdianity religious doctrine, this ancient religion of the Kurdish people, that remained intact in its oral cultural tradition, customs, rites and everyday life, testify that:
- Ezidians, just as the Kurdish people on the whole, are the
direct descendants of the ancient Medes; they have preserved Ezdianity, the religion of their ancestors;
- the designation of the Ezdian religion originates from the
name of the god Êzdî//Ezda which in its turn originates from the
word combination yê ez dayî – my creator (created me); it is the
religion of the Kurdish people before Zoroastrian religion;
- the word Ezid//Yezid originates from the name of one of
the caliphs of the Muslim world – Ezid ben Muavi (Yezid benMuewi ben- Ebu- Sifyan beni–Omeya), whom Ezidians call Sultan Ezid. This fact has nothing to do with Ezdianity, the old-time
religion of the Kurd people;
- there are two periods in the history of Ezdianity: before
and after Sheikh Adi, after the reforms of Sheikh Adi the religion
was formed as Ezdianity which had Islamic type, and before the
reforms it was pure, holy Ezdianity;
- despite everything many Ezdians who left their Motherland two hundred years ago have preserved many peculiarities
and elements of the Ezdian religion;
- there are facts of falsification of historical data and the
use of dirty technologies not only in the modern and contemporary history; there were such facts in the ancient history, too; and
the history of Kurds-Ezdians and their ancestors is only one of
such episodes…
279
- all the distorted notions about Ezdians and their religion
started from the ancient Kingdom of Media;
- all falsified data and distorted conceptions about the ancestors of Kurds-Ezdians have played a negative role in the rise
of the absurd speculations about their old-time religion. These
speculations not only played a fatal role in the life of the Kurd
people but also were used as a basis of “research” of many reputable scientists and writers of the world who specialize in this
sphere;
- this work is another step on the way of the thorough study
of Ezdianity – one of the mysterious and extraordinary religions
of the ancient world which despite everything has preserved its
many peculiarities till present time; the further studies of the basics of the religious doctrines and the world outlook that this religion and the ethnic and confessional community is based on
will help greatly to understand the historical processes and changes after the so-called reforms associated with Sheikh Adi in the
12th century A.D.;
- in order to implement a full and accurate research of the
peculiarities of this religious doctrine and ethnic and confessional society that is based on it, one should analyze thoroughly the
material and the results of the studies that have been done for
today ; besides, one should carry out a complex and thorough
analysis of the existing opinions, statements, views and standpoints, and also of certain studies that form the scientific basis of
further research in this direction; and also it is necessary to do the
studies of theological character in order to reveal all the peculiarities of this religion…
- and for the complex study and the reconstruction of the
peculiarities of this old-time religion and its doctrines that make
it different from the traditional religions it is vital to combine the
efforts of theologists and researchers specializing in the general
history of religion; we should also need the knowledge of the
educated priests who at least partially distinguish the basics of
this old-time religion preserved in the frame of Islam from the
elements that are alien to it; the first step to be taken in this direction could be the development of the systematic subject plan
for scientific discussions and on this basis the organization of scientific symposiums and conferences on the matter.
280
EZÎZÊ CEWO MAMOYAN
(KORDA MAD)
Ezîzê Cewo Mamoyan (Korda Mad) 23-ê berfanbara
sala 1949-an li Ermenîstana Sovêtî di gundê Pampa Kurdan
(naha – Sîpan) di malbata mamostayê dibistanê da ji dêya xwe
bûye. Bavê wî – Cewo ê Emer ê Mamo mamostayê kurd ê navdar
bûye. Gelek rewşenbîrên kurd ên navdar li ber destê wî perwerde
bûne: prof. Şeref ê Eşirî û Maksîm ê Xemo, helbestvan Fêrîk ê
Ûsiv, nivîskar Wezîr ê Eşo (yên naha –bihuştî) û Emerîk ê Serdar, siyasetmeder Avtandîl ê Fetî, Têmûr ê Cindî (naha – bihuştî),
rêvebirên dibistanan: Têmûrê Mîro, Razmîk Basmacyan û
Mêlsîkê Memlî, her weha gelek mamosta, avakar, bijîşk û yên
dinê... Ezîzê Cewo jî yek ji şagirtên wî bûye.
Sala 1973-an mamosta Ezîz xwendina xwe di Fakûltêta
rojhilatzanîyê ya Zanîngeha Yêrêvanê da birye sêrî. Di dibistanan da mamostaîya zimanên kurdî û ermenî kirye, berpisîyarê
beşê xwendinê yê dibistana navîn û serwêr (dîrêktor) bûye. Ji
sala 1983-an heya 1993-an di Hukumeta Ermenîstana Sovêtî da
karkirye. Salên 1990-1991-ê di Zanîngeha ser navê Davît Anhaxt
da dersên zimanê kurdî dane. Ji sala 1983an û vir va di warê
çapemenîytê da wek professional kar dike. Sala 1993-an heya
1994-an rêdaktorê sereke yê rojnameya “Botan” a Yekîtîya
nivîskarên kurd bûye (Yêrêvan – bi zimanê ermenî). Havîna sala
1994-an cîguhêzî bajarê Moskovayê bûye. Li vir ji sala 1995-an
heya 1998-an rêdaktorê sereke yê rojnameya kurdî ya “Axîna
welat” a bi zimanên kurdî û rûsî bûye. Endamê yekîtîya rojnemegerên Yekîtîya Sovêtê û Ermenîstanê bûye, îro jî endamê
Yekîtîya rojnamegerên Fêdêratsîona Rûsîyayê û Navenda PENa kurd û PENa navnetewî ye. Ji sala 1995-an heya 2004-an endamê rêvebirîya Yekîtîya navnetewî ya rêxistinên kurd ên civakî (Yekîtî) bûye. Ji sala 1999-an heya 2008-n endamê
Kongrêya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bûye. Salên 1999 – 2001
endamê Desteya rêvebir a KNK-ê û serokê Komîtêya perwerde,
281
zanizt, hûner û çandê ya Kongrê bûye. Salên 2002 – 2004-an serokê Şêwira Otonomîya Netewî–Çandî ya Kurdên Fêdêratsîona
Rûsîyayê bûye.
Di cîhana wêjeyê û rojnamevanîyê da bi nasnavê wêjeyî
yê Korda Mad wek helbestvan, rojnameger û şroveger tê naskirin. Helbest, gotar, şiroveyên wî bi navê Ezîz ê Cewo, Azîz Mamoyan û Korda Mad hatine binnûskirin. Nivîsên wî di çapemanîya Ermenîstanê, Rûsîyayê, Kurdistanê, Ewropayê û welatên
din da bi zimanên kurdî, ermenî, rûsî, tirkî û zimanên dinê hatine
weşandin.
Salên nodî yên sedsala XX helbestên wî di almanaxa şaxê
nivîskarên kurd ê Ermenîstanê “Bihara teze” da û li ser rûpelên
rojnameya “Rya teze” ronayî dibînin. Helbest, gopar û şiroveyên
wî wisa jî di Radîoya yêrêvanê da hatine weşandin. Sala 1998-an
di Moskovayê da berevoka helbestên wî ya “Karwanên
bêxewîyê” ronayî dîtye.
Hê ji dema xwendkarîyê va ewî dest ji pisporîya xwe ya
zanîngehî nekişandye. Hê jî bê rawestan lêgerînên xwe yên zanistî di warê zimanzanîya giştî û zimanê kurdî da didomîne. Sala
2007-an pirtûka wî ya zanistî–lêgerînî bi sernivîsa “Taybetmendîyên rêzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên makzimanê hindewropî di kurdî da” ji hêla Weşanxaneya Zanînageha dewletê ya Sankt-Pêtêrbûrgê va bi zimanên rûsî û bi
pêvekên kurdî û înglîzî va hatye weşandin.
Zêdetirî pênc salan wî beşê dersên kurdî li ser rûpelên
rojnameya “Axîna welat”, paşê li ser rûpelên rojnameya “Kurdistana azad” meşandine. Naha jî gotarên wî li ser rûpelên rojname, kovar û malperên kurdî hatine û tên weşandin ( “Azadîya
welat”, “Axîna Welat”, “Kurdistana Azad”, “Zend”, “W”,
“Pênûsa nû”, “Roza”, “AmîdaKurd”, “Pena kurd”, “Xendan”,
“Mezopotamya”, “KurdPrêss” û yên dinê).
Salên nodî yên sedasla XX ew bi gotarên zanistî yên li ser
pirsên rêzimana kurdî û zimanzanîyê beşdarî konfêransên rojhilatzanan bûye (yên ku ji hêla Akadêmîya zanistê ya Ermenîstanê
va dihatin lidarxistin). Peyra wisa jî konfêransên navnetewî
hebûne. Salên 2004, 2005 û 2010-an beşdarî konfêransên navnetewî yên li ser pirsgirêkên zimanê kurdî bûye (Amed); sala
2012an beşdarî Kongreêya zanistî ya kurdî a cîhanî ya 2em bûye
(Hewlêr). Û gotarên wî yên wan konfêransan jî hatine weşandin.
282
Ezîz ê Cewo naha jî karê xwe yê zanistî-lêgerînî, rojnamegerî û afrandarî didomînim.
***
283
...Û GOTINA DAWÎYÊ
Ji destpêka gihîştina ramana nivîsandina berhemeke
lêgerînî di derbarê ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê va, hinek dost
û dilêşên çand û ramana netewî, yên ku ji bo dîroka gelê kurd
karekî pir hêja û kêrhatî dimeşînin, bi şêwir û govtûgoyên xwe,
bi gengeşî û pêşnîyarên xwe, bi dewlemendkirina çavkanîyan, bi
xwendina destnivîsên vê berhemê û bi nêrîn û dîtinên xwe va
beşdarî pêvajoya hilatina qinyatên vê pirtûkê û amadekirina wê
ya ji bo weşanê bûne...
Ji bo wê jî xudanê pirtûkê bi taybet keda du navdarên kurd
bi rêzdarî bi bîr tîne: ya nivîskar Wezîrê Eşo û profêsor Ordîxanê
Celîl (herdu jî bihuştî), spasdarîya xwe ji bo rayedarê tevgera
êzdîyan, berpirsyarê Fêdêratsîona êzdîyê Ewropayê Hesen
Dûtar, rojnamegerê kurd ê hêja û rêvebirê weşanê Xerzî Xerzan
dîyar dike – ji bo rola wan a di pêvejoya gihîştin û şêwazgirtina
ramana vê berhemê da. Ew wisa jî ji bo dilsozê çand û hunera
kurdî û wêjeya zarkî ya gelêrî Mazharê Dûderî, Xêyrîyê Xelatî û
Ebilhalûkê Amedî spasîya dibêje, ji bo alîkarî û piştgirîya wan...
Her weha, xudanê pirtûkê rola wan xwendevanan girîng dibîne û
spasdarîya xwe ji bo wan tîne zimên, ên ku bi nameyên xwe beşdarî goftûgoyên zanistî bûne û bi wê yekê rê li pêşîya gelek nêrîn
û dîtinan vekirine...
E. C.
284